Hebû tunebû, gurekî pir kone hebû. Rojekê hewqas birçî bû, dikira ji birçîna bixewiriya.
Ji bo ku ji xwe ra nêçîrekê bike rabû bi çol û çepelan ket, vir da geriya, wê da geriya, lê tu tiştek bi dest nexist. Dawiya dawî, çû li ber gomakî mezin rûnişt û ji xwe ra kûr û dûr fikirî. Ji xwe ra got:
- Wele heger ez dest bi hin fenan nekim ezê ji birçîna bimrim!
Rabû çû ji xwe ra şarikek ji derekê peyda kir û li dor serê xwe gerand, tizbiyek nodûneh hebî jî da destê xwe û berê xwe da deştê.
Pir çû hindik çû, rastî mîhekê hat. Dema mîhê çav li gur ket ji tirsa qutifî û baz da. Gur ban mîhê kir, jê ra got:
- Erê erê, ez Hecî Gurê li ser riya Hecê
Tobedarê ber destê Xwedê
Ev mîha şîrîn û dilpak
Ji min ditirse, ji ber min baz dide
Hezar carî heyf!
Dema mîhê ev gotinên gur bihîstin, tavilê paş da vegeriya û ji gur ra got:
- Apê gur, ev çi şaşik û tizbî ye, ma tu wiha bi ku da diçî?
Gur got:
- Wele ev demeke min li ber destê Xwedê tobe kiriye, ez hew heywanan dixum, hew xerabiyê dikim. Lê ji bo ku ez ji gunehên xwe yên berê xelas bibim, Xwedê min efû bike, ez diçim Hecê. Ezê ji nuha û pê ve li mala xwe rûnim û ji xwe ra tenê nimêja xwe, zikir û îbadeta xwe bikim.
- Mîhê got:
- Min efû bike, apê Hecî Gur. Wele min nizanîbû tu li ser riya Hecê yî. Madem tu diherî Hecê, hema xêra xwe ji dêl min ve jî çend caran wî kevirê bimbarek maçî bike! Ez hêvî dikim tu yê bi xêr û xweşî û silametî herî û werî.
Gur got mala te ava û dûra jî xatir jê xwest û çû. Pir çû, hindik çû, rastî kerekî hat. Dema ker çav li gur ket, hema da zîtika û baz da. Gur ji par ra ban kir, got:
- Erê erê, ez Hecî Gurê li ser riya Hecê,
Tobedarê ber destê Xwedê,
Ev kerê dilpak, ji min ditirse û ji ber min baz dide.
Hezar carî heyf!
Piştî van gotinên gur, ker paş da vegeriya û got:
- Min efû bike xalê gur! Min şaş fêm kir. Ma tu wiha bi ku da diçî?
Gur got:
- Ev demeke min li ber destê Xwedê tobe kiriye, ez hew heywanan dixum. Lê gunehên min ên berê pir in. Îcar ji bo ku ez ji wan gunehên xwe ên berê xelas bibim ez diçim Hecê. Belkî Xwedê min efû bike.
Ker got:
- Oxira te ya xêrê be û Xwedê Heca te qebûl bike! Û heger hat bîra te, ji bo min jî çend duan bike û ji dêl min ve jî wî kevirê bimbarek ramîse.
Gur got baş e û dîsa ket rê û meşiya.
Pir çû, hindik çû, rastî hêstirekê (qantirekê) hat. Hêstirê dema gur dît, gelkî tirsiya û baz da. Gur bi pê ket û ban kirê, got:
- Erê erê, ez Hecî Gurê li ser riya Hecê,
Tobedarê ber destê Xwedê,
Ev hêstira dilpak, ji min ditirse û ji ber min baz dide.
Hezar carî heyf!
Piştî van gotinên gur, hêstir bi paş da vegeriya û got:
- Min efû bike Apê gur, ma tu wiha bi ku da diçî?
Gur got:
- Wele ev demeke min li ber destê Xwedê tobe kiriye, ez hew heywanan dixum, hew xerabiyê dikim. Lê ji bo ku ez ji gunehên xwe ên berê xelas bibim ez diçim Hecê. Ezê ji nuha û pê ve li mala xwe rûnim û ji xwe ra zikir û îbadeta xwe bikim.
Li ser van gotinên gur, hêstir nerm bû, got.
- Wê gavê oxira te ya xêrê be û Xwedê Heca te qebûl bike!
Gur dîsa ket rê û çû.
Lê piştî ku hinekî meşiya, ji xwe ra got:
- Law ma ez çi ehmeq im! Va ye ez dikim ji birçîna bimrim, lê min berê xwe daye heca bi derewa. Ma bavê min çû Hecê ku ez jî herimê? Bi Xwedê ya herî baş ez vegerim û wan hemûyan bixum û zikê xwe têr bikim.
Gur piştî ku ev tivdîr di serê xwe da gerand, bi paş da vegeriya. Çû berê xwe gîhand mîhê. Mîhê got:
- Te xêr e apê Hecî Gur, ma qey te tiştek ji bîr kiriye?
Gur got:
- Min ji bîr kir ku ji te tiştekê bipirsim. Ez fikirîm ji te ra diyariyekê bi xwe ra bînim û umrê(temenê) te jî li ser bidim nivîsandin; ji bo ku tu têxî hustuyê xwe. Lê ez nizanim tu çend salî yî. Min got ez li diranên te binêrim ji bo ku emrê te fêr bibim.
Dema mîhê xwe nêzîkî gur kir ku diranên xwe nîşanî wî bide, gur xwe çindî ser kir û ew xwar.
Piştî ku mihî temam kir, îcar da rê, çû ba kerê. Bi vegera gur ra, ker şaş ma û jê ra got:
- Xalê Hecî Gur, ma tu çi zû çûyî û hatî? Qey Hec hewqasî nêzîk bû?
Gur Got:
- Min ji bîr kir ku ji te bipirsim. Ez fikirîm ji te ra diyariyekê bi xwe ra bînim û emrê te jî li ser bidim nivîsandin; ji bo ku tu têkî hustuyê xwe. Lê ez nizanim tu çend salî yî. Min got ez li diranên te binêrim ji bo ku emrê te fêr bibim.
Ker got baş e û devê xwe hirinekê vekir, ji bo ku gur diranên wî bijmêre. Lê gur ji dêlî ku diranên wî bijmêre, xwe çindî ser kir û ew jî xwar.
Dû ra jî berê xwe da hêstirê, ji bo ku wê jî bixapîne û bixwe. Lê hêstirê fêm kir nêta gur xerab e. Hêstirê xwe li xamiyê danî û got:
- Xêr e apê Hecî Gur, tu çima wiha zû vegeriya, ma qey te tiştekî xwe ji bîr kir?
Gur got:
- Min ji bîr kir ji te bipirsim. Ez fikirîm ji te ra diyariyekê bi xwe ra bînim û emrê te li ser bidim nivîsandin; ji bo ku tu têkî hustuyê xwe. Lê ez nizanim tu çend salî yî. Min got ez li diranên te binêrim ji bo ku emrê te fêr bibim.
Hêstirê got:
- Wele ez nizanim ez çand salî me. Lê çaxa ez hatim dinê, diya min umrê min li bin simê min yê dawî nivîsand. Were tu bi xwe bixwîne, mêze hela ez kîjan salê ji diya xwe bûme.
Gur got baş e û dema çû pişt hêstirê ji bo ku nivîsa binê simê wê bixwîne, hêstirê zîtikek baş avêt ji orta eniya wî da û ew bêhiş xist û li erdê kir term.
Dû ra jî rabû ew avêt ser pişta xwe û bir li orta gund avêt ji erdê da. Çaxa kûçikên gund çav li gur ketin, hema gişan bi hev ra êrîş birin ser û di nava gun da birin û anîn.
Hecî Gur bi zor û bi halekî gelkî pir xerab xwe ji nav lepên kûçikên gund xelas kir û çû xwe gîhand qulika xwe. Piştî ku hinkî bîna xwe girt ji xwe ra got:
- Ev halê min heq û misteheqê min e! Ma bavê min xwenda bû, kalê min xwenda bû ku ez jî herim nivîsa bin simê hêstirê bixwînim ? Hezar tobe li min û bavê min ku careke din ez bi derewan bibim hecî û xwe li katibiyê rakişînim!
Tobe!
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar