08 juli 2011

Hechecika xapînok

Dibêjin hebû tunebû, xortek hebû. Bavê wî miribû û serweteke mezin jê ra hîştibû.
Lê ew merivekî destbela bû, bi ray û tivdîra xwe nizanîbû. Di demeke kin da mal û milk û serweta bavê xwe hemû wenda kir û feqîr ket. Tenê cotek lepik, cotek mest (sola zivistanê), kumek û kurkekî wî yê herwanî mabû. Wekî din jî tu kincên wî yên zivistanê tunebûn.

Wê salê zivistan him pir zû hat û him jî pir sar bû. Hewqas sar bû ku çûk li hewa diqefilîn. Xortê me mesta xwe dikir pê, lepikên xwe dikirin destên xwe, kumê xwe dida serê xwe û kurkê xwe jî li xwe dikir û ji xwe ra digot:


- Xwedê kir ku ev tiştên min hene, ku min ew jî firotibûna nuha ezê ji serma biqefiliyama.


Rojekê bala xwe dayê ku wa ye hechecikek li guhera pêş mala wî baskan li erdê dixe û pirepira wê ye difire û vedinije. Dema çavên wî li hechecikê ket ji xwe ra got:


- Welehî hechecik îşareta havînê ye. Wa ye havîn hatiye tew haya min jê tuneye. Bi Xwedê ev mest, lepik, kum û kurk  êdî ji min ra ne lazim in. Ya baş ez wan bibim bidim delêl, bifroşim û ji xwe ra bikim çend quruş xercî û têkim bêrîka xwe.


Û rabû lepik, mest, kum û kurkê xwe bir dada destê delalekî û firot. Tiştên wî tiştên gelkî bi qîmet bûn, lima jî perakî baş kirin.
Dema pere di bêrîka xwe da dît pir kêfa wî hat. Lê ji ber ku merivekî pir destbela bû, lema jî di nava çend rojan da ew pere jî vir da û wê da xerc kir û dîsa wek berê rût ma.


Roja din, destê sibehê ji serma bi xwe hesiya. Wê şevê sermayê ji nişka ve dest pê kiribû. Li derve berf û bahoz bû. Rebeno li hember vê sar û sema ji nişka ve mit û mat ma. Tu kincên wî yên zivistanê jî tunebûn ku li xwe ke û bedena xwe germ bike. Ji serma bû şeqîna diranên wî. Xwe qurnisand ser hev û hêdîka çû ber pacê û li der mêze kir. Bala xwe dayê hechecika ku rojek berê li guhera pêş mala wî bi şahiyeke mezin difiriya û vir da û wê da perr û bask li erdê dixist, wa ye li ser berfê diperpite û li ber mirinê ye. Çû hechecika qefilî hêdîka ji ser berfê rakir û jê ra got:

-Hechecika xapînok, xwezî min do tu nedîtiba. Min jî û te jî wer bawer kir ku êdî havîn e. Lê me pir ecele kir. Lema jî nuha ez û tu di vî halî da ne. Dibê me tedbîr ji destê xwe berneda.
Hechecik di nava destê wî da germ bû, ruh pê da hat û got pirt û firiya, bi hewa ket...



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE