31 oktober 2011

Birêvebirên hukûmeta AKP-ê bi kuştina kurdan dilşa dibin

Li Çelê di nabêna 22-24-ê cotmehê da 24 gerîlayên(HPG-ê navê 35 kesan belav kir)kurd bi napalm û çekên kîmyayî hatin qetilkirin.

 Rismên bedenên şewitî û perçeperçe bûyê di çapemeniyê da hatin weşandin. Gelek malbat zarokên xwe nas nakin, ji ber ku beden bûne weke komirê, nayên naskirin.

 Li hemberî vê wahşetê berpirsiyar bêdeng in, medya bêdeng e, edaleta tirk bêdeng e, miletê tirk bêdeng e, mixalefet bêdeng e, kurdên "AKP-ê" û kurdên neyarên PKK-ê bêdeng in...

Tenê kurdên ”BDP-ê, PKK-ê” û kurdên xwedî ûjdan li dijî vê qetlîamê derdikevin, lê dengê wan jî naçe derekê.
Civat kerr û lal e...

Li welatekî tunebûna edaletê ûjdanê însanan xera dike, kesên bêûjdan, zalim û zulimkaran zêde dike. Berpeirsiyarên hukûmetê merivên hewqasî dilreş û zalimin ku ji êşa dilê kurdan, ji hêsirên çavên dayikên kurd kêf û zewqê digirin.

Heger ne wiha bûya dibê ev komkujî, ev nemirovayî nekirina, 35 însan bi vê wahşetê, bi çekên kîmayayî nekuştana.

Lê dikujin, ji ber ku ji kuştina kurdan zewqê digrin, wisa bawer dikin ku bi kuştinê ewê kurdan çavtirsiyayî bikin û bindest bihêlin.


XXX
Cîgirê serokwezîr Beşîr Atalay, derbarê erdheja Wanê da do li tiştekî pir girîng mukur hat. Beşîr Atalay, derbarê redkirina alîkariyên derve yên 3 rojên pêşî da wiha got:

 ”Berî her tiştî ji bo ku em potansiyala xwe bibînin, me ekîbên alîkariya lêgerînê û xelaskirinê demekê dan rawestandin.”

 Yanî mêrikan ji bo ku qewet û hêza xwe fêr bibin, kurd weke ”lawirên ceribandinbê” bikaranîne.
Ji ber vê ”ceribandina” hukûmetê ya nîjadperest belkî 100 kes mirin, lê ji bi bo wan zêde ne girîng e, çimkî yên dimrin kurd in.

 XXX
"Li hemberî neheqiyê hustuyê xwe xwar nekin. Ya na hûnê bi heqê xwe ra şerefa xwe jî wenda bikin. HZ. Elî
Weleh wê demê dirhemek "şeref" jî bi gelek tirk û kurdan ra nemaye. Ji ber ku ew li hemberî zulma li miletê kurd dibe ne tenê bêdend dimînin, xwe kerr, kor û lal jî dikin....



XXX
Serokwezîr Erdogan, weke Arinç wî jî qetilkirina 35 gerîlayên kurd bi çekên kîmyayî bi bêûjdaniyeke mezin parast û got "emê oksîjena wan bibirin."

 Wek tê dîtin yek berpirsiyarê hukûmeta AKP-ê jî negot, tiştê hatiye kirin ne însaniyet e, bikaranîna çekên kîmyayî li dijî nirxên însanî û zagonên şer e.

 Maneya xwe ew e ku artêşê destûra bikaranîna çekên kîmyayî û qedexe ji hukûmetê girtiye. Heger nege...rita, heger Erdogan û Gul destûr neda, wan li hemberî gerîla her babet çek bikar nedianîn.
Yanî berpirsiyar ne artêş tenê, hukûmeta AKP-ê ye jî.

 Parlamentetê BDP-ê Hesîp Kaplan, bersîv daye Erdogan û gotiye:
"Hukûmeta AKP-ê ewê bi wahşeta xwe ra rû bi rû bibe, emê wan bînin ruyê hev. Oksîjena wê(hukûmeta AKP-ê) emê bibirin."

 Her kurd dibê li dijî vê zulmê, vê barbariyê, vê nemirovayiyê derkeve. Exlaqek û qaîdeyeke şer jî heye, nabe tu di şer da her babet çek li hemberî dijminê xwe bi kar bînî û her hovîtiyê bikî.



XXX
Serokê BDP-ê Demîrataş, li ser dîtina Kurdistanê mîsaleke pir xweş daye serokwezîr û berpirsiyarên hukûmetê, gotiye:
“Ji mûriyê(gêre) pirsîne, gotine:
- Ma tu wiha bi ku da diçî?
Mûriyê gotiye:
-Ez diçim hecê
 Gotine:
-Bi vê çûnê tu nikanî bigihîjî hecê.
Mûriyê gotiye:
-Ê bi kêmanî ezê di riya wê da bimrim.”
Û dû ra jî camêr xweş girê da ye, gotiye:
-Tiştê dikeve ser milê me jî meşa di riyeke wiha bi şeref da ye. Bi kêmanî emê ji bo wê bimrin.
Peyveke pir mêrane ye, tiştekî ku meriv lê zêde bike tuneye, tenê dibêjim her bijî!

Tiştê hûn dikin sûcekî li dijî mirovahiyê ye

Artêşa tirk û gerîlayên kurd ne xwedî eynî îmkan, teknîk, çek û cebilxaneyê ne. Li aliyekî artêşeke endamê NATO ya xwedî yek milyon hêzên çekdar û xwedî bi hezaran tank, top, helîkopter, teknîka herî dawî û balafirên şer û li aliyê din jî 4-5 hezar gerîlayên xwedî tivngekê.

 A ev 28 sal in di nabêna van herdu hêzên ku ne di warê hejmarê da(mîktar, nîcelîk) û ne jî di warê îmkan, teknîk û çekan da weke hevin şerekî pir mezin dom dike.

 Balafirên şer yên tirk bi alîkariya Emerîka ya lojîstîk her roj ji Diyarbekrê radibin û bi tonanan bombeyên jahrî bi ser serê çend hezar gerîla da dibarînin.

 Di van êrîşên bi 10 hezar, 20 hezar leşker ra û bi çekên kîmyayî dema çend gerîlayên kurd dikujin fena ku qehremaniyeke mezin kiribin pesnê xwe didin.

Bi bombeyên jahrî, bi çekên kîmyayî kuştina însanan ne mêranî û ne jî karekî însanîye, qetlîameke li dijî mirovatiyêye.


XXX
Bulent Arinç, qetilkirina 24 gerîlayên kurd bi çekên kîmyayî û bi rengekî hovane rast dibîne, pê dilşa dibe û ji bo ku artêşê, hêzên ewlekariyê ev qetlîama li dijî însaniyetê kirine wan pîroz dike.
Arinç, qetlîama 24 gerîlayên kurd bi çekêm kîmyayî kêfxweşiya xwe wiha tîne zimên:

 ”Êşa terorê hîn neqediya, Xwedê fersendê neda van zaliman, Xwedê wan helak bike. Em weke hukûmet bi hemû hêzên xwe yên ew...lekariyê ra ji bo ku dersa van xayinan bidinê bi şev û roj dixebitin. Hefteya borî hemû qumandarên me li ser serê leşkerên me çûn herêmê. Di qula(kuna) wan da(bi tirkî gotiye înlerînde vurdular. ”În”, ji bo qul, ciyên heywîn tê gotin)li wan dan û ew anîn deraxê ku nikanibin pişta xwe rast bikin. Ji bo dûzana welatê me, ji bo dawî anîna li terorê em spasî hemû hêzên xwe yên ewlekariyê dikin.”

 HPG, îro bi beyanekê got, têkiliya wan bi 35 gerîlayên wan ra qut bûye. Navê 31 gerîla eşkere kirin û navê gerîlayên din jî ewê di rojên pêş da eşker bikin. Yanî gerîlayên hatine qetilkirin ne 24, bi îhtîmaleke mezin 35 kes in.


Piştî kuştina 24 leşkerên tirk li Çelê, BDP-ê û hemû hêzên kurd bûyer rexne kirin û sersaxî ji malbatên leşkeran ra xwestin.

Lê Arinç, bira xwestina sersaxiyê li wir bimîne, bi kuştina 24 gerîlayên kurd kêfxweşiya xwe tîne zimêm û wan dişibîne lawiran û dibêje leşkerên me ”di qula/kuna wan da ew kuştin” û ji bo vê yekê jî generalên xwe pîroz dike.

Ev gotinên jor yên derdbarê kuştina 24 însanan da, dixwaze bira ew dijmin be jî, ancax ji alî merivekî pir zalim û faşîstekî pir har ve werin kirin..


XXX
Mamosteyê hêja Ahmet Aliş, di binê nivîsa min ya ser Bulent Arinç da şiroveyeke pir xweş û pir manîdar kiriye, gotiye:

 "Bibêje birayê Zinar, dibe ku deng hê jî bilintir bibe, ihtimalek ku biçe guhên kerran and keran!"
Kêfa min gelkî ji vê teşbîha "kerran û keran" ra hat. Bi rastî jî di nava me kurdan da hîn gelek kesên "kerr" û ker" û "kor" hene.

 Malxeraban ne vê zulma li gelê wan dibe dibînin û ne jî dibihîzin, ji "kerran" kerrtir, ji "keran" kertir û ji "koran" jî kortir in. Hîn jî ji bo çend qurişên malê dinyayê ji pey qûna Erdogan û Arinçê faşîst naqetin.

 Heger piçek ûjdan û însaniyet bi wan ra hebûya piştî hewqas zulm, girtin, kuştin, heqaretên bi devkî yên Gul, Erdoga û Arinç, dibê bi sedan, bi hezaran kesî ji AKP-ê îstîfa kiribûna û gotibûna, "êdî bes e, em hewqas zulm û çavsoriyê êdî qebûl nakin."

 Lê heta nuha ne parlamenterekî û ne jî birêvebir û endamekî AKP-ê li hemberî vê zulma hukûmetê derneket û ji AKP-ê îstîfa nekir.

 A ev bêdengiya li hemberî terora hukûmetê bêtir cesaretê dide Erdogan, Arinç û Gul ku vê siyaseta xwe ya irqçî ya qirkirinê bidomînin.

 Îro ji kurdên BDP-ê bêtir, reaksiyon û rexneyên kurdên di nava AKP-ê da û yên nêzî wê girîng e.
Herwisa rexneyên kurdên li dijî PKK-ê, BDP-ê ne jî pir girîng e, dibê ew jî hewqasî bêdeng nemînin û hukûmetê rexne bikin.

 Ji ber ku zulmeke pir mezin li gelê wan dibe, kesê ku li hemberî vê zulm û terora hukûmeta AKP-ê bêdeng bimîne bi gotineke meşhûr, "îblisekî lal e"! Gelê bi vî çavî li wan binêre...


XXX
Rojnamevan Hasan Cemal, di nivîsa xwe ya îro da çend pirsên baş ji hukûmeta AKP-ê dike, dibêje:

"Ma hûn dixwazin li meydanê tenê kurdên AKP-yî bimînin? Ya jî hûn dixwazin hemû kurdên ne  AKP-yî derkevin çiyê? Ya jî "kemîna" ku di salên 1990-î da li Tirkiyê hatibû danîn hûn bi "makajeke" nuh îro dubare kirin?"

Eynen wisa ye, AKP naxwaze hebûna miletê kurd û kurdên ne AKP-yî qebûl bike, hinekan dixin hefsan û hinekan jî mecbûrî derketina serê çiyê dikin.
AKP, welatekî bê kurd dixwaze dixwaze. Loma jî vê terorê li hemberî kurdan dimeşîne.

29 oktober 2011

Kî bibêje li kurdan zulmê nekin hukûmeta AKP-ê lê tê xezebê!

Ji bo ku yekî tirk bikanibe neheqî, zulm û zora li kurdan dibe baş fêm bike, dibê weke Gunter Grass tebdîlî qiyafet bike û salekê li Tirkiyê weke kurdekî bijî…

Meriv ne kurd be, meriv nakine dereceya nîjadperestiya ku di civata tirk da li hemberî kurdan heye texmîn bike.

Kî hema hinekî xwe nêzî kurdan bike û li dijî zulam li wan dibe derkeve malik lê diweşte, hukûmet, medya û civat tavilê wî/wê digre lîsteya reş û êdî hew rehetiyê didinê.

Îro di kanala telewîzyoneke tirk da min li Sirri Sureyya Onder guhdarî kir. Beşdarên programê(yek jê Ahmet Kekeç bû)bi telefonê bi Onder ra dipeyivîn. Onder feqîro ji ber dilreşî, bêûjdanî û nîjadperestiya wan ya li hemberî kurdan matmayî ma.

Gava Kekeç got, di nabê Muge Anli ya faşîst û serokê belediya Wanê Bekir Kaya da ferq tuneye, herdu jî milet bera hev didin, Sirri Onder dîn bû û got, yaho hewqasî jî neheqî, bêûjdanî û zalimî nabe û xatir xwest û telefona xwe girt.

Do Prof. Buşraro Eraslan, îro jî Zarakolu ji doza ”KCK-ê” girtin.
Yanî hukûmeta AKP-ê dema Îsmaîl Beşîkçî ji nuh ve paş da aniye.
Dewleta tirk heta nuha jiyan ne tenê li kurdan, li hemû dost û xêrxwazê wan jî kiriye zindan.
Hukûmeta AKP-ê jî bi van operasyonên xwe yên bi navê “ Doza KCK-ê” vê siyaseta dewletê ya resmî tatbîq dike, ew jî rehetiyê nade dostên kurdan, kesê ku dibêjin li kurdan zulmê nekin.
Kî li dijî zulma li kurdan dibe derkeve êdî ciyê wan jî zindan e.

 XXX
Du sal berê kurd hîn nêzîkî tirkan bûn, dixwestin bi tirkan ra bijîn û ji Tirkiyê veneqetin.
Lê ji ber êrîş û siyaseta hukûmeta AKP-ê ya nîjadperest ya van demên dawî û şêla milet û medyayê ya piştî erdheja Wanê, kurd di warê rûhî da ji tirkan û Tirkiyê qut kirin.

Li gorî 4-5 meh berê fikir û daxwaza veqetandina ji Tirkiyê di mejî û dilê kurdan da xurttir bû.
Ji bo jiyaneke bi hev ra ya kurd û ...tirkan, hukûmetê û medyayê hemû bingehên îdeolojîk û girêdanên rûhî ya di nabêna kurd û tirkan da ji bin da xera kirin.

 Kurdan êdî baş fêm kirin ku tirk(dewlet, medya û piraniya milet) bi çavê neyarekî ku dibê ji ortê werin rakirin li wan dinêrin.

Ji bo ku kurd jî li vê cîhanê bikanibin weke însanan bijîn, dibê bibin xwedî desthilat, xwedî dewlet.
Ev fikir li gorî çend meh berê di dilê kurdan xurttir bû….

XXX
Kurd hene lê dibê mafê wan tunebe.
Erdogan tim bi demagojeyeke mezin dibêje, berê hebûna kurdan înkar dikirin, digotin ”kurd tunene”, em hebûna kurdan înakr nakin. Û ne ev tenê, me zimanê kurdî serbest kiriye, me TRT6 vekiriye.

 Lê ev îdîayeke ne rast e, tenê demagojiye. Stratejiyeke nuh diceribînin, taktîk û hin unsurên nuh li şerê li hemberî kurdan zêde kirine.

 Rast e berê hebûna kurdan qebûl nedikirin, digotin ”kurd tunene.” Hukûmeta AKP-ê stratejî û taktîk guherand, ji dêlî ”kurt tunene”, dibêje, erê kurd hene, lê nabe ku mfê wan hebe.
Yanî bira “kurd hebin”, lê mafê wan tunebe…
Ferqa berê û nuha, ferqa AKP-ê û hukûmetên din tenê ev e.

Bêhurmetiya li hemberî Seîdê Kurdî !

Kovara Sizinti kovareke îslamî û nêzî rojnameya Zamanê û kanala Samanyolu ye. Berpirsiyarên kovarê, rismekî Bedîuzzeman Seîdê Kurdî yê li ser hespê û ala tirk di dest da weke fotomontaj kirine kapaxa kovarê hejmara 389-an.

Seîdê Kurdî ku hetanî dawiya jiyana xwe li dijî kemalîzmê û nîjadperestiya tirk derket û ji bo wê yekê jî hêzên kemalîst û nîjadperst zulm û neheqiyeke mezin lê kirin û ew bi salan bi darê zorê li sirgûnê hîştin, nehîştin here li welatê xwe bijî.

 Mîratxurên eynî îdeolojiyê yên îslamî îro radibin bêedebiyeke wiha li alimekî kurd dikin û wî weke nîjadperestekî tirk nîşan didin.

Tiştê hatiye kirin, ne tenê bêhurmetî, bêexlaqî û heqareteke li şexsiyeta Seîdê Kurdî ye, her wisa heqareteke li tevayiya miletê kurd e jî…

Lê yên bi kirin û heqaretên wiha biçûk dikevin bêguman ne Bedîuzzeman Seîdê Kurdî û kurd in, nîjadperestên xwediyê vê bêxlaqiyê ne.

Bi vê bêhurmetî û heqarata wan ya li hemberî Seîdê Kurdî, kurdan û dîndarên kurd hinekî din jî ew nas kirin û durûtiya wan dîtin.

Her kirin û heqareteke wiha ya li mezin, alim û miletê kurd, kurdên herî nezan jî bêtir dike kurd û eşq û evîna kurdayetiyê di dilê wan da geştir dike.


XXX
Li hemberî siyaseta hukûmeta AKP-ê ya asîmîlasyonîst û nîjadperest û pêşketinên cîhana modern hebûna zimanê kurdî rûbirûyê xetereke pir mezin û tunebûnê ye.
Weke kurd em nikanin siyaseta dewleta tirk û pêşketinên cîhana modern rawestînin.
Lê wek kurdên bîrewer hin tiştên ku em bikanibin bikin hene.
Mesela nivîskar, edîb û ranakbîrên kurd dibê bi kurdî binivîsin û di vê şêla xwe da israr bikin.
Nivîsandina bi kurdî êdî ne meseleyeke hezkirinê ye, wezîfeyeke walatparêzî, ronakbîrî, ûjdanî û siyasî ye. Her kurd dibê bi çavê liberxwedana netewî li nivîsandina kurdî binêre.
Nivîsandin û axaftina bi kurdî, bi qasî têkoşîn û liberxwedana şerê gerîla girîng û birûmet e. Ji bo ku ev ziman serbest bibe û bibe zimanê perwerdeya zarokên me her roj bi dehan gerlîla canên xwe feda dikin.
Siyasetmedar, nivîskar, hunermend û ronakbîrên kurd jî dibê berpirsiyarî û mesûliyetên xwe yên ronakbîrî û bînin cî û miheqeq bi kurdî binivîsin.
Roja roja xîretê û liberxwedana di her warî da ye, roja nivîsandina bi kurdî ye. Mecbûrîyet û pêwîstiyeke zarûrî ne tê da, nivîsandina bi tirkî bêmesûliyetî, bêûjdanî û piştgiriya asîmîlasyona dewleta tirk e.





28 oktober 2011

Ronakbîrên kurd naxwazin li Kurdistanê bijîn

Heta ku berê(ruyê)siyasetmedar û serokên kurdan ne bi Kurdistanê, bi Anqerê û Stenbolê da be Kurdistan çênabe.

Ji bo ku Kurdistan çêbibe berî hertiştî dibê siyasetmedar, nivîskar, ronakbîr, hunermend û edîbên kurd ne li metropolên Tikriyê, li Kurdistanê bijîn.

Warê meriv lê nejî meriv nikane şên bike.

Min nuha di malpera Dengê Kurdistanê da xwend, birêz Kemal Bûrkay biryara xwe daye ku li Stenbolê bijî.

Dema Bûrkay vegeriya Tirkiyê, min wisa hêvî dikir ku piştî vî temenî êdî ewê bixwaze çend salên dawiya jiyana xwe li bajar û gundekî welatê xwe derbas bike.

Lê nuha ez fêr bûm ev hêvî û texmîna min şaş bûye, weke gelek siyasetmedar û serokên kurdan,(mecbûr ne mecbûr)Bûrkay jî biryara jîna li Stenbolê daye.

Herçî mesela îmkanên xebata siyasî li Stenbolê zêdeye ez zêde rast nabînim, teknîka îro dinya pir biçûk kiriye, ji bo yekî weke Bûrkay ew li ku bijî jî zêde ferq nake, yên bixwazin li herderê dikanin xwe bigihînin wî.

Bajarê Stenbolê heger meriv pir ne mecbûr be, ne bajarekî ku meriv kanibe lê bijî, jiyana li Stenbolê eziyet û ezab e.

Lê Diyarbekir, Ruha, Mêrdîn, Dêrsim, Wan, Xarpêt û gelek derên din yê Kurdistanê cinet e, meriv dikane lê bijî, çimkî meriv li mala xe û di nava miletê xwe da ye.

Ji bo ku Diyarbekir, Wan, Ruha, Mêrdîn ya jî bajarekî din yê Kurdistanê weke Anqerê û Stenbolê bibe merkezeke siyasî û kulturî, dibê siyasetmedar, serok, edîb û hunermendên kurd lê bijîn û bi hebûna xwe mistewa bajarên welatê bilind bikin.

Helbet ji ber ku ez siyasî difikirim loma wiha dibêjim, lê dema însan siyasî nefikire, tenê li gorî rehetiya xwe bifikire, wê demê ku der li gorî dilê meriv be, meriv xwe li ku rehet his bike, merivê here li wir bicî bibe.

Û ji xwe piraniya siysetmedar, ronakbîr û hunermendên kurd jî wisa dikin, didin dû dilê xwe û li bajarekî tirkan, di nava tirkan da, di nava civateke ku ji wan û ji hebûna wan ya li wir nefret dikin da bicî dibin û li wir dimrin...

Kurdên Îraqê ne wiha ne, Bexda tu carî nebû "qibleya" siyasetmedarên Kurdistana Îraqê, wan tu carî jiyaneke li derî welatê xwe, li paytexta dijminê xwe xeyal nekir û loma jî Silêmanî tim bû navenda siyasî û kulturî.

Lê yên me, çi siyasetmedar, çi hunermend, çi edîb û çi jî ronakbîr û nivîskar be dema ku bikanibe li Stenbolê, li Anqerê ya jî li bajarekî din yê tirkan bijî, elelecele xwe davêje wira û di nava tirkan da dijî. Û di vê yekê da jî tu carî anormaliyekê, ecêbiyekê nabîne.

Ecêb nabîne, ji ber ku siyasetmedar, nivîskar, hunermend û ronakbîrên kurd hîn bi hemû hestên xwe tam nebûna kurd, loma jî ew nikanin jiyana Stenbolê û Anqerê bi ya Diyarbekrê, Wanê, Mêrdînê û Ruhayê biguherin, ew Kurdistanê û bajarên wê ji we ra teng û paşdamayî dibînin.
XXX
Li gorî qanûna derbarê qedexeyên înternetê ya bi jimara 5621 li Tirkiyê bi sûcdariya "propagandeya terorê" malperek nikane were qedexekirin.

 Lê li gel hebûna vê qnûnê jî ajansa ANF.l jî di nav da gelek malperên kurdan tên qedexekirin.
Di doza "Qedexekirina Sîteyên Înternetê" da derket ortê ku wezîfeya tespît, taqîb, xerakirin û girtina malperên kurdan ji alî serokerkaniya tirk ve tê meşandin. Pispor û butçeyeke vî beşî heye û Erdogan bi xwe jî butçeya vê grûbê îmze kiriye.

 Yanî dewleta tirk grûbek însan ji bo xerakirin û girtina malperên kurdan wezîfedar kiriye.
Armanc ew e ku kurd nebin xwedî tu tişt...

XXX
Tu Wan î,
tu can î,
lawên te nahêlin tu bibî wêran î.
tu wan î,
tu warê bav û kalên kurdan î
kurd ewê birînên te derman bikin,
te dîsa bikin bûka Kurdistan î.
ji bo te ev soz û peyman e,
ji neviyên Selahedînê Eyûbî
û Ehmedê Xanî

 XXX
Televizyona erebî El Arabiya gotiye, Qiralê Erebîstana Suudî Abdullah gotiye ewê 50 milyon dolarî alîkariyê bide mexdûrên erdheja Wanê.

 Nuha kêf kêfa RECEP efendiye, ji herderê jê ra pere dibare. Di erdhejê da yên mirin û yên nuha perîşan in kurd in, lê helawî û xêrata miriyên kurdan didin Erdoganê zalim û nîjadperest. Ewê ji bî bi van peran şerê xwe yê li hemberî kurdan hinekî din jî gur bike...

 XXX
Ev çend roj in ku 23 cenazeyên gerîlayên kurd, 12 jin û 11 jî mêr li Morga Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê tên girtin.

Şanda ku ji endam û rêveberên BDP-ê, ÎHD-ê û MEYA-DER-ê ji bo ku li ser cenazeyên gerîlayên li Meletiyê li morgê lêkolînê bikin îro çûn Meletiyê. Lê dozgeriyê cenaze nîşanî heyetê nedaye, tenê wêneyên gerîlayan nîşanî wan dane. Dozger, derbarê nasname, cî û dema kuştina gerîlayan... da jî agahdarî nedaye heyetê.

 Parlementerê BDP-ê yê Bedlîsê Husamettin Zenderlîoglu, piştî dîtina cenazeyan realsiyoneke mezin nîşanî helwesta rayedaran û wahşeta kuştina gerîlayan da û got: " Miameleyeke hovane hatiye kirin. Gotina hovîtiyê li ber vê dîmenê hindik dimîne. Di dîmenan de cenaze tev hatine şewitandin û xuya dike ku bi çekên kîmyewî hatine kuştin. Piştî min li van dîmenan nerî min ji mirovahiya xwe şerm kir. Mirov çawa li mirovan wisa dike. Agahiyên derbarê nasnameyan jî nedan me."

 Piştî bûyera Çelê û luştina 24 leşkeran, Erdogan û Gul sonda heyfgirtinê xwarin, Gul got ” întîqama wan ewê pir mezin be.”

 A “ întîqama ku Abdullah Gul digot, wa ye artêşa wî bi vê wahşetê, bi çekên kîmyayî ji kurdan girt. Piştî dîtina wan rismên wahşetê belkî dilê Erdogan û Gul hinekî rehet bike….

27 oktober 2011

Li Kurdistanê tirkî hêdî hêdî dibe zimanê malê

Lezgînê Çalî di nifîsa xwe ya di malpera Nefelê da ji kurdên Wanê gazineke pir bi heq û pir di cî da dike, dibêje ji bo bihîstina hawareke bi kurdî wî pir bala xwe daye hemû weşanên erdhejê, lê yek dengekî bi kurd jî neketiye guhê wî.
 Rast dibêje, dewleta tirk pişta kurdan şikandiye, zimanê kurdî ketifye komayê. Li bajaraên Kurdistanê êdî li ber mirinê ye û niqika xwe ya dawî davêje.

Ji ber ku dewlet û hukûmeta AKP-ê mirina zimanê kurdî dibîne loma jî nig dikute erdê û naxwaze hebûna kurdan nas bike û zimanê kurdî bike zimanê perwerdeyê.

Mixabin siyasetmedarên kurd têkiliya di nabêna asîmîlasyonê înkarkirina kurdan da nabînin. Kurd asîmîle dibin loma dewlet nêzî çareseriyê nabe.

Lê li Wanê û gundên wê nebihîstina ”hawareke bi kurdî” têkiliya wê hinekî jî bi nîjadperestiya medyaya tirk heye.

 Medyaya tirk weşanaxwe bi tirkî dike, naxwaze yek gotina kurdî jî di kanalên wan da belav bibe. Û miletê mej î nezan e, di kurdîaxaftinê da israr nake.

 Lê ali alî din kêmasî û qusûra medyaya kurd jî heye.

 Dibê ajans û kanalên kurdan , bi taybetî jî yên Kurdistana başûr(belkî destûr nadin Roj TV-ê, ez nizanim), kurd1, TRT6, Dunya TV û yên din tim li wir bûna û bi xelkê ra bi kurdî bipeyiviyana û programên xwe bi kurdî pêşkêş bikirana.

 Lê heger kesî ev wezîfeya xwe neanîye cî, ya jî kêm aniye cî, ev kêmasiya medyaya kurd e. Mixabin di meseleyên wiha da tirk ji me çapiktir û zîrektir in....

 Dibê em vî hesabî ji medya kurd bipirsin, wan rexne bikin, çima karê xwe nekirin?

 XXX

Dibê kurd bang li parlamenterên AKP-ê yên kurd bikin, bibêjin ka hûn li ku ne, çima hûn dengê xwe nakin, çima hûn li dijî vê terora dewletê, vê çavsoriye Erdogan dernakevin?

 Erdhej nebes e, pûlisên hujûmeta AKP-ê jî heryek sêwanek di destan da û li Wanê û Ercîsê li ser pişta milet in, bi sêwan û gazê dajon ser nerazîbûn û protestoyeke herî biçûk.

 Esas berî hilbijartinan Erdogan haziriya vê rojê kir, hemû kesên ku di rojeke wiha da kanîbûn dengê xwe bikin, li dijî Erdogan rabin tasfiye kirin û kesên reben, pepûk xistin dewsa wan.

AKP-ê berî hilbijartinan li hemberî PKK-ê û BDP-ê haziriye şerekî mezin û van êrîşan dikir, loma jî hemû parlamenterên ku tamara kurdayetiyê pê ra hebû negirtin lîsteyan û kesên "xulamok" xistin dewsa wan û kirin parlamenter.

 Li hemberî wê tasfiyeya mezin ya Erdogan her kes matmayî mabû, gelk kesî sebebê vê tasfiyeya baş fêm nedikir…

 Berî hilbijartinan tasfiyeya kesên hinekî kurd û hilbijartina hin kesên reben û emirqûlî bi plan û program bû, ji bo ku di rojeke wiha da li hemberî siyaseta AKP-ê û Erdogan dernekevin.
Tiştî îro dibe ev e.

XXX

Bêguman dibê kurd li hemberî irqçîtî û nîjadperstiya tirk bêdeng nemînin, nerazîbûna xwe nîşan bidin. Lê li alî din Anli, Canbaş û nîjadperestên tirk yên din uzrê xwe bixwzin ya nexwzin rastiye heyî naguhre; tirk bi çavên dijmin li me dirênin, me ji xwe nahesibînin.

Çimkî em ne tirk in û di ser da jî em doza azadî û serxwebûna xwe dikin. A tirk jî ji ber vê yekê ya nî ji ber ku em kurd in û naxwazin bibin tirk, loma ji me hez nakin û bi çavê neyar li me dinêrin.

Li dijî nîjadprestiyê derketin tiştek e, lê îcbarkirina însanan uzrekî sexte tiştekî din e. Herkes dizane ku uzrê Anli û Canbaşê ne ji dil e, mecbûrî ye, ji bo ku karê xwe wenda nekin.

Kurd ne mecbûr in minettarê dewletê bin

Em kurdên Kurdistana Bakur ne xwedî dewleteke serbixwe ne, em hemwelatiyên Tirkiyê ne. Bi dana bacê(zikat,vergî) û çûna leşkeriyê li hemberî civakê û dewletê em berpirsiyarî û wezîfeyên xwe yên hemwelatîtiyê tînin cî.

 Li hemberî vê dibê dewlet jî ji me ra xizmetê bike û di dema felaketekê û di rojeke me ya teng da were hawar me, bi me r aalîkariyê bike.

Lê di erdheja Wanê da ev 5 roj in ez bala xwe didimê him dewlet û him jî miletê tirk, alîkariya ku bi kurdan ra dikin ji xwe ra mezinayî û ji kurdan ra jî dikin minet. Dixwazin ku kurd ji bo vê alîkariya wan, dest û nigên wan ramîsin û ji wan ra herin şejdeyê.
Halbû alîkariya dewletê tiştekî herî normal e, ji xwe wezîfeya dewletê ye, dibê bike. Me bi salan baca xwe daye dewletê ji bo rojeke wiha.

Lê dewlet vê alîkariya xwe li sere kurdan dike minet û dixwaze ku kurd û siyasetmedarên kurd bi dengekî bilind sipasiyên xwe pêşkêşî dewletê û hukûmetê bikin.

Û hinek kurdên me jî li ser gazinên hukûmetê, dewletê û civatê dest bi şelafiya “biratiyê” dikin û sipas û ha sipas…

 Li Swêd erdhej çênabe, lê gelekê caran aşît radibe û gelek bajar û gund muhtacî alîkariyê dibin û dewlet jî alîkariyê dike.

Dewleta li vir pir profesyonel û organize ye, tavilê xwe digihîne gazî û hawara hemwelatiyên xwe.

çi felaket dibe bira bibe, dewlet nahêle swîl nêz bibin û xwe tevî karê dewletê kin. Dewlet bi însanên profesyonel çi hewce be dike.

Lê min qet nedîtiye ku dewleta swêd ya jî hukûmet vê alîkariya xwe weke fedekariyekê bibîne û li sere milet bike minet.

Çimkî dewlet ji bo rojeke wiha heye, hemwelatiyan ji bo kirina vî karî, vê alîkariyê baca xwe dane dewletê, loma jî dubê dewlet bike.

 Mineta vê tuneye.

 Gava rojekê swêdiyek li welatekî din îşek were serî, ya jî qezayekê derbas bike, dewlet tavilê bi helikopter û ekîbên xwe diçin alîkariya hemwelatiyê xwe û wî tînin Swêd.

 Lê li Wanê tam 5 roj di ser erdhejê ra derbas bûne, hîn kî bara bara milet e alîkariyê dixwaze.

A dewleteke wiha paşdameya, primitive û ne modern di ser van kêmasiyên xwe da jî alîkariya derva red dike, dibêje em ne mihtacî alîkariya kesî ne.

 Hinek dibêjin sebebê vê redkirina alîkariya derve “xurûr” û nasiyonalîzma tirk e lê pir nakeve sere min, heger para vê nîjadperestiya Erdogan û ya Davutoglu hebe jî esas mesela kurd e, ji ber ku erdhej li Kurdistanê bû û yên di bin xerabeyan da mabûn kurd bûn, loma jî mirin û nemirina wan pir ne girîng bû.

Û ya din jî mesela siyasî bû, nexwestin kurd zêde nêzî hev bibin û cîhan rewşê bibîne.

Lê axirê sebeb çi dibe bila bibe di rojeke wiha da redkirina jiyanekê ne şêleke rast û însanî ye….
Lê ji ber ku li hemberî kurdan hatiye kirin tu kesê nikanibe ji berpirsiayran hesabê vê bêxemî û sersariyê bipirse…

Dewletê bi siyaseta xwe ya nîjadperest qebûl kir ku kurd ne ji wan in

Altan Tan, di rapora xwe ya dawî da pir xweş û vekirî qala irkçîtî û nîjadprestiya hukûmeta AKP-ê û mamûrên Wanê dike.

 Altan Tan, alîkariya ku hukûmet bi şiklekî nîjadperest û irkçî di poz û bêvila kurdan ra tîne wiha aniya zimên:
 ” Çandir 10 km ji bajêr dûr li boliga komando li gel tê belavkirin. Ji bo ku meriv kanibe çandirekê bigre, berê dibê meriv li ba qeymeqam bi saetan têkeve dorê û navê xwe bide nivîsandin. Piştî 5 saet payin navên hatine nivîsîn tên xwendin û her kes kaxetekê digre. Piştî girtina kaxetê, êdî kesê xwedî erebe dikane here boliga komando. Heger erebe tunebe însan 10 km rê di bin baranê da peyatî dimeşin, diçin boliga komando. Li boliga komando jî însan 5-6 saetan dipên û dû ra çandirekê didinê. Lê îcar jî ewê çandirê çawa bîne mal? Dibê erebeyekê bibîne. Yanî alîkariyê dixin çavên me. Li hemberî vê rewşê me îsyan kir, me got çima hûn tax bi tax belav nakin? Gotin ji bo ku em çandiran paşda bigrin wiha dikin.”
Weke tê dîtin, ji ber ku hukûmeta AKP-ê kurdan ji xwe, ji miletê xwe nahesibîne, bi çavê neyar li kurdan dinêre û tu carî jî baweriya xwe bi mirovê kurd nayne, loma jî çandiran yek bi yek li ser însanan qeyd dikin, ji bo ku piştî demeke din ji wan paş da bixwazin.

Li Golcikê, li Stenbolê wiha nekirin û nakin jî çimkî ew tirk bûn, lê vana  kurd in.

Ji ber ku baweriya dewletê bi gelê kurd tuneye, ditirse ku gel tiştên xwe bide gerîla, loma jî ji nuha da tedbîra xwe digre.

Esas bi qasî ku çapemeniya kurd dinivîsîne ne çandiran tenê, malzemeyên din jî kontrol û baş taqîb dikin.

Çimkî hukûmet ditirse ku çandir, betenî û tiştên din herin bigihîjin destê PKK-ê, loma jî di rojeke wiha trajîk da jî dev ji vê taqîb û kontrola xwe bernade.

Dijmin dijmin e, ji bo dewletê qet ferq nake, ray dabe AKP-ê jî dibê meriv baweriya xwe pê neyne, dîsa jî dikane bi dewletê ra "xiyanetê" bike û alîkariyê bide gerîla.

Ev îcraat û taqîba dewletê ji bo me kurdan tê vê maneyê, hûn ne ji me ne, baweriya me bi we nayê, loma jî dibê em malzemeyên xwe taqîb bikin.

Lê bi vê şêla xwe ya nîjadperest û irqçî hukûmetê, dewletê û milet bi nezanî qebûl kirin ku em ne ji wan in, em miletekî din in û ew qet û qet ji me hez nakin.

Feqet  ji ber ku em miletekî bindest û welatekî mistemlekeyê wan in, loma jî ji mecbûrî alîkariya me dikin. Yanî ev alîkarî ne alîkariyeke ji dil, ji mecbûrî ye.

Ew dizanin ku "em kurd mirovên nankor in, em ji  başiyê û çêyiyê, ji însanetiyê fêm nakin", lê li gel vê jî ji mecbûrî ewê alîkariya me bikin. Bes dibê kontorl jî bikin, ji ber ku baweriya wan tu carî bi mirivê kurd  nayê.

Xarpêt teslîmî asîmîlasyonê bûye

Bîstek berê­*, gava min bala xwe dida kanalên tirkî û kurdî, di TRT6-ê da programa zazakî bala min kişand û min bîstekê bala xwe dayê.
Ji TRT6-ê keç û xortek li gundên Xarpêtê(Elezîzê) digeriyan û bi milet ra bi zazakî dipeyivîn.

Manzareya min dît, felaket bû, rewşeke dilşewat û malkambax bû; dewletê îşê kurdên wê herêmê qedandibû, yanî hemû asîmîle kiribûn.

Pîrek û zarokan ji xwe bi zazakî nizanîbûn, ew ji zûda di aşê asîmîlasyonê da hatibûn hêran û bûbûn "tirk".

Tenê çend kesên navsale û kal mabûn ku piçekî bi zazakî zanîbûn, lê ew jî bi zora xwediyên programê çend gotinên zazakî gotin, yanî tu kes ne dilxwazê axaftina bi zazakî bû.

Lê tu kesî jî nedixwest bibêje ez bi zazakî dizanim û bi zazakî bipeyive, li ser isarara xwediyên programê çend hebean çend gotinên zazakî û tirkî gotin.

Yanî asîmîlasyonê ne tenê li bajaran, li gundan jî pişt li kurdan şikandiye. Zimanê trkî ji zimanê mekteb û bajêr derbas bûye û bûye zimanê malê û dê.

Li gundên Ruhayê, Wêranşarê, Serêkaniyê, Dêrikê, Qezê, Nisêbînê, Diyarbekrê, Mêrdînê hîn felaket negihîştiye vê rewşê. Li Wêranşarê, Dêrikê, Serêkaniyê hîn li yek gundî jî gundî bi tirkî napeyivin, erê li gorî berê însan bêtir fêrî tirkî bûne, lê ne weke Xarpêtê.

Gund û tirkî?

Meriv şok dibe. Ez bi xwe şok bûm. Ji ber ku li herêma me însan hîn kurd mane û bi kurdî dipeyivin, îcar dema ez li gundekî Kurdistanê rastî vê felaketê têm , ez diqutufim û dikevim panîkê.

Dibê em Xarpêtê, Meletiyê, Sêwasê, Meraşê weke herêmên pîlot îlan bikin û bi plan û program herin gazî û hawara van herêman, giraniyê bidin van bajaran.
Ya na çend salên din ewê pir dereng be. Ji ber ku hindik be jî li van bajaran hîn çend kesên ku bi zazakî û kurmancî dizanin hene, roja ku ew jî mirin îşê me ewê pir û pir zahmettir be.

 Bira dewlet li wir bimîne, emê nikanibin kurdbûna kurdan bi kurdan bidin qebûlkirin..

*Min ev nivîs do nivîsand. Lê ji ber ku ji nişkave kompîtora min dîsa "arize" da min nikanîbû biweşanda. Nuha bi êretî çêbûye.

26 oktober 2011

Nîjadprestiyê çavên berpirsiyarên hukûmetê qarixî kiriye

Humkûmeta AKP-ê roja pêşî daxwaza hemû dewletan ya ji bo alîkariya Wanê red kir, got hewcedariya me bi alîkariya derve tuneye.
Îro, piştî çar rojan ji 31 welatî alîkarî xwestin. Yanî piştî ku hasil çû mûsil, piştî ku kesê were xelaskirin nema.
Li alî din hukûmet nahêle belediya Wanê, belediyên BDP-ê û rêxistinên swîl yên din jî beşdarî xebatê bibin.
Li cîhanê tu welat bi serê xwe û bi îmkanên x...we tenê nikane bi felaketên wiha mezin ra derkevin serî.
Lê ji ber şovenîzim û nîjadperestiya hukûmetê û bi taybetî jî ya Erdogan, di serî da alîkariya welatên din red kirin.
Sebeba vê redkirinê jî Kurdistan û kurdbûn e. Erdoganê nîşadprest naxwaza kurd nêzî hev bibin û alîkariya hev bikin. Naxwaza germayî û dostayî di nabêna kurdan da çêbibe.
Û quretî û şovenîzma tirk nahêle welatên din jî were hawara kurdan û rewşa kurdan û zulma dewletê bibînin.
Lê gelê kurd jî vê şovenîzim û zulma hukûmetê dibîne, rojekê ewê hesabê vê çavsoriyê ji Erdogan û şûrekaya wî bike.

XXX

 Li Wanê muxtarên 34 taxan ji ber gazinên milet bi hev raîstîfa kirin.
Muxtar dibêjin hewcedariyên milet ya çandiran û tiştên din nayên temînkirin û rayedarên dewletê jî bi wan ra naxebitin û ji ber van kêmasiyan jî gel wan mesûl dibîne, loma jî ew îstîfa dikin.
Lê li gorî Erdogan her tiştî mikemel dimeşe, tu kêmasiyeke organîzeyê tuneye, çandir pir in, heta 2-3 rojan her tişt temam e. BDP û belediyên BDP-ê naxebitin û her tiştê dibêjin vir e.
Xwedê kurdan ji vî zalimê nîjadperest, bêûjdan, bêmerhemet û vireke xelas bike....

 XXX

 Ji bo ku artêş êrîşê bibe ser Qendîlê çapemenî û medyaya tirk xwe perçe dike, xwe dixwe.
Lê artêş newêre, carnan hin blofan dike bes newêre bajo ser Qendîlê. Çimkî berê derb xwariye, dizane şer ne henek e.
Lê çapemenî û medya bi payinê teqiya, kevzikî bûn, ji bo êrîşê bi rengekî bênabên li ser navê artêşê xeberên derew belav dikin, artêşê dixin şer, dibin Qendîlê, operasyonan didin destpêkirin, ...bi sedan gerîla didin teslîmkirin û kuştin.
Û piştî operasyonan jî bi sedan cendekîn gerîla li erdê mane, bi leşkeran didin topkirin.
Yanî ji bo ku artêş êrîş bike çi derew û manîplasiyon ji destê wan tê dikin, lê dîsa jî artêş newêre dest bi êrîşê bike.
Ji ber ku şer nabe, loma jî îro nivîssîne, gotine di axaftinên têlsizan da xuya dibe ku "ji tirsa operasyonên artêşê PKK ketiye panîkê..."
Wisa xuyaye ku artêş gurra medyayê nake û wan hêvîşikestî dike. Bi dîtina min ya baştir ew e ku medya û çapemeniya tirk ji nava xwe dibê artêşekê çêke û dest bi şerê kurdan û PKK-ê bike, bajo ser Qendîlê...
Çare ev e, dibê medya zû artêşa xwe çêke û dest bi şerê xwe bike. Ji ber ku artêş dilê wan rehet nake...
"Dewleta kûr" çû nuha jî "medyaya kûr" heye, îcar ew bela xwe ji kurdan venake....

XXX

 Ev demeke li Qibrisa Bakur li hin zanîngehan di nabêna xwendevanên kurd û tirkên nîjadprest û faşîst da pevçûn û şer heye. Faşîst û nîjadperestên tirk wek li gelek zanîngehên Tirkiyê, li Qibrisê jî êrîşî xwendevanên kurd dikin.
Îdareya Zanîngeha Yakin Dogu (YDU) ji dêlî ku xwendevanên êrîşkar ceza bike, biryara dersînorkirina 16 xwendevanên kurd daye.
Wê rojî dîsa çend xwendevanên kurd dersînor kiribûn.
Nîjadperestiya tirk pir dirindiye û tahlûke ye, bi taybetî li hemberî miletê kurd. Ev nîjadperstiya hewqasî êrîşkar ewê nuha belayekê bîne serê tirkan. Misebîbê vê êrîşkariyê jî hukûmeta AKP-ê ye.

XXX

Ji nava 26 koliyên ku bi riya postê (PTT-ê) ji Wanê ra hatine şandin kevir û ala tirk derketiye.
Kurdan berê fêm kiriye ku hûn neînsan in, ne hewceye ku hûn belegeyên vê ne însanetiya xwe bişînin Wanê...

25 oktober 2011

Bersîveke mecbûrî

Shahin*, bi van herdu şiroveyên** xwe te ez gelkî êşandim. Ez fikrîm ku bersîvekê bidim te, lê dû ra min dev jê berda, min got hewqas sal in em hevûdu nas dikin, pir hindik dostaniyeke me bi hev ra heye, bira dilê me ji hev nemîne.

Loma jî min dev ji bersîvê şiroveyên te berda.

Lê li ser vê şêla te dixwzim çend gotinan ji birayê xwe bibêjim

Wê rojê, dema min rismê du gerîlayên kurd, ku herdu jî bi wahşeteke mezin hatibûn kuştin weşand, te dîsa eynî tişt kir, te xwest meselê biçûk nîşan bidî.

Ji gerîlayan yek bi ben girêdayî û yê din jî bi dev û rû ve li erdê dirijkirî bû û bivir ya jî xencrek di pişta wî da çikandibûn. Û herdu jî li ber heykelê Ataturk weke qurban hatibûn dirêkirin. û li pişt wan jî nivîsa ”Welat yek perçeye nayê perçekirin û çi bextewariya ji bo wî kesî ku bibêje ez tir kim” xuya dikir.

Weke kurdekî, weke însanekî û weke ”rewşenbîrekî” ji dêlî ku tu bi çend gotinan wê nemirovahiyê şermezar bikî, weke nuha te dîsa mesele şêlo kir û got, belkî "fotomontaj" be.


Dû ra derket ortê ku yê ew nemirovahî li termê du însanên mirî kirine yek jê Walîyê Hekkariyê û yê din jî qumandarê hêzên jendermeyên Şemdinlêyê bûye.

Ahmet Altan, di 12-ê cotmehê, di quncikê xwe da qala vê wahşetê kir.
Min jî di 15-ê mehê da him di bloga xwe da û him jî di facebookê da careke din qala bûyerê kir û min got bûyer ne ”fotomontaj” e, rast e û him jî ji teref walî û qumandarekî cendirmeyan ve hatiye kirin.

Yanî herdu jî giregirên dewletê ne.
Bûyer di çapeniya tirk da jî belav bû. Lê ne walî û ne jî ew qumandar ji wezîfeyên nahtin girtin. Ne wezîrê hundur, ne serokwezîr û ne jî serokerkan derbarê bûyerê da tu beyan nedan û kesên mesûl makûm nekirin, negotin emê lêpirsînê bidin vekirin.

Dadgeheke tirkî jî negot, hûn çawa dikanin li bedena du însanên mirî vê heqaretê bikin?
Ne gotin, çimkî hemyan jî ew kirinên walî û qumandar rast didîtin, loma jî ew wahşet nîşanî miletê kurd, dê û bavên gerîla jî dan. Di vê yekê da tu mahzeret nedîtin.

Lê te,dîsa jî hewce nedît ku bûyerê şermezar bikî û bibêjî weleh min bawer nedikir tiştekî wiha rast be, loma jî min got dikane ”fotomontaj ” be.

Baş e, ev çi babet kurdayetî, însanetî û ”rewşenbîriye" ku meriv li hemberî nîjadperstî û faşîzmeke hewqasî qebe bêdeng bimîne û bibêje ”dikane fotomontaj” be?

Û dema rastiya vê nemirovatiyê jî derkeve ortê dîsa jî dengê xwe neke û nebêje ”weleh ez şaş” bûm...

Birayê Shaîn, ez nabêjim dakeve mistewa ”refên” yên weke min, "mistewa xwa daxe jêr" û bibe ”propagandîst”, lê qet nebe li gorî mistewa xwe, li gorî mistewa ku tu rast û maqûl dibînî li dijî zulmê derkeve û ji zaliman ra bibêje zalim û zulma wan protesto bike.

Heger li hemberî wahşeteke hewqasî derîmirovahiyê jî weke însan, weke ”rewşenbîr” merivê du gotina nebêje, li dijî vê zulmê dernekeve wê demê însaniyet û ”rewşenbîrî” çi ye ku?

Dewleta tirk bi rengekî bênabên û sîsteamtîk zulmê û neheqiyê li kurdan dike, wan digre, davêje zinadan, her roj bi tonan bombe bi ser serên çend hezar kurdên li serê çiyan da dibarîne. Baş e, ku em weke însan, weke ”rewşenbîr” li hember vê dengê xwe nekin, ma emê kînga û li hemberî çi dengê xwe bikin?

Ma ne ev neheqî li qewmê min, li merivên min, li bira, bav û diya min dibe. Dema ez li dijî vê zulmê derkevim çima ezê bibim ”propagandîstekî” baîst? Min qet fêm nekir.

Yanî ev şêla min ya li dijî neheqî û zulma li ser gelê  min çima ewê qelîteya min bixîne û qelîteya yekî bêdeng bilind bike?
Neyse bira, ya baş ew e ku ez dirêj nekim û di bawerî û şêla te da ji te ra serkeftinê bixwzim…

Li gel silavên dostaniyê…
*Shahîn Soreklî
**Hemû şirove li jêr in


(1)
Sebebê vê nîjadperestiya tirkan ya dirinde û bêemsal hebûna mesela kurd e, heger kurd li Tirkiyê wiha nehatana înkarkirin, tirk jî wiha nîjadprest nedibûn.
Gelşe ku tirk gelkî cahil hîştiine û kirine nîjadprestên herî zalim û hov çaresernebûna mesela kurd e, roje ku kurd bigihîjin azadiya xwe tirkê jî bêtir bibin însan û rahma dilê wan jî ewê zêde bibe.
Yanî bindestiya kurdan ne tenê di warê aborî, civakî, zanistî da, di warê însaniyetê da jî miletê tirk ji însaniyetê dûr xistiye.

(2)
Şiroveya Şahîn
Shahîn Soreklî: Hemî Tirkan, Beşikçi jî di nav de? Aferîn, bi Xwedê tu ji heqê propagandayê dihêyî der! Lê pirsiyarek kekê Zinar:
Dema tu dibêjî "nijadperestiya tirkan" gelo va gotina bi serê xwe jî ne nijadperestî be?
Ligel rêza

(3)
Bersîva min:
Çima?
Ma meriv ji yekî diz ra bibêje diz, qey meriv jî dibe diz?
Min bi xwe tu maneyek neda vê pirsa te. Min li hemberî miletê tirk çi zulm, çi neheqî, çi nemirovayî kiriye ya jî parstiye ku ez jî bibim "nîjadperest"?
Ji ber ku çend tirk ne nîjadperest in nabe sebeb ku em nebêjin rasîzma tirk.
Dîrok qala "nazîzma û faşîma alman" dike, ne ya çend kesên nazîzst û faşîst.

(4)
Bersîva Şahîn
Dema mirov li hember nerindan metodên nêzike metodên wan bikar bihîne û gelemper bike, mirov hem tund-û-tûiyê gurr dike, hem jî xwe ji refên yên wek wan nêzik dike. Rêxistin û hukûmet ji bo berjewendiyên xwe dikarin her metodî bi kar bihînin, lê dema kesên xwe wek "shareza" û "rewshenbîr" jî dizanin dest bi metodên propagandîst û neftetafer dikin, çira di nav mirovahiyê de melûltir dibe.
Ez fashîstên Tirkan bash dinasim û ger kesek bixwaze dikarim bi dehan gotarên xwe yên bi înglizî û kurdî, her weha helbestan, çîrokan û belgehên dengî/dengî-wêneyî yên gengesheyên germ bi berpirsên tirk re bo wan rêbikim, lê çi caran rê nadim xwe ku li hember tevahiya Ereban, Farisan yan Tirkan bibim propagandîst û tevahiya wan têxim nav xweliya resh, çimkî dizanim di nav wan de jî yên bash hene; û ger nebin ez ê hewl bidim ku ji wan çaktir bin.
Dîroka behsa "nazîzm û fashîzma (tevahiya) Almanan" dike dîrokeke bêbext û munafiq e, çimkî di nav Almanan de Beethoven, Schiller, Goethe, Mann, Heine, Grass, Brecht... û bi hezaran yên din hene ku gellek tishtên bash û sûdmend dane mirovan.
Li dawiya dawiyê tu azadî keko. Di rêya xwe de bidomîne û yên pishtgiriyê bidin wî metodî di nav me de pirr in.
Ligel rêza min.

(5)
Bersîva Şahîn ya vê nivîsa min ya jor
Zinarê hêja, bash e ku bersîva te kurt bû! Te hewl daye meseleyê bikî siyasî û tew wergerînî yeke “antî-PKKyî” ji aliyê min ve. Berê jî hinekan bi mebest, yan bêmebest, weha kirine! Zihniyeta me ne haman zihniyet e, lê bash e ku hemî zihnieyet ne wek hev in. Ev dikare encameke erênî bide. Dema her kes li dor tenbûrekê têkeve dîlanê, heye ku encam ne her dem erênî be. Ger tu li welêt bûya, heye ku min têbiniya xwe nenivîsandibûya, lê bi salan e tu li welatekî ewropayî yî… Bivêt-nevêt ev cara dawîn e ku têbiniyekê derbarê gotinên te de dinivîsînim.
Ger tu behsa “derketina li dij zulmê û zaliman” dikî, hewce niye ji te re îspatan rêbikim; carê ji rindiya xwe di GOOGLE de li navên “Chahin Baker,” “Soreklî” û “Sorekli” bigere.
Bextiyar û xweshrewsh bî.

Rasîzma tirkan kurd hejandin

Ev du sê roj in tirkan kîn, nefret û rasîzma xwe baş nîşanî kurdan dan. Li hemberî vê nemirovî û rasîzma tirkan, kurd di şokê da ne.

 Hin pisporên dewletê û AKP-ê ji bo ku kurdan aş bikin dest bi demagojiya "efendim dibê meriv guh nede gotinên çend cahilên xwenezan", filan û bîvan kirin.

  Dixwazin kurdan sakîn bikin û vê rûreşiya çapemeniyê û medyaya sosyal zû veşêrin. Yanî naxwazin ev şêla tirkan ya dijminane û derî însaniyetê zêde belav bibe.

 Lê maskeya ser ruyê dewleta tirk, hukûmeta AKP-ê, medyaya tirk û miletê tirk ket û ruyê wan yê rastîn û dilê wan yê reş ji alî kurdan ve baş hat dîtin.

 Kurdan baş fêm kirin ku tirk di hundurê xwe da bi çavê mahrekî ku dibê serê wî were pelçiqandin li wan dinêrin.

 Xwezî kesên wiha difikirin tenê çend kesên bûna. Çi mixabin ku mezinên dewletê, bepirsiyarên kukûmetê di heq kurdan da wiha difikirin, wan ji xwe ra wekî neyarekî dibê ji ortê were rakirin dibînin...

Ji ber ku yên însanên tirk ji însaniyetê derxistine partiyên siyasî bi xwe ne, Erdogan, Gul, Arinç û Bahçelî ne, medyaya tirk e, sîstema perwerdeyiyê.

Çimkî îdeolojî û siyaseta dewleta tirk û ya hemû hukûmetan ya resmî înkar û îmhaya miletê kurd e. Armanca dewleta tirk ya esasî ew e ku bi riya asîmîlasyonê kurdan bihelîne, bike tirk.

Meriv çi biçîne wiya diçine, tirk zarokên xwe bi îdeolojiyeke nîjadperest û rasîst mezin dikin. Û ew jî dibin mirovên rasîst û faşîstên bêemsal.

Berê ”dewleta kûr” hebû, wê nedihîşt mesela kurd çareser bibe. "Dewleta kûr çû" nuha jî "medyaya kûr” heye, ev medya dixwaze xwîna kurdan vexwe, dixwaze artêş rojê bi hezaran însanên kurd bikuje.

Lê helbet medya, çapemenî ji xwe ber nehat vê rewşê, weke zarokên tirk, dewletê bi ço ew anî vê rewşê, kir medya û çapeniyeke nîjadperest û neyarê hebûna miletê kurd.


Bi saya siyaseta AKP-ê û MHP-ê ya nîjadperest û faşîst û medyaya tirk hewaqsî bû neyarê kurdan.
Hemû kanalên tirkan, hemû rojnameyên tirkan li hemberî kurdan kîn û nefretê belav dikin, weke mahrê kobra jahriyê enjekteyî dilê însanan dikin.

 Di kanalên xwe da bi şev û roj kuştin û perçeperçekirina bedenên gerîla weke fîlmên reqlamê nîşanî dê û bav û merivên gerîla didin.

 Ma zulm, rasîzim û faşîzmeke ji viya mezintir heye?

 Nivîsa Ekrem Dumanli ya do ji axaftinên wan nîjadperest û faşîstan gelkî xerabtir e.
Yanî mesela kurd civata tirk rizandiye, piraniya tirkan ji însaniyetê derketine û bûna cenawar, dixwazin xwîna kurdan vexwin.

 Bifikirin, bi çavên "terorîstan" li hemû nişteciyên bajarê Wanê dinêrin, ne çend kesan, ne gerîla û hin endamên BDP-ê, hemû însanên bajarê Wanê weke neyarê xwe dibînin, loma jî dixwazin hemû bajar ji ruyê erdê wenda bibe.

 Mirovên tirk dibêjin "tiştê hukûmetê nikanîbû Xwedê kir, înşelah eynî tişt were serê Diyarbekrê" û Şirnexê jî.

 Yanî bi kurtî, ev rasîzim û faşîzim netîceya siyaseta Erdogan, Gul Bulent Arinc, Çîçek , Bahçelî û kesên weke wan e...
                                                                           XXX


Sebebê vê nîjadperestiya tirkan ya dirinde û bêemsal hebûna mesela kurd e, heger kurd li Tirkiyê wiha nehatana înkarkirin, tirk jî wiha nîjadprest nedibûn.

 Gelşe ku tirk gelkî cahil hîştine û kirine nîjadprestên cîhanê yên herî zalim û hov çaresernebûna mesela kurd e, roje ku kurd bigihîjin azadiya xwe tirkê jî ewê bêtir bibin însan û rahma dilê wan jî ewê zêde bibe.

 Yanî bindestiya kurdan civata tirk ne tenê di warê aborî, civakî, zanistî û demokrasiyê da paşda hîştiye, di warê însaniyetê da jî ji însaniyetê dûr xistiye.


                                                                        XXX

 Kenê min hat, ji nuha û pêva di mufredata mekteban da ewê dersa însaniyetê jî bidin zarokan.
Mezinên ku ew bi xwe ne "însan" in, ewê çawa bikanibin dersa "însaniyetê" bidin zarokan?
Berî zarokan, dibê hinek dersa "însaniyetê" bidin mezin û siyasetmedarên tirkan, bidin Erdogan, Gul, Arinç, Çîçek, Bahçelî û hemû siyasetmedarên weke wan...


                                                                          XXX
Spîkera kanala Haberturkê Duygu Canbaşê, dema xebera erdheja Wanê da, got: "Deprem herçiqasî li Rojhilat, li Wanê be jî em bi vê xeberê xemgîn bûn.

" Helbet Duygu xanimê bêhemdî ya dilê xwe û hestê xwe yê rastîn da der, ev, li hemberî kurdan rasîzmeke pir barbar e.

Lê hestên Duygu Canbaşê û piraniya tirkan ev e, derbarê kurdan da ew wiha difikirin.
Bi şev û roj dua dikin ku top û bobelatake mezin were serê kurdan û hemû kurd bimrin. Tirk vê rastiyê înkar bikin û bibêjin ne wiha ye jî piraniya kurdan wiha his dikin û bawer dikin. Û ji xwe ya girîng jî ew e ku kurd xwe çawa his dikin.

PARVE BIKE