30 november 2015

Ev peymana bi Tirkiyê ra rûreşiyeke Yekîtiya Ewrûpayê ye



Li gorî rojnamevan Halîl Karaveli, peymana di nabêna Tirkiyê û YE da do pêk hat pir sert rexne dike û dibêje Yekîtiya Ewrûpayê ruhê xwe firot û teslîmî îblîs bû. 
Û bi vê peymanê ji dîktatorekî wek Erdogan ra got, tu dikanî her tiştî bike, tu dikanî kurdan bikuje û muxalefetê terorîze bike.
Ji destpêkê da ye ez dibêjim Erdogan bi koçberan xûgiyê ji Yekîtiya Ewrûpayê digre.
Piştî vê peymanê rejîma AKPê ya faşît ewê bêtir har bibe, bêtir kurdan bikuje û ji bo ku hinekî din xûgiyêr ji YE big...re ewê hin taktîkên din nuh bikar bîne...
Peymana Yekîtiya Ewûpayê do bi Tirkiyê ra îmze kir peymaneke rûreşiyê ye.
29ê mijdarê di dîroka YE da ewê wek rojeke rûreşiyê, wek rojeke firotina hemû norm û nirxên însaniyetê û demokraşiyê were bibîrnîn...
Bi vê peymanê Erdogan careke din îspat kir ku meriv dikane ewrûpiyan bikire, carnan pir erzan û carnan jî hinekî buha.
Lê kirîna wan hertim mimkûn e.
Bi vê peymana bi Tirkyê ra jî Yekîtiya Ewrûpayê îspat kir ku hemû nirx û normên wê yên demokrasiyê, maf û azadiyan pir ne saxlem in, hertim dikanin werin kirîn û firotin.
Û Tirkiye ewê şandina koçberan jî kêm neke, ewê bibêje em tiştê ji destê me tê em dikin, lê qaçaxçî vî akrî dikin…



XXX
Yekîtiya Ewrûpayê ji bo ku koçberan neşînin Ewrûpayê 3 milyar Euro xûg(haraç) da Tirkiyê.
Û bi Tirkiyê ra peymaneke rûreşiyê, ew çi bikin serbest in, çiqas kurd bikujin jî Yekîtiya Ewrûpayê ewê dengê xwe neke îmze kirin.
Serokê Dalkurdê Remezan Kizil gotiye,
”Yekîtiya Ewrûpayê ji bo kêmhatina koçberan ew pere rasterast bida Daîşê baştir bû. Ji ber ku di nabêna Daîşê û Tirkiyê da tu qet ferq tuneye.”
Ev dîtina Remezan Kizil sedîsed rast e. Ez bawer dikim YE jî bi vê nêtê dan Tirkiyê. Çimkî ew jî baş dizanin ku Erdogan Emîrê Daîşê yê herî mezin e.
Lê serokên ewrûpî newêre vê rastiyê bibêjin. Ji ber ku merivên oportunîst in û durû ne…

XXX
Dibê em sebebê kuştina Tahir Elçî rast bibêjin, ji ber ku got PKK ne rêxistineke terorîst e dewletê ew kuşt.
Efendim Tahir aştîxwaz bû, li dijî şer bû, filan û bîvan, hemû peyvên bêmane ne. Mijar ne ev e.
Dewletê mêrekî me yê wek fêrizekî kuştiye, berî her tiştî dibê em navê qatilê xwe hildin.
Û ya din jî dibê em sebebê qetla wî rast bibêjin.
Çima dewletê Tahir Elçî da kuştin?
Ji ber ku got PKK ne terorîst e...
Dewletê wiha kir ji bo ku rê venebe, kesên din jî nedin pey wî, ew jî nebêjin PKK ne terorîst e.
Mesele ev e, tiştên din çîrok in...

29 november 2015

Tu çawa dizanî yên nuha dewletê îdare dikin tiştekî wiha nakin?


Kemal Burkay, li ser kuştina Tahir Elçî di kanala A TVê da gotiye:
”Bi dewletê zêde baweriya me tuneye, lê belê hukûmeta nuha dewletê îdare dike viya nake. Ji ber ku got PKK ne rêxistineke terorîst e tiştekî wiha nake.”
Mubaberk tu dibêjî belkî ew hukûmetê îdare dike, hukûmet bêyî agahiya wî tiştên wiha nake, lema jî hewqasî ji xwe bawer dipeyive û dibe wekîlê hukûmeta AKPê.
Ez benî tu çi zanî ”kesên nuha dewletê îdare dikin karekî wiha nakin?”
Ma tu serokê wan î?
Ya jî soza ewê cînayetên wiha nekin dane te?
Tu wek kurdekî çawa û li gorî çi dikanî ji van çete û qatilên nuh dewletê îdare dikin hewqasî bawer bî?
Ez jî dibêjim sedîsed ev karê dewletê ye, hukûmetê, MITê emrê kuştina Tahir Elçî da û polîs jî bi cî anî.
Û ewê qatil dernexin jî.
Ji xwe beyanên berpirsiyaran yên tevlihev yên dezînformatîf yên piştî kuştina Tahir Elçî jî nîşan didin ku kuştina Tahir Elçî bi dilê wan e û dixwazin bibêjin Elçî di nava şer da hat kuştin.
Yanî ne cînayeteke bi plan û program e, lê bêhemdî, di ortê da hat kuştin.
Dibê em tiştekî baş bawer bin, bêyî emir, bêyî hebûna biryarekê tu polîs û ajanê dewletê bi serê xwe naçe di nava polîsan da guleyê bera serê Tahir Elçî nade û wî nakuje.
Miheqeq qatil ji hin deran emir girtiye.
Ji xwe di vîdeoyê da jî xuya dibe, bi îhtîmaleke herî mezin ji wan herdu polîsên sivîl(yek şeşderba xwe jî diguhere) yekî bera Tahir da û kuşt. Bera alî Tahir didin. Ji xwe nabêna wan 4-5 mîtro ye.
Ya din wek siyasetmedarekî kurd ne karê Kemal Burkay e ku bibêje ”kesên nuha dewletê îdare dikin karekî wiha nakin”!
Burkay vê temînatê ji ku digre?
Tu çi zanî nakin?
Di destê te da çi delîl û îspat heye ku ”kesên nuha dewletê îdare dikin” Tahir Elçî nekuştine, emrê kuştina wî nedane?
Dibê kesê herî dawî tiştekî wiha bibêje Kemal Burkay be.
Baş e yên qetlîama Diyarbekrê, Surûcê û Anqerê kirin ne eynî hukûmet bû?
Çima kirin û bi çend sûtalan dan kirin?
Kesên qetlîamên hewqasî mezin bidin kirin çima ewê Tahir Elçî nedin kuştin?
Bêyî bawerî û texmîneke safiyane, li gorî kîjan delîlan tu dikanî bibêjî ”kesên nuha dewletê îdare dikin” karekî wiha nakin?
Yekî wek Kemal Burkay xwedî tecrûbe dibê ji her kesî bêtir vê dewletê û vê hukûmeta panturkîst, faşîst û neyarê miletê kurd nas bike û ji vê hukûmetê karekî wiha bipê.
Gava Kemal Burkay karekî wiha ji vê dewletê, ji vê hukûmetê nepê, wê demê wî ne ev dewlet nas kiriye û ne jî hukûmet û Erdogan.

Sebebê qetla me bêdewletbûn e

Heta ku em wiha bindest û bêdewlet bin tirk ewê tim me bikujin. Selahedîn Demirtaş di axaftina xwe ya di merasima cenazeyê Tahir Elçî da ev rastî qebûl kiriye û gotiye, ”Yê Tahir kuşt ne dewlet e, bêdewletî ye.”
Ev rast e, heger em xwedî dewlet bûna qatilên dewleta tirk li orta Diyarbekrê nikanîbûn egîdekî wek Tahir Elçî bikujin.
Lema jî heger em dixwazin zarok û neviyên me jî wek me ne bindest bin û wek me neyên kuştin, dibê em kurd jî wek tirk, erb û farisan bibin xwedî dewlet.
Siyasetmedarê viya nebêje, dewletê nexwaze ya kêmaqil e ya jî xêrnexwazekî miletê kurd e.

XXX
Dewlet bi kuştina du polîsan dixwaze meselê şêlû bike û şopê ji ser xwe dagerîne...
Di cînayeta Tahîr Elçî da polîsê birîndar jî miriye.
Yanî bêyî Tahîr Elçî 2 polîsên xwe jî kuştin.
Ji bo ku sûsa şer bidin cînayeta xwe, bi bêjin bi PKKê ra şer derket û Tahîr Elçî jî di nabêna da hat kuştin.
Yanî ji we yek û ji me jî dudu hatin kuştin.
Ev jî nîşan dide ku kuştina Tahîr Elçî plana dewletê û MITê ye.
Hukûmetê emrê kuştina Tahîr Elçî dabû dewletê û dewletê jî îro ev emrê hukûmetê bi cî anî.
Şer, kuştina du polîstan hemû sanaryoya MITê ye.
Tevêkirina navê PKKê û şer pêkenîna bi aqilê kurda ye, dibê meriv vê îdîeya dewletê bi şîdet red bike.
Vê dewletê serokkomarê xwe, generalê xwe û bi sedan merivên xwe kuştine. Lema jî bi Tahîr Elçî ra kuştina du polîsên xwe ji vê dewleta çete û mafya ra wek firek av e, qet ne problem e...



28 november 2015

Dewletê Tahir Elçî kuşt !

Xebereke REŞ !
Çete û qatilên Erdogan-Davutoglu serokê Baroya Diyarbekrê Tahîr Elçî kuştin.
Parêzerê Elçî Yûnûs Mûrat Akan, ji ANFê ra xebera kuştina Elçî piştrast kiriye.
Cenazeyê Tahîr Elçî rakirin Nexweşxaneya SelahaddÎnê Eyûbî.
Parêzer Yûnûs Mûrat Akan gotiye Elçî bi guleya li serê wî ketiye jiyana xwe wenda kir.
Yanî nîşanciyên Erdogan bi guleyekê Tahir Elçî kuştin.
Qetil Erdogan û Davutoglu ne, piştî gotinên Elçî di telewîzyonê da PKK ne rêxistineke terorîst e biryara kuştina Elçî dan û wa ye îro jî kuştin.
Bi vê xebera reş gelkî xemgîn bûm. Bira serê malbata Elçî sax be.
Heta Erdogan li ser hukim be ji miletê kurd ra rehetî tuneye, ewê her roj me bikujin…
Kurdên bi AKPê ra jî hevalên qatilan û detikên qatilan e, dibê meriv viya jî tim bibêje…



XXX
Serokwezîrê Erdogan, Ahmet Davutogluyê faşîst û gelek tirkên nîjadperest, yên neyarên kurdan wek di hemû kuştin û qetlîaman da dikin, ji bo kuştina Tahîr Elçî jî demagojiyê dikin, dîsa dibêjin "ev êrîş li hemberî Tirkiyê" ye.
Ev vir e, veşartina qatilan e.
Êrîş ne li hemberî Tirkiyê ye, êrîşa dewleta tirk ya li hemberî kurda ye.
Polîsên Tirkiyê, hukûmeta AKPê û dewleta tirk Tahîr Elçî kuştin, dewletê biryara kuştina wî da û bi qatilekî xwe da kuştin. Ji dêlî têxin zindanê dan kuştin.
Hûn çi derewê bikin jî em qatilên xwe nas dikin, em zanin yê me dikujin tenê dewleta tirk e.

Dora wêranbûnê îcar ya Dêrika Çiyayê Mazî ye.


Heta nuha Licê, Diyarbekir, Cizîr, Şirnex, Nisêbîn, Gever, silopî hatin wêrankirin, diyar e îcar jî dora Dêrikê ye.
Min fêm nekir ev çahlcî û xendekçî çima wiha dikin, çima bajarên kurdperwerî herî lê xurt in didin xerakirin?
Ji dewletê çi dixwazin?
Gelo riya micadelê tenê ev ?
Gelo serxwebûnê dixwazin?
Min daxwazeke wan ya wiha nebihîstiye.
Min daxwaza wan ya federasyonê û otonomiyê jî nebîhistiye.
Lê heger meriv federasyonê û otonomiyê bixwaze jî meriv wiha nake, rê û metodên din hene.
Otonomî, xweîdarekirin bi vê malwêraniyê nayê xwestin.
Bi kolana çend çahlan û girtina çend kuçe û kolanan û çend roj teqereq bêyî wêraniya bajaran û bi hezaran koçberî min tu kar û qezencek nedîye.
Kara ez dibînim dewlet leşkerên xwe, çekên xwe, tank û topên xwe li Kurdistanê zêdetir dike, Kurdistanê bêtir digre bin zept û reptê.
De îcar di vê da kara me çi ye?
Me çi bi dest xistiye?
Em mala xwe, bajarên xwe bi destê xwe wêran dikin, bi dewleta faşîst didin wêrankirin.
Lê mixabin dengê me naçe derekê, PKK û dewlet li ber çavê me bajarên me wêran dikin û em nikanin tiştekî bikin. Ev jî trajediya me ye…
PKKê tiştê bi salan bi kevçî top kir, nuha bi heskê belav dike, dixwaze tiştek li fêzê nemîne…

XXX
Îro 44 saliya şehadeta serok û qehremanê miletê kurd Dr. Şivan û herdu hevalên wî Brûsk ve Çeko ye. 44 sal berê di roja 26ê mijdara 1971ê da di netîceya komployekê da hersê canfîda û kurdperwerên kurd hatin qetilkirin. Ev hersê rêberên miletê kurd şehşehîdên kurd û Kurdistanê ne. Miletê kurd û hevalên wan ewê tu carî Dr. Şivan, Çeko û Brûsk ji bîr nekin. Emê tim bi evîn û bi hurmeteke mezin van hersê şehîdên doza kurd û Kurdistanê bibîr bînin.
Her wisa bi vê minasebetê ez welatparêzê hêja Seîd Elçî jî bi hurmet bibîr tînim.
Bira gorra hemûyan buhuşt be…


2015-11-26A

27 november 2015

Erdogan tiliya xwe xist qulika mozan

Ez îro ji pertav da ketim.
Bawer bikin ji vêsê da ye vî kokimî nig di bin xwe ve nekiriye.
Îro kar pir bû û giş jî ket hustuyê min.
Me haziriya Julê(Noelê) kir. Roja şemiyê li gorî xiristiyanan nizanim çi roj e, dibê şamdanên Julê/Noelê û hin tiştmiştên din werin hazirkirin.
Hersal 4 şemî berî Julê/Noelê ev hazirî tê kirin.
Ji ber ku ez qet vala nebûm, lema jî nizanim hal û ehwalê dinayayê çi ye û çi nîne û rûsan û tirkan çi anîn serê hev.
Tiştê ez zanim rûs dîn in û Pûtîn ji xwe zir dîn e, heta Erdoganê gurc baş talîm û terbiye neke dev jê bernade.
Rûs carê wek mozan azirî ne, kes nikane nêzî wan bibe, kî nêz bibe ewê pê vedin.
Xwedê mozan li kesî neazirîne…
Hûn dizanin li ruyê dinyayê haywanê herî bêtirs moz in. Mozek dikane êrîşê her heywanï, her însanî bike.
Kes nikane mozan bitirsîne.
dibê meriv hevza xwe ji mozan bikin.
Û ilim jî mozên sor.
Ji xwe rûs ji cinsê mozên sor in, lema ji kesî natirsin, tim ew li alîkî û hemû Ewrûpa û Emerîka li alîkî bûne…
Obama ji xwe newêre nêzî Pûtîn bibe.
Ji ber ku dizane azirî ye…
Tirk merivên teşxele û barbarok in, zû germ dibin, zû tên galayanê, zû xwe wenda dikin, zû bêdeb dibin û zû fortan didin xwe.
Û ya din jî miletekî bêkultur e, bêmistewa ye. Ji dêlî usûl û qaîdeyên dewletan û dîplomasiyê, tim di serî da ço nîşanî yê hember didin.
Lê dema yê hemberî wan yekî wek Pûtîn gunreş be, tavilê fisek dibin, wek bonciyan dikin kûzekûz.
Mesele roja pêşî û ya duduyan quretiyên û derew û mezin kirin, Erdogan got efendim dewleta Tirkiye dewleteke cidî ye, heger îro jî sînorên me îhalal bikin emê dîsa bixînin. Tirkiye ne dewlet e û sînorên me ne xan e…
Û gelek derew û fortên din dan xwe.
Lê Erdogan dû ra gava dît ku Pûtîn çi hût e, îcar dev guhert, wek delemê viz da xwe, çerx kir, got heger me zanîbûya balafira Rûsyayê ye me yê miameleyeke din bikira filan û bîvan.
Lê halbû roja duduyan gotrmin emir daye, heger îro jî dubare bikin emê dîsam lêxin…
Û me nizanîbû balafira Rûsyayê dereweke bi boçik e, liberger e…
Pûtîn carê ba li Erdogan aniye zû bi zû dev jê bernade, ewê Tirkiyê, Daîşê û hemû çete û qatilên Erdogan baş biêşîne.
Lê Erdogan merivekî çamûr e, ji bo ku dev jê berdin dikane destê Pûtîn jî macî bike. Lê Pûtîn ewê destê xwe bidê ya na ez nizanim.
Bes ji bo ku ji tora rûsan û Pûtîn xelas bibe Erdogan ewê xwe bavêje bextê Pûtîn, ewê Emerîkayê têxe dewrê, di bin ra ewê ji Pûtîn ra her şelafiyê bike…
Tirk elemîne devê kurdan, ji ber ku kurd bêdewlet û bêxwedî ne, çavên wan kurdan dibrin.
Ji ber ku dizanin artêşa me, balafir û fuzeyên kurdan tunene, lema jî bêyî tirs û xof her roj bi dehan balafirên şer dişînin ser Qendîlê û herêmên Kurdistanê yên din.
De mêr in bira bişînin ser rûsan, bira bersîva wan bidin.
Weleh ev çar roj in rûsan tirr ji wan berda ye. Newêrin bibêjin kirt. Newêrin bombebarnên rûsan protesto jî bikin.
Tiştê dikin tenê derew û dezînformasyon e. Tirkan dixapînin.
Lê dinya dibîne Erdogan û rêvebirên tirk merivên ciqasî basît, bêmistewa û berradayî ne.
Bi kurtî tirk ne layiqî dewletê ne, lê bûne xwedî dewlet, ji wan ra li hev hatiye…

26 november 2015

Ewrûpî êdî bi çavê mitifekekî li Tirkiyê nanêrin

Nivîskarê rojnemaya Le Fîgaro Renaud Girard, di nivîsa xwe ya analîtîk ya li ser xistina balafira Rûsyayê da, Erdogan pir sert rexne kiriye û gotiye ”Tirkiye êdî ne mitefikê me ye.”
Girard:
”Erdogan, di 24ê mijdarê da emrê xistina balafira rûs da. Bi vî emrî Erdogan xwest cepheya serokkomarê Fransayê dixwaze bi koalîsyona navnetwî ra li hemberî Daîşê çêke, berî çêbûnê têk bibe. Tirkiya Erdoganê îslamîst serokê wê ye, li hemberî Rojava êdî tenê bi têkiliyên zorbatiyê herket dike. Ev welatê xweş demakê mitefikê me bû. Heyf, êdî ne mitefikê me ye.”
Bi qasî meriv medyaya Ewrûpayê taqîp dike ne Renaud Girard tenê, piraniya ewrûpiyan êdî wek Girard dikirin û bi çavekî mitefikekî pêbawer êdî li Tirkiyeya  Erdogan nanêrin.
Herkes baş dizane ku Tirkiye bi hemû hêza xwe piştgiriyê dide Daîşê, pê ra tîcaretê dike, sîlehan didê, destûrê dide çûn û hatina çeteyan û wan li Tirkiyê şarge dike.
Lê hîn wek rûsan eşkere nabêjin.
Bes piştî qetlîama Parîsê medyaya Ewrûpa li gorî berê piştgirya Tirkiyê ya bi Daîşê ra êdî venaşêre û vekirî tîne zimên.
Ya din êdî herkes bi çavê dîktatorekî pir tahlûke, yekî wek Seddam, wek Hîtler li Erdogan dinêre û gelekî ditirsin ku Erdogan bibe sebebê derketina Şerê Cîhanê yê Sêyem. Hindik be jî qal dikin.
Bi taybetî jî li Sûriyê piştî xistina balafira rûs, heger kes nekeve nabênê Erdogan dikane bibe musebîbê şerekî pir mezin bêtir tê qalkirin.
Bi texmîna min balafira rûsyayê ji bo ku NATO û Rûsyayê bîne hemberî hev bi emrê Erdogan hat xistin. Yanî berê biryara xwe dabûn ewê tiştekî wiha bikin.
Ez tim dibêjim, Erdogan merivekî pir tahlûke ye, di şerê Sûriyê da û li Tirkiyê sûcên pir mezin kirine. Û îktîdarê jî bi rehetî, bi hilbijartinan nade, heta jê were nade.
Li gel sûcên pir mezin, diziyên pir mezin jî kirine û daye kirin. Bi milyaran rişwet, bertîl girtiye, perê dewletê derbasî zimetê xwe kiriye. Bi malbata xwe dizî daye kirin. Û li ser dizî û sûcên wî delîl û belge pir in.
Yanî roja ji ser hukim da bikeve xelasiya wî tuneye, tavilê ewê destê wî li kelemçê xin.
Û lema jî ji girtin û mahkimebûnê pir ditirse.
Îcar ji bo ku neyê girtin dibê îktîdara xwe wenda neke û ji bo ku îktîdara xwe wenda neke jî dikane her dînîtiyê bike,belkî  dikane bi Sûriyê ra, bi Rûsan ra têkeve şerekî jî.
Tabî di vir da hinekî bi NATO yê difire. Ji xwe piştî xistina balafira rûsyayê tavilê çû xwe avêt bin dawa NATOyê, got min biparêzin.
Şansê tirkan heye di NATOyê da ne, ya na weleh dewleta wan ya dawî jî di tahlûkê da ye.
Bi dîtina min heta Erdogan li ser hukim be ji Tirkiyê ra, ji kurdan ra, ji gel û dewletên cîran ra û heta ji cîhanê ra jî rehetî tuneye.
Erdogan bavê xerabiyê ye, tim tahlûkeyeke potansiyel e, hertim dikane tiştên ne di hesêb da bike. Merivekî dikane zirarê bide dinayyê û însaniyetê…

25 november 2015

Çima hûn hewqasî bûne xemxurên Tirkiyê?


Hela hûn werin vê sosireta giran, cîgirê serokê koma HDPê yê meclîsê Îdrîs Baluken, ji bo li ser xistina balafira rûs were peyivîn ji Meclîsa Tirkiyê daxwaza hevdîtineke giştî kiriye.
MHP, CHP daxwaza civînê li meclîsa xwe nakin, nûnerû kurdan, berdevkê HDPê Baluken dike.
Tu dibêjî belkî ew ji hemû serokên tirk milîyetçîtir e, ji bo ku zirar negihîje Tirkiyê, ji bo ku têkiliyên Tirkiyê û Rûsyayê yên aborî, siyasî, eskerî û turîzmê xerab nebin dixwaze meclîsê bicivîne û aqile bide AKPê û Davutogluyê faşîst.
Diyar e Baluken ketiye ber xema zirara Tirkiyê, camêr ditirse Rûsya zirarê bide Tirkiyê. Lema jî dixwaze meclîsê bicivîne û Tirkiyê ji vê krîzê xelas bike.
Birêz Baluken, çi ji te ra Tirkiye û Rûsya çi dikin, çi nakin?
Tu çima ji tirkan bêtir naxwazî Tirkiye tûşî gelşan bibe û zirarê bibîne?
Çima tu û partiya xwe, hûn dixwazin aqil bidin tirkan û AKPê?
Tirkiyê, ji bo ku rûs feydeyê negihînin kurdan, ji bo ku Daîşê li hemberî kurdan zeîf nexe balafira rûsan xist.
Û ji xwe ji destpêkê da ye Tirkiye ji bo ku li hemberî kurdan şer bike piştgiriyê dide Daîşê.
Û hîn jî vê rastiyê her roj dibêjin.
Îcar çima hûn dixwazin aqil bidin Erdogan?
Erdogan bûye Seddamekî nuh, belkî tiştê hat serê Seddam were serê wî jî…
Ji bo ku Seddam dev ji dînîtiyê berde û biaqil hereket bike, tirk gav û saetê direviyan ba Seddam û aqil didanê, digotin em ketine bextê te dev ji vê serhişkiya xwe berde û bi ya Emerîka bike.
Lê Xwedî kir ku Seddam guh neda tirkan û bi xêra vê şaşiya wî rejîma Seddam ket û kurd ji bindestiyê xeals bûn.
Belkî eynî tişt were serê Erdogan jî.
Hûn ç ima wek xêrxwazên Erdogan hereket dikin û dixwazin biaqil hereket bike û bela xwe di Rûsyayê nede.
Bira bela xwe tê bide, çi ji te ra?
Çi ji we ra?
Ya jî bangeke wiha berî CHPê û MHPê ne karê we ye. Bira tirk ji we bêtir li berjewendiyên xwe bifikirin.
Wek kurd hûn çima ketine panîkê û dixwazin Davutoglu û Erdoganê hevalbendên Daîşê û hemû qatilên îslamî yên li Sûriyê xelas bikn?
Ma hûn nizanin xistina balafira Rûsyayê ji bo parastina Daîşê ye.
Ji ber ku Erdogan naxwaze Rûsya li Daîşê û çeteyên din xe û waqn li hemberî kurdan zeîf bixe.
Çimkî wek hûn jî dizanin Tirkiye van hêzan li hemberî kurdan bi kar tîne, bi destê wan kurdan dide kuştin û gund û bajarên kurdan dide îşxalkirin.
Lema jî şûrê wan dikşîne, li hemberî êrîşên rûsan ji wan ra dibe şemsiye û star.
Wek kurd berî her kesî dibê em li xwe û li berjewendiyên xwe bifirkin, ne li Tirkiyê û li hinên din…

Carnan zêr, zor û devê tivinga mor têrê nake

Carnan zêr zane, carnan zor zane, carnan jî devê tivinga mor zane. Lê carnan ev hersê tişt jî têrê nakin, li gel van, dîplomasî û siyasetmedarê jîr lazim e.
Jim e kurdan ra îro bi qasî zêr û zorê û devê tivinga mor, siyasetmedarên jîr yên pêş xwe dibînin lazim in.
Ji derve da meriv naxwaze aqil bide siyasetmedar, serok û kesên di nava şer û agir da ne û şîretan li wan bike.
Dîrokê hin îmkan û fersendên zû bi zû peyda nabin li ser siniyeke zêrîn daye me kurdan. Em hêvî dikin ku serokên kurdan yên xwedî hêz û xwedî îmkan, PDK, PKK, PYD, YNK, Goran û hemû hêzên din li gorî van îmkan û fersendên dîrokî gavan bavêjin û siyaseteke li gorî wê bimeşînin.
Di vê siyasetê da ya herî muhîm û lazim yekîtî, yekîtî, yekîtî ye.
Viya jî hemû siyasetmedar û serok ji me baştir dizanin…

XXX


Bi navê Xwedê ev dinya bênamûs e.
Heger dinya ne bênamûs bûya nuha ev Erdoganê faşîst xesandibûn û cermê bilikê wî jî kiribûn devê wî.
Lê mêrik pişta xwe spartiye Natoyê, kes nikane xwe bi qurban ke û wek Seddam destên wî li kelemçê xin...
Mêrik ji Ewrûpayê xûgiyê digre, bi qatilên xwe yên Daîşê Ewrûpayê tehdît dike, balafira Rûsyayê dixe, kurdan dikuje, bajarên kurdan wêran dike. Hukûmetan dixe, hukûmetên li gorî dilê xwe ava dike..
Lê dîsa jî wek padîşahekî li ser kursiya xwe rûniştiye û emir fermanan dide der û dora xwe...
Ê ez çi bikim, wek cizîrî dibêjin "diya bênamîs e.."!

24 november 2015

Xerab jî dimrin

Wezîrê dewletê yê kevn Kamran Înan di 86 saliya xwe da mir.
Min do di medyaya tirk da xebera mirina wî nedît, ez îro pê hesiyam.
Bi qasî xuya dike tirkan jî zêde qîmet nedanê. Lema jî mirina wî zêde deng veneda, fena feqîrekî bêkes miribe.
Bi dîtina min tirkan bass kirine. Dibê meriv qedir û qîmetê nede kesê ji qewmê xwe ra nebe, kesê bibe hevalê neyarê gelê xwe.
Yekî tirk bûya ewê wiha bêdeng derbas nekirana, ewê bêtir bikirana qelebalix. Tirk miletekî bi xîret e, qet ji dijminê xwe hez nake.
Dixwaze bira ew dijmin xwe înkar kiribe û koletiya wan jî qebûl kiribe.
Tirk hevakarên xwe bass bi kar tînin, lê gava ji ccap û hêz da dikve, êdî bi kêrî tisstekî nayê, hêdîka bera ccolê didin, dibêjin here karê me bi te qediya, yên ji te bi kêrtir hene…
Kamran Înan di hemû jiyana xwe da li dijî tevgera kurd ya azadîxwaz derket, tu carî nebû dost, dilxwaz û xêrxwazê miletê kurd.
Li gel ku ew ji malbateke kurdperwer dihat û ji malbata wî kesên hatine îdamkirin jî hene.
Lê Kamran Înan, dîsa jî li tu bessekî Kurdistanê tu carî xwe nêzî kurdan nekir, pisstgirî neda micadela kurdan ya azadiyê.
Tu carî dev ji xeta xwe ya antî-kurdiyê û tirkperweriyê berneda. Di vê xeta xwe ya hevalbendiya bi dijmin ra israr kir û heta mir jî wek dost û hevalbendekî dewleta tirk ma.
Cenazeyê Kamran Înan ewê bibin li qeza Betlîsê li Hîzanê vessêrin. Esas dibê nebirana Kurdistanê.
Ji ber ku wî di seranserê jiyana xwe da ne ji kurdan û Kurdistanê ra, ji tirkan û Tirkiyê ra xizmet kir, mejiyê xwe, zanîna xwe û hemû qabîliyeta xwe xist emrê dewleta tirk.
Lema jî dibê gorra merivekî wiha ne li Kurdistanê, li Tirkiyê be, li kêleka mezin û dîplamatên tirk, li kêlek Bulent Ecevît be.

Hêvî dikim bela Erdogan lê digeriya ev be

Tirkiyê li Sûriyê balafireke Rûsyayê xist.
Tirk dibêjin balafirê sînorê me îhlal kir, piştî çend îhtaran me xist.
Rûsya dibêje derew e, balafirê sînorê Tirkiyê îhlal nekiriye, di nava sînorên Sûriyê da lêxistine.
Li gorî hin xeberan pîlotek mirî û yek jî sax di destê Daîşê da ye.
Belkî yê mirî jî wan kuşt....
Rûsyayê Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî gazî civînê kir.
Hîn baş ne diyar e Rûsya ewê çi bike?
Putîn gotiye ”em ji alî şirîkên sûcên terorîstan ve ji pişta xwe hatin kêrkirin. Bi xistina balafira me bi Tirkiyê ra di têkiliyên me da ewê netîceyên pir cidî çê bibin.”
Ev beyane Putîn pir cidî ye. Putîn merivekî cidî ye, rûs ne kurdên bêxwedî ne. Hirçê spî ne yê heneka ye.
Ez bawer nakim rûs vê êrîşa qeleş ji Tirkiyê ra bihêlin.
Hêvî dikim bela Erdogan lê digeriya ev be, Putîn derseke ew tu carî ji bîr neke bide wî. Ji ber ku vî zalimî dinya xera kir, bû sebebê kuştin bi hezaran însanî û koçberiya bi milyonan...
Kesî hîn baş fêm nekiriye ku Erdogan Hîtlerê duyem e.
Lema jî pir ne dûr e ev gurciyê bêyom û wec qebîh bibe musebîbê şerê Cîhanê yê Sêyem.
Çimkî ji wecê wî qetil dibare, xwîn û xerabî dibare…

PYD bi vê siyaseta hegomonîk şaşiyeke mezin dike

Piştî zafera Girê Spî heger PYDê bi hukûmeta Kurdistanê û bi hêzên kurd yên din ra li hev bikira û rê bida derbasbûna pêşmergeyên ENKSê belkî nuha herêma Cerablûsê jî xelas bûbû û Efrîn û Koban gihîştibûn hev.
Heger PYDê siyaseteke netewî bimeşanda û ji dêlî ereban bi hemû hêzên kurd yên biçûk û mezin ra, lê bi taybetî jî bi Hewlêrê ra siyaseteke mişterek bimeşanda Emerîka îro xwe nêzî siyaseta Tirkiyê nedikir.
PKK tim wiha dike, tim dibêje ez û ez. Bêyî xwe kesî qebûl nake.
Li hemberî tirkan û çepên tirk siyaseteke heta tu bibêjî nerm dimeşîne, bi ereban ra tifaqê û cepheyê çê dike.
Lê gava dor tê kurdan dibêje na, we di destpêkê da li ber xwe neda, min li ber xwe da, min xwîn rijand, lema jî ez bi we ra tifaqê çênakim û nahêlim hûn werin bixebitin û şer bikin. Ya hûnê têkevin bin emrê min, ya jî ez qebûl nakim hûn li Kurdistanê wek hêzeke çekdar hebin.
Lê ji ereban ra viya nabêje, hêzên çekdar yên ereban qebûl dike û bi wan ra wek bira dixebitin.
Lê bi kurdan ra eynî tiştî nakin.
Malwêraniya me jî ev e.
Yanî nahêle xelk vegere welatê xwe û welatê xwe biparêze.
Rast e we bi qehremanî li ber xwe da, we şer kir. Her kes viya teqdîr dike. Lê ev nayê wê maneyê hûnê Kurdistanê li kesên din, kes û hêzên ne bi we ra ne yasax bikin. Do şer nekirin, wek we jêhatî derneketin lê îro dixwazin bikin. çima hûn nahêlin?
Ez benî ya muhîm Kurdistan xelas bibe, kî xelas dike bira bike. Dibê hûn jî Kurdistanê ya xwe tenê nebînin û li xebata her kesê din yasax nekin. Wê demê kî xurt be, kî xwedï hêz be dibê zeîfan ji Kurdistanê derxe, xebatê li wan yasax bike. Ma ev rast e?
Heger Emerîka nuha dev ji piştgiriya PYDê berde û ji dêlî wê ve bi Tirkiyê ra têkeve nava hevakriyê û nehêle Kobanê û Efrîn bigihîjin hev, nehêle gerîla derbasî rojavayê Ferêt bibe ev sûcê serhişkiya PYDê ye.
Van rojên dawî meriv ji hin beyanên berdevkên Qesra Spî wisa fêm dike, fena ku Emerîka xwe nêzî siyaseta Erdogan dike.
Ev pir û pir xerab e.
Heger PYDê li hemberî kurdan siyaseteke din ya hîn maqûltir û netewîtir bimeşanda û dev ji siyaseta xwe ya hegomonîk berda Emerîka û Îngilîzan xwe nêzî siyaseta Erdogan nedikirin.
Ji ber ku Emerîkiyê jî dixwest kurd li hev bikin û bi tifaq bin. Di vî warî da meriv hin hewildanên wan jî didît.
Lê PYD ji ya xwe daneket, tim got ez û ez…
Bi baweriya min mesûlê vê yekê tenê PYD ye. Tabî PYD jî bi serê xwe nake, bi dîrektîf û zixta PKKê dike. Lema jî heger Kurdistana rojava bi tevayî negihîje hev û perçe bimîne berpirsiyarê vê yekê PYD û PKK ye.
Hêvî dikim ev tirsa min ne di cî da be, hêvî dikim Emerîka siyaseta Erdogan qebûl neke û tevgerên PDÊ bi sînor neke, alîkariya xwe pê ra bidomîne.
Lê hîn jî ne derng e, dibê PYDê dev ji vê siyaseta xwe ya hegomonîk û ez û ezê berde û bi kurdan ra têkeve nava tifaqê.
Ya na emê vê îmkana dîrokî jî wenda bikin….



23 november 2015

Demakê heta bigihîje Churchill heyranê kurdî bû

Di facebookê da carnan meriv rastî hin tişên balkêş û hêja tê. Îro ez rastî tiştekî wiha giranbiha hatim.
Şîrîn Payzîn xanima rojnamevan, ji xatiratên wezîrê karûbarê derve yê Tirkiyê yê kevn(nabêna salên 1942-1944a) Numan Menemencîoglu qala bîranîneke li ser kurdan ya pir balkêş kiriye.
Min bi xwe xatiratên Mememencîoglu nexwendiye û di dereke din da jî ez rastî vê bîranînê nehatime. Ev cara pêşî ye ez ji Şîrîn Payzînê vê bûyerê dibihîzim.
Li gorî Şîrîn Payzînê nivîsandiye, Numan Menemencîoglu bûyera li Qahîrê di nabêna Churchill û heyeta tirk da derbas bûye wiha neqil kiriye.
Nûman Menemencîoglu:
”Churchill(1) û Roosevelt(2) ji bo ku em(Tirkiye) têkevin herbê di sala 1943a da ez û Ismet Înonu vexwendin Qahîreyê. Înonu xwe nêzî herbê nedikir. Him li Edenê, him jî li Kahîreyê teza Înonu ev bû: ”Belhazir artêşa me ne di rewşa wiha da ye ku kanibe şer bike. Artêşa me çekdar(techîz) bikin, derxin mustewa artêşên xwe, wê demê ser çavan ezê têkevim herbê.
Lê belê ne Churchill û ne jî Roosevellt bawerî bi tirkan nedianîn. Digotin, ya piştî techîzatê derbasî aliyê Almanyayê bibe emê çi bikin?
Lê carê xwestin çavê me bi mesela kurd bitirsînin. Wek tê zanîn, ji ber ku hatibûn alema îslamê, bi xwe ra şerqîyatçiyên(rojhilatnasên) bi gelek zimanan dizanîbûn anîbûn. Bi carekê da Churchill ji Înonu ra got, “Paşa, tu bi kurdî dizanî?”
Îsmet paşa matmayî mabû, nizanîbû çi bibêje. Berî ku ew tiştekî bibêje, ez ketim nabênê û min got, “ekselans, em bi kurdî nizanin. Ji xwe li ba me kurdî nayê peyivandin û zimanekî wiha jî tuneye.
Churchill ji merivekî xwe pirsî. Ma wisa ye mister, ma zimanekî bi navê kurdî tuneye?
Piştî vê gotina Churchill, mêrik bi hazirî bû, rabû ser xwe û got, “Çawa tuneye mîrê min? Ziman û edebiyateke kurdî ya pir dewlemend heye. Hûn dixwazin ez ji we ra ji Dîwana Cizîrî(heta wê gavê me navekî wiha nebihîstibû)şiîreekê bixwînim.
Churchill got bixwîne. Me fêm nedikir, lê belê şîreke nêzî farisî, pir xweş(nefîs) ya bi aheng xwend. Û got ev şîr bi kurdî ye. Churchill got, wê demê vê şiîrê ji me ra binivîse. Nivîsand. Churchill got ji me ra wergerîne îngilîzî. Got wergerîne fransizî jî. Ew jî kirin. Û wergerandin tirkî jî. Û ji min ra got, mösyö, tu jî were vir. Ji bo ku bi van hersê zimanan eynî fikir were îfadekirin hela ka em binêrin di kîjan zimanî da mecbûriyeta bikaranîna çend gotinên biyanî çê bûye. Di fransî qet tunebû. Ji îngilîzî sê-çar gotinên bi koka xwe latînî derketin. Di metna kurdî da jî çar-pên gotinên erebî hatin dîtin. Lê gava nusheya tirkî hat, bêyî ”dir” û ”île” yê tu gotineke tirkî tunebû. Hinek bi erebî, hinek farisî û yên din jî ji zimanên ewrûpî yên cuda hatibûn girtin. Churchill, her çar rûpel jî danî ber me, wek ku ji me ra bibêje, ma ne şerm e ?” Û dû ra jî got, bala xwe bidinê efendîno, ew zimanê hûn dibêjin tuneye û li qismekî mezin yê welatê we wek zimanê dayikê tê peyivîn, fermo zîngîniya wî bibînin.
Di sernserê wezîrtiya xwe ya derve da nayê bîra min ez tu carî wek wê rojê ketim tengasiyê û mahcûp bûm.”
Îcar bala xwe bidinê, nuha tirkî bûye zimanê edebiyatê, zimanekî tekûz û kurd jî ketiye komayê. 72 sal berê tirkî li hemberî zimanê me ne tu ziman bû, dişibiya gêrmiya gavanan, lê îro gelek kurdên me lêva xwe li hember kurdî hil dikin, ruyê xwe badidin û bi kurdî nayên serî, berhemên xwe bi tirkî nivîsin.
Dema meriv li zimanê xwe xwedî dernekeve û bibe nivîskar û edîbê zimanê xelkê netîce ev e; tirkî ewê bi pêşkeve û kurdî jî sêwî û hustuxwar bimîne.

1) Churchill: serokwezîrê Îngilistanê, 1874-1965.
2) Roosevelt: serokkomarê Emerîka, 1882-1945.

22 november 2015

Li gorî Prof û jeologê tirk: Meriv gûyê kurdekî pê bide xwarin ne îşkence ye



Di rojnameya Radîkalê da Profesorê jeolojiyê Celal Şengor, gûxwarindana bi kurdan parastiye û gotiye, ”carê meriv gûyê yekî pê bide xwarin ne îşkence ye. Û ez jî dikanim gûyê xwe wek hingiv bixwim.”
Mêrik bûye profesor û bi çavê elîtê tirk li xwe dinêre, lê xwarina gû normal dibîne, dikane gûyê xwe jî wek hingiv bixwe.
A ev kerê çolê xwedêgiravî prpfesorê jeolojiyê ye û xwe wek kemalîst û elîtê Tirkiyê yê herî bijarte dibîne.
Îcar dema kemalîst û elîtên tirk, kesên wiha manyaq û gûxwur bin, gûyê xwe wek hingiv bixwin, ewê ji wî miletî çi der sadir bibe ku!
Kemalîstên tirk  normal dibînin meriv gûyê kurdekî pê bide xwarin û ev ne îşkence ye û dîndarên tirk jî bi Daîşê ra seriyan jê dikin.
Yanî bi kurtî kemalîst û dîndarên tirk yek ji yekî xerabtir in, gûyê di ser hev ra ne.

XXX
Musilmanên li Ewrûpa ya ji feqîrî û birçîna ya jî ji ber zulma dewletên xwe reviyane, xwe avêtine bextê "kafiran". Û nuha jî rabûne bi terorê, bi kuştina xelkê siwîl Ewrûpayê tehdît dikin.
Ji xwe tiştê ji me misilmanan tê jî ev e, xerabî, zulm, kuştin û teror û xerakirin...
Tiştê xelkê bi hezaran sal berê çêkirine û wek mîrat li însaniyetê ra hîştine jî misilmanên bi bi zompan, bi dînamîtan xera dikin..
Daîşê gotiye ewê îro êrîşî 5 welatan bike.
Hema bikin, ji xwe bêyî xerakirinê û kuştinê tiştek ji destê misilmanan nayê. Tiştê ji me tê ev e.
Ji mirovên hewqasî bê kultur û ji medeniyetê bêpar bêyî xerabiyê, kuştinê û terorê tiştekî din sadir nabe...
XXX


Ji bo hemû kurdan ya herî muhîm dibê em Emerîkayê nekin dijminê xwe, miheqeq bikin mitefik û dostê xwe.
Heger em di vir da bi ser kevin zafer ya me ye.
Kurdistana başûr û rojava çêdibe.
Ji beşên din ra jî Xwedê mezin e. Lê bi şertê dibê hedefa me Kurdistan be û em siyaseteke kanibe sempatî û piştgiriya dinyayê bigre bimeşînin.

21 november 2015

Heger em dev ji dijminatiye hev berdin zafer ya me ye

Heger em dev ji dijminatiya hev ya eşkere û dizî berdin û xêra hev bixwazin dinya jî ewê xêra me bixwaze.
Heger em tim têkevin pêxîla hev û tim bavêjin ji hev da, tim şerê hev bikin, bi Xwedê kes nabe dost û xêrxwazê me.
Gava dinya û alem bibîne em wek milet li hev in, em xêra hev dixwazin û bi tifaq û tivdîr in, bawer bikin gelek ewê destê hevkariyê dirêjî me bikin.

XXX
Nivîskar û rejîsorê fransiz Guy Debord gotiye,
”Ji bo ku meriv bizanibe binivîse, dibê bizanibe bixwîne.
Ji bo ku meriv bizanibe bixwîne, dibê bizanibe bijî.
Dijminên me jiyan li me kirine axu/jahr, em ne kanin xweşikî bijîn, ne kanin bixwînin û ne jî kanin tiştekî hêja binivîsinin.
Ji ber ku di şer da meriv tenê li zikê xwe û xelaskirina ruhê xwe difikire.

XXX
Bîsteke din, saet di 20a da civîna, şevbêrka PAKê heye. Serokê PAKê hevalê min ê ezîz Mistefa Ozçelîk hatiye serdana kurdên Swêd.
Bi xêr û xweşêî hatiye, ser seran, ser çavan. Bi dîtina wî emê dilşa bibin.
Serokê PAKê Ozçelîk, dixwaze îşev bi çend nas, dost û hevalan ra şevbêrkekê derbas bike, sibe jî ewê li ser rewşa Kurdistana bakur konferansekê bide.
Nuha xelk û alem di erebeyên xwe yên nuh û top da wek mîran ewê qup bikin û herin, ezê jî dîsa wek her tim peyatî têkevim riyan.
Ciyê şevbêrka îşev dîsa hinekî nêz e, lê ciyê konferansa sibe li dora du saetan rê ye.
Wext hindik ma, dibê ez rabim xwe bixemilînim û di vê sermî û şevreşê da hêdî hêdî têkevim rê…


XXX

Çavkaniya hemû xerabiyan Tirkiye ye

Di nabêna Tirkiyê û Daîşê da di her warî da hevkariye û tifaweke xurt heye.
Tirkiye destegek lojîstîk ya xurt dide Daîşê
Tirkiye bi Daîşê ra tîcareta petrolê dike.
Tirkiye sîleh û cebilxaneyê difroşe Daîşê.
Her babet transferên fînans yên Daîşê di ser Tirkiyê ra dibe.
Çeteyên Daîşê di ser Tirkiyê ra diherin û tên.
Tirkiye alîkariya tibî bi Daîşê ra dike, nexweş û birîndarên Daîşê li Tirkiyê tedawî dinin.
Di van waran da bi sedan, bi hezaran belge û delîl hene.
Sebebê vê alïkariya Tirkiyê bi Daîşê ra neyartiya Erdogan ya bi kurdan ra ye. Ji ber ku Daîş di ber Tirkiyê da bi kurdan ra şer dike lema Tirkiye van alîkariyan bi Daîşê ra dike.
Lê li gorî qanûnên navneteî û ya Neteweyên Yekbûyî Tirkiye bi van kirinên xwe sûcekî li hemberî însaniyetê dike û cezayê vî sûcî jï pir giran e. Li gorî biryara Konseya Ewlekariyê ya bi jimara 2199ê dewleta bi Daîşê ra tîcaretê bike û piştgiriyê bide Daîşê terorîst tê îlankirin.
Heger Emerîka û YE bixwazin dikanin Tirkiyê wek dewleteke terorîst îlan bikin û Erdogan û Davutoglu jî derxin ber dadgeha Laheyê.
Bi kurtî du serê vî mar î hene, seriyek Tirkiye ye û seriyek jî Sudî ye. Dibê ev herdu serî werin pelçiqandin.

19 november 2015

Tirkiye û Suûdî şerên xwe bi Daîşê didin kirin

Tirk bi fêlbazî hebûn û mezinbûna Daîşê bi siyaseta ewrûpiyan ya emperyalîst, bi bêkariya xerïbên li Ewrûpayê, bi feqîriyê, bi dîskrîmînasyonê, bi dijîyatiya îslamê û bi şerê Sûriyê ve girê didin.
Jin vana yek jî ne sebeb û bingehê hebûna Daîşê ye. Ev argument hemû demagojî û bi heq nîşandana terora Daîşê ye.
Bêguman ji bo hin kesan dikane hin aspektên sosyal û ekonomîk hebin, lê vana yek jî ne sebebên esasî yên terora Daîşê ne.
Daîş ne berhemeke şerê Sûriyê, feqîriyê û siyaseta ewrûpiyan e.
Tesîra şerê Sûriyê û Îraqê dikane piçekî hebe, lê tiştê Daîşê xuliqandiye ne ev e, sebebê terora Daîşê ne ev e.
Şerê Sûriyê biqede jî, li Îraqê şîî û sûnî li hev bikin jî Daîş naqede, şertên hebûna Daîşê ji ortê ranabin.
Sebebê hebûna Daîşê, teror û qetlîamên Daîşê di serî da îdeolojîk e, dînî ye û siyasî ye. Têkiliya wê bi wehabîzmê, dijminatiya şîîyan, cihuyan, xiristiyanan û neyartiya kurdan heye.
Îslama wehabî/selefiyan qetla şîiyan û hemû xeyrî mislaman helal dibîne.
Û sebebê din jî piştgiriya Tirkiyê û Suûdî ya bi dîrekt bi Daîşê ra ye.
Heta piştgiriya Tirkiyê û Suûdê bi Daîşê ra bidome, Daîş naqede, nayê şikandin.
Ji ber ku ev herdu dewlet bi hemû hêza xwe alîakriya Daîşê dikin, ji bo armancên xwe yên îdeolojîk û siyasî Daîşê bi kar tînin.
Bi taybetî jî piştgiriya Tirkiyê pir muhîm e.
Tirkiye destega lojîstîk nede Daîşê, mazûbantiyê ji terorîstan ra neke, Daîş di nava çend mehan tê şikandin.
Lema jî ji bo şikandina Daîşê berî her tiştî dibê Tirkiye alîkariya xwe ji ser Daîşê qut bike.
Dibê Tirkiye petrplê bi dizî ji qatilên Daîşê nekire û pê ra tîcaretê neke, sîleh ü cebilxaneyê nedê, qatilan li ba xwe veneşêre, rê nede çûn û hatina wan.
Yanî heger Ewrûpî dixwazin zora Daîşê bibin, berî her tiştî dibê xwe bidin Tirkiyê û alîkariya Tirkyê ji ser Daîşê bibirin.
Hêlîna Daîşê Tirkiye ye, patronê Daîşê Erdogan e. Erdogan sibe ji Daîşê ra bibêje STOP!, qatilên Daîşê ewê li ser dêla xwe bikevin.

18 november 2015

Ji ber neyartiya kurdan Erdogan Tirkiye kir welatekî terorîst


Neyartiya kurdan, Erdogan kir hevalbend û piştgirê Daîşê yê herî mezin û Tirkiye jî kir welatekî terorîst.
Li Almanya li bajarê Achenê du tirk ji ber alîkarî û şargekirina(veşartina) organîzatorê qetlîama Parîsê Salah Abduselam hatin girtin.
Heger ev xeber rast be sedîsed tiliya MITa Tirk di qetlîama Parîsê da heye.
Tirk bi serê xwe, bêyî haya dewletê nakevin nava têkiliyên wiha.
Dost û hevalên vî quncî taqîp dikin dizanin ji roja pêşî da ye ez dibêjim miheqeq tiliya Tirkiyê bi hawakî di vê qetlîamê da heye.
Ji bo ku PYDê û YPGê wek rêxistinên terorîst bi Emerîka û Ewrûpiyan bide qebûlkirin û piştgiriya bi PYDê û kurdên Sûriyê ra qut bike, Erdogan bi her kesî ra hevalbendiyê dike, dikane piştgiriyê bide terorîstên qetlîama Parîsê jî.
Çimkî neyartiya kurdan, Erdogan kir hevalbend û mitefikê Daîşê û terorîstên cîhanê. Ji bo ku wan li dijî kurdan bikar bîne.
Tirkiyê bi xwe, bi leşkerên xwe nikanîbû midaxeleyî Sûriyê bikira, ev dibû îşxal. Ji dêlî wê ve, Erdogan bi Daîşê ra bû mitefik û ew bera bedena kurdan da.
Lê hêza Daîşê têra şikandina PYDê û têkbirina kurdan nekir.
Belovacî wê, şerê bi Daîşê ra PYD û kurd kirin mitefikê Emerîka û Ewrûpayê.
Vê yekê Erdogan dîn û har kir.
Ji bo ku Emerîka, Fransa û Almanya alîkariyê bi PYDê ra nekin Erdogan gelek hewil da, her rê cerivand, lê Emerîka, Ewrûpa û Rûsyayê qebûl nekir.
Lema jî ji bo ku Emerîka, Ewrûpa û Rûsya ji PYDê ra bibêjin terorîst û pêşniyarên Tirkyê yên li ser Sûriyê qebûl bikin, hukûmeta AKPê dikane dînîtiyeke wiha kiribe, yanî piştgirî dabe xistina balafira rûsan û qetlîama Parîsê.
Lê heger tiştekî wiha hebe, yanî tiliya Tirkiyê di van qetlîaman da tespît bibe çû ji Tirkiyê da, Tirkiye dibe weltakî terorîst.
Çimkî tiştên hatine kirin teror e, sûcên li hemberî însaniyetê ne û ji ber vî sûcê mafê dewltan heye midaxeleyî Tirkiyê bike û kesên sûcdar bigrin. Dixwaze bira ew kes serokkomar be.
Li gorî biryara bi jimara 2199 ya Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî, welatê bi Daîssê ra di nava têkiliyên aborî da be terorîst tê îlan kirin.
Pûtîn têkiliya Tirkiyê ya neftê û tîcaretê bi Daîşê ra tespît kiriye û ev yek jî di civîna G-20ê da eşkere got.
Ji xwe rojekê piştî civîna G-20a balafirên Rûsyayê li konwoyeke petrol dibir Tirkiyê xistin.
Yanî pûrên Erdogan, têkiliyên wî yên bi Daîşê ra hêdî hêdî derdikve.
Bi taybetî jî piştê xistina balafira rûsan û qetlîama Parîsê, terora Daîşê êdî sînorên Kurdistanê derbas kir û zirar gîhand Ewrûpayê jî.
Lema jî Emerîka , Rûsya û Ewrûpa ji nuha û û pêda ewê bêtir û hên cîdîtir herin ser Daîşê û ser hevalbendên wê.
Û hevalbendê Daîşê yê herî berbiçav jî Tirkiye ye.
Ez dibêjim umrê Daîşê hindik ma. Û bi Daîşê ra ewê serî here bigihîje Erdogan û Tirkyê jî.
Dibê aynê kurdan ji vî zalimî ra nemî, dibê Xwedê bela wî bidê…



Dibê meriv bi diristî li dij vê sonda irqçî derkeve



Leyla Zana xanimê do di meclîsa Tirkiyê da gotineke sonda parlamenteriya tirk piçekî guhert, ji dêlî ”miletê tirk”, got ”miletê Tirkiyê”.
Yanî çi ?
Bi dîtina min dibê meriv dev ji hîle û konetiyên(qurnaziyê), fêlbaziyên wiha basît berde û bi mêranî li dij derkeve.
Carê katagoriyeke bi navê ”miletê Tirkiyê” tuneye, ev, gotineke ji kok da şaş e, hebûna miletê kurd înkar û sansor dike. Kî bibêje dibê kurdek viya nebêje.
Miletê Tirkiyê tuneye, miletê tirk û miletê kurd hene. Bikaranîna gotina ”miletê Tirkiyê, înkara miletê kurd e.
Îtîrazkirina vê sonda irqçî û faşîst helbet baş e, şert e, nîşandana vê nerazîbûnê jî di cî da ye.
Dibê meriv vê sonda irqçî û ku ji bo înkara miletê kurd hatiye çêkirin qebûl neke.
Lê ne bi vî rengî û vê konetiyê.
Heger ewê ev sond neyê qebûlkirin dibê meriv bi xweşikî li dij derkeve û sond nexwe.
Guherandina ”miletê tirk”, bi ”miletê Tirkiyê” ne îtîrazeke cidî ye, piçekî xapandina milet e.
Di nabên ”miletê tirk” û ”miletê Tirkiyê” da tu ferq tuneye û lema jî dibê meriv vê lîstika bi gotinekê zêde mezin neke.
Heta ev guhertin, wek min li jor jî got, hîn xerabtir e.
Ji xwe Erdogan jî dibêje ”yek milet”, yanî miletê Tirkiyê.
Lê dîsa jî, lîstika bi gotinekê be jî ev îtîraza Leyla Zana ji îtîat û hustuxwarkirina hemû kesên bêyî îtîraz sond xwarin baştir e.
Bi guhertina gotina ”miletê tirk”, Leyla Zanayê bi kêmasî got ez ne bi vê sondê ra me, ez bi zor sond dixwim.
Di pêşerojê da ev yek ewê him li meclîsê û him jî li derî meclîsê bi xwe ra hin minaqeşeyan bîne. Dibê HDP û kurd bi hev ra bi xurtî li dijî vê sondê derkevin û guhertina wê bixwazin…



17 november 2015

Berçem berçem diçûme…


Li Antalyayê di civîna G-20a da, di dema axaftina Erdogan da serokê Emerîkayê Obama bi qasî serê kixsakê jî qîmet neda Erdogan. Gava Erdogan dipeyivî guhuk nexist guhê xwe, li Erdogan guhdarî nekir û ji xwe ra nermik nermik benîştê xwe çû…
Û di ber xwe da jî kilama
”Berçem berçem diçûme
Benîştê xwe dicûme
lawik aşiqê min bûye
Dayikê sucê min çi ye
Welleh govend ranabe
Bîlleh govend ranabe
Xwelî li mêrê xerab be
Rudine qet ranabe” nuhurand…
Lê ne xebema Erdogan e, li ber xwe nakeve...

XXX
Daîşiyên dewleta tirk kuştina 4 kurdan bi Alahuekber pîroz dikin !
Vira Şirnex e û yên wek qatilên Daîşê tekbîrê tînin û asîmanan gulebaran dikin jî polîsên tîmên taybet yên dewleta tirk in.
Kuştina çar kurdan bi ”alahuekber” û bi tekbîran û pîroz dikin.
Û pîrozbahiya xwe jî bi vîdeoyekê belav kirine.
Çete û qatilên dewleta tirk, meriv di vîdeoyê da jî dibîne tu ferqeke wan ji qatilên Daîşê tuneye. Belkî piraniya wan endamên Daîşê ne hukûmetê ew kirine polîs û şandine Kurdistanê.
Daîşiyên dewleta tirk di vîdeoyê da dibêjin:
”Li Diyarbekrê terorîst nema. Ev jî pîrozkirina me ye. Ya Alah bismilah! Polîs operasyona tîmên taybet wiha pîroz kir. Ez bi qurbana Xwedayê we bim! ”

Putîn jî got Tirkiye alîkariya Daîşê dike
Serokê Rûsyayê Vladimir Putin, di civîna G-20 ya li Tirkiyê bi rengekî sergirtî gotiye Tirkiye alîkariya Daîşê dike û jê petrolê dikire.
Pûtîn gotiye, “di nav endamên G-20ê de hin dewletên piştgiriya rêxistina DAIŞê dikin hene. DAIŞ ji 40 welatî zêdetir piştgiriya aborî distîne. Di nav van welatan de endamên G-20ê jî hene.Wêneyên ji hewa hatine kişandin nîşan dide ku Daîş tîcareta petrolê dike. Min ev wêne nîşanî hevkarên xwe da. Di wêneyan de jî tê dîtin dirêjahiya konvoya tankên petrola DAIŞê dighîje 10 kîlometroyan.”
Diyar e Putîn risim nîşanî Obama û Erdogan daye. Qey balafirên Emerîkayê îro li konvoyeke Daîşê xist.
Esas ev ne tiştekî nuh e, ji roja roj da ye her kes, lê bi taybetî jî Emerîka dizane Tirkiye ji Daîşê petrolê dikire û bi hemû hêza xwe pê ra dike.
Li gorî qanûnên navnetewî û yên Neteweyên Yekbûyê, dibê Tirkiye wek dewleteke piştgiriyê dide terorîzmê, wek dewleteke terorîst were îlan kirin.
Hêvî dikim Emerîka, Rûsya û YE êdî vê tîcareta Tirkiyê ya bi Daîşê ra qebûl nekin.



16 november 2015

Patronên Daîşê Suûdî û Tirkiye ye


Her kes qala rê û metodên micadela li jî Daîşê dike, lê kes qala patronên , yanî dewletên li pişt Daîşê ne, dewletên ku Daîşê fînanse dikin, perwerde û çekdar dikin nake.
Daîş bi tena serê xwe ne tiştek e, heger ne piştgiriya hin dewletên wek Erebîstana Suûdî û Tirkiyê be Daîş nikane tiştekî bike.
Yên Daîşê li ser nigan dihêlin, xurt dikin, jê ra qatilan peyda dikin û berra canê Ewrûpiyan didin Erebîstana Suûdî û Tirkiye ye, Suûdî bi milyar dolarên xwe û Tirkye jî bi mazûbanî, perwerde û alîkariya leşkerî Daîşê îdare dikin û li ser nigan dihêlin. Daîş maşeyeke di destê van herdu dewletan da ye.
Erebîstan Suûdî ji alî êla wahabî ve tê îdarekirin. Wahabî, di nava îslamê da mezhebekî pir ekstrem e, esas ji mezhebekî bêtir wek sekteke herî meczûp(pervers, sapik)e.
Li gorî wehabî/selefiyan qetla hemû şîiyan, cihûyan û filehan, yanî hemû xiristiyanan helal e, hemû dijmin in û dibê werin kuştin.
Heta ne cihû, şîe û xiristiyan tenê, hemû mezhebên din jî dijminê xwe dibînin, wek misilmanên ji dîn derketibin dibînin.
Li gorî wehabiyan kesên ne ji mezhebên wan dijmin in û dijmin jî dibê werin kuştin, ji ber ku Xwedê dixwaze, emrê Xwedê wiha ye.
Cîhada wehabî/selefî diparêzin û jê bawer dikin bi kurtî ev e.
Daîş xida xwe ya îdeolojîk ji wehabîzmê digre, lema jî hemû şîiyan, cihuyan, xiristiyanan û heta misilmanên ji mezhebên din jî neyarên xwe û qetla wan helal dibînin.
Yanî Daîş li gorî dîtin û îdeolojiya wehabiyan li dinyayê dinêre, li gorî wê îdeolojiyê hereket dike. Lema jî bi rengekî pir ekstrem dijminatiya şîiyan, cihûyan, xiristiyanan û misilmanên ji mehebên din jî dike, wan dikuje.
Lema jî heger ewrûpî dixwazin Daîşê ji ortê rakin, berî her tiştî dibê berê xwe bidin mitefikên xwe Suûdî û Tirkiyê, dibê van herdu dewletan wek DEWLETÊN TERORîST îlan bikin. Ji ber ku ev herdu dewlet li pişt Daîşê ne.
Heta piştgiriya Suûdî û Tirkiyê dom bike Daîşê naqede, çimkî Daîş maşeyeke van herdu dewletan e.

Şopa qetlîama Parîsê berbî Tirkiyê ve dihere



Li gorî xebera spîkera CNN International Christiane Amanpourê, li ser du terorîstên qetlîama Parîsê pêk anîn ”pasaportên tirk yên sexte” hebûne.
Bi îhtîmaleke mezin ev xeber rast e û Tirkiye miheqeq bi hawakî di nava meselê da ye.
Ji roja pêşî da baweriya min ew e ku tiliya Tirkyê di vê qetlîamê da heye, bêyî alîkariya Tirkiyê ev qetlîam ne mimkûn e. MITa tirk miheqeq qatilan nas dike, ji wan hinek li Tirkiyê mane û ji Tirkyê alîkarî girtine.
Ji xwe lema şeva qetlîama Parîsê û roja din polîsê tirk bi derewan xeberek belav kir, got li qeza Oguzeliyê û li Entabê(Dîlokê) di nabêna wan û terorîstên Daîşê da şer derketiye û xwedêgiravî 4 terorîst hatine kuştin.
Do jî xebereke din belav kirin, îcar jî gotin terorîstan li Stenbolê dikira qetlîameke wek ya Parîsê bikira, lê berî ku derbasî hereketê bibin polîs ew girtin.
Van xeberan hemû vir in, dezînformasyon in, nîşana tirsê û panîkê ye. Ditirsin têkiliya Tirkiyê û qatilan eşkere bibe. Lema jî van xeberên vir belav dikin. Dixwazin şopê ji ser xwe dûr xin…
Daîşê heta nuha çipiska xwe jî bi Tirkyê nekiriye.
Qetlîama Diyarbekrê, Surûcê û Anqerê ne li dijî Tirkiyê û hukûmetê, hemû jî li dijî kurdan bûn.
Dewlet û hukûmet dixin hustuyê Daîşê lê belê Daîşê heta nuhan ji van bûyeran yek jî negirtiye ser xwe.
Bi baweriya min bûyera Diyarbekrê jî ya Surûcê jî û ya Anqerê jî rasterast ji alî MITê ve hatin kirin. Lema jî Daîşê negirt ser xwe.
Netîce, heger li pişt qetlîama Parîsê Tirkiye derkeve tiştekî ne ecêb e û bi îhtîmaleke mezin jî ewê Tirkiye li pişt terorîstan be.

XXX
Rojnameya alman Tages Spiegel, karîkatorê micadela Erdogan ya bi Daîşê ra pir xweş çêkiriye
Piştî civîna G20 micadela Erdogan ya bi Daîşê ra:
Ji nuha û pê da çûn û hatin:
tenê şemî- înî
saet nabêna 10-15

XXX


Serokê Daîşê yê pişt perdê Erdogan e, yê Daîşê fînase dike, çekdar dike, ji wan ra mazûbaniyê dike Erdogan e, lê serokên ewrûpiyan jî li hêviyêne ku Erdogan alîkariya wan bike.
Xwedê aqilekî bide ewrûpiyan.

15 november 2015

Weleh tirk irqçî ne û tu jî abûqata wan î


Parlamentera HDPê Nursel Aydoğana, mahcira Bulgaristanê û abûqata tirkan li ser nivîsên terorîstên tirk li ser dîwarên Farqînê nivîsîne gotiye:
”Li Farqînê di operasyonê da polîsên endamên tîmên taybet li ser dîwaran, ”Heger tu tirk î îftîxar bike, heger tu ne tirk î îtîat bike” nivîsîne. Tirkek viya nanivîsîne. Ewê fedî bike, ji ber ku bi saya van em êdî fedî dikin. Tirkê resen(yên bi rasî tirk)demokrat e. Ne irqçî ye, dostê gelên din e.”
Diyar e bi vê abûqata dewleta tirk ra ne heya û ne jî ûjdan heye û kurdan jî kêmaqil dihesibîne.
Ji bo ku meriv bibêje tirk ne irqçî ne, dostên gelan e, dibê meriv pir bê rû be, tamara heyayê ya eniya meriv qetiya be û abûqateke faşîstan ya pir rezîl be.
Eşkerebûna faşîstiya tirkan bi xanimê zor tê, naxwaze irçîtiya tirkan eşkere bibe.
Heger ne meriveke pir bêheya be piştî wêrankirina Cizîrê, Licê, Farqînê, Geverê û wêrankirina bi dehan goristanên kurdan meriv hîn jî nabêje tirk ne irqçî ne, tirk demokrat in.
Em zêde bi paşda neçin, hema ev 35 sal in tiştê dewleta tirk û miletê tirk aniye serê kurdan, ji terora naziyan ne kêmtir e.
Dewleta tirk jî û miletê tirk jî(hejmerareke pir hindik ne tê da)ji barbarên Daîşê jî xerabtir in, heta bigihîje gû jî bi kurdan dane xwarin.
Bi dîtina min yeka li Farqînê, di nava wan xerabeyan da van gotinan bike ew ne dosta miletê kurd e, bi fikrê xwe, bi hestên xwe dost û hevala wan faşîstan e, hevala vê rejîma faşîst e û bi van gotinan tinazê xwe bi aqil me kurdan dike.



XXX
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî gotiye , ”hêzên Artêşa Iraqê jî di kontrolkirina Şingalê de beşdar bûn, lewma divê ala Iraqê li wê navçeyê were bilindkirin.
Yanî dibê ala kurd li Şengalê neyê hildan û Şengal ne bi Kurdistanê ve, dîsa bi Îraqê ve girêdayî bimîne.
Piştî hewqas malwêranî, hewqas şehîd û xwîn, talankirina mal û namûsa kurdan, dibê Şengal miheqeq bi Kurdistanê ve were girêdan.
Hukûmeta Kurdistanê û gelê şengalê dibê vê yekê ebeden qebûl nekin.
Şengal jî wek Kerkûkê herêmeke Kurdistanê ye û lema jî dibê bi Kurdistanê ve were girêdan…

PARVE BIKE