Ne di kurdî tenê da, di her her zimanî da ev yek wiha ye, însan ji nivîsên kin û mîzahî, pêkenînên rojane hez dikin.
Demakê, heta orta salên 1990-î di rojnameya Armancê da min pêkenîn tim dinivîsî. Dûra di sala 1998-an da li Swêdê di navan weşanên APEC-ê da kitêmeke min jî bi navê ”Hindik-Rindik” derket.
Yanî ji zaroktiyê da ye nabêna min û henekan , pêkenînan tu carî xera nebûye, min tim xwendiye, takîb kiriye û carnan jî dema besta min lê hatiye min nivîsîye.
Heta nuha di vî quncikî da jî min çend caran tiştên wiha nivîsîn.
Do êvarî jî min çend pêkenînên tevlihev nivîsîn.
Ez ji şiroveyan fêm dikim ku ji wan hatiye hezkirin.
Bêguman dema ji nivîseke meirv were hezkirin kêfa meriv tê, dilê meriv şa dibe û meriv li nivîsîsandinê bêtir germ dibe.
Paytext Erzingan, di şiroveya xwe da dibêje, kêfa bavê wî gelkî ji pêkenîna bi navê ”medya tirk” ra hetiye, pir keniyaya û gotiye, lawo hela careke din ji min ra bixweîne.
Li ser bextê Paytext Erzinganê be, dibêje kêfa bavê wî ne tenê ji nivîs û pêkenînên min ra, lê ji sivikiya zimanê min ra jî tê.
Weke nivîskar helbet ne mimkûn e ku kêfa meriv ji van gotinan ra neyê.
Ji bo ku xort û kalekî kurd nivîsên min dixwînin û kêfa wan jê ra tê helbet ez kêfxweş dibim.
Pesin tim şîrîn e, kêfa meriv tîne, lê di eynî wextê da dikane meriv ji se rê da jî bixîne, meriv qure bike.
Loma jî ez bixwe ji pesnên zêde û mezinkirinê hez nakim, tim xwe jê kef dikikim.
Lê li alî din bi hemû zanîn û hêza xwe hewil didim ku zimanê min sade, fesîh û hêsa be.
Ne weke porê dînan be.
Neşibe pangekî, ya jî dîwarî hewqekê, dibê ne çeloxwarî be.
Gotin, dibê hemû fena kevirên şehkirî rast û lihevhatî bin, cumle dibê weke dîwarê bedenekê saxlem û qewî bin.
Ji bo ku zimanê min wiha be çi ji dest min tê ez dikim.
Ez dixebitim ku zimanê min weke fêkiyê ”ekolojîk” be, bê hormon û bê kimyasal be, tertemîz be, zimanê gel be û serê kesî neêşîne.
Loma jî dema hin kes jê hez bikin normal e.
Ji bo ku bavê Paytext Erzingan, ji pêkenînan hez kiriye, ji bo xatirê wî ez îşev jî çend heban pêşkêşî we xwendevanan dikim.
Pîvan
Li Diyarbekrê jinikê ji şufêrê texsiyê pirsî, got:
-Tu yê heta Deriyê Mêrdînê min bi çuqasî bibî?
Şufêr got:
-Bi sed hezarî.
-Baş e le ku mêrê min jî bi min ra were?
Şufêr got
-Ferq nake, dîsa sed hezar e.
Li ser vê bersîva şufêr, jinikê berê xwe da mêrê xwe û jê ra got:
-Binêr, belasebeb min ji te ra nedigot tu pênc peran nakî, a wa ye ji bo suwarbûna te qurişekî jî nastîne!
Bêsebrî sofî

Sofî ji xwe ra jinbiyek dîtiû û dikira pê ra bizewiciya. Nas û dost li dorê kom bûbûn û pê ra ketibûn laqirdiyan.
Sofî gelkî bê sebir bû, bawer nedikir ku ewê bibe êvar û here xwe bigihîne bûkê. Loma jî gav û seetê tim ji der û dora xwa dipirsî, digot:
-Ma hîn êvar pir maye lo?
Û yên li dorê jî ji heramî tim digotin, erê hîn pir maye. Ma hîn tu li ku êvar li ku?
Carek, du car, sê car sofî êdî hew xwe ragirt, bi bêsebriyek mezin got:
-Lawo heger îro bû êvar ezê van simêlên xwe ji kok da kur bikim! Îro ji şansê min ra roj naçe ava...
Derya Siwîsrê û Edaleta Tirkiyê

Serokwezîrê Tirkiyê Tayyip Erdogan, ji bo hin hevdîtinan çûbû Siwîsreyê(Îswîçreyê). Serokwezîrê Siwîsrê, wezîrên xwe bi Erdogan dida naskirin, dibêje:
“Birêz Erdogan, ev wezîrê me yê tîcaretê ye, ev wezîrê me yê gumrikê ye, ev wezîrê me yê perwerdê ye, ev jî wezîrê me yê deryayê ye.”
Li ser vê teqdîma serokwezîrê swîsreyê, Erdogan bi uslûbeke ji xwe bawer û bi devlikenî dibêje:
“Çawa dibe, li welatê we derya tuneye ku wezîrê we yê deryayê hebe?
Li ser vê, srokwezîrê Siwîsreyê jî dibêje:
“Serokwezîrê min ê ezîz, li ba we jî edalet tuneye lê belê wezîrê edaletê heye...
Piştî vê bersîvê Erdogan dibe weke pisika şîr birjîne, devê xwe digre û li ser dêla xwe dikeve...

Spas xalo,
SvaraRaderaPêkenînên te mirov sermest dikin wellahî. Ê xalo, heger ev huner di te da heye, tu chima me rebenên xwedê jê bê par dihêlî? Qet nebu xalo, qet nebu.
Bi peyva îmankî be xalo, însanên îro pir bîhnteng in, wekî berê ken-men nemaye dibêjin. Dibêjin berê însanan gelek qîmet didane henekan. Êdî îro her tisht buye lastîk, henek jî hatine chêkirin u qet tamên xwe tunin. Lê yên kal u bavan di nav sedan salan ra hatine parzun kirin u gêhîshtine îro. Loma jî pir xwesh in, wekî hingiv in.
Spas jibo ku te kenandine xalo :-))).
Silav u hurmet
Zarayê Kurdîjen
Sipas ji bo te jî birayê Zarayê Kurdîjen.
SvaraRaderaMadem pêkenîn bi dilê we ne, wê demê carcarnan ezê we ji wan bêpar nehêlim
Gellek spas xalê delal
SvaraRaderaZimanê te gellek fesîh û xweşe. Xalo ne ku tu li herêma meyî, hevalê dinan jî li fesîhbuna zimanê te pir kêfxweşin. Ew pêkenok ji, di nava sifrê da dibin wek gulê û çiçeka.
Silaf û rêz.
Xwarzîyê teyê REHAWÎ xalo carna nivîsê min jî di gazetekurd' dê da derdikevin. Bi navê Adem Murteza.
bimîn di xwer û xweşyê de.
Xalo,
SvaraRaderaTu rast dibêjî, tishtê hindik u rindik hertim bash dibe. Va ye îcar em hindik u rindikên te jî dibînin. Riya te riyeke rast u rindik e xalo. Ez li hêviyê me ha xalo :-).
Lê ez herweha helwesta birêz REHAWÎ qet fam nakim. Va ye em dibêjin divê kurd dev ji zimanê bêbav u xwînmîjan tirkî berdin, yanî hema tu bêje em xwe didirînin, ew ne bes e, îcar birêz REHAWÎ di vê kuncikê da dibêje ha va ye navnîshana malpera me. Welle ez nizanim ku chi bêjim. Divê mirov ji xwe hinekî fedî bike. Hurmetê li hemberî merivê nemir u zanayê xelkê kurd Saîdê Kurd nîshan bide. Sherme u sherme u shermeeeee!
Silavên germ
Zarayê Kurdîjen
Apo,
SvaraRaderaHi, welle jî bîlle jî tu charoxa min davêjî ber dêrî. Ev chi pêkenîn in xalo, wîîî. Aha bi navê kalikan kim ku ez teslîm didim yaw. Te dît êdî qîmeta min pênc qurush nake. Hey tifuuu li shansê min. Xalo de were em jî ashtiyeke pismamtî chêbikin wekî Demoxratîk Cîmriyet :-). Xalo wellehî ez ê ji grubên sayin bashqan Evdille Pasha bêtir gruban bishînim ber nîgê te weyyy.
Ê cîgerim REHAWÎ, aniha ya te bu chi? Binêre shekerim, di vê kuncikê da afîsha shorbeya zimanê tirkên dolheram kirin, tu min paxdon bike, weke daholvanê bê zirne ye dînime kîtabîme.
De silav milav
Beranê Meletiyê