11 juni 2011

Serpêhatiya hirçê

Dibêjin hebû tunebû, hirçek hebû. Lê ev hirça ne wek hemû hirçên din bû. Wê ji mirovan(însanan) û ji jiyana wan pir hez dikir û dixwest ew jî bi wan ra bijî, bibe weke wan.

Ew her roj ji qulika xwe derdiket, diçû li perê gund, xwe di pişt zinarekî da vedişart û bi dilbijokiyeke mezin bi seetan li çûyin û hatina gundiyan, li kar û xebata wan temaşe dikir.

Tu bigre hema hema her roj hal û karê wê ev bû. Ewê di pişt zinêr da bi seetan bala xwe bida şêniyên gund û li wan guhdarî û temaşe bikira.

Ji ber ku her roj bi seetan li gundiyan guhdarî dikir, lema jî piştî demekê ew jî wek însanan fêrî axaftinê û zimanê wan bû û êdî piraniya gotinên wan baş fêm dikir. Kêm zêde ew jî êdî fêrî zimanê wan bûbû.

- Rojekê hirça me rabû ji hirçên din ra, ji hemû heval û hogirên xwe ra got: 

- Hevalno, weleh ez êdî naxwazim li van çol û çepelan, li serê van çiyan û banîyan di van şikeftan da bijîm. Ez zimanê însanan baş fêr bûme, lema jî ji niha û pê da ez dixwazim herim ba wan, bi wan ra û weke wan bijîm.

Hirçên din herçiqasî li dijî vê biryara wê derketin, gotin em qebûl nakin, dibê tu terka qewmê xwe, hemû heval û hogirên nekî, lê guh neda gotinên wan, di biryara xwe da israr kir, got ezê herim û ji xwe ra li wir, di nava însana da rehet bikim.

Hirçên din yek bi yek li ber geriyan, gotin heyran were vê dînîtiyê meke, tu nikanî bi însanan ra li hev bikî, hirç tu carî nabin însan, lê hirça me îqna nebû, di biryara xwe da israr kir.

Welhasilî kelam, hirça me rabû da rê û çû.

Pir çû, hindik çû, axir gihîşt wî gundî. Dema çû ket nava gund hemû jin û zarok ji tirsan qutifîn û çûn ketin hundur malên xwe û deriyên xwe li ser xwe girtin. Nava rojê bû, peyayên gund kes ne li mal bû, hemû li xebatê, li ser cot û kar û barên xwe bûn.

Ji ber vê yekê jî jin û zarok newêrîbûn ji hundurên xwe derketana, biçûyana ba hirçê, pê ra bidina û bistendana.

Gund ji tirsa hirçê ji milet, ji jin û zarokan bi carkê da xalî bû.

Hirçê pêşiyê fêm nekir, bê çima gundî hemû ketine hunduran û deriyên xwe li ser xwe girtine.

Çimkî wê ne tiştekî xerab kiribû û ne jî zirarek dabû kesî. Lema jî tu maneyek nedida tirsa gundîyan û reva wan.

Rabû çû li orta gund sekinî û bi dengekî bilind ban gundîyan kir, got:

- Gelî gundiyan, ji malên xwe derkevin der, ji min metirsin! Tu nêteke min a xerab tuneye, ez tenê dixwazim bi we ra bibim dost û heval û bi we ra bijîm. Ji malên xwe derkevin û ji min metirsin, werin em bibin dost û heval!

Piştî demekê gundîyên xwe veşartibûn, yê revîya bûn hêdî hêdî vegerîyan, ji malên xwe derketin. Hinekan bi tirs û bi dudilî xwe nêzî hirçê kirin. Jê ra gotin:

- Heyran, tu çi ji me dixwazî?

- Hirçê got:

- Ez ji we tiştekî jî naxwazim, tenê dixwazim bi we ra bibim heval û tev we bijîm, bibim wek we. Daxwaza min tenê ev e.

Li ser van gotinên hirçê dilê gundiyan ket cî û yên heta wê çaxê hîn ji hunduran derneketibûn, ew jî ji malên xwe derketin û giş çûn bi meraqdarî li dora hirçê kom bûn.

Gelekan cara pêşî bû hirçek wiha ji nêz va didît. Lema jî hinekan ji mereqan destên xwe di pirça wê dan, hinekan bi guhên wê girtin, hinekan destên xwe avêtin devê wê, xwestin li diranên wê mêze bikin.

Axir her kesî destê xwe diavêt ji dereke wê da û bi dereke wê dilîst, bi dereke wê şa dibû.

Çend zarokên gund jî ji par ra xwe çindî ser pişta wê kirin û xwestin lê suyar bin, hinkan jî bi boçika wê ya biçuk dilîst û kêfa xwe pê dianîn.

Bi vî hawî gundî û zarokên wan bi hatina hirçê pir dilşa û kêfxweş bûn, ji wan ra bû weke şahiyekê.

Demek bi vî hawayî derbas bû. Rojekê gundîyan bala xwe danê wa ye şivanê gund bi qîrîn û hawar ber bi gund ve tê û dike gazî, dibêje:

- Gundînooo! Gundînooo! Zû werin, hirçê mîhake min bir, hirçê mîhake min bir! Bilezînin, zû werin…

Gundîyan rahîştin rext û tivingên xwe û çûn gaziya şivên.

Heya gundî çûn, hirçê meda xwe girt û ji ber çavan wenda bû. Çû li dereke dûr mîha xwe avêt ji erdê da û zikê xwe baş pê têr kir. Lê gundî jî jê venediqetiyan, tim li ser piştê bûn.

Pir çû, hindik çû, hirça me li dereke xalî xaniyek dît. Çû ket hundur xênî. Bala xwe dayê kes li mal tuneye, mal xir û xalî ye. Çavê xwe li hundur gerand, qatek kinc, kumekî sofiyan û tûrek bi ber çavvan ket.

Rabû kinc li xwe kir, kum da serê xwe û tûr jî bi milê xwe da kir û çû xwe da ber derîyê malê.

Bîstek derbas bû, çend gundî, rext û tivingên wan bi milên wan da hatin cem. Piştî silavê û çend gotinên vir da û wê da, hirçê got:

- Xêr e gelî bira, ma qey we tiştekî xwe wenda kiriye hûn lê digerin? Bala min li we ye hûn pir westiyayî ne, kerem kin werin hundir, hinekî westa xwe bigrin.

Gundiyan gotin:

- Xwedê ji te razî be apê Sofî, mala te ava. Me bi temamî ji te qebûl. Karê me pir e, em nikanin zêde varqilin. Dibê em zû herin. Hirçekê mîhak me revandiye. Em bi dû wê ketine. Ma te tu hirç li van deran nedît?

Hirçê got:

- Weleh bîstek berê hirçekê bi lez xwe di ser wê mita hanê ra bera jêr da û wenda bû. Min dît tiştek jî li piştê bû, lê min baş ji hev dernexist çi bû? Ji ber ku hinekî dûr bû, min baş nedît.

Gundîyan gotin mala te ava apê Sofî û xatirê xwe jê xwestin û çûn.

Hirça me bi vê zîrekiya xwe gelkî kêfxweş bû. Piştî gundî baş ji ber çavan wenda bûn, rabû ket rê û berê xwe da ba heval û hogirên xwe yên berê.

Lê ji kêfan ra ji bîr kiribû ku kincên xwe ji xwe deyne. Hîn kum li serî û tûr jî bi mil da bû.

Çû gihîşt çî û warê xwe yê berê, nav heval û hogirên xwe yên kevn. Dema hirçên din ew bi wan kinc û kumê sofiyan ve dîtin gelkî jê tirsiyan û gotin belkî nêçîrvan e û hatiye nêçîra wan.

Lema jî hemûyan bi hev ra êrîş birin ser û ew ji ba xwe bi dûr xistin. Hirçê her çiqas got, ”ez ne nêçîrvan im, ez jî wek we hirç im”, kesî guh nedayê, hirçên din ew qebûl nekirin, gotin tu êdî ne ji me ye, te kincê kê li xwe kiriye, kumê kê daye serê xwe here ba wan û bi wan ra bijî, ciyê te di nav me da tuneye.

Û dûra jî ew ji ba xwe qewitandin, bi çolan xistin…



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE