Gotineke Napolyon ya pir xweş heye, dibêje, “Ji bo min bi feyde be jî ez xwe nêzî tirsonekiyê nakim.”
Problema gelek siyasetmedar, ronakbîr û serokên kurdên Kurdistana bakur ev e; tirsonek in, tim bi tirs hereket dikin û xwe bi buhayekî pir erzan sansur dikin.
Mesela gelêkên wan di çapemenî û media tirk da hîn newêrin navê welatê xwe hildin, newêrin bibêjin Kurdistan.
Û ji ber vê tirsonekiya wan jî navê Kurdistanê li Tirkiyê hîn tabû ye, kes newêre bigre devê xwe.
Wezîfeya şikandina vê ”tabû” yê û hemû tabûyên din, berî herkesî ya siyasetmedar û ronakbîrên miletekî ye.
Dema siyasetmedar û rokbîr tirsonek bin, tim bi tirs hereket bikin, ev tirsonekî sîrayetî milet jî dike.
Heger siyasetmedar, ronakbîr û serokên kurdan heta nuha teslîmî tirsê nebûna, nuha her kurdî ewê biwêrîbûya bigota ez ji Kurdistanê me.
Mesela îro êdî her kurd bê tirs diwëre bibêje ez kurd im, ji ber ku siyasetmedar, ronakbîr û serokên kurdan di bikaranîna vê gotinê da israr kirin, loma jî tabû herifî.
Dibê ji bo navê Kurdistanê jî eynî israr û cesaret were nîşandan….
Mêrê tirsoneke tu carî nikane bi sîng û berên gewr û boz şa bibe…
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar