18 mars 2011

Destbiratiya rûvî û qeraş

Dibêjin carekê rûviyek û qeraşek bûn destbirakên hev. Aşê qerêş li serê çiyayekî bû. Her cara rûvî birçî bibûya û tu nêçîr bi dest neketa ya jî cî lê teng bibûya, rast berê xwe dida êş û ba destbirakê xwe yê qeraş.

Qerêş jî jê ra qet texsîr nedikir, heta jê diqediya alîkariya rûvî dikir.

Sibehekê qerêş dema deriyê aşê xwe vekir û derket derve, bala xwe dayê wa ye rûviyê wî xwe li ber deriyê êş vezelandiye. Rûvî çer çav li qerêş ket, hêzî ser xwe kir, silav dayê û jê ra got:

- Birakê qeraş, tu zanî, ez hatime te bizewicînim.

Qeraş keniya û bi matmayî ji rûvî ra got:

- Law rûvî, em birayê hev in min qebûl. Lê ez fêm nakim tu yê çawa min bizewicînî?

Rûvî bi awirekî cidî got:

- Ez kanim. Û him jî ezê qîza paşê ji te ra bînim, te bikim zavê paşan. Ancax bi vî hawî ez ji bin çêya te derkevim.

Qerêş got:

- Malxerab, tu yê vî îşî çawa bikî, ma hewqas pere û hêza te heye ku tu rabî qîza paşê ji min ra bînî?

Rûvî got:

- Helbet hêza min heye û ez kanim. Heger min nikanîbûya min nedigot. Hêza min pir e. Teyr, rûvî, gur û lawirên din hemû di bin emrê min da ne. Ez çi bibêjim ewê wek min bikin. Lema jî qet meraq neke, ezê te bikim zavê paşan.

Qerêş ji mecbûrî got baş e, heyran tu çi dibêjî bira wek te be.

Rûvî rabû bang hemû teyr, rûvî, gur û lawirên din kir. Ji wan ra got:

- Gelî hevalan, birayê me qeraş azib e, emê wî bizewicînin.

Gişan gotin:

-Tu zanî. Tu çi bibêjî emê wek te bikin.

Rûvî got:

- Gelî hevalan, emê keça paşê ji birayê xwe ra bînin. Birayê me layiqî keça paşa ye.

Hinekan gotin, ev yek hinekî zor e, hêza me nagihîjê. Lê teyrê Sîmir got:

- Em kanin bînin. Ew aydê min.

Gotin, em çawa bikin, çawa nekin?
Rûvî got:

- Emê hemû bi hev ra bi kêf û şahî, bi zilxet û bi lîrîn herin li ber qesra paşê kom bibin. Bira rûvî giş dêlên xwe rep bikin û li dora qesrê bi reqs herin û werin, bira gur jî giş bikin zûrezûr û teyr jî di ser qesrê ra bifirin. Di vê nabênê da miheqeq keça paşê ewê derkeve şaneşînê (balkonê) û li me temaşe bike. Dema ew derket şaneşînê bira teyrê Sîmir hema xwe bera ser de, guliyên wê li pençên xwe bigerîne û bilind bike, bibe li êş deyne. Emê jî dûra herin daweta wî çêkin û wî bizewicînin.

Teyr û lawiran gişan gotin baş e, emê wek te bikin. Rabûn çûn. Rûviyan dêlên xwe rep kirin û bi reqs û dîlan li dora qesrê çûn û hatin, guran kirin zûrezûr û hemû teyr jî di ser qesrê ra firiyan.

Dinya alem derketin seyr û temaşa wan.

Teyrê Sîmir bala xwe dayê ku wa ye keçik li şaneşînê ye. Hema wek birûskê xwe bera ser serê wê da, guliyên wê li pençên xwe gerand û bilind kir û bilind kir, heta ku bir li êş danî. Dûra jî gur, rûvî û hemû teyrên din hatin daweta qerêş çêkirin û ew zewicandin.

Piştî dawetê teyr û lawir giş belav bûn, çûn malên xwe, tenê rûvî ma. Piştî çend rojan rûvî rojekê ji xwe ra got, hela ka ez birakê xwe biceribînim, mêze kim merivekî çiqas wefadar û bi bext e?

Bi vê nêtê rûvî rabû rojekê xwe li ber deriyê êş mirar kir. Serê sibê keça paşê bala xwe dayê ku wa ye rûvî li ber deriyê wan hişk bûye.
Bi mirina rûvî keçik gelkî xemgîn bû. Hema di cî da girîya, kir gazî û hawar û ban mêrê xwe kir, jê ra got:

- Tu zanî va ye rûvîkê me miriye.

Qeraş qeherî, got tu çima digrî? Bi nigê wî bigire, bibe bavîje ser wî kaşê hanê.
Dema qerêş wiha got, rûvî hema di cî da hêzî ser xwe kir û ji birakê xwe yê qeraş ra got:

- Hey qeraşê li ber aşan,
Min tu kir zavayê mîr û paşan,
Îcar tu yê îro jî rabî bi nigê min bigrî û min bavîje newal û kaşan!

Piştî van gotinan, rûvî xatir jî ji qerêş nexwest û da rê û çû.

Qeraş herçiqasî bi dû rûvî ket, li ber geriya jî lê rûvî rica wî qebûl nekir û venegeriya ba qerêş.
Destbiratiya wan bi vî hawî xera bû.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE