04 juli 2011

Bi şaşikê meriv nabe alim

Ez nuha li gotineke ”wecîz” ya Fethullah Gulan rast hatim, dibêje, ”di tevgerên însanên mezin da dibê li "hîkmetê" were gerandin, ne li qusûrê.”


Bi vê gotinê efendî jî xwestiye weke hin merivên mezin, gotineke ”mezin”, yanî gotineke meşhûr bibêje.


Lê xwe daye dest, meriv dibîne ku di tûrikê wî valaye, tu tiştekî ku meriv jê bikire, jê bistîne tuneye.


Li gorî vê gotina wî ya ”wecîz”, yekî dîn û beradayî, ya jî sextekar be jî dibê meriv wer nebîne, dîsa jî bi çavê merivekî mezin û xwedî keramet lê binêre.


Ji bo çi emê ne li "qusûrê", lê tenê li "hîkmetê” bigerin ku?


Ma meriv mecbûr e ji derew û tiyatroya yekî artîst û sextekar ra bibêje ”hîkmet”?


Efendî çi çavê diya xwe ye, dixwaze tiyatro û sextekariyên xwe, weke ”hîkmetekê” bifroşe me.


Ji ber ku dizane bazar heye.


Mêrik civata xwe baş nas dike, dizane ku pînc û sextekar jî dikanin bi vir û dek û dolaban xwe li ser serê milet bikin alim û ewliya...


ji xwe heger ne wiha bûya merivekî wek wî li Tirkiyê hewqasî deng nedida û nedibû xwedî desthilat...


Û ev reben û artîstê basît jî xwe bi alimekî wekî Seîdê Kurdî ra direwisîne, heta camêr wî jî naecibîne...


De were memre, de were meteqe?





Kurd tembelên nivîsêne


Kurd ji xwendin û nivîsandinê bêtir, ji leqleqa vala hez dikin. Loma jî ne wan bi xwe, xelkê dîroka wan nivîsîye.


Û ew jî helbet ji kok da belovacî kirine.


Ji xwe dema xelk binivîsîne wiha ye, ji ber ku xelk bi qasî meriv, meriv nas nake û gelek caran jî sadiqî rastiyê jî namîne.


Loma jî her babet nivîs ji bo dîrokê girîng û malzeme ye.


Dibê neyê jibîrkirn ku nivîsîna dîrokê jî bi qasî çêkirina wê girîng e.


Me li gorî xwe dîrokek çêkiriye, lê nenivîsîye, em dîrokê çêdikin lê nanivîsin.


Û loma jî xwe nizani, xwe nas nakin.


Ez di facebookê da li nivîsên xelkê dinêrim, di binê wan da bi sedan, heta yên hin nivîskaran bi hezaran hezkirin û şirove hene.


Di yên me kurdan da ya tew tuneye ya jî yek du heb hene.


Belê, bi hezaran kes nivîsekê dixwînin û şirove dikin.


Lê li ba me kurdan kultur û adeteke wiha tuneye, em tenê paşgotiniya dikin, dikanin wê bikin.


Ji ber ku kurd, siyasetmedar û ronakbîrên kurd ji nivîsandinê ditirsin, ji nivîsa ku herî jê hez bike jî di xwe ra nabîne bibêje nivîsek baş e, ya jî xerab e, ya jî vira û vira baş û vira û vira jî şaş û ne baş e.


Yanî nivîs baş be jî, xerab be jî, li gorî dilê wan be jî, ne li gorî dilê wan be jî di xwe ra nabînin fikrên xwe bibêjin.
Ev tembelî ye.
Lê para tunebûna cesareta medenî jî têda heye, li ba gelek kesî ev cesareta medenî tuneye.
Û ya din jî kultura nivîsandinê, kultura gotina fikrê xwe li ba kurdan pir kêm e, newêrin, nikanin, nizanin fikrên xwe bibêjin…
Ji ber ku kurd azad û serbest mezin nabin....

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE