Birêz Alî Gurdilî di malpera ”felsefevan” da bi Bejan Matura şair hevpeyvînek kiriye. Maturê di vê hevpeyvîna xwe da jî dîsa kurdên jê ra dibêjin bi kurdî binivîse bi ”mîlîyetçîtiyê” îtham kiriye û gotiye, ”Ez li pey nivîsandina helbestên hêja me, neku dixwazim xizmeta zimanekî bikim.”
Tiştê Bejan Matûr xanim dike demagojiye, reva ji kurdayetiyê, ji alîkariya miletekî bindest e, qutnebûna ji hevalbendiya miletê serdest e. Erê ew kurd e, lê naxwaze wek kurdekê were naskirin û wek kurdekê bijî.
Ji ber ku Matur nikane koka xwe û cografya lê hatiye dinê înkar bike pir xemgîn e. Ji ber vê aşîkariya koka wê û welatê wî mecbûr dimîne bibêje ”ez kurd im”, nikane vê rastiyê veşêre, ji xwe dûr bixe.
Loma jî dema însan koka wê û navê welatê wê bi bîra wê dixin, dîn dibe, dibêje ev neteweperestî ye. Dixwaze her kurd wek wê nasnameya xwe veşêre, li zimanê xwe xwedî dernekeve.
Li gorî Maturê kurd pir bûne ”neteweperest” yanî milîyetçî. Û loma jî bi van rexneyên xwe, ew li dijî ”milîyetçîtiya” kurdan wezîfeya xwe tîne cî…
Kurd ji Bejan Matur xanimê ra nabêjin dijminatiya tirkan bike, nabêjin tirkan biçûk û kurdan jî mezin bibîne. Kurd dibêjin madem tu kurdî û bi kurdî dizanî, wê demê bi kurdî binivîse.
Lê Matur xanim vê daxwaza kurdan wek mîlîyetçîtiyê” dibîne û rexne dike, dibêje ev tiştekî pri xerab e.
Ez fêm nakim daxwazeke wiha çima ewê bibe ”neteweperstiyeke” wek nîjadperstiya tirk!
Kurd nabêjin bira zimanê tirkî yasax be, bira dewleta tirk ji ortê rabe, bira tirk têkevin bindestê me.
Kurd tiştekî wiha nabêjin, tenê wekheviyê dixwazin, dibêjin bir hertiştê me jî wek tirkan hebe.
Neteweperestiya tirk nîjadperest e, ji ber ku bindestiya kurdan diparêze, lê neteweperestiya kurdan ne wiha ye, ew azadiyê û wekheviyê dixwaze.
Bi baweriya min ji bo aîdetiyê xwîn, ewladbûna dê û bavekî kurd tenê têr nake, hiskirin jî lazim e, dibê meriv bi hestên xwe jî xwe kurd his bike.
Kurdê xwe kurd nebîne, xwe kurd his neke ne kurd e. Ev ji bo her kesî wiha ye.
Li ba Bejan Matûr xanimê ev hest, yanî hestên xwe kurd hiskirinê pir zeîf xuya ye. Erê ew keça dê û bavekî kurd e, lê bi hestên xwe, xwe aidî kurdan, kultur û zimanê kurdî nabîne. Meriv di bersîvên wê da vê rastiyê dibîne.
Herçiqas ew dixwaze bi etîketa(yafta)”neteweperestiyê” vê rastiyê veşêre jî ev rastî nayê veşartin.
Bejan Matûr, ji rexneyên tirk û kurdan, çima ew bi kurdî nanivîsîne gazinan dike û dibêje ”mîlîyetçîtî ” ye.
Matur wiha dibêje:
“Tiştekî misoger e ku, tiştên ez dinivîsînim xîtabê dinyaya polîtîk ya herdu aliyan jî nake. Ez ne ji wan nivîskara me ku, nasnameya xwe ya etnîkî derxim pêş û hemû qariyera xwe, li ser vê yekê damezrînim. Ez bi tenê, hewl didim da ku helbestên hêja binivîsînim. Ez li pey nivîsandina helbestên hêja me, neku ez dixwazim xizmeta zimanekî bikim.”
Ev bersîv, bersîva miroveka di hundurê xwe da ne rehet e, bi problem e, xwediya psîkolijî û hestên tevlihev e.
Matur, di nabêna dêrê û mizgeftê da bênemaz maye, feqîrê ne dikane bibe kurd û ne jî dihêlin bibe tirk. Loma jî ji herdu aliyan jî gazinan dike. Ji ber ku wê rehet nahêlin, ji ber ku nasnameya wê, zimanê wê îfşa dikin. Çimkî ew naxwaze nasnameya wê were zanîn, zanîna vê rastiyê wê nerehet dike.
Çimkî ew kurdbûnê ji xwe ra wek bar û problem dibîne. Lê nikane jê xelas jî bibe.
Ji ber ku Matur, kurdbûnê û nivîsîna bi kurdî li hemberî qarîyer û şaîriya xwe wek astengekê dibîne. Li gorî wê, dema ew bibêje ez kurd im û bi kurdî binivîse ewê nikanibe ”helbestên hêja binivîse”! Loma jî gotiye, ”Ez li pey nivîsandina helbestên hêja me, neku ez dixwazim xizmeta zimanekî bikim…”
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar