25 januari 2014

Xwezî me kurdan jî kanîbûya piyesek wiha çêkira


Min û xanimê do êvarî ji felekê rojek xweş dizî . Em çûn tiyatroyê. Me li Kungliga Dramaten(sahneya qiraliyetê) li piyesa “The Mental States of Sweden” temaşe kir.

Ji ber ku lîstikê saet di 19.00-a da dest pê dikir. Loma jî wexta me pir bû.
Min got xanim, weleh ji mera hertim wiha lê nayê, emê îşev baş kêf bikin.

Xanim hinekî “tima” ye ya jî li gorî min baştir bi qîmeta perê xwe dizane, loma jî hinekî bi tirs got, “te dîsa xêr e”, em nerin aşxaneyên buha.
Min got na na, emê herin ciyekî erzan. Lê li nêzî tiyatroyê em çûn ciyekî herî buha, aşxaneyeke Lubnanî. Ji xwe li wê herêmê aşxaneyên erzan tuneye. Xwarinên lubnaniyan sar û germ tevlihev in, yanî beşek meze ye û beşek jî girîl(manqel, goştê biraştî ye) e.

Li ser hev 18 babet xwarin anîn danîn ser masa me, me bawer nedikir em kanibin biqedînin, lê di nava du saetan da me qedand.

Dema garsan hesab anî xanimê xwest li hesêb binêre, lê min newêrîbû nîşanî wê bide, min got ne pir e. Ez zanim heger hesêb bibîne ewê di cî da bibeagir û têkeve bedena min. Ez nuha newêrim jê ra bibêjim bira demek derbas be ezê bibêjim…

Piyes ya dramatîkerekî bi navê Mattîas Andersson e. Piyes ji çîrokên rastîn in, ji hevpeyvînên rû bi rû yên bi însanên kuçê ra hatine kirin pêk tê.

Min îro hinekî bala xwe da nivîsên di çapemeniya rojane da li ser piyesê hatine nivîsîn. Hemû jî lîstikê û şiklê xebata Mattîas Andersson teqdîr dikin, dibêjin lîstik bûye dokumantasyoneke rewşa Swê ya îro.

Li kuçe û kolanan çend pirs ji însanan tên kirin û însan jî bersîvên pirsan didin.
Pirsa pêşî û sereke ev e:

”Gelo di jiyana te da bûyereke taybet heye ku tu bixwazî di sahneya Swêd ya Netewî da şikil bigre(portrayed/gestaltad), yanî wek lîstik were lîstin?
”Çi tê bîra te dema ez dibêjim tiyatro?”
”Çi tê bîra te gava tu gotina sahneya netewî dibihîzî?”

Ev pirs û hin pirsên din li seranserê Swêd ji însanan hatine pirsîn. Û bersîvên însanan dane pirsan jî bi rengekî pir xweş û bi bandor li ser sahnê pêşkêşî temaşevanan dibe. Û hemû jî ji çîrok û serpêhatiyên rastî pêk tên yanî ne çîrokên fîktîv in.

Rastiyên bi xeyalê ra tevlihev bûne bi hostayiyeke pir mezin ji alî lîstikvanên bêqusûr ve hestên meriv radike pêdarê.

Di piyesê da em jineka lawê wê seqet, jineka gundî ya ji giraveke Swêd û mêrê wê, zabitekî ji bajarê Linkopingê, karkireka paqijiyê, bêmalekî kuçan ji bajarê Malmo, karkirekî fabrîqeyê, penaberekî(mahcirekî)afganî, hemşîreyekê, xwendevanekî biyanî, mudûrekî şîreketekê, dramatîkerekî bi nav û geng, qereçiyekî parsekê ji Romanyayê û gelek kesên din nas dikin û li serpêhatî û çîroka jiyana wan ya herî girîng guhdarî dikin.

Û him jî bi şiklê axaftina wan, bi devoka wan, bi jesd û mîmikên wan ve, em li wan guhdarî dikin û wan nas dikin. Jinika gundî û hevalê xwe ji me ra qala jiyana xwe û rewşa mangeyên xwe yên şîr dikin, zabit qala jiyana xwe û têkiliyên xwe yên bi tiyatroyê ra, xortê biyanî qala gelşa xwe ya bi pûlisan ra dike, penaberê afganî qala negirtina musaedeya xwe û dema îfadegirtina xwe û kûçikê di himêza jinika pûlis da dike.

Dema lîstikvan li sahnê van çîrokên însanên cihê cihê pêşkêşî me dikin, lîstik ji lîstiktiyê derdikve û dibe wek fîlmekî dokumenter. Min tu carî piyeseke wiha nêzî rastiyê nedîtiye.

Şiklê xebatê belgeyî ye, ji ”fiktionê” bêtir nêzî xebateke rojnamevaniyê ye. Li gelek bajarên Swêd, li kuçe û kolanan bi xelkê ra hevpeyvîn hatine kirin û ev hevpeyvîn li ser sahnê bi hosteyiyeke pir mezin tê ber çavê temaşevanan. Dema meriv li lîstikê temaşe dike, meriv dibêje belkî meriv ne li sahnê, li kuçê ji devê însanên rastîn li çîroka wan gudarî dike…

Piştî lîstik qediya min ji xwe ra got, xwezî me kurdan jî bikanîbûya piyeseke wiha çêkira, dramatîkerekî me jî li kuçe û kolanên Kurdistanê hin pirsên wiha, hin pirsên li ser bindestiyê û bêdewletbûnê ji kurdan bikira…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE