Dibêjin rojekê kêrgu (korgî) hemû li hev civiyan û kul û derdên xwe ji hev ra gotin.
Piştî ku gişa, yeko yeko qala derdê û kulên xwe kirin, kêrguyekî kal got:
-Hûn zanin, ev halê me ne tu hal e, her kes zulmê û neheqiyê li me dike. Kûçik bera me didin. Însan nêçîra me dikin, me dikujin. Şêr, piling, gur, çeqel û keftar dixwin(dixun).
Ji tirsa wan em newêrin ji qulikên xwe derkevin. Ev jî ne bes e, heta bigihîje qertel, baz û qijik jî rehetiyê nadin me, ew jî ji sibê hetanî êvarî wer li ser pişta me ne, nêçîra me dikin.
Lema jî jiyaneke wiha zehmet, bi tirs û bi xof ne hêja ye ku em bijîn. Ya çêtir ew e em giş xwe bikujin û rojekê berî rojekê xwe ji vî ezabê jiyanê xelas bikin...
Gişan got weleh tu rast dibêjî, em bimrin ji vî halî, ji vê jiîna mişt tirs çêtir e.
Û dûra jî hemû bi hev ra rabûn, berê xwe dan gola herî nêzîk, ji bo ku xwe bavêjin ji golê da, hemû xwe di golê da bifetisînin, bi hev ra întîxar bikin.
Dema bi sedan, bi hezaran kêrgu pêl bi pêl nêzî perava golê bûn, gelek beqên li wir xwe dabûn ber tavê pirr tirsiyan, ji tirsan zû zûka xwe gişa avêtin ji nav golê da.
Bi wê çelpîn û vizîna wan ra çelqîniyeke mezin ket golê û av şolîn bû.
Li ser vê bêziravî û tirsa beqan, kêrguyê kal dabû pêşîya hemûyan, ji nişka ve sekinî û bi dengekî bilind got:
- Hela rawestin, hela rawestin! Ez bawer dikim êdî ne hewceye em xwe bikujin. Çimkî va ye yên ji me rebentir jî hene. Heta nuha min wer bawer dikir li vê cîhanê her kes ji me xurttir e, her kes ji me wêrektir e. Lê va ye yên ji me tirsonektir jî hene. Ka werin em şikiriya xwe bi halê xwe bînin û wek beq bawer dikin, em cesûr û xurt bin û baweriya xwe bi xwe bînin. Em xelasiyê ne di mirinê da, di jiyan û berxwedanê da bibînin.
Li ser van gotinên kêrguyê kal, kêrguyan xwe navêtin nav golê û nefetisandin. Hemû bi bîr û baweriyeke hîn xurttir bi paş da vegeriyan malên xwe.
Ji bo wê jî kêrgu îro li cîhanê hene, heger wê rojê gişan bi hev ra xwe bikuşta, nuha kêrgu tunebûn. Lê jîrîtiya kêrguyê kal nehîşt kêrgu qir bibin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar