30 januari 2014

Li ser vegera welêt sohbetek bi dil ra

Sîh(30)salên jiyana min li Kurdistanê, li Wêranşarê û sîhûçar(34)salên wê jî li Swêd derbas bûn.
Yanî ji nîvê jiyana min bêtir li Swêd derbas bûye, lê ez hîn jî Swêd wek welatê xwe û Stockholmê jî wek bajarê xwe nabînim. Tu carî hisekî wiha bi min ra çênebû.

29 januari 2014

Erdogan wek rûvî dîsa dest bi dekan kir...

Serokwezîrê Tirkiyê Erdogan, piştî hevdîtina xwe ya bi cîgirê serokkomarê Îranê yê yekem Îshaq Cîhangîr ra gotiye:

”Em xwe li mala xwe ya duyemîn his dikin. Ji bo mîvanperweriya cergî em hatine bi taybetî ez sipas dikim…”


Erdogan merivekî oportunîst e, wek bukalemûn e, tavilê reng diguhere, zû dikeve her, rengî û her kerasî. 

28 januari 2014

Siyasetmedarên tirk derew ji xwe ra kirine kar

Di her kulturê da, di her dînî û îdeolojiyê da derew tiştekî xerab e û bêexlaqî ye. Li gorî dînê Îslamê yê virek dijminê Xwedê ye.
Lê li Tirkiyê derew bûye karê piraniya siyasetmedarên tirk. Hal û karê wan derew e.

Bi xêra şerê nabêna Gulen û Erdogan derket ortê ku serokwezîr Erdogan merivekî pir derewçîn e û ji bo ku diziya xwe û hevalên xwe yên bertîlxur veşêre pir derewan dike, rastiyê vedişêre.

27 januari 2014

Tirkên li Tirkiyê ji bo kurdan çi difikirin yên li Ewrûpayê jî eynî tiştî difikirin


Bahar Başar jineke akademîsyen e, li ser tirk û kurdên dîasporayê li Almanyayê û li Swêdê lêkolînek balkêş kiriye û kitêbeke bi navê ”Li Dîasporayê mesela Tirk-Kurd/ Diasporada Türk-Kürt Sorunu”nivîsîye.

Başar dibêje, ” Tirkekî li Almanyayê hatiye dinyayê, ji kurdekî li Almanyayê hatiye dinyayê, ji ber kuew nabêje ”Xwezî bi dilê wî kesî ku dibêje ez tirk im” pir diqehere.

26 januari 2014

Bejan Matur ji kurdbûna xwe nerehet e

Birêz Alî Gurdilî di malpera ”felsefevan” da bi Bejan Matura şair hevpeyvînek kiriye. Maturê di vê hevpeyvîna xwe da jî dîsa kurdên jê ra dibêjin bi kurdî binivîse bi ”mîlîyetçîtiyê” îtham kiriye û gotiye, ”Ez li pey nivîsandina helbestên hêja me, neku dixwazim xizmeta zimanekî bikim.”

Tiştê Bejan Matûr xanim dike demagojiye, reva ji kurdayetiyê, ji alîkariya miletekî bindest e, qutnebûna ji hevalbendiya miletê serdest e. Erê ew kurd e, lê naxwaze wek kurdekê were naskirin û wek kurdekê bijî.

Rojên AKP jî li Kurdistanê têkeve rewşa CHP-ê ne dûr in

Hukûmeta AKP-ê bi hesabê ewê PKK-ê belav bikin, şerê çekdarî biqedînin bi Ocalan ra dest bi hevdîtinên ”aştiyê, çareseriyê”, siyaseta xapandinê kirin.

Lê dîsa jî piştî salekê meriv dibîne ku dewlet li zirarê û kurd li karê ne.

25 januari 2014

Xwezî me kurdan jî kanîbûya piyesek wiha çêkira


Min û xanimê do êvarî ji felekê rojek xweş dizî . Em çûn tiyatroyê. Me li Kungliga Dramaten(sahneya qiraliyetê) li piyesa “The Mental States of Sweden” temaşe kir.

Ji ber ku lîstikê saet di 19.00-a da dest pê dikir. Loma jî wexta me pir bû.
Min got xanim, weleh ji mera hertim wiha lê nayê, emê îşev baş kêf bikin.

Xanim hinekî “tima” ye ya jî li gorî min baştir bi qîmeta perê xwe dizane, loma jî hinekî bi tirs got, “te dîsa xêr e”, em nerin aşxaneyên buha.

23 januari 2014

Gelî Rihayiyan roj roja xîretê ye...

Navê Rihayê bi îsotê meşhûr e. Loma jî ji rihayiyan ra dibêjin ”îsotçî”... Lê helbet Riha ne bajarê îsotê û fistiqan tenê ye.

Riha, ji roja ji alî Selahadînê Eyûbî yê kurd ve hatiye girtin û virda ye ew bûye bajarekî kurdan yê dîrokî û kela gelek mêr û egîdên kurd jî. Gelek kurdperwer û egîdên ku canê xwe kirine qurbana wê axê jî ji vî bajarê ”îsotçiyan” derketine.

22 januari 2014

Ferqa nabêna mêr û jinê


Ez tim ji xanimê ra dibêjim, wê roja ku peyayên(zilamên) kurd jî wek jinan xêra hev bixwazin, ji hev hez bikin kurd ewê bi ser kevin.

Dijminatiya di nabêna partî û hêzan da heye, di esasê xwe da dijminatî û şerê nabêna peyan e. Di nabêna jinên ji fikrên cihê, bawriyên cihê wek ya peyan dijminatî û berberî tuneye.

Komara Kurd ya Mahabadê

Îro roja avabûna Komara Kurd e. Komara Kurd(Kurdistanê) 68 sal berê di 22-ê çileyê paşîn a sala 1946-a da li bajarê Mahabadê li Meydana Çarçira ji alî Qadî Mihemed ve hat îlankirin. Qadî Mihemed bû serokê Komara Kurd ya Mahabadê.

Loma jî di dîroka kurdan da îro rojeke dîrokî ye. Dibê kurd vê rûpela dîroka xwe ya miş t ders, tecrûbe û trajedî baş fêr bibin û jê dersan werbigirin.

21 januari 2014

Tiştê Tirkiyê aniye serê kurdan ji ya rejîma Sûriyê ne kêmtir e...

Hemû kanalên telewîzyonên tirk hin rismên îşkencê û wehşetê belav dikin. Li gorî îdîeya hukûmeta AKP-ê û medya tirk ev îşkence û wahşet ji alî rejîma Sûriyê ve hatiye kirin û zabitekî sûrî ew risim girtine. 
Dikane rast be, ji wan ne dûr e, lê dikane yên hevalbendên Erdogan(El Nus, El Qaîde)bin jî. Ji ber ku hevalên Erdogan jî ji rejîma Esed ne kêmtir in.
Nuha belavkirina risman piçekî manîdar e. Ev risim çima heta nuha nehatin belavkirin?

20 januari 2014

Heta em kurd em kurd bin emê hîn gelek "Lozan"an bibînin....

Dibêjin tarîx tekerur nake, lê dike, bi kêmanî ji bo me kurdan dike. Wa ye kurdan wek aliyekî dawetî Konferansa Cenewre-2 nakin. Yanî ”Lozana Duyem” jî di rê da ye.
Me hemûyan kevir û kuçik li pêşiyên xwe dibarandin ji bo ku di Şerê Cîhnê Yekem da nebûn yek û beşdarî Lozan bêyî wab çêbû.

19 januari 2014

Nivîs û baweriya bi hafizayê

Wê rojê dema min dûzaneke da derûdora xwe û kitêbên xwe hinekî ji hev girtin, ez rastî sê(3) defteran hatim. Min wê rojê jî qala vê yekê kir. Lê dû ra min defterek din jî dît.

Ji wan defteran yek rojaneyên sala 1985-a ye (24/4-85-16/12-85). Nuha min jê hinek xwend.

Dil dîsa hat zimên...

Ez û Hêvî xanim nuh ji ger û seyranê hatin. Em li dora saet û nîvekê di vê berf û pûkê da geriyan.
Xweza sipîboz xemilî bû, bêdengiyeke bêemsal girtibû ser xwezayê. Kuliyên berfê li hewa ketibûn govendeke bêdeng û bi nazenînî xwe bera erdê û ser bedena me didan.
Çend kal û pîr rastî me hatin, ew jî derketibûn gerê. Ji hev ra hin tişt digotin, min di dilê xwe da got, belkî ji hev ra qala rojên borî dikrin.

18 januari 2014

Dewleta tirk dişibe Babusjkayên Rûs,

Kurd dibêjin ewê rê nedin Lozana duyem. Lê bi siloganan rê li ber çêbûna Lozana duyem nayê girtin.
Heger bi rastî jî em dixwazin Lozana duyem jî çênebe, dibê em hevûdu qebûl bikin, hêzên xwe bikin yek û bi tifaqeke netewî herin Cenewreyê.

15 januari 2014

Wiha here ewê kurmancî hîn pir rezîl bibe

Weleh bi xêra van kanalên kurdî carnan em ji xwe ra dikenin. Nuha di kanala Denge TV da pêşkêşvan sipasî denbêj kir û got, ”devê we ax be”!!!
Hela hela, kê bîra xwe û ”devê we sax be” kurro!
Weleh bi saya van telewîzyonan ewê kurmancî bikin gêrmiya gavanan.
Serê te sax be min zanîbû, lê min nizanîbû meriv dikane bibêje ”devê te sax be” !

Narsîzim û tezahurên wê

Însan jî wek masiyan e, babet bat, reng reng in. Hin kes hene pir heyranê xwe ne, pir ji xwe hez dikin, xwe pir mezin dibînin.

Bêguman dibê meriv ji xwe hez bike, lê ev yek zêde pêş da neçe. Gava jixwehezkirin û heyraniya şexsê xwe zêde bi pêş da here diqulibe nexweşiya narsîzimê.

14 januari 2014

PYD tunebûya kesî hesabê kurdan nedikir

Do bi şev di kanaleke telewîzyonê da min bîstekê li çend kurdan guhdarî kir.Li ser Kurdistana Sûriyê(Rojava) dipeyivîn. 

Ji xwe pir bawer digotin li Kurdistana Rojava kurd pir xurt in, ”herkes muhtacî kurda ye”, bêyî kurdan aştî cênabe û filan û bîvan.

Çi heyf ku moderatora programê nepirsî, bê qesta wan bi ”kurdan” kî ye û çi ye? Kîjan hêz e, kîjan partî ye?

13 januari 2014

Li ser kovara Wêje û Rexne"

Dema min di facebookê da xeber û nivîsên li ser derketina kovara ”Wêje û Rexne”yê dîtin gelkî kêfa min hat.
 
Sebebê vê kêfa min yek jê, derketina kovareke di vî warî da û ya din jî ji ber ku kovar ne li bajarekî Tirkiyê, li Kurdistanê, li Amedê hatibû weşandin.

12 januari 2014

Dibê em hinekî din jî zorê bidin siyasetmedarên kurdînezan


Kişanak xanimê, gazin û rexneyên çima ew bi kurdî nizane rast û di cî da dîtiye û gotiye:
”Pir rast e û rexneyeke bi heq e, kêmasiyek e. Ez ji partiya me ra dibêjim, bir adu mehan îznê bidin min, ez erim li gundekî bimînim. Ezê meselê hel bikim û werim. Partiyê tu carî ev şansa neda min.”

Di van gotinên Kişanak xanimê da soza fêrbûnê tuneye, tenê sûc dixe hustiyê hinekên din, dibêje "partî nahêle." Ev jî ne elameta xêrê ye, nîşana tunebûna daxwaza fêrbûnê ye.

Lê li gel vê jî nezaniya kurdî wek kêmasiyekê qebûlkirin jî pêşketineke û serketina kurdîparêzan e. Dibê em bêtir zorê bidin siyasetmedarên kurdînezan.

Berê kesî nizanîbûna kurdî wek kêmasiyekê jî qebûl nedikir, rexneyên di vî warî da wek demagojî û ”gevezetiyê” didîtin. Lê bi kêmanî wa ye nuha dibêjin rast e, nizanîna kurdî kêmasiye. Hêvî dikim gava din xebata rakirina vê kêmasiyê be.

Îdîa ”partî nahêle ez herim du mehan li gundekî bimînin û kurdî fêr bibim” pir nakeve serê min. Meriv bixwaze partî jî qebûl dike. Meriv du mehan xwe nexweş dixe û weselam.

Ji ber ku ew jî xebateke û him jî xebateke pir muhîm e, dibê partî nebêje kurdî fêr nebe, nehewce ye.

Ji bo ku her siyasetmedar kurdî bizanibe dibê em gazin û rexneyên xwe kêm nekin…

XXX
Çavê hemû edîb û edebiyathizan ronî be, kovara “Wêje/Edebiyat û Rexne” yê li Amedê derket.
Him ji bo ku kovareke wiha li cîhna edebîyata kurdî zêde bû û him jî ji bo ku ew ne li Stenbolê, li Amedê derxistine ez pir kêfxweş bûm...
Ez nuha mizgîniya derketina wê didim we, êvarî heger em ji şîna diya Nîmet Aydin zû vegerin, ezê li ser rol û girîngiya nirxandinê, rexneyê çend gotinên din jî bibêjim.
Ez hemû kesên beşdarî vê xebatê bûne û ev kovar diyarî kurdan kirine pîroz dikim û dibêjim mala we ava be…

11 januari 2014

Wext û zeman normên însanan diguhere

Meriv dikane kulturê bike du beş; beşê madî û beşê manewî. Cil û berg, xanî, avahî û hemû aletên hilberînê elemnetên kulturê yên madî ne.

Bawerî, urf û adet, normên civakî, exlaq û tiştên dikevin vê katagoriyê jî elementên kulturê yên manewî ne.

Heta em bindest bin tepa xelkê ewê tim li ser serê me be

Par bi munasebeta wefata Ahmet Kaya, min du helbestên wî wergerandin kurmancî , lê nehat weşandin. Ez van herdu wergerên xwe û çend gotinên li ser Kaya nuha bi we ra par dikim…

Heger kurd li Tirkiyê ne bindest bûna dewletê û civata tirk ew zulm û neheqî li Ahmet Kaya nedikirin, nikanîbûn bikirana û Kaya ji ber terora dewletê û civata tirk nedireviya, mecbûrî surgûnê nedibû.

10 januari 2014

Dewlet dewleta diza ye


Diz ketibûn mala jinebiyekê, mala feqîrê req û rût kiribûn, jê ra cilek jî nehîştibûn. Jinikê li vir û li gilî kir, mesele bir heta ba paşê. Paşê ji jinikê ra got:
-Malneketê, ev çi xeweke giran bû, dizan mala te req û rût kirin tu bi xwe nehesiya?
Jinikê got:
-Paşayê min, min digot belkî dewlet şiyar e, loma ez ketim xeweke bêbinî. Min bizanîbûya dewlet raketiye, ezê neketime xeweke hewqasî kûr…
Li Tirkiyê ne ku dewlet raketiye, dewlet diz e, diz bi xwe ye. Loma jî ne kes dikane dizan bigre û ne jî rê li ber diziyê û bertîlan bigre….

XXX
Ev demek bû bêyî kanala Kurdistan TV, hemû kanalên min yên kurdî(bi wan ra gelekên tirkî jî) wenda bûbûn. Ji ber ku di mala me da hemû kanalên TV-yên kurdî tunebûn min û xanimê di jiyana xwe da valayiyek, kêmasiyek mezin, kêmasiyek netewî his dikir, em kurd in û li kanalên kurdî temaşe nakin.
Me bîstek berê ev kêmasiya xwe ya netewî ji ortê rakir, hosteyek hat ji me ra hemû kanalên kurdî û bi wan ra gelekên tirkî jî bicî kir.
Hosteyê ji me ra li hev ragirt kalekî 73 salî ji kurdên Konyayê bû. Heger negota ew 73 salî ye min bawer nedir, camêr wek xortekî zanîngeha teknîkê qedandibe, di nava du saetan da telewîzyona me çêkir û bi vê jî dilê me gelkî şa kir…
Îşev ezê bi lez bala xwe bidim hemû kanalên kurdî, loma ev nivîsa min ya dawî ye…
Dibê ez li vir sipasî Keya Îzol jî bikim, heger wî telefona hoste neda min, ezê demek din jî bê kanalên kurdî bimama…

XXX
Mêrik li hember jinikê gelkî pesnê xwe da, got ez û ez, min viya kir û wiya kir…
Jinek aciz bû, got:
-De bes van fortan bide xwe, weleh tiştek jî ji te nayê….
Mêrik got jinê, çawa tişt ji min nayê, ma ev hersê zarok kê çêkir?
Jinik keniya û got:
-Bi serê min û te, ez li hêviya te bimama ew jî çênedibûn…

09 januari 2014

Qenekê kesê nebêje merivekî kuş derket...

Ji mûriyê(gêre) pirsîne, gotine:
- Ma tu wiha bi ku da diçî?
Mûriyê gotiye:
-Ez diçim hecê…
Gotine:
-Bi vê meşê tu nikanî bigihîjî hecê, Hec pir dûr e…
Mûriyê gotiye:
-Ê ez negihîjimê jî bi kêmanî ezê di riya wê da bimrim.

08 januari 2014

Mang, ker û bergîr

Dibêjin rojekê kerek, mangeyek û bergîrek hatin ba hav, gotin hela ka em carê herin li dinyayê bigerin, em bala xwe bidinê însan çi dikin, çi nakin?
Gotin emê cihê cihê, sê salan li dinyayê di nava însên da bigerin, însên nas bikin, bala xwe bidin halê wan û piştî sê salan emê li vir dîsa werin ba hev, kê çi dît ewê ji hev ra qal bike…

Dewlet ji tirk, ereb û farisan ra heq e, ji kurdan ra qebhet e...


Demir Kuçukaydin, di rojnameya Yenî Ulke da Îsmaîl Beşîkçî bi kemalîstiyê îthaîm kiriye, gotiye ew jî wek kemalîstan ziman û dewleteke netewî diparêze, loma jî kemalîst e.

Li gorî Kuçukaydin, dibê Beşîkçî û kurd resmîbûna zimanê kurdî û dewleteke netewî nexwazin, neparêzin. Ji dêlî wê ve li Tirkiyê ”komara demekratîk” û demokrasiyê biparêzin.

Kuçikaydin, ev ne cara pêşîye Beşîkçî rexne dike, çend sal berê jî dîsa bi van argumentan Beşîkçî rexne kiribû.
Xwedê kir ku tirkçiyekî wek Demir Kuçikaydin , Beşîkçî neparastiye, gava kesên wek Kuçikaydin meriv rexne bike tê wê maneyê ku meriv li ser riya rast e.

Dewleta tirk kurdan bi darê zorê dihelîne, dike tirk, Kuçikaydin jî dixwaze bi riya îdeolojîk û demagojiya çepîtiyê alîkariya dewleta xwe bike. Mesele ev e, dewlet bi çek, Kuçikaydin jî bi gotin û propagandayê dixwazin kurd bihelin, bibin tirk û Kurdistan çênebe…
Yanî li gorî Kuçukaydin jî dewlet ji tirk, ereb û farisan ra heq e, lê ji kurdan ra qebhet e...

XXX
Bersîva Siyabend Sam:
Birayê Siyabend, sebbê ku Beşîkçî xwe nêzî PKK-ê kir û Ocalan parast Kurdistan bû, Beşîkçî wisa bawer dikir ku ancax Ocalan û PKK dikanin Kurdistanê ava bikin. Şerê PKK-ê yê çekdarî praktîka teoriya Beşîkçî bû, şerê gerîla hêviyeke mezin da Beşîkçî.

Loma jî wî piştgirî da PKK-ê û heta Ocalan hat girtin pesnê wî da. Lê piştî Ocalan hat girtin û di mahkimê da parastinek baş ya li gorî Beşîkçî jê hêvî dikir, nekir, Beşîkçî Ocalan rexne kir û ber bere ji PKK-ê dûr ket.

Yanî di vê nuxtê da di dîinên Beşîkçî da tu guhertin û dubendî tuneye, guhertin di dîtin û siyaseta Ocalan û PKK-ê da ye.
Heta ku Ocalan Kurdistana serbixwe parast Beşîkçî piştgirî dayê û dema dev ji vê daxwazê berda Beşîkçî ew rexne kir.
Em werin ser muxalifên PKK-ê yên li dora Beşîkçî.

Li Kurdistanê hin kes hene PKK û Ocalan çi bike jî ferq nake, ew her li dijî Ocalan û PKK-ê ne. Dema Beşîkçî pêştgirî dida PKK-ê û Ocalan ev kesên tu qala wan dikî yanî ”muxalifên” PKK-ê yên ebedî ji ber vê piştgiriya Beşîkçî li dijî wî bûn. Ew li dij bûn Beşîkçî piştgiriyê bide PKK-ê ya jî bibe dostê wan.

Lê nuha, ji ber ku Beşîkçî rexne li Ocalan û PKK-ê digre kêfa van hêz û kesan tê, ev rexneyên Beşîkçî li gorî dilê wan e. Û hinek jî hene di ber siya Beşîkçî da Ocalan û PKK-ê rehettit rexne dikin. Yanî Beşîkçî ji bo wan dibe pişt.

Lê di vir da jî yê hatiye guhertin ne Beşîkçî ye, muxalifên PKK-ê ne, ew do li dijî Beşîkçî bûn û îro jî xwe nêzî wîdikin û di talda wî da PKK-ê rehettir rexne dikin.

Lê îdîa te, ”kesên li dora Beşîkçî tenê muhalifên PKK-ê, dijminê PKK-ê û dostên dewletê tenê ne” ne rast e. Helbet kesên wiha jî hene, lê piraniya kesên li dora Beşîkçî li dijî PKK-ê bin jî ne hevalên dewletê ne, ev îdîayeke ne rast û pir neheq e.
Bir

06 januari 2014

Edebiyat bi çi dibe edebiyrata miletekî?


Hamîd Omerî, di nivîsa xwe ya malpera Îlke Haberê da li ser mijareke balkêş disekine. Li gorî agahdariya Omerî, Hesenê Dewrêş û Ferzan Şêr, ji bo Words Without Bordersa ku li ser înternetê weşanê dike ji bo amadekirina Dosya Edebiyata Kurdî xebatek kirine. Û ji bo vê yekê jî nav amade kirine û ji wan navan dest bi wergerê kirine.

Konferansa Cenewre-2 û hilbijartinên herêmî yên adarê

Îsal di rojeva kurdan da du tiştên pir muhîm hene. Yek jê, li Tirkiyê û Kurdistanê hilbijartinên herêmî yên meha adarê û ya din jî Konferansa Cenewre-2 ye. Di van herduyan da jî dibê kurd mitleq bi tifaq bin û biserkevin.

05 januari 2014

Li hemberî Beşîkçî êrîşeke pir neheq


Çawa ku mamoste Îsmaîl Beşîkçî fikrê xwe li ser hin tiştan dibêje, hin kesan, fikran û kirinan rexne dike, bêguman mafê kesên din jî heye wî rexne bike. Mesela ez jî ne bi hin dîtinên wî ra me. Û min ev gotiye jî. Ev normal e.

Lê belê rexneya Ferda Çetîn, ji rexneyê wêdetir êrîş û heqaret e. Beşîkçî bi tu hawî ev heqaret heq nekiriye. Beşîkçî ji çi bawer bike wiya dibêje, pir mimkûn e ku ev dîtinên wî carnan ne rast û şaş bin.

Beşîkçî heqaret li kesî nekiriye, tenê gotiye di rojnameya Aydinlikê da 9 rojan li ser navê Ocalan weşanek hat kirin, di van nivîsan da Ocalan gelek tiştên xerab dibêje. Heta nuha ne KCK-ê, ne PKK-ê û ne jî BDP-ê li ser vê nivîsê beyanek neda, nivîs tekzîb nekir.

Nuha heger tiştên di Aydinlikê da hatin gotin derew e wê demê ji dêlî qehra ji Beşîkçî, dibê Aydinlik were tekzîpkirin.

Ya din Aydinlik derewa li miriyan nake, Ocalan sax e, hevalên wî sax in, dibê beyanekê bidin û bibêjin tiştên Aydinlikê nivîsî vir in.

Helbet Aydinlik dikane derewan bike, lê yê vê derewa Aydinlikê derxe ne Beşîkçî ye, Ocalan e, PKK û BDP ye. Dibê ew tiştekî ji Aydinlikê ra bibêjin.

Ya din jî Beşîkçî gotiye wek her miletî, dibê hûn kurd jî dewleteke serbixwe û welatekî azad bixwazin, bi kêmanî li dijî vê dernekevin. Ji ber ku dewleta we tuneye hûn di vî halî da ne.
Û ev jî rast e.

Beşîkçî heta bi girtina Ocalan, bi çavê pêxemberekî, bi çavê serokekî pir mezin li Ocalan dinêrî û her roj pesnê mezinahiya wî dide. Ji bo xatirê Ocalan bi gelek dost û havalên xwe yên salan ra ket minaqeşeyên pir mezin û rexneyên pir cidî li wan girt. Ji bo xatirê Ocalan,hevaltiya xwe bi gelek hevalên xwe yên berê ra qut kir.

Dema Beşîkçî ev dikir, Beşîkçî baş û rastgo bû, lê nuha bû xerab û ji alî “şebekeyan ve tê îdarekirin.”
Kurd tu carî van heqaretên Ferda Çetîn layiqî şexsekî wek Beşîkçî nabînin.

Ev nivîsa Ferda Çetîn, ne tenê êrîş û heqareteke li hemberî şexsê Beşîkçî ye, her wisa bêwefayiyke mezin e jî.
Ferda Çetîn bi vê nivîsa xwe zirarek mezin da PKK-ê jî, rojên pêş ewê vê yekê nîşan bide.

Kî çi heqaretê dike bira bike, heta ku Beşîkçî ev Beşîkçî be, kurd ewê tim qedrê wî bigrin û di dilê kurdan da ewê tim û tim ciyekî wî yê taybet hebe.

04 januari 2014

Bi navê Kurdistanê partiya legal ya pêşî

Hin KUK-ciyên berê partiyek bi navê ”Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK-T)”, ava kirine. Daxwaznameya avakirina partiyê dane dewletê, lê dewletê ewê bi vî navî qebûl bike ya na hîn ne diyar e.

Bi baweriya min ev pir ne muhîm e, dewlet qebûl neke jî dibê kurd micadeleya qebûlkirina wê bidin.Dibê kurd êdî partiyên xwe yên netewî û Kurdistanî ava bikin.

5 mebûsên ev 4 sal in di destê hukûmeta AKP-ê da rehîn bû hatin berdan

Ji pênc mebûsên BDP-ê dudu, Guler Yildirim û Îbrahîm Ayhan do hatin berdan. Sê mebûsên din hîn di destê hukûmeta AKP-ê da rehîn in.

5-emîn Dadgeha Cezayê Giran ya Amedê daxwaza berdana parêzeran îro nirxand û bi yek dengî biryara berdana mebûsêsn BDP-ê Guler Yildirim û Îbrahîm Ayhan da.

02 januari 2014

Ji bo dîroka kurdan belgeyeke hêja

Bîstik berê bi xêra ”Kherzi Kherzan”, rastî malpera ”silivan.com”ê hatim. Çend sal berê jî carê haya min jê çê bû û min tim lê dinêrî, belkî min ji birayê Rojen Barnas ya jî malperê carê ra pîroz jî kir. Lê dû ra, bi demê ra min çend caran kompîtor guhert û hêdî hêdî min malper jî wenda kir, ji bîr kir.

Îro, xêra nivîsa ”Kherzi Kherzan ya li ser SEFERNAMEYA NASIRÊ XUSREW, ji nuh ve haya min ji malperê çêbû û ev bîsteke ez bi kêfek mezin lê temaşe dikim.

Dewleta parelel ya Erdogan sed qatî ji ya Gulen mezintir û kûrtir e

Ji operasyona 17-ê qanûnê û virda ye Erdogan qala ”dewleta paralel” dike, dibêje merivên Gulen di nava dewletê da dewletek ava kirine.

Parlamenterê AKP-ê Burhan Kuzu jî do got, ”îstîxbaratê di heqê merivên cimata Gulen da rapora 2 hezar kesî pêşkêşî Erdogan kiriye. 
Di raporê da, emniyetçî, burokrat, hakim, sawcî, rojnamevan û tucar hene.”

01 januari 2014

Nivîsa pêşî ya sala nû


Belê belê, bi xêr û xweşî va ye sala nû jî dest pê kir. Li gorî tarîxa cuzdanê ez do 63 salî û îro jî 64 salî me. Yanî di nava rojekê da saleke din kal bûm.
Ez bi xwe tu qîmetê nadim vî hesabî…

Ji ber ku em do bi şev dereng raketin, îro jî dereng rabûn. Me nuh xwirîniya xwe kir û nuha jî ez û Hêvî xanim qahweya xwe vedixwin.

Xanim li telewîzyonê temaşe dike û ez jî bi nivîsa van rêzan mijûl im. Min berê, bîstekê çavên xwe li malperên xeberan û li dîwarên dost û hevalan gerand, tiştekî zêde nuh tuneye. Dinya hîn wek ya do ye…

Ev demeke me nikanîbû li hin kanalên telewîzyonan temaşe bikira, cî û frekansên wan hatin guhertin û ez jî nizanim biguherim. Lê bi sala nuh ra hin qanalên din jî wenda bûn. Mana xwe ew e dibê hosteyek were ji me ra çêbike. Yanî bi sala nuh ra mesrefek nuh ji min ra derket.

Haaa, tu nemabû min ji bîr bikira, bloga min jî saleke din li pey xwe hîşt, ew jî keta sala xwe ya 7-a.
Di sala 2007-a da min wek blogîstê pêşî, xwerû bi kurmancî dest bi bloga xwe kir. Û ev 7 sal in bi rengekî bênabên ez hema hema her roj tiştekî diweşînim.

Heger rojekê hinek lêkolînkê li ser dîroka blogên kurmancî bike, wek Osman Baydemir negot, bi îzna Xwedê bloga min-Hindik-Rindik- ewê bibe yekem.
De nuha bi xatirê we…

XXX
Ez Zinarê Xamo, nuha saleke din jî kal bûm û bûm 64 salî. Lê diê min, hestên min, baweriya min ya bi azadiya kurdan û dîtina Kurdistaneke serbixwe hîn wek ya xortekî 18 salî xurt e…

Dawiya salê û nivîsa dawî

Ez û Hêvî xanim derketin gera xwe ya îsal ya dawî, em nuh vegeriyan mal. Me bi vê gera xwe ya dawî xatir ji sala 2013-a xwest.
Xanim qahwê çêdike û ez jî van rêzan dinivîsînim.

Em li dora gola Albyê baş çerx bûn, kes tuneye. Dinya sakîn e, hewa 7-8 derece germ e, kêf kêfa beytikan e; çîveçîva wan e ji ser vê darê xwe çindî ser wê darê dikin. 
Hewşa me bûye warê wan, ji dengê wan em ji guhan kerr bûne.

PARVE BIKE