07 juni 2015

Li Tirkiyê hilbijartin milbijartin lîstik û qeşmerî ye

Esas li Tirkiyê hilbijartin, milbijartin di maneyeke rast da lîstik e, qeşmerî ye, xapandina gel e û kurda ye.
Dibê kurd êdî vê lîstikê red bikin, qebûl nekin. Ji ber ku "aleverê delevêre" û di netîceyê da tim wek xwe dikin.
Tiştê dewleteke îşxalkar, dezgeh û meqamên ne meşrû, ne ji me bikin ancax ev netîce ye; dizî, sextekarî, zorbatî û teror e...

XXX
Li gorî xeberên di medyaya sosyal da belav dibin AKP dixwaze bi zor hilbijartinan qezenc bike, bi hezaran diz û çeteyên xwe bera ortê dane. Ji herderê xeberên diziyê, sextekariyê û zorbatiyê tên...

XXX


Ji nuha da ji Kurdistanê û Tirkiyê xeberên sextekariyê, zorê, mudaxeleya leşkeran ji ser sindoqan tê. Cerdevan êrîşî xelkê û muşahidên HDPê dikin. Rayan vekirî bikar tînin.
Li gundekî Wanê zabitek li ser sandoqê rûniştiye. Çavdêrên hilbijartinan yên swêdî di beyanên xwe da qala mudaxeleya dewletê û sextekariyên vekirî dikin.
Yanî bi kinî dewleta tirk û hukûmeta AKPê bi hemû îmkanên xwe, bi hemû hêza xwe ya çekdar mudaxaleyî îradeya gel dikin, di sindoqan da hîlekariyê dikin, rayan diguherînin, sextekariyê dikin. Yanî vê dewletê do çi kiriye îro jî eynî sextekariyê dike.
Dewleta ji alî çeteyan, dizan, qatilan û mirovên krîmînel ve were îdarekirin dirist û adil hereket nake, li gorî qanûnan tevnagere. Sextekarî û dizî karê çeteyan e, ewê bikin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE