Tirk, gava mesele dibe kurd û Kurdistan û şerê li hemberî
kurdan, ji faşîstan bigre heta bi dîndar, sosyal demokrat û sosyalîstan giş
dijayetî û ferqîyetên xwe yên îdeolojîk, siyasî û rîxistinî didin aliyekî û li
hemberî me dibin yek dîwar, yek cephe.
MHP, CHP, AKP û hêzên din dijayetî û gelşên nabêna wan çiqasî kûr û mezib bin jî gava pêwîst be li hemberî kurdan tavilê destên xwe didin hev û dibin yek.
Meriv dikane vê yekê ji bo ereb û farisan jî bibêje, ew jî li hemberî kurdan tim bi tifaq in.
Yê tim bi temerrud û bi şîqaq in em in…
Ez nizanim çi nifir li me kurdan bûye, em nikanin li hemberî dijminê xwe bibin yek. Em alîkariya hev jî qebûl nakin.
Hin hêzin kurd dibêjin vaye 5-6 hezar pêşmergeyên me hene, me ew li başûr perwerde kirine, bihêlin em derbasî Kurdistana rojava bibin û bi we ra li hemberî Daîşê şer bikin.
Hevalên PYDê dibêjin na, em qebûl nakin hûn werin wek hêz li vir bi cîh bibin û li hemberî Daîşê şer bikin. Ya hûnê werin întîqalî me bikin, têkevin bin fermandariya me, ya jî em nahêlin hûn derbasî rojava bibin.
Yanî ev jî tê maneya ev welat yê min tenê û ez nahêlim li hemberî dijmin jî bêyî min kes şer bike…
Ma ev îş e, ev karê aqil e?
Problema heyî çi be jî dibê meriv çareser bike û li hemberî vî neyarê xedar destê xwe bide hev û hêza xwe bike yek.
Do tunebû, zeîf bû, nikanîbû şer bikira, lê îro heye û dixwaze şer bike. Çima tu qebûl nakî?
Dema şer nedikir, te digot çima şer nake, lê îro dixwaze şer bike, îcar jî tu nahêlî. Tu dibêjî were tevî min bibe.
Çima ewê tevî te bibe? Cepheyekê çêke, riyeke din bibîne…
Welhasil tifaq û hevakriya neyarê me li hemberî me bi rehetî dike, em nikanin li hemberî neyarên xwe bikin.
Ev jî trajediya me ye….

Inga kommentarer:
Skicka en kommentar