Dibêjin hebû tunebû, xwengek (xwişkek) û birayek hebûn. Navê keçikê Fatik û yê lêwik jî Elik bû. Dê û bavê wan miribûn û herdu jî ji zaroktî da sêwî mabûn. Mala Elik û Fatikê hîn di saxiya dê û bavê wan da jî maleke gelkî feqîr bû.
Lê piştî mirina dê û bavê wan, ew ji bin da perîşan bûbûn û feqîriya wan nedihat kişandin.
Ji dê û bavê wan bêyî Mangake Belek ji wan ra tiştekî din nemabû.
Elik û Fatikê dema dê û bavê wan mirin ew ji ber perîşanî û bêkesiya xwe sê roj û sê şevan di afirê Manga Belek da rûniştin û wer giriyan. Roja sisiyan Manga Belek hate zimên û bi wan ra peyivî. Ji wan ra got:
- Elik û Fatika min, biçûkên ber dilê min, ev sê roj û sê şev in hûn wer digrîn. Hela ka ji min ra bibêjin derdê we çi ye?
Hûn ji xwe heznî ne, lê bi giriyê xwe we ez rebena xwedê jî helak kirim.
Elik û Fatikê ji Manga Belek ra qala mirina dê û bavê xwe kirin. Herduyan bi kelogirî ji Manga Belek ra gotin:
- Ma em negrîn kê bigrî! Em herdu jî di vê zaroktiya xwe da li darê dinyayê bê kes û bê xwedî man. Tu xêrxwazê me tunene. Em rebenê Xwedê, emê çi bikin û bi ku da herin?
Manga Belek got:
- Bi girî û şînê hûn tiştekî bi dest naxin. Ji dêl wê ve, heta ji dest we tê min bê alif nehêlin. Dema hûn birçî bûn, werin devên xwe têkin guhanên min û bimijin. Ezê şîr bidim we, wê gavê tişt bi we nayê.
Elik û Fatikê li ser van gotinên Manga Belek, destpêkirin her roj yan manga xwe derdixistin çêrê, yan jî diçûn jê ra ji çolê gîha, nefel û hin nebatên din dianîn û ew têr alif dikirin.
Dû ra jî devên xwe dikirin guhanên wê û heta ku zikên wan têr dibû şîr jê dimêtin.
Bi vî hawî Elik û Fatikê roj bi roj can digirtin û xurt dibûn.
Ap û amojineke Elik û Fatikê hebûn. Lê ji apê bêtir jî amojna wan qet xêra wan nedixwest. Wê didît ku Elik û Fatik baş debara xwe dikin û qet rojekê jî devxwarî wan nabin.
Vê halxweşiya Elik û Fatikê ew gelekî didexisand. Lema jî wê her roj zor dida mêrê xwe ji bo ku Elik û Fatikê bînin ba xwe.
Mêrê wê jî dawiya dawî tu çare û mukûn nedît, çû Elik û Fatik û Manga wan ya belek anî ba xwe.
Herçiqas ketina ber destê ap û amojnê ne bi dilê Elik û Fatikê bû jî lê dîsa pere nekir, ji mecbûrî daxwaza apê xwe qebûl kirin.
Amojna wan herçiqas xêra wan nedixwest û zikê wan têr nedikir jî lê Elik û Fatik bi şîrê Manga Belek dîsa jî roj bi roj dihatin ser xwe û mezin dibûn. Dawiya dawî amojna wan rojekê pê hay bû ku zarok bi şîrê Manga Belek wiha xurt dibin.
Jixwe dema wê mange didot, dikir nedikir, nikanîbû çilkek şîr jî ji Manga Belek bidota.
Îcar ji bo ku şîr ji ser zarokan qut bike rabû dekek hazir kir.
Rojekê bi derewan xwe nexweş xist. Berî ku têkeve nav nivîna rabû hinek nanê tîrê xist bin çengê xwe û dûra jî xwe naland.
Û her cara ku xwe bi vî alî û wî alî da borr dikir, nanê hişk hûr dibû û dikir qirçe qirç. Û dûra jî bi dengekî dilşewat xwe dinaland û digot:
- Wey li minê, ev çi nexweşiyeke giran bû ez pê ketim! Îcar xelasiya min tuneye, ezê bimrim!
Wê bi derewan hewqas dikir aye way û ofe of û xwe dinaland, mêrê wê jî bi rastî jê bawer dikir û ditirsiya ku bimre.
Çimkî bêyî Elik û Fatikê birrek zarokên wan yên din jî hebûn. Wî ji xwe ra digot, heger tiştek bi wê were, ewê komek zarok di hustiyê min da bimînin û ezê perîşan bibim.
Jinikê jî bi zanetî qet tiştek nedixwar, digot:
- Bêyî goşt dilê min naçe tiştekî din. Manga Belek ji xwe tim stewr e, heta nuha rojekê jî çilkek şîrê wê bi devê me nebûye. Ya baş em wê şerjê bikin. Bira him zarok ji xwe ra têr bixun û dibe ku ez jî çend çênî goşt bixum û werim ser xwe...
Mêrê wê ji mecbûrî biryar da ku Manga Belek şerjê bike.
Li ser vê biryara apê wan, Elik û Fatikê baz dan, çûn ba Manga Belek û dest bi girî kirin. Manga Belek ji wan ra got:
- Xêr e, îcar hûn ji bo çi digrîn?
Elik û Fatikê gotin:
- Dikin te şerjê kin! Amojna me dixwaze û apê me jî îqna kiriye. Îcar piştî ku te şerjê kin wê çaxê emê çawa bikin? Ji xwe çavê amojna me lê ye me ji birçîna bikuje.
Manga Belek ji Elik û Fatikê ra got:
- Ji apê xwe ra bibêjin, gava min şerjê dike bila sêlek xwelî (arî) bide bin hustiyê min ji bo ku xwîna min nerije erdê. Îcar berî ku ew kêrê bavîje ji hustiyê min da ezê bipişikim û ewê ew xweliya sêlê hemû têkeve çavên wan û ewê xwe li hev şaş bikin. A di wê nabênê da hûnê xwe bavêjin ji ser pişta min da, emê ji wir bazdin û xwe xelas bikin.
Piştî vê şîretê, Elik û Fatik rasterast çûn ba apê xwe û şerjêkirina bi vî şertî pê dan qebûlkirin.
Dûra jî çûn Manga Belek anîn ji bo ku şerjê bikin.
Dema apê Elik û Fatikê dikira kêra xwe bavîta ji hustiyê Manga Belek da, Manga Belek pişkiya û wek ku li wê ortê ji nişka ve hecacek rabe, xweliya di sêlê da hemû firiya ser çavên wî û kesên li dorê.
Ji xwe Elik û Fatik jî berê hazir bûn, hema zû zûka xwe avêtin ji ser pişta Manga Belak da û ji wir bi hewa ketin, wenda bûn.
Pirr çûn hindik çûn, di dawiyê da rastî ciyekî gelkî xweş hatin, her dar hişnayî, dar û ber, mêrg û kanî bûn.
Gotin weleh ji vir xweştir tuneye, hema emê ji xwe ra li vir bimînin. Û dûra jî rabûn ji xwe ra xaniyekî ji daran ava kirin û ketinê.
Ew di nav kêf û şahiyê da demeke dûr û dirêj li wir man û gelek rojên xweş borandin, heta ku rojekê xortekî nêçîrvan hat wê herêmê.
Xortê nêçîrvan lawê padîşê bû. Çer çavên wî li Fatikê ket, di cî da dilê wî ketê û gelkî jê hez kir. Rabû bi Fatikê ra zewicî û Fatik bû bûka padîşê.
Piştî demeke kurt pîreke parsek ji gundê wan ê berê ji xwe ra li parsê digeriya. Fatik li mala lawê padîşî dît û tavilê ew nas kir. Pîra uncûzî yek nekir dudu û ev xeber çû gîhand amojna Fatikê.
Amojna Fatikê dema bihîst Fatik bûye bûka padîşê şepleyî bû, çû ba şêx û melan û rimildaran û ji wan aqil û alîkarî xwest.
Hemû derdê wê ew bû ku ew dubareyeke nuh li serê Fatikê çêke û nehêle ew ji xwe ra bisitire û di nav rehetiyê da bijî.
Rimildarekî jê ra got:
- Heger tu bikanibî qevdek derzî di paş hustiyê Fatikê ra kî, ewê di cî da bibe kevok û bifire.
Li ser van gotinên rimildar, ew rabû bi lez û bez çû malê, hinek hûr mûr tev kir û xist tûrekî û dû ra jî berê xwe da mala padîşê.
Lê ne ew tenê, rabû keça xwe ya azib jî bi xwe ra bir. Dema ew çûn, lawê padîşê ne li mal bû, ew û peyayên xwe çûbûn sefereke leşkerî ya dûr, ne diyar bû ku ewê kînga vegeriyana.
Fatik bi hatina amojn û dotmama xwe mit û mat ma û gelkî jî tirsiya, lê zêde neda der.
Amojina wê jê ra got:
- Fatika min, delala ber dilê min, bi zaroktî hûn zêde li ba me neman. Ji ber vê yekê jî ew hesreta ku rojekê ez bi destên xwe serê te bişom û guliyên te bihûnim tim bi min ra ma. Îcar ez dixwazim vê hesretê îro ji dilê xwe derxim.
Fatikê jî got baş e û rabû sîtilek av germ kir, ji bo ku amojna wê serê wê bişo. Amojna fêlbaz rabû serê Fatikê şuşt û dûra jî guliyên wê hûna. Dema gulî dihûna qevdek derzî di paş serê wê ra kir û Fatik tavilê bû kevok û firiya.
Piştî ku Fatik bû kevok û firiya, amojna wê rabû kincên Fatikê li keça xwe kir û gelek temî û şîret jê lê kirin û jê ra got:
- Tu yê ji her kesî ra bibêjî ez Fatik im.
Lê dotmama Fatikê jî qet nedişibiya Fatikê, ew yeka gelekî ne xweşik bû.
Piştî demekê lawê padîşê ji seferê vegeriya. Gava dotmama Fatikê dît matmayî ma, bawer nekir ku ew Fatik e. Jê ra got tu ne Fatik e.
Lê wê jî wek ku diya wê temî lê kiribû, her got, na ez Fatik im.
Lawê padîşê got:
- Tu derewan dikî, Fatika min sipî boz bû, tu wek komirê reşik î. Lêvên te wek yên devan mezin û qalind in. Tu ne Fatik e.
Dotmama Fatikê bi erd û ezman sond xwar, got:
- Na ez Fatik im. Ji ber ku tu pirr dereng ma, ji meraq û hesreta te, ez her roj derketim ser rê û dirban û li ber rojê wiha reş bûm. Lêva min jî ji ber ku ez tim digriyam û min digot birrr birrr, şîrînê ber dilê min birin û ez nizanim ewê kînga bê, lema jî wiha qalind bûne. Û nuha jî tu bi min qayil nabî û tu dibêjî tu ne Fatik î.
Lawê paşê poz pê nekir, ji mal sar bû û wer bi çol û çepelan ra geriya, rojên xwe bi nêçîrê derbas kir.
Rojekê dîsa dema li rex golekê nêçîr dikir, bala xwe dayê ku kevokeke sipî hat li kêleka golê danî û dûra jî postê xwe ji xwe kir û bû qîzeke wek xezalekê xweşik û ket avê.
Ji bo ku têra dilê xwe li xweşikiya wê temaşe bike bi dizîka xwe nêzî golê kir. Hew dît ku bavo çi bibîne, ew Fatika wî ye!
Li ser vê, hema xwe çindî ser postê wê yê kevokî kir û ew çirand. Û dûra jî şand, jê ra qatek kincê gelek xweşik da anîn û bi kêf û şahî û bi merasimeke mezin ew bir mal.
Û dûra jî dozmama Fatikê qewitand û heft roj û heft şevan dawetek çêkir û bi vî hawî careke din gihîştin miradên xwe.
(2) Ev çîrok varyanta duduya ya Elik, Fatik û Manga Belek e. Varyanta yekê jî heye. Ew jî bi eynî navî di antolojiyê da ye.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar