29 augusti 2014

Nehêlin kurdên êzdî li dinyayê belav bibin !


Wek miletekî bêdewlet kurdan heta nuha ji destên tirk, ereb û eceman gelek kişandine, gelek rojên giran dïnte. 
Lê ji kurdan jî bêguman grûpa herî bêtir zulm dîtiye, marûzî gelek surgûn û qetlîaman bûye kurdên êzdîne. Û ev zulm û qetlîam îrojî hîn berdewam e.
Lê kurdên êzdî ne ji ereb, faris û tirkan tenê, ji kurdên misilman jî gelek zulm û neheqî dîtine. Ev rastiyeke dîrokî ye, kes nikane vê rastiyê înkar bike.

Kurdên êzdî kurdên herî kêm durre û herî kêm asîmîle bûne, herî kêm ketine bin tesîra kultura dîn û miletekî din. Loma jî ew kurdên herî xalis muxlis in, herî otantîk mane.

Ji ber ku kurd wek milet hîn jî ne xwediyê dewleteke serbixwe ne loma hîn ji êrîşên neyarên xwe yên hovane û ji qetlîaman xelas nebûne. Zulm û qetlîam hîn jî param wan e.

Li Kurdistana Sûriyê û li Şengalê tiştê qatilên Îslamî yên DAÎŞê anî û tînin serê kurdan û bi taybetî jî serê kurdên êzdî ji qetlîamên osmaniyan û ereban yên sedsala 17a û 18a û 19an ne kêmtir in.

Çeteyên DAÎŞê li Şengalê bi hovane êrîş birin ser kurdên êzdî, bi sedan kuştin û dehhezaran jî mecbûrî koçberiyê kirin. Şengal vala bû.

Nuha bi dehhezaran, belkî jî bi sedhezaran kurdên êzdî li Kurdistana başûr, rojava û bakur bela bûne û di halekî pir û pir perîşan da dijîn. Li parkan, li kuçe û kolanan tî û birçî radikven.

Alîkariya dibe kêm e, têrê nake, dibê hîn bi ser û ber werekirin.
Ji bo alîkariyê dibê hemû partî, sazî, dezgeh û belediyên kurd seferber bibin, dibê hemû kurd herin gazî ü hawara birayên xwe yên êzdî û destê alîkariyê dirêjî wan bikin. Em deyndarê wan in, em çi bikin jî hindik e, em nikanin ji bin deynê xwe, mesûliyet û wacibên xwe yên dîrokî û netewî rabin.

Li alî din dibê kurdên êzdî ji erd û ava xwe, ji Şengalê dûr nekevin, Şengalê ebeden terk nekin û li Kurdistanê, Tirkiyê û Ewrûpayê belav nabin.

Dûrketina wan ji cî û warên xwe, belavbûna wan li Tirkiyê û dinayê gelkî şaş e, destpêkirina qedandina wan e. Dibê hukûmeta Kurdistana Federe, belediyeyên Kurdistana bakur, siyasetmedarên kurd û bi taybetî jî rewşenbîr, rîsipî, şêx û mîrên êzdiyan nehêlin êzdî li dinyayê belav bibin, wan li der û herêmên nêz bi cî bikin ji bo ku di rojên pêş da bikanibin vegerin welatê xwe.

Heger carê ji weletê xwe dûr bikevin, carê li dinyayê belav bibin çû ji wan da, hew dikanin vegerin Şengalê.

Numûne û îspata vê yekê êzdiyên di nav van 40 salên dawî da ji Ermenîstanê, Gurcîstanê, ji Sovyeta kevn û ji Kurdistana bakur koçkirine. Ew hew dikanin vegerin. Û piştî du sê cîlên din ewê bihelin û biqedin.

Kurdên misulman jî li Ewrûpayê dihelin, lê ew pir in, li welêt naqedin. Lê kurdên êzdî ewê biqedin. Lomajî li vir gazî û hawara min ev e: Nehelên kurdên êzdî Şengala şîrîn terk bikin, nehêlin kurdên êzdî li dinyayê belav bibin !

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE