31 mars 2011

Dibê meriv keda kesî înkar neke

Ez bîstek berê hatim mal, min bala xwe dayê hin dost û xwendevanan sohbeta germ kiriye, hin tiştên ne li gor dilê min ji hev ra gotine.
Min gelkî di xwest li ser dîtinên hemû hevalan rawestim lê ev yek ne mimkûn e, ewê pir dirêj bibe.
Lê ez dixwazim bi kurtî li ser dîtinên birayê Bekir Uçar çend tiştan bibêjim.

Sê mîhî û gur

Dibêjin hebû tunebû, sê mîhî hebûn. Yek sipî bû, yek reş bû, yek jî sor bû. Hersê jî hevalên hev bûn, bi hev ra dijiyan, bi hev ra diçêriyan.
Rojekê mîha sipî got:
- Ez êdî naxwazim li vir bi we ra bijîm. Ez dixwazim herim ji xwe ra xaniyekî lêkim bi tenê bijîm.
Mîha sor got:

Kurdên welatperwer dibê nebin endamên partiyên tirk

Li ser nivîsa min ya do ya li ser Serhat Bûcak, hin hevalan gotine,
ew pêşniayara AKP-ê ya parlamenteriyê ”qebûl bike jî normal e, bila di wir de behsa mafê Kurdan bike.”
Ez bi xwe vê dîtinê rast nabînim.
Bi dîtina min hebûna kurdan di nava partiyên kurdan da ji hebûna kurdan ya di nava partiyên tirkan da gelkî bifeydetir e.

30 mars 2011

Hişê min ê mabû jî kurdan ji serê min bir

Li gorî ku malpera AKnewsê dinivîse, AKP-ê pêşniyara namzediya parlamenteriyê biriye ji serokê HAKPAR-ê yê berê Sertaç Bucakê lawê Faîk Bûcak ra.

Ê heger AKP-ê pêşniyareke wiha biribe bi îhîmaleke mezin Sertac Bûcakê jî qebûl bike.
Ma dîn bûye ku qebûl neke?

Çimkî kes bela sebeb teklîfên wiha ji meriv ra nayne, dibê meriv berê hin sinyal dabe ku xelk cesaretî pêşniyareke wiha wike.

Di xeberê da tê gotin ku, pêşniyar ji alî ”Wezîrê Çandiniyê Mehdi Eker ve hatiye kirin û Bucak jî bi awayekî erênî li pêşniyarê dinêre, lê hê biryara xwe nedaye.”

Yanî xeber ji binda ne derew e, bi kêmanî AKP-ê cesareta birina pêşniyareke wiha dîtiye.
Ev yek bi serê xwe guherandineke pir mezin e.

Îcar ez fêm nakim dîtina wî û AKP-ê ewê ça li hev bike?

Sertac Bûcak heta ku serokê HAKPAR-ê bû ji bo kurdan federasyona diparast û AKP jî dibêje ”yek dewlet, yek milet, yek al, yek ziman”.

Îcar heger xeber rast be û Sertca Bûcak here AKP-ê, gelo ewê dîtinên AKP-ê qebûl bike ya jî AKP ewê dîtinên wî, yanî federasyonê webûl bike?

Ji ber ku dibê yek dîtinên yê din qebûl bike.

Çendakî berê dema min Sertac Bûcak di TRT6-ê da di programeke bi wezîrê maliyê Mehmet Şîmşek ra dît ez matmayî mam, devê min ji hev çû û min mesele baş fêm nekir.

Li ser wê matmayina xwe min nivîsek jî nivîsî.

Bûyer û şêla wî ya programê bi min normal nehat, ez lê ketim şikê lê min texmîn nedikir ku di demeke hewqas kin da ji serokatiya HAKPAR-ê here bibe namzedê parlamentoyê yê AKP-ê.

Lê diyar e her tişt mimkûn e, dinya ne dinya berê ye, li gorî vê dinya nuh emê gelek fîlmên nuh jî bibînin.
Têkoşîna kurdan ya salan tirk biaqil kirin, loma jî êdî tim bi ço û bi devê tivingê xeber nadin.

Tirkan, êdî pere û kursî jî bi comerdî xistine dewrê. Heta ji ço û tivingê bêtir êdî baweriya xwe bi pere û kursiyê tînin, kî bixwaze ewê bidinê.

Çimkî li ba wan pere jî pir e û kursî jî.

Lê belkî jî hin tiştên meriv nizane dibin, belkî AKP dike xwe biguherîne, mafê kurdan bidê.
Nuha ez ji vê duayê ra nabêjim amîn, lê dîsa jî meriv nizane.

Ji ber ku do Erdogan li Hewlêrê got, ”me dev ji siyaseta înkara kurdan berdeya…”

Axir wisa xuyaye ku heta 12-ê hezîranê emê hîn gelek surprîzên mezin bibînin…
Ez nizanim, hişê min ê mabû jî siyasetmedarên kurdan ji serê min birin...

Xirneşêr

Şevekê xewa pisikekê nehat, şev lê gerîya. Rabû ji nav gund derket, jêvajorî lê çêbû, çû ket nava daristanekê.
Lê bû sibe, roj lê hilat. Li der derdora xwe nêrî, fêm kir rê li ber wenda bûye. Nema zanibû ewê çawa ji nava wê daristana mezin, kûr û tarî derkeve û here mala xwe.

29 mars 2011

Devê xwar ken lê nabe star !

Serokwezîrê Tirkiyê Erdogan û heyeta pê ra piştî gera xwe ya Bexdayê û Necefê îro gihaştin Hewlêrê.

Erdogan û heyeta tirk, li Balafirxaneya Navnetewî ya Hewlêrê ji alî serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, serokwezîr Berham Salih, serokê parlamentoyê Kemal Kerkûkî, gelek wezîr, berpirsiayrên hizbî û cîgirê serokê PDK-ê Nêçîrvan Barzanî ve hatin pêşwazîkirin.

Ji vê heyeta berfireh ya pêşwazîkirinê jî diyar dibe ku kurdan qedrekî mezin dane Erdogan û heyeta wî.

Piştî merasima pêşwazîkrinê, merasima vekirina Balafirxaneya Navnetewî ya Hewlêrê hat lidarxistin.

Serokwezîrê Tirkyê Receb Teyyip Erdogan, di axaftina xwe ya vekirinê da got, ”têkiliya me bi Îraqê û vê herêma rind ra dîrokî ye.”

Şvenîzim û dijminatiya kurdan ketiye xwîna siyasetmedarên tirk, dema dor tê ser kurdan û Kurdistanê zimanê wan giran dibe, girêk di qirika wan da çêdibe û ne sifetê kurdan û ne jî navê welatê wan dibêjin.

Bala xwe bidinê gotiye ”Îraq” lî ji bo Kurdistanê jî gotiye ”vê herêma rinnd”.!

Mêrik çûye Kurdistanê, di bin alaya Kurdistanê da bi serokê Kurdistanê ra civînê çêdike, lê dîsa jî rast napeyive, dilnexwaziya xwe dide der.

Ev yek jî nîşan dide ku tirk hîn tam nehatine rê.

Lê li gel vê jî, bêguman ziyareta Erdogan ji bo kurdan him baş e û him jî li hemberî siyaseta dewleta tirk ya înkarê serkeftineke mezin e.

Bes tirk pir hêdî diguherin, heta meriv tiştekî bi wan dide qebûlkirin meriv pir diwestînin.

Eynî Erdoganî heta do jî ji bo Mesûd Barzanî û serokên kurdan digot, ew bi ”serokeşîran” ra rûnane.

Lê îro wa ye mecbûr ma bi wî ”serokeşîrî” ra weke serokê herêma Kurdistanê rûne û di axaftina xwe da jê ra bibêje ”birêz Barzanî”.

Yanî dev ji ”serokeşîriyê”.

Helbet ev pêşketine, lê ne bes e û baweriyê jî nade meriv.

Çimkî li gel vê ”guherînê” jî meriv dibîne ku ji dilî Erdogan nayê ji serokê herêma Kurdistanê ra bibêje ”serok” û ji Kurdistanê ra jî bibêje Kurdistan.

Hîn jî jibikaranîna van herdu navan jî îmtîna dike…

Min nuha di çapemeniya tirk da bala xwe da axftina Erdogan. Min dît ku sifetê ”serok” û navê Kurdistanê qet negrtiye devê xwe.

Ji serokê herêma Kurdistanê ra gotiye ”birêz Barzanî” û ji Kurdistanê ra jî gotiye ”ev herêm, herêm”.

Ev şêleke him ne rast e û him jî ne xweş e.

Yanî çi?

We bi salan kurd înkar kirin, ji serokên kurdan ra got ”serokeşîr” û heta heqaretên hîn mezintir li wan kir, lê wa ye îro hûn diçin bi wan ra rûdinin û xwedêgiravî dixwazin têkilyên siyasî û aborî xurttir bikin.

Baş e, wê demê her tiştî rast binav bikin.

Bi tiştên wiha hûn xwe biçûk dixin.

Û ya din jî, çawa ku hûn ji înkara kurdan hatin vê nexteyê, hûn Kurdistanê jî qebûl bikin.

Erdogan di axaftina xwe da gotiye, ” me gavên dîrokî avêt. Niha, me li herêmên ku piranî welatiyên me yên Kurd lê dijîn, siyaseta înkarê rakiriye û her ku diçe dewlet û millet nêzîkî hev dibin.”

Ev ne rast e, wan siayseta înkarê bi tevayî ranekirye. Heger siyaseta înkarê rakiribûna ewê nasnameya kurdan û perwerdeya bi zimanê kurdî qebûl bikirana, wî yê ji Mesûd Barzanî ra bigota ”birêz serokê herêma Kurdistanê” û ji welatê wî ra jî bigota Kurdistan.

Kesê ku ji serokê welatekî ra nebêje ”serok”, ji welatekî xerîb ra ku li gorî qanûnên wî welatî navê wî Kurdistan e nebêje Kurdistan, çawa dikane bibêje ku ”me siyaseta înkarê rakirye” ?

Kesê ku gav û saetê bibêje, ”yek dewlet, yek milet, yek al, yek ziman” û nizanim yek çi û yek çi, çawa dikane bibêje ku wan dev ji siyaseta înakrê berdaye?

Heger bi rastî jî siyseta înkarê rakiribûna, wê demê çima bi hezaran siyasetmedarên kurd di zindana da ne?

Çima nahêlin kurd di mahkemeyan da bi zimanê xwe bipeyivin?

Çima nahêlin partiyên kurd vebin û kurd bi zimanê xwe siyasetê bikin?

Çima nahêlin kurd di meclîsa wan da du gotinan bi kurdî bibêjin?

Çima nahêlin di telewîzyona wan da kurd bi rehetî navê welatê xwe hildin?

Yanî îdîaya ”rakirina siyaseta înkarê” ne rast e, propagandeyeke vala ye.

Lê rastî ew e ku hewqasî dikanin înkar bikin.

Ji ber ku îro ev ji destê wan tê. Heger înkareke zêdetir ji destê wî bihata bêguman Erdoganê zêdetir înkar bikira.

Netîce, çawa ku kurdan bi xebat û têkoşîna xwe Erdogan anîn vê nuxteyê, qet şik tuneye ku ewê wî hîn bêtir biguherînin.

Şengê û Pengê

Dibêjin hebû tunebû, bizinek û du karikên wê hebûn. Navê karikekê Şengê bû, navê yekê jî Pengê bû.

Bizinê ji herdu karikên xwe jî pir hez dikir. Dema ew diçû çêrê, baş şîret li herdu karikên xwe dikir, ji wan ra digot:

- Baş guh bidin min, li van der û doran gurekî pir fenek û zalim heye. Dibê haya we baş ji we hebe, rojekê neyê we nexapîne. Dibê hûn bêyî min deriyê xwe ji tu kesên din ra venekin. Gur yekî şît e, ew dikane dengê min texlît bike. Lê bira di bîra we da be, dengê wî ji yê min qalintir e û nigên wî jî wek yên min ne sipî ne. Dema ez têm, ezê di bin derî ra tim nigê xwe nîşanî we bidim. Piştî ku we kalîna min bihîst û nigê min nas kir, hûnê derî li min vekin.

Bizinê her roj ev şîret li karikên xwe dikir, dûra jî diçû çêrê. Û her danê êvarê dema ji çêrê vedigeriya jî li ber deriyê kozê dikaliya, bi hezkirineke mezin ban karikên xwe dikir, ji wan ra digot:

-Şenga min, Penga min

Diya we çûye zozanan

Xwariye pelên kizwanan

Şîr ketiye guhanan

Zû derî vekin

Werin danan!

Û Şengê û Pengê jî piştî ku ev dengê diya xwe dibihîstin, derî lê vedikirin û bi kêfxweşiyeke mezin didan lotikan û diçûn, diketin bin diya xwe, dan dibûn, heta ku zikên xwe têr bikirana ew dimêtin.

Rojekê bizin dîsa wek her tim çûbû çêrê û Şengê û Pengê jî tenê di kozika xwe da bûn.

Gur fêm kir karik bi tenê ne. Ji xwe ra got:

- Weleh fersend ev fersend e, dibê îro ez wan herduyan jî bixum û zikê xwe baş têr bikim.

Wiha got û dûra jî çû hêdîka li deriyê Şengê û Pengê xist, wek diya wan kalîya, got:

-Şenga min, Penga min

Diya we çûye zozanan

Xwariye pelên kizwanan

Şîr ketiye guhanan

Zû derî vekin

Werin danan!

Şengê û Pengê dengê gur nas kirin, gotin:

-Na, tu ne diya me yî, tu derewa dikî. Tu dikî me bixapînî. Tu gur î.

Bîstek derbas bû, gur dîsa li derî xist, îcar tam wek diya wan kaliya, dengê xwe zirav kir, got:

-Şenga min, Penga min

Diya we çûye zozanan

Xwariye pelên kizwanan

Şîr ketiye guhanan

Zû derî vekin

Werin danan!

Vê carê Şengê û Pengê nikanîbûn dengê gur ji yê diya xwe bigerandana, lê dîsa jî derî lê venekirin. Gotin:

- Ka di bin derî ra nigê xwe nîşanî me bide, em nigê diya xwe nas dikin.

Gur nigê xwe nîşanî wan da. Karikan nigê gur nas kirin, derî lê venekirin, gotin:

- Ev ne nigê diya me ye, nigê diya me sipî ye. Lema jî em derî li te venakin.

Piştî van gotinên Şengê û Pengê, gur fêm kir karik derî lê venakin. Aşek li wan nêzîkan hebû. Ji bo ku ew jî nigên xwe wek yên bizinê sipî bike, rabû çû ba qerêş, hinek ard jê girt û di nigên xwe da. Dîsa çû li deriyê koza wan xist, got:

-Şenga min, Penga min

Diya we çûye zozanan

Xwariye pelên kizwanan

Şîr ketiye guhanan

Zû derî vekin

Werin danan!

Karikan wek cara din, dîsa xwestin nigê wî bibînin, gotin nigê xwe nîşanî me bide.

Gur nigên xwe yên ard tê da bû di binê derî ra nîşanî wan da. Nigên wî bi rastî jî îcar wek yê diya wan sipî bû. Lema jî karikan jê bawer kirin, derî lê vekirin. Bi vekirina derî ra gur xwe çindî ser Şengê û Pengê kir, herdu jî xwarin û dûra jî dora devê xwe alast, lêxist û çû.

Danê êvarê dema bizin ji çêrê vegeriya, bala xwe dayê ku deriyê kozê vekiriye, ne Şengê û ne jî Pengê heye. Di cî da fêm kir ku ev yek karê gur e.

Rabû çû ba hesinker û serpêhatiya xwe ji serî heta dawî jê ra got. Ji bo ku ew here herdu karikên xwe xelas bike, ji hesinker xwest ku ew herdu qiloçên wê wek du şûran jê ra tûj bike.
Hesinker tavilê qiloçên bizinê wek du şûran jê ra tûj kirin.


Bizin ket rê û çû. Pirr geriya hindik geriya, dawiya dawî bala xwe dayê ku wa ye gur zikê wî li ber dev e û di bin siya darekê de pixepixa wî ye raketiye.

Bizin hêdîka çû nêzî gur bû û bi wan qiloçên xwe yên wek şûran tûj, zikê gur ji nav şeqê heta ber sîngê qelişand.

Çer zikê gur qelişî, neqelişî, Şengê û Pengê gotin meee, meee û şirp û ji zikê gur baz dan derve.

Diya wan jî dîsa weke her tim, bi dengê xwe yê xweşik kaliya û got:

-Şenga min, Penga min!

Diya we çûye zozanan

Xwariye pelên kizwanan

Şîr ketiye guhanan

Zû derî vekin

Werin danan.



*Li hin herêmên Kurdistanê ji dêlî ”Şengê û Pengê” dibêjin, ”Edlik û Bedlik” , ”Êlê Cemêlê”.

Lê dibe ku hin nav û waryantên din jî hebin.

28 mars 2011

Mişkê daristanê û mişkê malê

Dibêjin hebû tunebû, du mişkên pismamên hev hebûn. Ji wan yek li daristanê û yê din jî li bajêr, di mexzena (zêrzemiya, kîlera) maleka pir dewletî da dijiya.

Rojekê mişkê malê biryar da here serdana pismamê xwe yê daristanê, wî bibîne.

Pismamê wî di nav daristaneka mezin da, di bin koka darekê da dijiya.

Mişkê daristanê bi serdana pismamê xwe gelkî kêfxweş bû. Ji bo ku li hember pismamê xwe mişkê malê şermezar nebe çi ji destê wî hat kir, li mala wî çi hebû anî danî ber pismamê xwe.

Li ser sifrê ji givîj û tuhokan bigire, heta bi belot û bihîvan, her tişt hebû. Vexwarina li ber xwarinê jî çirek ava di qoziyeke beruyê da bû. Piştî şîvê, mişkê daristanê ji mişkê malê pirsî, got:

- Pismam, ez hêvî dikim xwarin bi dilê te bû?

Mişkê malê hinekî mizicî, got:

- Pismam, ji bo vê mîvanperweriya te mala te ava, çi ji destê te hat, te texsîr nekir. Lê heger tu rastiyê dixwazî, xwarina te ne tu xwarin bû. Erê min zanîbû halê we mişkên daristanê gelkî xerab e û tiştekî we tuneye. Lê belê hûnê hewqasî jî feqîr bin, min qet texmîn nedikir. Rojekê dema wexta te çê bû, were serdana min, wê gavê tu yê bibînî halê min çiqasî xweş e. Ji qelî bigire, heta bi penêr, ji qinê gûzan bigre, heta bi bastêq û benî û zeytûna her tiştê me heye.

Piştî vê serdana mişkê malê bi demekê, rojekê mişkê daristanê jî rabû lêxist, çû mîvaniya pismamê xwe.

Mişkê malê di mexzeneke wiha da dijiya, bi rastî jî tê da hertişt hebû, ji penêr bigire, heta bi qelî, ji qinê gûzan bigire, heta bi bastêq, rûn, mewîj, hejîr hertişt tê da hebû.

Li hember hewqas xwarinên xweş û tahm tahmî, mişkê daristanê mit û mat ma, şorik ji devê wî çû. Wek pismamê wî jê ra qal kiribû, bi rastî jî her tahm hebû.

Mişkê daristanê di jiyana xwe da tu carî xwarinên hewqas xweş nedîtibû. Ji pismamê xwe ra got:

- Heyran bawer bike, ev xwarinên hewqas xweş heta nuha min di xewna xwa da jî nedîtine! Çima tu nabêjî em di mirinê da ne bavo! Bi rastî jî kêf kêfa te ye. Hûn di ser serê xwe ra davêjin.

Mişkê malê got:

- Pismam, tiştê tu dibêjî rast e, vira gelkî baş e, xwarin li qirikê ye. Ji vî alî tu gazinek min tuneye. Lê tiştê vira yê herî xerab, dergevanekî vira yê pir zalim heye. Qet rahm û merhemet di dilê wî da tuneye. Û di ser da jî nêçîrvanekî pir baş e. Ji tirsa wî meriv newêre yek kêlîkê jî ji xwe ra serbest bigere. Ji ber vê yekê jî bira tim haya te ji te hebe.

Piştî van agahdariyan rabû sifra xwe raxist û xwarinên xweş, yeko yeko ji pismamê xwe ra li dû hev rêz kirin. Herduyan têr xwarin û vexwarin. Piştî xwarinê mişkê malê ji pismamê xwe ra got:

- Pismam, gerek em vê serdane te bi qedehek şerab pîroz bikin! Şeraba me şerabeke gelkî xweş e, dibê tu hinekî jê vexwî! Şeraba we tuneye.

Mişkê daristanê ji tirsa notirvan newêrîbû şerab vexwara. Lema jî got, na ez venaxwim. Mişkê malê herçiqas israr kir jî, lê mişkê daristanê venexwar. Ji ber vê yekê jî mişkê malê bi tenê vexwar. Piştî çend gulman serxweş bû û dest bi govendê û sitranan kir. Bi hawakî mest û bi zimanekî giran ji pismamê xwe ra got:

- Pismam, bi rastî jî li ba we jiyan mirî ye lo... Li vir jiyan pir bi xof be jî, tije kemîn û talûke bin jî lê dîsa jî xweş e, ji jiyana we çêtir e!

Mişkê malê hîn wiha dipeyivî, pisikê hema ji nişka ve xwe çindî ser kir û ew di cî da girt.

Ji ber ku mişkê daristanê ne serxweş bû, kanîbû bireviya, xwe xelas bikira. Reviya, çû xwe gîhanda qulika xwe ya di bin koka darê da. Piştî ku di qulika xwe ya tarî da rûnişt ji xwe ra got:

- Li vir erê ez di nav tunebûnê da dijîm, lê li alî din jî dergevanekî min ê ku ez jê biqutifim tuneye. Û ev serbestî û azadî jî ji qelî û penêrê bi tirs û xof gelkî xweştir e.

Tirkiye nahêle li Sûriyê jî kurd bigihîjin azadiya xwe

Li gorî nûçeya ANF-ê, kovara Awusturyayê ya nûçe û analîzan ya bi navê Unzensuriert(Bêsansor)di vê hejmara xwe ya dawî da dibêje, ji bo ku malbata Esad ji ser hukum da nekeve Tirkiye ewê hertiştî bike.


”Li Sûriyê gurûba herî mezin kurd in. Piştî tevliheviyekê kurd jî dikanin Kurdistanekê bixwazin. Hukûmet Tirkiyê naxwaze sanaryoyeke wiha bifikire jî, ji ber ku Kurdistaneke din ewê ji bo Tirkiyê bibe kabûsek.”

Ev tespîteke rast e, ji bo rejîma Esad nekeve Tirkiye nigan di bin xwe ve nake, ji Beşar Esad bêtir dixebite ku gel biser nekeve.

Û ji xwe ne nuha tenê, ji roja ku kemalîst hatine ser hukum û virda ye ji bo ku kurd li Îranê, Îraqê û Sûriyê mafên xwe yên netewî bidest nexin Tirkiyeyê çi xerabî û dijminatî ji destan hatibe kiriye û dike.

Di biserneketina tevgera Simko, Şêx Mahmûdê Berzencî da, di xerabûna Mahabadê û şoreşa Barzanî da jî rola Tirkiyê pir û pir girîng e, di şikandina van şoreşên kurdan rola Tirkiyê bi qasî ya Îran û Îraqê mezin e.


Yanî dijminatiya tirkan ya li hemberî kurdan bi Tirkiyê û Kurdistana Tirkiyê ve ne sînorkirîye, ew li dijî hemû miletê kurd in, li Sibîryayê be jî naxwazin kurd mefekî herî biçûk jî bidest xin.

Mesela di dema Sovyetê jî dîsa wan nehîşt kurd bibin xwedî statuyeke siyasî û elîfbeya wan bibe latînî.

Loma jî di mesela Sûriyê da agir ketiye hujûmete AKP-ê, gav û saetê şîretan li Beşar Esed û Qedafî dike, dibêje daxwazên gel qebûl bikin.

Tirkan, ji bo ku kurd negihîjin azadiya xwe li Îraqê piştgiriya Sedam dikrin, guh nedidan daxwazên gel û demokrasiyê û qetlîamên Seddam.

Lê nuha li hember Esad û Qeddafî siyaseteke din dimeşînin, ji wan ra dibêjin, bi gel ra li hev bikin, daxwazên gel qebûl bikin, gel nekujin.

Di herdu rewşan da jî ew şêla xwe li gorî kurdan eyar dikin, armanca wan ya esasî dibê li tu dera cîhanê kurd ji bindestiyê rizgar nebin, tim û tim wek li Tirkiyê bindest û kole bin.

Loma jî pêşbîniya nivîskarê kovara Unzensuriert rast e, nuha xewa şevan li Erdogan û berpirsiyarên tirkan heram bûye. Ditirsin ku li Sûriyê jî weke li Îraqê kurd hin mafên xwe yên netewî bidest xin û bighîjin azadiya xwe.

Îcar ji bo ku ev yek birast negere çi ji destê wan tê dikin.

Ji ber ku ew bi xwe zalim, zulimkar û diz in, lema jî naxazin zalim, zulimkar û dizin din jî ji ser hukum da bikevin.

Dema dora wan ji dîktator û dizan paqij bibe xwe tenê û bêpişt his dikin, ditirsin dor were wan jî…

27 mars 2011

Dibê em bi çavê zarokê dêmariyê li kurdên Sûriyê nenêrin

Ev demeke li Sûriyê li hemberî rejîma dîktator ya Baasê gel serî hildaye û bi qehremanî li ber xwe dide, kursiya Esed diheje.
Bêguman gelê kurd jî di van serîhildanan da roleke girîng dilîze. Ji Newrozê û virda ye kurd li dijî zulm û zorbatiya rejîmê li ber xwed didin.
Lê çapemenî û ronakbîrên kurdên bakur qe qala vê li berxwedana kurdên rojavayê Kurdistanê nakin, tenê ew di rûnê xwe da diqijilin, li gorî hêz û taqeta xwe hewil didin ku dengê xwe bigihînin cîhanê û kurdên beşên din..
Fena ku li Kurdistana Sûrî qet tevger û liberxwedan tunebe.
Ev şêla çapemeniya kurd û ronakbîrên ji beşên din(ez di serî da)yên Kurdistanê ne rast e. Kurd û Kurdistan ne tenê bakur û başûr û rojhilat e, dibê çapemenî û ronakbîrên kurdan vî beşê Kurdistanê jî bibînin û piştgiriyê bidin têkoşîn û liberxwedan wan û miameleya zarokên dêmariyê pê ra nekin.
Wê rojê dostê hêja Cankurd li ronakbîrên Kurdistanê kiribû gazî û hawar û gotibû ew hêvî dike ku ronakbîrên bakurê Kurdistanê bi nameyekê piştgiriya xwe ji bo kurdên Kurdistana Sûrî diyar bikin û cîhanê alîkariyê bixwazin.
Weke Cankurd jî gotiye, dibê em kurdên ji beşên din yê Kurdistanê û bi taybetî jî kurdê Tirkiyê ji bîr nekin ku kurdên Sûrî, ji bo biserketina şoreşên hemû perçeyên Kurdistanê gelek fedekariyên madî û menewî kirine, bi hezaran şehîd dane.
Di serîhildana kurdên bakur da(tevgera PKK-ê), kurdên Sûrî di tu warî da ji kurdên bakur kêmtir nemane.
Loma jî dibê bala me ne tenê li ser bakur û başûr be, li vî beşê welatê me jî liberxwedanek heye û dibê çapemeniyiya kurd vê xebat û serîhildana gelê xwe jî bibîne.
Weke şexs, ez gazin û rexneya Cankurd rast û bi heq dibînim û qebûl dikim ku di vî warî da min jî wezîfeya xwe baş neaniye cî.
Ji bo vê îhmalkarî û sersariya xwe ez lêboarîna xwe ji gelê xwe yê Kurdistana Sûrî dixwazim.
Û bi rastî jî çi destê siyasetmedar û ronakbîrên kurdên bakur tê dibê texsîr nekin û bikin...
Dil dixwest ku Kurdistana Federe, ronakbîr û kurdên başûr jî dengê xwe bilind bikin û piştgiriyê bidin têkoşîna kurdên Sûrî.
Dibê kurdên Sûrî bibînin ku ew ne bi tenê ne…

Min îro xatir ji hevalekî xwest

Îro şîna kurdperwerê hêja Cewher Namiq bû. Berî wefata wî li nexweşxaneyê nebû nesîb ku ez wî bibînim û xatir jî bixwazim.
Mixabin xatirxwestin ma îro, roja şînê.
Ciyê şînê li bakurê Stockholmê bû. Ez bawer dikim belkî ev 20 sal in min ew herêm nedîtibû.
Nufûsa bajarê Stockholmê milyonek û sedhezar e, lê bajar pir belav û sînorên bajêr jî pir mezin e.
Ez li başûrê bajêr dimînim, wek min got, şîn jî li bakurê bajêr bû.
Di saet û nîvekê da min xwe gîhand centrûma(merkeza)taxê.
Lê min ciyê şînê nizanîbû, loma jî min telefenî Yilmazê Licî kir. Mala camêr ava be, piştî 20 deqîqeyan hat bi erebê ez birim ciyê şînê.
Şîn pir qelebalix bû, belkî 300-400 kes hebûn.
Me bi zor li kêlek Xelîlê Zaxoyî ciyeyek ji xwe ra dît û em rûniştin.
Nas, dost û hevalên wî qala bîranînên xwe yên bi wî ra dikirin.
Di şîna kurdên soran da(çep rast ferq nake)adet e, Quran tê xwendin. Kaseteke(sedeyeke) Quranê didin ser û heta şîn belav bibe wer Quran tê xwendin.
Ne ku kes lê guhdarî dike, weke muzîkê wer li ser e.
Di vê şînê da jî eynî tişt bû.
Dibêjin ev adet ji ereban di kurdan jî geriya ye.
Tiştê ez dizanim li ba me kurdên bakur adeteke wiha tunye. Lê ku nuha li ba me jî tiştên wiha derketibin ez pê nizanim.
Dema ez li welêt bûm(1980), meriv di çûyin û rabûnê da fatîhe dixwend. Di kasêtan da xwendina Quranê nayê bîra min.
Şansê min hebû ez rastî hin hevalên xwedî erebe hatim.
Berê Xelîlê Zaxoyî got ezê te bibim li hinda metroya te deynim. Lê dû ra ez rastî Keya Îzol hatim, min ji Xelîl ra got heyra tu bi riya xwe here, bira Keya min bibe.
Axirê Keya ez birim li hinda metroya min danîm û ji wir jî ez li metroyê siwar bûm û dû ra jî otoboz û saet tam di hijdan da min xwe gîhand mal.
Dema erebeya meriv tunebe li Stockholmê meriv carnan perîşan dibe. Lê ev 30 sal in halê min ev e...
Mirin tiştekî pir ne xweş e, carnan ji nişkave tê û bi vê yekî jî bêbextiyê dike, lê dema tê jî meriv nikane destê xwe bide ber û rawestîne…
Mirin, weleh ji te nayê hezkirin...

Gurên Tirsonek

Dibêjin mala bar kiribûn, çûbûn zozanan. Kerek, dîkek û beranek li dewsa waran mabûn. Dûra kêrguyek jî çû gihîşt wan. Herçar ji xwe ra li dewsa waran, li mêrgê diçêriyan û bi hev ra rojên xweş diborandin.

Pir derbas nebû du gur bi wan hesiyan. Qerde qerde çûn nêzîkî li wan kirin, bala xwe danê ku wa ye kerek, dîkek, beranek û kêrguyek ji dinyayê bêhay ji xwe ra diçêrin û didin çindik û lotikan.

Gurekî ji yê din ra got:
- Tu li vir çavdêriyê bike, ezê herim yekî ji wan bikujim û têra xwe bixum û vegerim. Dûra tu yê jî herî yekî ji xwe ra bikujî û têr bixwî.

Hevalê wî got:
- Baş e. Lê hinkî zû bike ji bo ku dora min jî zû were. Va ye ji nuha da ji birçîna zikê min dike qurrequrr.

Gurê pêşî bi xareke mezin berê xwe da wan. Cara pêşî êrîş bir ser ker.

Dema ji par ra xwe çindî ser ker kir, ker hema serê wî kir nav rahnê (şeqa) xwe û heta jê hat givaşt.

Beran jî bi serî û qiloçan kişyayê, lêxist.

Kêrgu gava gur di vî halî da dît ji tirsan zirav qetyayî bû û baz da û bi çolê ket, berê xwe da nav waran.

Dîk qet haya wî ji tiştekî tunebû, bi nikilan bi erdê ketibû, ji xwe ra kurm dixwarin.

Dawiya dawî gur bi zor ji destê ker û berîn(beran) xelas bû. Bi lez û bez û bi halekî xerab çû xwe gîhand hevalê xwe.

Hevalê wî ji pirsî, got:
- Bira, te çawa kir? Maşalê te têr xwar?

Gurê ji mirinê xelas bûbû lê vegerand, got:
- Ma min çawa kir? Wexta ez çûm gîham wan,
Yekî serê min kir nava du goman,
Yek hate min bi du gopalan,
Yekî tirba min dikola,
Yekî jî gazî û hawar bir şênî û malan.
Li ser vê serpêhatiya gurê ji mirinê rizgarbûyî, gurê din jî tirsiya û êdî hew nêzîkî ker, berên, kêrgu û dîk nekir…

26 mars 2011

Bersîva Firat Aygun

Xortê delal, ez pir li ber ketim ku kurdek li ser navê kurdperweriyê li hemberî xebat û fedakariya bi sedhezaran însanên xwe hewqasî bêûjdan, bêmerhemet û zalim be.

Pûlisên dewleteke îşxalkar li welatê te weke dîkan li hustuyê kurdan, xweng û birayên te, siyasetmedarên te siwar dibin, wan bi erdê ra dikşnin, nahîlin li kuçe û kolanên xwe bigerin, tu pê naqeherî, pê naêşî…

Ji dêlî ku tu li hemberî vê zulma dijmin derkevî û wê protesto bikî, tu, kesên zulm û xedir lê dibin, yên bi erdê ra tên kişandin, cop dibin rexne û mahkûm dikî.
Ev ne şêla mirevekî demokrat û kurdperwer e.

Navê vê şêlê dilxwazî û hevalbendiya bi zaliman ra ye.

Ma mafê kurdan tuneye ku li bajarê xwe bimeşin û xwepêşandaneke demokratîk bikin?

Ma ne neheqîye ku hinekên xerîb werin li bajarê me weke dîkan li hustuyê însanên me siwar bin û nehêlin ew perotestoyekê bikin?

Û tu jî weke kurdekî ji dêlî ku vê hêza zalim û neheq rexne bikî, tu radibî însanên cop dibin, yên bi erdê ra tên kişandin rexne dikî…

Tu weke kurdekî kurdperwer çawa dikanî li hember însanên xwe, qewmê xwe hewqasî zalim û bêrahmet bî?

Bi sedhezaran kurd bi riyeke demokratîk ji dewletê ra dibêjin, zimanê me serbest bikin, efûyeke giştî derxin, êrîş û operasyonên leşkerî rawestînin û benda hilbijartinan daxînin.

Vana hemû jî daxwazên bi heq û rewa ne.

Îcar ez fêm nakim weke kurdekî çima tu li dijî van daxwazan î?

Û ev daxwaz çima ”ŞOV” in?

Ji bo van herçar daxwazan bi sedhezaran însan daketine kolanan. Lê tu dibêjî viya ”şov” e!
Ez qurban çima ”ŞOV” e?

Ez bi xwe bi rastî jî nizanim, lê hela ka tu ji kerema xwe ra ji min ra bibêje, ”armanca vê şovê çi ye?”

Dewlet bi rehetî mafê kurdan nade, dibêje ”yek dewlet, yek milet, yek al, yek ziman”!

Şerê çekdarî xerab e û xwepêşndan jî ”rewşa Kurdistanê tevlihev dike”, de îcar ewê çawa be?

Hela ka ji min ra bibêje, dibê BDP û KCK çi bikin?

Emê çawa û bi kîjan riyê mafên xwe ji vê dewletê bistînin?

Kerem bike, pêşniyara xwe bibêje…

Ji min ra bibêje kîjan partî, komel, hêz tiştên hîn baştir, hîn rasttir dikin ez piştgiriya wan bikim, pesnê xebata wan bidim.

Bêyî BDP-ê, du partiyên din yên kurdan hene, HAK-PAR û KADEP. Van herdu partiyan jî do bi beyanekê piştgiriya xwe dan van serîhildanên swîl.

Hemû komel, sendîka û rêxistinên meslekî û siwîl jî piştgiriyê didin van çalakiyan.
Lê dîsa ne bi dilê te ye, tu dîsa jî li dij î?

Tu dîsa jî vê çalakiyê weke ”tevliheviyê” û ”ŞOV”ê dibînî…

Baş e pêşniyara te çi ye, tu dibê bira kurd çi bikin, dest bi kîjan xebatan bikin ku ewê ji van çalakiyên BDP-ê çîtir bin?

Ji bo ku min piştgirî daye însanên xwe, siyasetmedar, kal û pîrên bi erdê ra tên kişandin û cop dibin, weke ku min qebehet û rûreşiyeke mezin kiribe, te gotiye ”heyf mamoste heyef…!”

Çima ”heyf” ji bo min ezbenî?

Ez li hemberî zulm û terora dewletê bêdeng nemame, min pesnê zaliman û neyarê gelê xwe nedaye ku ji bo min ”heyf” be û ez şerm bikim….

Di nivîsa xwe da ez li dijî teror û zulma dewletê derketime, min pesnê jin û mêrên kurd yên bi mêranî li ber xwe didin daye.

Di vê şêlê min da tu tiştekî şaş ku ez ji ber fedî bikim tuneye, esasa kesên ku li ser navê kurdayetiyê li hember vê zulma dewletê bêdeng dimînin dibê fedî bikin û gelek ”heyf” ji bo wan…

Qijika çelziman û kortela bêziman

Dibêjin hebû tunebû, qijikek û kortelek hebûn. Li daristanê hêlînên herduyan jî li kêlek hev bûn.
Rojekê qijikê ji kortelê ra got:
- Em herdu jî bi zimanekî din nizanin, were em herin ji xwe ra fêrî zimanê însanan bibin. Çaxa em zimanê wan fêr bibin, emê bikanibin li wan guhdarî bikin û bizanibin hela ka di heqê me da çi dibêjin û çi difikirin?
Gotin baş e û dûra jî fir dan xwe û bi hewa ketin, ji bo ku herin zimanê însanan fêr bibin.
Daristana qijik û kortel lê dijiyan gelkî dûrî gund û bajaran bû. Qijik û kortel pir firiyan, hindik firiyan, dawiya dawî rastî riyeke mezin hatin. Ji hev ra gotin:
- Weleh ji vir baştir cî tuneye, emê li vir xwe veşêrin û li rêwiyên diherin û tên guhdarî bikin. Bi vî hawî emê zimanê wan zû fêr bibin.
Li kêleka rê tenê du dar hebûn. Yek dara beruyê û ya din jî dara tuhokê bû. Dara beruyê mezin bû, şax û guliyên wê dirêj û pelên wê jî mezin bûn.
Ji ber vê yekê jî siya wê pir û honik bû. Lê dara tuhokê ne wek dara beruyê bû; ew biçûk bû. Pelên wê hûrik û siya wê jî hindik bû. Guliyên wê jî hemû bi stirî bûn û stiriyên wê jî wek serê derziyê tûj bûn.
Qijikê bi zanetî got pirr û çû li ser dara tuhokê venişt. Ji kortelê ra jî tenê dara beruyê ma. Wê jî ji mecbûrî çû li ser dara beruyê danî. Li ser darê lûsiya, ma li hêviya ku karwanek ji wir derbas bibe û ew jî li însanan guhdarî bike û bi vî hawî jî zimanê însên fêr bibe.
Ji ber ku siya dara beruyê pir û honik bû, lema jî piştî demeke kurt xewa kortelê hat û raket.
Lê ji ber ku dara tuhokê hemû stirî bû, loma jî qijik nikanîbû raketa, hergava ku ew xulmaş dibû, histiriyên darê di laşê wê ra diçû û xewa wê diherimî.

Piştî demekê karwanek hat û di ber daran ra bihurî. Ji ber ku qijik şiyar bû, lema jî rêwiyan çi gotin û çi peyivîn qijikê baş lê guhdarî kir û ji ber kir.
Gava karwan baş bi dûr ket, qijikê ban kortelê kir, got hela were ka tu zimanê însên çiqasî fêr bûyî.
Kortel bi dengê qijikê ra ji xew şiyar bû, hew carê bala xwe dayê tew karwan ji zû da derbas bûye, tenê kuriyekî biçûk li dû kêrwîn/karwên ma ye. Xwediyê wî dibêje “kurrr, kurrr” û ban wî dike.
Kortelê got:

- Wele ez gotina “kurrr, kurrr tenê fêr bûm, min tiştekî din nebihîst.
Qijik û kortel rabûn firiyan û berê xwe dan hêlînên xwe.
Ji alîkî da difiriyan û ji alîkî da jî gotinên ku ji kêrwîn fêr bûbûn ji hev ra digotin.
Qijikê bala xwe dayê bi rastî jî kortel tenê gotina “kurrr, kurrr” fêr bûye. Ji ber ku ew raketibû.
Lê qijik raneketibû, ji ber ku stiriyên dara tuhokê nehîştibû ew rakeve. Loma jî qijikê baş li kêrwîn guhdarî kiribû û hemû gotinên wan ji ber kiribû.
Qijikê hinekî bi qurretî û hinekî jî bi pozbilindî ji kortelê ra got:
- Hûşşş, hûşşş… qîjjj, qîjjj, req, req, req, kurrrr, kurrr, req, req, req…bala xwe bidê ez çi qasî fêr bûme.
Kortelê jî heq da qijikê û got bi rastî jî tu çelziman î.
A ji ber vê yekêye însan hîn û hîn jî ji wan ra dibêjin, qijika çelziman û kortela bêziman.

Gelê kurd bi vê liberxwedana we serbilind e

Parlamenterê Êlihê(Batmanê) Bengî Yildiz, li ser daxwaza ji ber ku wî kevir avêtiye ji pûlisan da, dibê îmûnîteya(miafiyeta) wî ya parlamenteriyê jê were stendin û were mahkimekin gotiye, ”Îmûnîteyê(dokunulmazlixê)rakin, emê ji keviravêtinê mahkime bibin û hûnê jî ji diziyê…
Bi rastî jî Bengî Yildiz pir xweş gotiye. Sûcû mebûsên kurdan yê herî mezin keviravêtin û şîrmaqlêdana pûlisan e.
Lê yên din bi piranî diz, sextekar, çete û qatil in.
Hemû parlamenterên BDP-ê baş li ber xwe didin, tiştên baş dibêjin.
Lê gotinên Bengî Yildiz û Sabahat Tuncerê, "min ew şîrmaq li zîhnîyeta dewletê xist", pir xweş û dîrokî ne.
Parlamenterên BDP-ê serbilindiya miletê kurd in. Bi kişandina wan ya bi erdê ra dewlet, miletê kurd bi erdê ra dikşîne, heyfa sîleya xwe ji kurdan digre.
Her kurdê bi xîret, bi ûjdan dibê vê heqareta li hember parlamenterên kurd wek heqareta li hember xwe û tevayiya miletê kurd qebûl bike.
Kêm însan vê fedekariyê dike.
Ez bi xwe dema van risman dibînin ezabekî ûjdanî dikişînim û loma jî dixwazim weke însan û kurdekî wacib û wezîfeya xwe bînim cî, bi qasî ku ez kanim titştekî bikim.
Ji bo ku meriv vê fedekjariyê bike dibê meriv pir bi xîret, pir bawermend û pir fedekar be.
Ji ber vê mêranî, fedekarî û li berxwedana wan, ez we hemû siyasetmedar û parlamenterên KCK-ê û BDP-ê pîroz dikim û giramî û hurmeta xwe pêşkêşî we dikim.
Ji bo vê berxwedana wan mala wan ava...
Li cîhanê tu hêza ku kanibe vê îradeya ji polayê bişkîne tuneye.
Ez bawer dikim ev gel, ev liberxwedan ewê vê dewleta faşîst tarûmar bike...
Êrîşkariya wan ji ber zeîfî û tirsê ye, ew ditirsin, dizanin ku umrê dûzana wan hindik maye, loma jî bi rengekî nemirovane nûnerên miletê kurd bi erdî ra dikşînin, wan cop dikin…
Ev ji bo dewleta tirk jî rûreşiyeke mezin e, meriv vê heqaretê û zulmê li nûner û mebûsên miletekî nake…

Ev serîhildan ewê li Tirkiyê jî biserkeve

Min jî çend caran gotina ”bêîtîatî” bikaranî lê kêfa min qet ji vê gotinê ra nayê. Ji ber ku bilêvkirina wê zahmet e.
Dibê kesên zimanzan ji dêlî vê gotinê ve gotineke kurdî bibînin.
”Îtîat/Îtaat” gotineke erebî ye û tê maneya hereketkirina li gor emir, hustuxwarkirin û bicîanîna emir e.
Yanî bicîanîna emir ya bê qeyd û şert e, emir çi be dibê meriv wer bike. Wek sîstema artêşê, qumandar çi emrî bide, kesên di bin wî ra wî emrî bêyî qeyd û şert bicî tînin.
Îcar bi dîtina min di dewsa ”bêîtaatiyê” da meriv dikane bibêje ”serhişkiya siwîl ya jî serhildana siwîl !”
Ya jî kesên zimanzan bira tiştekî hîn rasttir bibêjin.
Lê di vê nivîsê da ezê ”Serhildana Siwîl” bikar bînim.
Bi dîtina min ev tevgera BDP û KCK-ê du roj berê dan destpêkirin rast e û dibê hemû kurd piştgiryê bidinê, xurttir û berfirehtir bikin.
Ev serîhildanên siwîl li her derê biserketin û li Tirkiyê jî ewê biserkeve.
Lê heger hinek bibêjin ev ne rast e, ev kêm e, ya jî ji ber ku di bin emrê filan kesî û filan hêzê da ye û loma jî em beşdar nabin, wê demê dibê ew kes û hêz, tiştên ji vê tevgerê hîn baştir bikin.
Kesî rê li ber kesî negirtiye, çi ji destê kê tê, fermo bira bikin.
Lê tiştek heye, bi dîtina min di van çalakiyan da meriv çuqasî ji siyset û sembolên gurûbî û partîtiyê dûrkeve û tevgerê bike meseleyeke netewî ji bo derve jî û ji bo hundur jî ewê baştir û bitesîrtir be.
Yanî dibê meriv tevgerê fireh bigre û neke kar û tevgera partiyekê û şîar û sembol û sloganên wê dernexe pêş.
Bandrol, risim, slogan, daxwaz û hemû sembolên din dibê d çarçeweya van herçar daxwazan da bin.
Çarçeweyeke wiha ewê tevgerê xurttir bike.
Loma jî jî dibê meriv hewil bide hemû rêxistin, komele, baro, sendîkayên meslekî û hemû şexsiyetên kurd yên meşhûr bikşîne nava vê xebatê.
Mesela heger meriv kanibe, dibê meriv YAŞAR KEMAL, BEŞîKÇÎ û kesên weke wan jî ji bo rojekê be jî bikşîne nava vê liberxwedanê....

25 mars 2011

Dibê her kurd piştgiriyê bide tevgere bêîtîatiya sivîl

Ji do da ye ez difikirim, ji xwe ra dibêjim, gelo ji bo çi HAK-PAR, KADEP, TEVKURD, komel û rêxistinên din yên kurdan piştgiriyê nadin çalakiya BDP-ê û KCD-ê ku j ido da ye li Diyarbekrê dane destpêkirin.
Di normaê da dibê ev rêxistin ji serî da tevî vë çalakiya nerazîbûnê, vê tevgera temokratîk bibûna.
Lê li gorî xebera AKnews-ê, HAK-PAR û KADEP-ê îro diyarkirine ku ew jï piştgiriyê didin vê xwepêşandana rewa.
Serokê HAK-PAR-ê Bayram Bozyel gotiye, ew jj^di digel daxwazên BDP-ê û KCK-ë ne.
Cîgırê Serokê Giştî yê KADEP-ê Yûksel Avşar jî gotiye, “Çalakiyên bi vî rengî yên kurdan yên ku şîdetê li xwe nagirin û bo ragihandina daxwazên kurdan tên kirin, rewa ne.”
Beşdariya HAK-PAR û KADEP-ê pêşketineke baş e û dibê hemû ronakbîr, nivîskar û partî û rêxistinên kurdan yên din jî beşdar bibin.
Dibê ne li Amed û Batmanê tenê, li her bajarê ku hêza kurdan lê heye Çadirên ”Çareseriya Demokratîk” werin vegirtin.
Ez gelkî këfxweş bûm nuha gava min xwend ku li bajarê min Wêranşarê jî ”Çadira ”Çareseriya Demokratîk” hatiye vegirtin.
Beşdarî çuqasî zêde û berfireh be hewqasî baş e, dibê bi sedhezaran, bi milyonan kurd tevî vê tevgerê bibin û hêdî ïtîrazî sîstema û îdareya berë bikin.
Yanî serî li hemberî qanûnên nîjadperest rakin, li her derê bi kurdî bipeyivin.
Ev riyeke rast û pir jî bi hêz e.
Heger kurd di vê riyê da israr bikin ewê biserkevin, tu hêz nikane wan rawestîne.
Ji ber ku ne tevgereke çekdar e, loma jî dewlet nikane bibêje ”teror” û zor û şïdetê jî bikar bîne, bikar bïne jî ewë li zirarê derkeve.
Wek min di nivïsa xwe ya do da jî got, dibê kurd zorê bidin parlamenterên AKP-ê yên kurd, alîkarî û piştgiriyê ji wan jî bixwazin.
Serkeftin ya me ye, ji ber ku em bi heq û ew neheq in; ji ber ku ew zalim û me mezlûm in…

24 mars 2011

Mirin çavê te kor be!

Cenazeyê serokê pêşî yê Parlamentoya Herêma Kurdistanê û sekreterê Polîtburoya PDK-ê yê berê Cewher Namiq Salim, vê sibehê ji Stockholmê rêkirin Hewlêrê.

Li gorî çapemenî dinivîse cenaze gihîştiye Hewlêrê û bi merasimeke resmî hatiye rakirin.

Piştî wefata Cewher Namiq, seokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, serokwezîr Berhem Salih, Celal Talabanî, serokê Meclîsê û gelek siyasetmedar û berpirsiyarên hukûmetê û hizban di heqê Cewher Namiq da tiştên pir baş gotin, gelkî pesnên wî û xebata wî dan.

Serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî telefonî Stockholmê ciyê şînê kir û ji dost û hevalên Cewher Namiq yên li vir ra sersaxî xwest û got, ewê cenaze bi balafireke xusîsî bibin Kurdistanê.

Bêguman vana hemû delîlên wefadariyê û tiştên şayanî teqdîrê ne. Her wisa tiştên li ser jiyan, şexsiyet û xabata wî hatin gotin jî meriv kêfxweş dike.

Ji ber ku bi rastî jî Cewher Namik kurdperwerekî nefsbiçûk û siyasetmedarekî gelkî hêja bû.

Lê ez meraq dikim, gelo dema Cewher Namik nexweş bû û ketibû nexweşxanê, wê demê jî van dost û hevalên wî lê pirsîn, telefonî wî kirin, çûn serdana wî y ana?

Ev gelkî girîng e.

Helbet li cenaze xwedî derketin baş e, lê dibê hevaltî, dostî, wefadarî, qedirşînasî ne tenê piştî mirinê were nîşandan, dibê berî mirinê jî meriv eynî tiştî bike.

Heta dostî, hevaltî, wefadariya berî mirinê ji ya piştî mirinê girîngtir e, dibê însan bi çavên serê xwe bibîne ku keda meriv nebûye keda bersîs û bi avê da neçûye.

Dema ez van gotinan dibêjim ne ku haya min tiştekî heye û dibêjiim hevalên wî lê nepirsîne û pê ra bêwefayî kirine…

Ez wiha nabêjim ji ber ku nizanim.

Ez tenê dibêjim, ez hêvî dikim ku wiha nebûbe, dost û hevalên wî yên rojên teng û giran, yên sengeran berî mirinê jî lêpirsî bin û wezîfeyên xwe anîbin cî.

Ji ber ku ez dizanim ev çend sal bûn Cewher Namik ji PDK-ê dûr ketibû. Îcar nabêna wî û hevalên wî yên berê çawa bû ez baş nizanim.

Ez hêvî dikim ku Cewher Namik dilşikestî û bi kul û derd çavên xwe li jiyanê negirtibe...
Gelê kurd ewladekî xwe yê hêja, siyasetmedar û kurdperwerekî giranbuha wenda kir, bira serê din serê gelê kurd sax be û gorra wî buhşt be.

Berê ji wezîfê digirtin û nuha dixin hundurDewletê berê dema dixwest siyasetmearekî kurd ji ber xwe da bixîne, bi zor ji wezîfê digirt, nuha davêje zindanê....

Diyar e "çareseriya demokratîk" ya AKP-ê ev e.

Raportorê Konseya Ewrûpayê Van Staa, di minaqeşeya bi parlamenterên tirk ra tespîteke pir rast kiriye, gotiye, ” Îthama kesên girtî bi terorîstiyê ne rast e, berê ji wezîfeya xwe dihatin girtin, nuha davêjin hundur. Ji ber ku ev metot hîn hêsantir çavan boyax dike."

Bi rastî jî wiha ye. AKP, ji bo ku tevgera kurd ya netewî bişkîne nûnerên kurdan bi kîtleyî davêjin hundur.

Li dora 1500 siyasetmedarên kurd nuha di hundur ne. Tu sebebekî cidî yê girtina wan tuneye, zor e, çavbirîn e, bêhuqîqî û bêedaletî ye.

Ji kurdan ra dibêjin dernekevin serê çiya, şer nekin.

Lê nahêlin kurd siyasetê jî bikin. Dema kurd siyasetê dikin, çirt, pirt bahneyekê li hev radigrin û kurdan davêjin zîndanê.

Tiştê ev dewlet dike êdî hew tê tahamul dkirin, dibê em weke milet vê zulmê qebûl nekin û bi xurtî li dij derkevin....

PARVE BIKE