Ez îro di Googlê da bêhemdî da rastî sê(3)nivîsên xwe yên 21, sal berê, 20 sal û 17 sal berê hatim, min ew ji bin da ji bîr kiribûn.
Ji wan nivîsan yek hevpevîneke li ser hin pirsên gramera kurdî ye. Kovara Çira ya Komela Nivîskarên Kurd di sala 1997a da bi min û çend kesên din ra li ser vê meselê hevpeyvînek kiriye, ji me çend pirs pirsîne. Ji bo ku ev nivîs jî têkeve arşîva min, ez îşev wê di quncikê xwe da diweşînim.
”Li ser hin pirsên gramera kurdî
Ji ber ku te di pirsa xwe da "tevliheviya" di elfabê û gramerê da destnîşan nekiriye, lema jî ez nikanim bi hawakî konkret di vî warî da tiştekî bibêjim ya jî pêşniyarekê bînim. Lê eger ji "tevliheviya elfabê" qesd mesela herfa (i) û (î) ye, ez dikanim bibêjim ku tevlihevî ya jî "gelşa" elfabeya Kurdî bi qasî ku tê mezinkirin ne mezin e. Lê grûbek biçûk vê gelşê mezin dibîne û lema jî dixwaze mezin bike. Ya rast di şêla xwe da înad dike.
Nuha hera were hemû mesele û tiştê ku wek problemeke mezin tê dîtin du herf in; yanî ya emê herfên (i) û (î) yê wek ku di elfabeya Tirkî da ne(ı-i)binivîsînin, ya jî emê wek ku Celadet Bedirxan qebûl kiriye, qebûl bikin û wer binivîsin.
Û ji xwe hemû kurdên ku bi herfên Latînî dinivîsin vê elfaba Celadet Beg bi kar tînin.
Lema jî gava grûbek ya jî ferdek, argumentên wan çi dibin bila bibin, bi serê xwe di guherandina van herdu herfan da israr dikin, ez pirr şaş dimînim. Li gor baweriya min divê însan bêtir bi mesûliyet hereket bike.
Li alî din elfaba Celadet Beg êdî bûye elfabeyeke netewî. Helbet ez naxwazim bibêjim ku ev elfabe kitêbeke muqedes e û divê em qet destên xwe nedin wê. Na, gava jiyan di warê perwerdekariyê da hewcedarî ya jî zarûriyeteke wiha derxe hember me, bêşik divê em wê biguherînin. Lê ez îro ji bo guherandina van herdu herfan tu sebeb û argumentekî ciddî nabînim.
Lê çi di warê elfabê da be û çi jî di warê îmla û gramerê da be, her babet guherandin miheqeq divê ji alî kesên zana û alim ve bête kirin. Di vir da qesda min ne ferdê zimanzan e, divê heyetek hebe û tenê ew heyet desthilatdar be.
Ev heyet dikane kovareke zimên jî salê jimarekê ya jî du jimaran derxe û di wir da biryarên xwe bigihîne gel û masmediya Kurd.
2. Gava ez teksteke ku herfa (î) tê da bê kumik e dîxwînim bi tu hawî zahmetiyekê nakşînim. Lê ji xwe ra dibêjim Kurd çi serhişk in. Û gava çewtiyên îmlayê jî dibînim pê diqeherim. Ma wekî din ez dikanim çi bikim ku ?
3. Sebebê ku Celadet Beg herfên (i) û (î) wek yên Tirkî negirtine elfaba xwe, ew di Hawarê da dûr û dirêj îzah dike. Yanî rê ji çîrokên me ra nehiştiye. Ew dibêje (i)yeke bê nuxte yanî wek (ı)ya Tirkî ya îro di nav herfên (u, n,m) û di pêşî û paşiya hin herfên din da bi wan ve dizeliqe, gerandina ji wan herfan gelekî dijwar dibe. Lema jî (i)ya Latînî kiriye (i)ya Kurdî û (î) jî kumik danîye ser. Çimkî ji van herdu vokalan ra ev herdu herf yên herî maqûl in.
4. Ez di axaftin û munaqeşê da tu zirarê nabînim. Ger tiştekî me yê ku em ji hev ra bibêjin hebe, ma çima emê rû li ser nepeyivin ?”
Çira: Kovara Komeleya nivîskarên kurd
sal 3
hejmar 11
havîn 1997
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar