31 maj 2008

Kurd çima ji hev hez nakin?

Bi riya grûba dîwanxaneyê ”diwanxane googlegroups” min do nivîseke gelkî balkêş xwend. Nivîs ya Xelîl Surûcî ye. Yanî heger ji Surûcê be, wê demê em hemşeriyên hev in. Çimkî ez jî Wêranşarî me. Ez gelkî kêfxweş dibim dema ji me ruhayiyan jî hin kesên “biaqil” derdikevin.

Di nivîsa xwe da Xelîl Surûcî, qala çavdêrî/muşahadeyên hevalekî xwe yên Kurdistana Federe dike. Xelîl bi xwe neçûya Kurdistana azad, lê hevalekî wî gelek caran çûye û hatiye û jê ra qala hin întîba û dîtinên xwe yên ser kurdên başûr kiriye. Xelî jî van muşahade, întîba û dîtinên xwe hevalê xwe di nivîsa xwe da di 6 nuxteyan da top kiriye.

Ez jî dixwazim di vê nivîsa xwe da, we jî ji van dîtinên kurdekî bakur yên derbarê kurdên başûr da aghadar bikim.

Hevalê Xelîl Surûcî gotiye:
1- Em kurdên bakur dema diçin wir, di serê me de ferqa Talebanî-Berzanî tuneye. Llê wexta tu diçî wir, tu mecbûrî xwe nêzikî aliyekî bikî û te xwe nêzikî kîjan alî kir, êdî aliyê din nema silavê didin te.
2- Wexta tu bi wan re li ser tiştekî dipeyîvî, li ser projakê, li ser karekî, eleqe nîşan didin, sozan didin û dibêjin “be ser çaw!”. Heger wan got “be ser çaw!”, wer zanibe ku derew e, nake, nade, naçe..te fehm kir?
3- Gelek hevalê min hebûn li Ewropa karsaz bû , dewlemend bûn, welatperwerê xas bûn, bi eşq, bi evîn hatin Kurdistanê şuxul kirin, aniha hemûyan îflas kirye. Nikanin perê xwe bistînin. Kurdên başûr cûdatîyê dixin navbera xwe û ên ji bakur hatine. Kurdên bakur ji xwe hesab nakin. Ferq û cudatiyeke barîz heye.
4- di mesela jinê de, tê bêjî qey hîç di jiyana xwe de jin nedîne. Di wî warî de pir birçî ne. Hevalên min ên jin di vê mijarê da gelek gazin min kirin. Radibin ji bo namûsê jinên xwe dikujin, heger namûs heye, manûsa xelkê gişî heye, namûsa jinên ku tên seredana başûr jî heye., ne wisa?
5- Tu diçî wir, hunermendên bakur nas nakin, hema hemû stranbêjên tirk nas dikin, guhdarî dikin. Telewizyonên tirkan pirtir tamaşe dikin. Li kuçe û kolanên wan pirtir dengê muzîka erebî û tirkî tê.
6- Ji aliyê paqijiyê de pir qels in. Li her derê gemarê ro dikin. Di xwarinên xwe de paqijiyê berçav nagrin. Helbet ne hemû, lê piranî wisa ne. Devê xwe vedikin û her “axa bi xwîna şehîda hatî avdan” dibêjin, yaw madem ew ax pîroz e, wê qirêj neke, qîmetê zanibe, daran biçîne..
7-Û ya herî dawî tiralî. Pir pir pir tiral in. Sibê heta êvarê zilamên 40-50 salî li qehwexanan, li ber deriyan rûdinin tizbîyê dikşînin, karekî nakin. Hukumet lazime alîkariya wan kesan neke, ew qas tiştên ku bikin hene, lê ew wisa ji xwe betal betal rûdinin…….”

Min heta nuha gelek caran di heqê kurdên başûr da, bi devikî jî dîtinên bi vî rengî bihîstiye. Yanî diyar e ev çavdêrî û rexne ne buhtan in, kêm zêde bingeheke wan ya rastiyê heye.

Bi taybetî jî tiralî û heyraniya kurdên başûr ya tirkan, ya muzîk û zimanê tirkan gelkî kûr û meşhûr e.

Bi qasî ku filistînî ji cuhuyan nefret dikin, tirk jî bi wê dereceyê ji hemû kurdan nefret dikin. Heger mimkûn be û ji destê miletê tirk were(ne dewlet tenê, milet jî)ewê hemû kurdan li derekê kom bikin û bişewitinîn, ewê hewil bidin ku yek kurd li cîhanê nemîne.

Lê bi qasî ku tirk ji kurdan nefret dikin, kurdên başûr jî di wê dereceyê da ji wan hez dikin û heyranê wan in.

Û lema jî tirk zêde şayişê ji kurdên başûr naikin, çimkî mêrikan dizanin ku ew îdolê kurdên başûr in.

Helbet ev rewş di nava milet da ji xwe ber çênebûye, dîrokek vê heyraniyê heye, îdeolojî, siyaset û felsefeyek li pişt vê heyraniya tirkan û jixwenehesibandina kurdê bakur heye.

Mesûd Barzanî ne tê da, ji sedî 99 kadirên kurdan yên din, Talabanî û Nîçîrvan Barzanî jî di nav da kurdên bakur wek beşekî miletê xwe nabînin û siyaseteke li gor wê nameşînin, ji bo ku dewleta tirk dostaniya wan qebûl bike amedene silava xwe jî ji ser kurdên bakur bibirin.

Tirk vê zeafa siyasetmedarên kurdên başûr dibîne û loma jî zixtên xwe roj bi roj zêde dikin, dixwazin ew rahîjin çekên xwe û bi wan ra mil bi mil, li dijî kurdên bakur şer bikin.

Yê heta nuha li hember vê daxwaza tirkan rawestiyaye tenê Mesûd Barzanî ye. Loma jî Tirk bi qasî ku ji Mesûd Barzanî nefret dikin, ji tu serokekî kurdan yên din nefret nakin, loma jî dixwazin wî ji ber xwe da bixînin. Loma jî tirk, Mesûd Barzanî li hember xwe wek kelemekê dibînin.

Îcar wek ku dibêjin, xeta xwar ji gayê pîr da ye, ev dîtina milet jî ji siyaseta partiyên kurdan da ye, wan milet wiha perwerde kirine, ji ber vê siyaseta wan ya ne netewî kurdên başûr li hember kurdên bakur sar in û wan ji xwe nabînin.
Yanî masî ji serî genî dibe…

29 maj 2008

Di nava DTP-ê da tiştên xêrê nabin

Di rojnameya Sabahê da Mahmut Ovur di nivîsa xwe ya îro(29/5) da qala civîna Heyeta Birêvebir ya DTP-ê ya 2 roj berê dike.

Li gor Ovur dinivîse, di wê civînê da li ser hin tiştên pir girîng hatiye peyivîn û şerê di nabêna Ahmet Turk û Emîne Ayna-yê vekirîtir da rû daye û gurrtir bûye. Van mineqaşeyên di nabêna Turk û Ayna-yê da li der û dorê jî belav bûye û çûye ketiye guhê Ovur jî.

Ovur dibêje, mijara civînê axaftina Ahmet Turk ya li Kurdistana Federe bûye. Turk, di civînê da gotinên xwe ”şerê çekdarî zirarê dide kurdan” parastiye û vê yekê jî dijayetiya heyî gurrtir kiriye.

Wek tê zanîn di nivîsa xwe ya 27-ê mehê da ez li ser îstîfa Ahmet Turk rawestiyabûm û min gotibû:

” Ev îşareta destpêka gelşekê ye, meriv hêvî dike ku di rojên pêş da ev gelş mezintir nebe û nebe sebebê perçebûnê.”

Diyar e texmîna min ji bin da ne bêbingeh e, di nava DTP-ê da micadele û dijayetiyeke mezin heye. Û ev dijayetî jî di nabêna yên bi temamî, sedî sed bi gotina Ocalan dikin û yên sedî sed bi gotin û emrê Ocalan nakin da ye.

Bêguman di vî şerî da jî wek hertim ewê dîsa hevalbend û berdevkên Ocalan biserkevin.

Kî emir û dîrektîfên Ocalan bicih neyne ewê tasfiye bibe. Herkes vê yekê wek navê xwe dizane.

Li gor Ovur dinivîse, di civînê da Ahmet Turk gotiye:

”Bêhemdî ew cumle(Ahmet Turk li Kurdistana Federe di hevpeyvîneke xwe da gotibû, şerê PKK-ê zirarê dide kurdan) ji devê min derket. Lê belê ev yek tespîteke û heger gotina min ne rast bûye jî lê wek tespît rast e. Ji ber şer em nikanin tiştekî bikin. Siyaseta vî îşî wiha nabe. Jixwe heyeta partiyê jî ji yên li serê çiyê bêtir radîkal hereket dike. Bêyî ku gurûba meclîsê were agahdarkirin beyan tên dayin. Di çapemeniyê da bi min ra dikevin polemîgan.”Û dû ra jî sinyalên îstîfa xwe daye û axaftina xwe wiha domandiye:

”Ez dizanim ku di kongreyê da ez ji bo serokatiyê nayêm fikirandin. Li pişt min paşgotinî tê kirin. Hin beyanên, `delegeyên me Ahmet Turk naxwazin` tên dayin. Ez di van şertan ta nikanim kar bikim.”
Piştî van gotinên Turk, ji bo ku milet hinekî sakin bibe û bîna xwe nabênê didin civînê. Di vê nabênê da Emîne Ayna, Kamûran Yuksek û Mustafa Sarikaya di nabêna xwe da civînekê çêdikin. Û dema civîn dîsa det pê dike, Kamûran Yuksek dibêje, Ahmet Turk ”dikane îstîfa bike. Emê civîna xwe bidomînin.”

Li ser vê, welwele derdikeve, gelek kes aciz dibe. Selahattîn Demîrtaş ji gotinên Kamûran Yuksek aciz dibe dibêje:

”Nasname û siyaseteke vê partiyê tuneye. Bi temamî rêxistinê -yanî PKK-ê texlît dike. Piştî ku eslî hebe çima hewcedarî bi texlîdê tê dîtin ku? Çimkî problemeke vê partiyê ya baweriya bi xwe heye. Sibe rêxistin çek berde ev partî ewê şaşomaşo bibe û li ortê bimîne. Dema çapemenî ferqa yên nerm û şahîn/qertel dike hûn dixeyidin, lê bi rastî jî di nava vê partiyê da şahîn/qertel hene.”
Xêr ûş guneh di hustuyê Mahmut Ovur da be, dibêje Aysel Tuglukê jî piştgiriya van gotinên Demîrtaş kiriye û îdîayeke pir mezin avîtiye ortê. Xwedêgiravî Tuglikê gotiye, ”hinek naxwazin em gavên rast bavêjin”, dixwazin em şaşiyan bikin. Tuglikê wiha gotiye:

” Sebebê hebûna vê partiyê pêkanîna aştiya civakî ye. Heger me gavên rast biavîta ewê hin pêşketinên cihêtir bibûna. Lê hinekên ev yek nexwest derketin.”

Bêguman ev îddîa pir ciddî ye û divê meriv li ser raweste.

Wer xuyaye ku di kongreya DTP-ê da gelek stêrk û surprîzên nuh ewê dakevin qada siyasetê û pêşberî kurdan û gelek kes jî ewê werin tasfiye kirin.

Lê heger ev şer û teşxele di nava grûba meclîsê da nebe sebebê perçebûna grûbê baş e, xetera mezin ew e ku tiştên anîn serê DEP-ê bînin serê DTP-ê jî. Ji ber ku di meclîsê da hebûna grûba DTP-ê dewleta tirk pir aciz dike, loma jî dixwaze rojekê berî rojekê grûbê ji ber hev da bixîne, wan berra hev de û bi vî hawî jî dengê wan bibire.

Ew ”kesên” ku Tugluk qala wan dike ji bo vê yekê dixebitin, naxwazin DTP bibe partiyeke serbixwe û siaseteke rastû maqûl bimeşîne. Ew dixwazin dîreksiyona DTP-ê tim di destê ”hinekê” din da be, ji bo ku dema bixwazin wê li kevir û daran biqelibînin.

Yanî emê dîsa li filîmekî kevn temaşe bikin.

28 maj 2008

Hin hestên tevlihev

Min ew westandKurdekî berferatî, li otêlê xurîniya xwe dikir, lê feqîro dikir nedikir nikanîbû bi çetelê xwe heba zeytûnê zeft bikira.
Vê yekê bala garson kişand û rabû çû gazî û hawara wî, rahîşt çetel û di heba zeytûnê ra kir û dû ra jî got, ”Kerem ke!” û dirêj kirê.
Yê berferatî bi awirekî tahl û ji xwe bawer got:
-Bi serê wî bavê te yê delal dikim, heger min ew newestandiba te yê nikanîbû ew bigirta. Dîsa ji min ra dua bike.

Tu du gotinên Kurdî jî fêr bibûyaXortekî Diyarbekrî ku baş ajnê nizanîbû ketibû cemê Dîclê û ajnê dikir. Dema çû dereke kûr û bê qam ji nişka ve di bin avê ve bû û dest bi gazî û hawarê kir. Bi tirkî got:
-Kurtarin, bogiliyam! Kurtarin bogiliyam!… -Haho, ez difetisim, min xelas bikin! Haho ez fetisîm...
Gundiyek ji wir derbas dibû, gazî û hawara xortê ajnênezan bihîst, lê ji ber ku bi Tirkî nizanîbû jê fêm nekir ku çi dibêje. Berbî xort çû, pê da qîriya û got:

-Kuro çi “qurtar qurtar û bogilim bogilima te ye!? Ez fêm nakim tu çi dibêjî. Te xwe bi qurbana xelkê kira, ji dêlî Tirkî, tu du gotinên Kurdî jî fêr bibûya nuha minê fêm bikira ku tu çi quzulqurtê dixwazî?!

CahilîDi bextê çapemeniya tirk da be, dibêjin li Tirkiyê 123.000 qahwexane û tenê 1430 kitêbxane hene.

Dibêjin hemû qahwexane hetim heta ber dev tije ne, tu diherî kîjanê hema hema ciyê rûniştinê tuneye.

Lê hemû kitêbxane jî vik û vala ne, kes riya xwe bi wan naxe.

Min jî digot gelo çima li Tirkiyê hewqas nezan, cahil, xêv û ehmeq hene?

Ji xwe rêvebir û serokên wan jî neynika vê cahiliya wan e, dema meriv li wan guhdarî dike, meriv ji xwe ra diçe dinyayeke din.

Yekcarnan di telewîzyonan da li “Profesorên” wan guhdarî dikim, ew ji siyasetmedaran jî xerabtir in, tiştê meriv fêm dike tenê xwendin û nivîsan dinê fêr bûne. Cehalet ji her derên wan dibare.

Ê dema li welatekî 123.000 qahwexane û tenê 1430 kitêbxane hebin bêguman miletê jî cahil û nezan be. Ma zanîn û ilim ji asîman da nabere, dibê meriv lê bigire, bixwîne û fêr bibe.

Û ew jî ne karê tirkan e.

27 maj 2008

Rewşa Tirkiyê û DTP-ê pir dişibe hev

Bi qasî ku ez dibînim Tirkiye û DTP di gelek waran da dişibin hev.

Mesela li Tirkiyê tu carî demokrasiyeke rastîn û îstîkrareke siyasî çênebûye.

Gelşa DTP-ê jî ev e, di nava DTP-ê da jî heta nuha demokrasiyeke temam, aramî û îstîkrareke siyasî peyda nebûye.

DTP, ji roja ava bûye û vir da tim wek kelekeke li ser avê, bi pêlan ra geh vir da û geh wir da kil dibe.

Ev heyştê sal in ku li Tirkiyê wer şer û teşxeleye, ji deh salan carê leşker dest didin ser hukum û siyasetmedaran bi sîlekirin ji meclîsê diqewitînin û ew diçin li dewsa wan rûdinin.

Di nava DTp-ê da jî garantiya tu “hevserokî” tuneye, ew tu carî nizane ku kînga ewê daxin jêr û terxîsa wî bidin dest.

Li Tirkiyê jiyana partiyên siyasî wek umrê/temenê pinpinîkê pir kin e, tên danîn, demekê siyasetê dikin û dû ra jî tên girtin.

Rewşa DTP-ê jî ji ya partiyên tirkan ne cihêtir e. Ew jî li ser daxwaz û emrê “Serok” tê danîn, demekê siyasetê dike û dû ra jî dîsa li gor emrekî nuh tê gorkirin.

Li Tirkiyê esas ne partiyên siyasî tenê, umrê her tiştî kin e, di tu tiştî da îstîkrar û berdewamî tuneye.

Lê bi taybetî jî umrê siyasetmedar û serokên partiyan pir kin e, piştî bikaranîna demekê ya ji sehneya siaysetê tên qewirandin, ya tên zindankirin ya jî tên bidardekirin.

Qedera “hevserok” û kadirên DTP-ê jî ji yên tirkan pir ne cihêtir e, piştî demekê ew jî ya tên qewirandin, ya dikevin zindanan ya jî hin bela û felaketên hîn mezintir tên serê wan.

Gelo we qet meraq kir ku çima wiha dibe?

Çima li Tirkiyê tu carî rejîm rûnane û îstîkrara siyasî bicîh nabe?

Çima li Tirkiyê û li Kurdistanê partiyek nikane demeke dûr û dirêj di sahneya siyasetê da bimîne?

Çima li Tirkiyê û li Kurdistanê serokên partiyan wek ku meriv îşlig/qemîs biguhrîne tên guherandin?

Ez bibêjim, ji ber ku li Tirkiyê leşker nahêlin sivîl bi serê xwe hereket bikin û Li Kurdistanê jî Ocalan nahêle.

Ocalan nahêle yek ”hevserok” jî kursiya xwe germ bike, miheqeq qîlekî dibîne û pihînekê lê dixe û yekî nuh tîne dewsê.

Serokatî ji xwe yasax kiriye, malneket nahêle "hevserokên" reben jî têra xwe "hevserokiyê" bikin. Wan jî her roj diguherîne.

Nahêle ne di partiyê da, ne jî di nava kadiran da berdewamî û îstîkrar çêbibe.

Ne dihêle gerîlla li gor şertên xwe şer bike û ne jî sivîl siyasetê bimeşînin.

Nahêle ne di nava gerîlla da û ne jî di nava xebata legal û demokratîk da hin kes derkevin pêş û bibin serok û di dilê milet da ciyê xwe bigrin.

Nahêle, ji ber ku divê her kes ji wî biçûktir be, ”serok” û mezin divê tenê ew be
Yanî nahêle tu tişt bi hemdê xwe bikemile û mezin bibe, tim diqurçimîne, nahêle şax vede û geş bibe.

Li gor çapemenî dinivîse wa ye Ahmed Turk ji serokatiya gurûba parlamnentoyê ya DTP-ê îstîfa kiriye, Emîne Ayna ketiye dewsa wî.

Bi îhtîmaleke mezin ev teşxele û guhertin jî dîsa bi emrê Ocalan bûye.

Ev jî îşareta destpêka gelşekê ye, meriv hêvî dike ku di rojên pêş da ev gelş mezintir nebe û nebe sebebê perçebûnê.

Ahmet Turk beyanek daye û gotiye. “Bila kes kêfa xwe neyne, emê bi heval û partiya xwe ra di nav hevkariyê da bin û xebatên xwe bidomînin.”

Xwedê bike wiha be û di kongreyê da alternatîva herî rast û baş were dîtin.

Serokatiya Emîne Ayna ne elameta xêrê ye. Ayna, ne ew kesa ku kanibe ji bin vî barî rabe.

26 maj 2008

Leqleqa vala û dawetek

Min çavên xwe li malperên tirkî û kurdî gerand, min tiştekî girîng ku meriv serê xwe pê ra biêşîne û vê derengê şevê tiştekî li ser binivîsîne nedît.

Di herdu çepheyan da jî leqleqa vala ye.

Mijara sereke ya çapemeniya tirk ji serî heta dawî AKP û Erdogan e, teoriyên komployê li bin guhên hev dikevin, ji bo aqilberdanê derdîderman in.

Li pişt hertiştî, her bûyrê, her axaftinê, her gerê, her dawetê, her mîvantiyê miheqeq hesabek û nêteke xerab heye.

Tu li kîjan rojnameyê û malperê dinêrî hema hema eynî çîrok û eynî leqleqa vala ye.

Heger mijar ne AKP be, wê demê PKK ye, heger ne Erdogan be, wê demê Ocalan e.

Yanî here were eynî mesele. Loma jî ezê îro bela xwe ji tirkan û kurdan vekim, ji we ra qala hin tiştên xweştir bikim.

Roja şemiyê ez û xanim, em çûn daweta lawê dostekî.

Ji xwe ne xêra van dawetan be kes kesî nabîne. Xwedêbike her roj dawet be.
Haaa weleh di şînan da jî em hevdû dibînin, dibê ez wê jî ji bîr nekim.

Axir ev herdu minasebet me gelek dost û havalan tîne ba hev û hema çend seetan be jî bîna me bi hev derdikeve.

Zava kurd bû û bûk jî faris bû.

Loma jî dawet nîvî farisî û nîvî jî kurdî bû.

Ev cara pêşî bû ku min daweteke farisan didît.

Yê me dîsa wek hertim govend û sitranên kilasîk lolo, lolo û lêlê lêlê bûn. Lê xwedêjêraziyê Armanc jî tew şirik jê berda, di wî ciyê biçûk da dengê wî olaneke wer dida ku meriv kerr û gêj dibû, gelek keç û xortên li vir mezin bûne feqîran ji mecbûrî bazdidan derve, milet ji guhan bû.

Û govendên me jî ji xwe tên zanîn, milet carê govend gerand êdî nedixwestin dengê muzîkê raweste û govend sar bibe.

Civata kurd di gelek warî da guhrîye lê tenê di warê govendê da tiştekî nuh tuneye, here were lîstikên gelêrî yên berê ne.

Bêyî tirkan(rebenan tenê yê wan tiştek tuneye)govendên her miletî hene, lê xelkê di ber ra tango û hin tiştên din jî ava kirine. Dibê em kurd jî ji gundîtiyê hinekî berê xwe bidin moderntiyê jî.

Axir herdu jî lazim in.

Ma ne divê li gor demê hin lîstikên nuh jî hebin, çimkî sêpê û dûzû hertim nabe. Lê bi kurtî di çepheya kurdan da ne di warê lîstikan û ne jî di warê muzîkê da tu tiştekî nuh tunebû.

Lê farisan mêrikan helandin, şirik jê berdan.

Muzîka wan gelkî nerm û nazenîn hebû, dil û hestê meriv germ û nerm dikir. Û ya herî girîng jî, guhê meriv jî kerrr nedikir.

Govenda wan jî ne lîstikên gelêrî, dansên modern bûn.

Û ji xwe ji bedewî û xweşikiya keçên wan jî nedihat gotin, bêbavan yek ji yekê xweşiktir bûn. Her yek wek gurcuyekê, wek xezaleka binêberiyê bû.

Ez bawer dikim bi kalbûnê ra meriv bêtir dilbijok jî dibe, loma jî hema hemûyan li ber çavên min şûle didan.

Xwedê hemûyan ji dê û bav û ji dildarên wan ra bihêle.

Diyar e Xeyam û Hafizê Şîrazî bela sebeb qala bedewîya nazenînên faris nekirine. Heger ne wiha bûya bêguman Xeyam û Şîrazî, ewê ji derdê evîna wan hewqasî nelorandana.

Bi kurtî meriv çuqasî tiştên nuh bibîne hewqasî baş e.

25 maj 2008

Rexneya min zengilê hawarê bû!

Nivîsa min ya li ser birêz Bediran Badillî, -Kurdekî bi tirkî ji xelkê ra got: Bi kurdî bipeyivin!-di nava xwendevanan da olaneke ne xerab da.

Hinek xwendevan, dost û hevalan ji min ra li çepikan xistin, gotin, ”her bijî!”, te tiliya xwe daye ser birîna kurdan.

Lê hinek hevalan jî rexne li min girtine û gotine ku min neheqî li Bedirxan Badillî kiriye, ez dîsa ”wek gelek caran zû hêrs bûme”, divê meriv bêtir bi sebir û tolerans be.

Ji bo min rexne jî bi qasî çepik, pesin û halanê girîng û giranbuha ye. Ez herduyan jî gelkî girîng û hewce dibînim.

Çepik û halan meriv li xebat û micadeleyê germ û girgîn dike, rexne jî meriv bêtir bi dîqet û temkîndar dike. Loma herdu jî wek dermanê çavê kul in, pir bi feyde û pêwîst in.


Di nivîsa xwe ya do,-Bersîva Bedoyê kurd”da min rewş bi kurtî ji birêz Badillî ra îzah kir. Ez hêvî dikim ku pir hindik ewê feydeya wê gihîştibe fêmkirina bûyerê.

Loma jî ezê wan tiştan careke din li vir dubare nakim.

Hevalekî-Mihemedê Qoserî-, hin gazin ji uslûba rexneya min kiriye û gotiye, ”xwezî hûn tev li panêlê bana û we birêveçûna panêlê bişopanda, wî çaxî we dikaribû bi sehleyî biryara xwe ya derheqê vê nîqîşê da bida.”

Hevalê din, Abdurrehman Onen- jî ji ber ku ew jî Bedirxan ji nêz ve nas dike, gotiye ku Bedirxan heta çend sal berê bi kurdî nizanîbû, lê nuha kurdiya xwe gelkî bi pêş xistiye û êdî bere bere bi kurdî dinivîse. Û ji ber vê fêrbûna kurdî jî ji kêfan:

-Heger baskên wî heba wê li hemû deverên Kurdistanê bifiriya û bigota, ”gelî heval û hogiran, êdî ez kanim bi kurdî jî bipeyivim û binivîsim, lê hebekî moletê bidin min ku ez kanibim di her babetî da bipeyivim û binivîsim.”

Berî her tiştî, ji ber ku min dengê Abdurrehnam Onen bihîst ez gelkî kêfxweş û dilşa bûm. Ji ber ku hemû malbata Abdurrehman û bi taybetî jî birayên wî gorbuhuştê Şêxmûs û Fûad li ba min hevalên pir ezîz in. Bêyî wê jî, gelek şefbêrkên min li Stenbolê, li mala Abdurrehman bi Fûad û dîsa rahmetiyê hemşeriyê min Aslan Kaya ra derbas bûye.

Ez wan rojan bi hesret bibîr tînim.

Ez vegerim ser meselê.

Wek tê dîtin, herdu heval jî Bedirxan Badillî şexsî nas dikin û li gor vê nasînê, dîtinên xwe yên derbarê wî da anîne zimên û nivîsa min rexne kirine.

Heger min jî wek Abdurrehman û Qoserî bizanîbûya ku Bedirxan Badillî bi kurdî baş nizane, lê bi dil û can dixebite ku fêr bibe, bêguman minê ew nivîs bi wî rengî nenivîsanda. Lê tu zanîn û agahdariyeke min ya bi vî rengî tunebû.

Min nivîsa li ser panela Badillî di malpera ANF-ê da xwend. Û li gor agahdariyên di nivîsa ANF-ê da bûn hereket kir û li gor wan agahdariyan şêla Badillî rexne kir. Ji ber ku tiştê ji xebera ANF-ê dihat fêmkirin ew bû ku Badillî bi kurdî dizane lê li gel vê jî di panêlê dabi tirkî peyivîye. Û li gel vê jî rabûye kurd û şofêrên diyarbekrê ji bo ku ew bi kurdî napeyivin rexne kirye.

Û li ser vê rexneya wî jî, ji nava guhdaran yekî jê ra gotiye” tu çima bi tirkî dipeyive?”, heger şaş e dibê tu jî nepeyive.

Û Badillî jî gotiye:

-Tu rast dibêjî. Ji nuha û şûnda emê panelên xwe bi kurdî çêkin.

Tiştê meriv ji van gotinan fêm dike, Badillî bi kurdî dizane lê nepeyivîye, lê li ser rexneya guhdarekî soz daye ku careke din ewê semînerên xwe bi kurdî bide.
Min li gor van fakteyan nivîsî û Badillî rexne kir.

Ne xwe min agir nexistiye dawa xwe û ez har nebûme ku êrîşî her kurdê bi kurdî nizane bikim.

Hin heval bînfirehî û sebrê tewsiyeyî me dikin, li gor wan divê meriv li hember kurdên fêrî peyivîn, xwendin û nivîsandina kurdî nabin bi tolerans be.

Rast e, ne di vê meselê da tenê, di hemû warên din da jî dibê em li hember hev bînfireh û di rexneyê xwe da avakar bin.

Lê divê ev yek neyê maneya ku merivê li hember asîmîlasyonê sist û bi tolerans be. Asîmîlasyon hebûna kurdan tehdît dike, dewleta tirk hêviya xwe li asîmîlasyona kurdan girêdaye û loma jî naxwaze mefekî herî biçûk jî bide kurdan. Ji ber ku asîmîlebûna kurdan hêviya dewleta tirk ya qedandina kurdan xurt dike.

Loma jî erê dibê em ”serê hev neşkînin” lê dibê em biwêribin hin xîçan bavêjin ji hev da, ji bo ku li hember asîmîlasyonê em sist nebin û di xew ra naçin.

Rexneyên min xîç in, ne seriyan dişkînin û ne jî çavan kor dikin, tenê kesên bêxem û xewar şiyar dike.

Rexneyên min yên li hember asîmîlasyona di nava kurdan da rola zengilê hawarê dilîze.

Hebûna zengil baş e, nahêle meriv dereng bimîne, mesûliyeta meriv bi bîra meriv dixe.

24 maj 2008

Bersîva Bedoyê kurd!

Merheba birayê Bedo!
Min bersîva te û nivîsên li ser vê mijarê îro xwendin. Ezê nivîsekê li ser van minaqeşeyan binivîsim û di wir da hin pirs û rexneyên hevalan ronî bikim.

Wer xuyaye nivîsa min ya li ser te, ”Kurdekî bi tirkî ji xelkê ra got: Bi kurdî bipeyivin!” olaneke(yanki)mezin daye. Bi baweriya min divê tu vê yekê wek şexs negre ser xwe, wek gelşeke miletê kurd, wek minaqeşeyeke li ser asîmîlasyonê bibînî.

Loma jî dibê tu rexneya min û dîtinên hevalên din wek dijminatiyeke li hember şexsê xwe nebînî û wisa fêm nekî.

Birayê ezîz, wek tu jî dizanî em şexsî hevûdu nas nakin. Yanî ez nizanim tu bi kurdî dizanî ya na, ya jî heger tu dizanî, tu çiqasî dizanî?

Loma jî min ji naverok û agahdariyên di nivîsê da bûn hereket kir û li gor wê şêl û gotinên te yên panelê rexne kir.Tiştê ji xebera ANF-ê dihat fêmkirin tu merivekî kurd î û bi kurdî dizanî û kesên bi kurdî napeyivin jî rexne dikî, lê tu bi xwe bi tirkî dipeyive.

Ji ber vê şêla te jî guhdarekî panelê aciz bûye û ji te ra gotiye:
-Wê demê tu çima bi tirkî dipeyive?

Te jî bersîva wî daye û gotiye:

-Tu rast dibêjî. Ji nuha û şûnda emê panelên xwe bi kurdî çêkin.”

Ji vê bersîva te jî diyar dibe ku tu bi kurdî dizanî lê tu nepeyivîye, te soz daye guhdaran ku tu yê careke din bi kurdî bipeyive.

Min ji van ”faktayên” di nivîsê da bûn hereket kir û li wê nivîsê. Heger min bizanîbûya tu ji bin da bi kurdî nizanî, ya jî kurdiya te qels e, têra axaftina civîneke wiha nake, bêguman minê li ser te ew nivîs nenivîsîya û tu bi wî rengî rexne nekira.

Çimkî ez her kurdê bi dil, fikir û hestên xwe kurd e lê bi kurdî nizane her çiqas rexne bikim jî lê wek dijminê xwe nabînim. Û ji xwe dîtineke wiha jî şaş e.

Ne bi dilê me be jî, bi me pir zor jî were îro bi sedhezaran, belkî jî bi milyonan kurd asîmîle bûne û bi kurdî nizanin.

Di nava van kurdan da hin kes hene ku zimanê kurdî biçûk dibînin û naxwazin fêr bibin. Hinek jî hene ku kurdî baş dizanin lê xwendin û nivîsandinê nizanin û naxwazin fêr jî bibin. Meydana zimanê kurdî ji bo beza hespên xwe pir biçûk dibînin. Ji bo wan ziman ne girîng e, meriv xwe bi kîjan zimanê baş îfade bike dibê meriv wî zimanî bikar bîne. Kurd kînga bûn dewlet wê demê ewê kurdî fêr bibin.

Yanî kerê memir qîfar tê, pîrê memir buhar tê…

Lê hinek jî hene ku ji ber sebebên em dizanin dê û bavên wan, ji ber nezanî û cahiliyê ew asîmîle kirine, ew ji ziman û kultura kurdî bêpar hîştine.

Ji van însanan îro gelek kes bi nasname û girîngîya zimanê xwe hesiyane û dibînin ku zimanê me ji bo hebûn û wendanebûna me çiqasî girîng e, loma jî hewil didin ku kurdî fêr bibin, bipeyivin û binivîsin.

Helbet meriv ji alî siyasî û sosyolojîk ve dikane çend katagoriyên din jî binitirîne, lê ne hewceye.

Netîce tiştê ez dixwzim bibêjim, li hember her kurdê bi kurdî nizanibe meriv eynî reaksiyonê nîşan nade, meriv bi eynî babetî rexne nake. Lê eksê texmîna hin ”dostan” ez jî ne merivekî hewqasî cahil û hewqasî zirzop im ku van ferqan nebînim û her her kurdê bi kurdî nizane wek ”xayin” û wek dijminê xwe bibînim.

Çimkî êdî ji malbata min jî kesên bi kurdî nizanin hene. Ji ber ku ji salên 1980-î vir da dewleta tirk malik li kurdan şewitand, pişt li kurdan şikand.

Sebebekî din jî mamûrtiya tirkan e, her kesên dibûn mamûr bi piraniyeke mezin dev ji zimanê xwe berdidan. Ev ffelekat hatiye serê gelek malbatên kurd.

Ez vê rastiya tahl û vê trajediya kurdan dizanim.

Lê ya girîng dibê meriv li hember vê malwêranî, vê trajediyê û vê realîteyê çi bike?

Yê min wek şexs, heta ji destê min tê ez vê realîteya heyî, wek rastiya xwe û miletê xwe nabînim û bi hemû hêz û îmkanên xwe ve hewil didim ku biguherînim.

Çimkî rewşa îro li welatê min bûye wek ”realîte”, ne rastiya min û miletê min e. Tiştê herî rast û normal ew e ku wek ferdên her miletê din, dibê hemû kurd jî kanibin bi zimanê xwe bipeyivin, bixwînin û binivîsin.

Derî vê rastiyê dibê em tu ”realîteyên” din qebûl nekin û bi şeîdet red bikin.
Tiştê ez dikim ûdixwzim bikim ev e.

Ne tu(wek Bedirxan Badillî) û ne jî kurdekî din yê welatperwer û dilsozê miletê xwe ez tu carî wek neyar û dijminê xwe nabînim û min tu carî jî bi wî çavî lê mêze nekiriye.

Devê tivinga min li hember her kurdê bi qasî misqalê ziriq jî bi xîret û kurdperwer be tim serberjêr e.

Ez hemû kurdên ku dilê wan ji bo azadiya kurdan lê dixe wek dost, bira û xismên xwe dibînim.

Loma jî heger min bi nivîsa xwe, tu êşandiye û dilê te hîştiye, dibê tu li qusûra min nenêrî û min efû bikî.

Birayê Bedo, dibê tu baş bizanîbî ku hemû şer û keftelefta min ji bo azadiya kurdan û serxwebûna Kurdistanê ye.

Ez li hember dijminê xwe ji gûzîn(gûzan) jî tûjtir im, lê li hember hemû kurdperweran wek çaqoyeke ko me, tu carî zirarê nadim wan.

Bi hêviya ku ev minaqeşeya me ji bo miletê me bibe sebebê pêşketineke xêrê, bibe sebeb ku gelek kurd li xwe varqilin û dest bi fêrbûna zimanê xwe bikin.
_____________
Dîtin û rexneyên hin hevalan yên li ser nivîsa min ya bi navê-Kurdekî bi tirkî ji xelkê ra got bi kurdî bipeyivin!-:

Ew şaştiya Zinarê Xamo, ji bona pozbilindiya Cemîl Oguz çêbû.

Min Cemîl re got; keko Kurdiya min têra nake. Di Diwanxanê de jî baş tê zanîn ku berê du salê ez bi Kurdî nizanibûm. Niha jî baş nikarim him binivîsim û him bixwînim. Lê axaftinên rojane yên bi Kurdî dikarim xeber dim. Di Amedê de jî axaftinên min bi Kurdî bûn. Heta gelek heval ji bona xirabiya Kurdiya min gelek adiz dibûn. Min serê panelê de got: Li mala xwe de min çend caran ceriband; nikaribûm wî mijarê bi Kurdî rast îfade bikim.

Cemîl Oguz wana baş dizane, çimkî serê panelê de dît ku, di destpêkê de pêşkêşa min bi Kurdî bû. Lêbelê hate panelê û nûçeyek çêkir, min di Diyarnamê de dît ku bi zimaneke qure û bi avayekî pozbilind nûçeyek çêkiriye. Cemîl Oguz, tu baş artîst î, sed maşela! :)))

Him jî min negotiye ku êdî panelên me bi Kurdî be. Ew derewa Cemîl Oguz e. Ji ber ku ez ne berpirsiyarê Kurt-Kavê me. Qasê ku tê bîra min; wî gotinê Kek Remzî Çakin anîbû zimên.

Zinarê Xamo jî şaş fêm kiriye. Wisa dide nîşanê ku qey ez Tirkîhez im. Û min dixe di nava tevgerekî îdeolojîk.
Kurdên mihafazakar bibana, kêmasiyên xwe bi dilovanî jê bikirana.

Bi wan Kurdan re...tew tew tew!
Bedoyê Kurd
Ez kek Zinar ji kevn ve, kek Bedirxano jî nêzîkî salekêye nasdikim. Lewra ez dixwazim çend dîtinên xwe bînim ziman.
1- Bedirxano, Bedoyê me di demeke pir kurt de Kurdîya xwe pir bi pêş de xist, êdî camêr bi Kurdî dinivîsîne, hek baskên wî heba wê li hemû deverên Kurdîstanê bifiriya û wê bigota "gelî heval û hogiran êdî ez kanim bi Kurdî jî bipeyivim û binivîsînim, lê hebekî din jî mohletê bidin min da ku ez kanibim di her babetê de kanibim bi Kurdî bipeyivim û binivîsînim"

2- Bi ya min, Bedoyê me yek ji nîşan û numûneya xîret û kedê ye. Kek Şukrî Aslan di vê babetê de hebekî di pêşîya Bedo de ye, lê ez bawer im wê Bedo ji kek Şukrî "kıskanmiş" nebe:)

3- Kek Zinar wek gelek caran zû hêrs bûye.

4- Rexneyên me divê ku hebin, emê serê hev biêşînin, lê divê ku em serê hev neşkînin, ji me re gelek serî û dil divê.

5- Di xweşîyê de bimînin...

Abdurrehman Onen
Dema ku em bixwazin tiştekî şaş, rast bikin û tevgereke çewt biedilînin, gere şêwaz û helwesta meriv nerm û kubar be. Yan na, ji dêvla ku em kiryariyeke çewt rast bikin emê bi yekcarê xira bikin. Xuya ye ku birêz Zinarê Xamo distûr û hêmanen rêzgirtinê tev danîne alîkî û daye navê kek Bedirxan rexne kiriye, na na ya rastî tawanbar kiriye. Lê hevalên hêja xwezî wun tev li panêlê bana û we birêveçûna panêlê bişopanda, wî çaxî we dikaribû bi sehlî biryara xwe î derheqê vê nîqaşê bidin. Ez pirê cara di vê komê de li ramanên werê ecêb rast têm ku min ecêbmayî dihêle. Hinek heval dibêjin: " Bila di komê de zimanên ji dervayî kurdî qedexe bin û bila tenê zimanê kurdî bête bi kar anîn". Belê, bi rastî, daxwaz û hêviya min jî ewe ku tenê zimanê Kurdî bête bi kar anîn, ji bonî vê yekê jî min heya niha bi tirkî nenivîsandiye. Lê ma ev tişt bi qedexê û bi zorê çêdibe gelo? Qedexekirin çiqasî rast û çiqasî bi feyde ye! Gere em vêna baş bifikirin.
Bi qandî ku ez dişopînim, pir kesên ku di vê komê de dinivîsînin ne serdestê zimanin û kurdiya wan di pir ciha de têrî wan nake, lê dîsa jî hewl didine xwe da ku nivîsên wa bi kurdî bin. Ji wan hevala yek jî, Bedirxan Badillî ye. Wekî ku wun jî dibînin kak Badillî hê jî baş bi kurdî nizane, mesela binêrên bê hevokê xwe çawa saz kiriye: "Di Diwanxanê de jî baş tê zanîn ku berê du salê ez bi Kurdî nizanibûm". Keko wele tu hê jî nizane :) Ma îja "nizanibûm" çi ye! :))
Ku kek Bedirxab panela xwe jî vî awayî pêşkêş bikira, emê têra xwe pê bikeniyana û hew. Yaw hinekî sebr, hinekî bêhnfirehî û hinekî jî dilovaniyê bikin de firsendekê bidin va hevala, bila hinekî din kurdiya xwe pêşbixin, piştre we çi gazind hebin bînin ziman, ev mafê we ye.
Feqet di vê merhelê de em ne mafdarin ku biser va hevala de biçin û bi zorê kurdî li ser wan ferz bikin.
Ji xwe kesên bi berpirsiyariya xwe zane û bi xîret êdî hew vê rewşê radigre ser xwe û ji bonî vê jî dikeve nav hewldana, ji kesên wuha re tenê hinekî dem pêwist e.
Min carek du carê dî jî nivîsên Zinarê Xamo xwendiye, camêr li ser mijarên baş radiweste û kêfa meriv ji kurdiya wî re jî tê, lê xwezla ku bi şêwazeke wuha tund ev nivîs ne nivîsandibana.

silav û rêz.
Mihemed Qoserî

22 maj 2008

Tirk dîsa rabûn hev

Şerê di nabêna dem û dezgehên dewleta tirk da her ku diçe gurr dibe. Do Heyeta Serokan ya Dadgeha Bilind, bi minasebeta pîrozkirina 85 saliya xwe li dijî hukûmet û AKP-yê belavokeke tije gef û tehdît belav kiribû. Ev yek di raya giştî û bi taybetî jî medyaya îslamî da bû sebebê gelek minaqeşe û nerazîbûn mezin.

Hukûmet jî zêde bêdeng nema, wezîrê edaletê Mehmet Alî Şahîn, belavok wek tiştekî ”pir bêmane û vala” binav kir û got, ” armanceke belavokê ya siyasî heye”, ez wisa şirove dikim.

Îro jî Şûreya Dewletê, bi belavokeke gelkî sert piştgiriya Dadgeha Bilind kir û Şahîn hukûmeta AKP-ê da ber topan.

Ev herdu dezgehên dewletê jî îdîa dikin ku AKP Tirkiyeyê hêdî hîdî ji ”laîsîzmê” dûr dixe û îslamîze dike. Li gor wan, ”şoreş û prensîbên kemalîzmê” di xeterê da na.

Bi kurtî meriv dikane bibêje ku şerê AKP-ê û kemalîstan her ku diçe gurrtir dibe. Di vî şerî da piştgiriya hêzekê ne karê me kurda ye û tu kara me jî tê tuneye. Herdu serî jî bi qasî hev li dijî kurdan e û ji dil û can dixwzin bibin celadên kurdan. Loma jî ne rast e ku em piştgiriya qatil û celadekî xwe bikin.

Çiqasî li hev xin, hevûdu kel û kût bikin, ji hêz û taqetê da bixînin ji me ra baş e, feydeya me tê heye.

Dijminên me çiqsî kêm û zeîf bin ji bo me hewqasî baş e.

Kurd sibe ewê li xwe gilî bikin
Li gor ajansa ANF-ê dinivîse, sibe li Diyarbekrê li dora 100 nûnerên rêxistin û dezgehên kurdan ewê nivîsekê bidin Edlîyeya Diyarbekrê û tê da bibêjin ”Birêz Ocalan” û bi vî hawî ewê li xwe gilî bikin. Ewê di erzûhala/erznameya xwe da bibîjin:

”Heger xîtaba birêz sûc e, ez jî dibêjim Birêz Ocalan û vî sûcî dikim û xwe îxbar dikim.”

Wek tê zanîn bikaranîna gotina ”Birêz Ocalan” li gor qanûnên Tirkiyê sûc e û cezayê wê heye. Ji bo ku ji Ocalan ra gotine, ”Birêz Ocalan”, heta nuha di heqê gelek kesî da doz hatiye vekirin.

Min tu carî ji Ocalan hez nekiriye û nuha jî bêtir jê hez nakim. Lê gelek kes hene ku jê hez dikin û ji bo hurmetê jê ra dibêjin ”birêz/muhterem”.
Lê dewleta tirk ya kemalîst û zalim naxwaze kurd ji Ocalan ra bibêjin ”birêz”, dixwaze bi darê zorê hemû kurdan mecbûr bike ku ew jî wek tirkan heqaretê li Ocalan bikin, her cara ku navê wî hildidin divê berê bibêjin, ”qatilê zarokan û serokê terorîstan” û nizanim çi…

Helbet ev daxwazeke zorbayî û ne medenî ye û divê meriv wek însan li dij derkeve, hinek nabêjin, lê hinek jî dibêjin. Çi ji dilê înssan tê divê bikanibin bi wî hawî xîtab bikin.

Dewlet îro ji bo Ocalan dibêje, sibe dikane ji bo serokekî kurdan yê din jî eynî tiştî bibêje, heger di viya da biser keve ji bo yên din jî dibe nimûne.

Lê esas ya tirkan ne mesela gotina ”birêz mirêz” e, ev mane ye, maneya tirsandin, terorîzekirin û serkutkirinê ye. Kes gotina ”birêz” bikarnîne jî, ji bo pelçiqandin û serkutkirinê sibe ewê maneyeke din bibînin. Yanî kêla maneyan tu carî tije nabe.

Loma jî kesên bi girseyî dibêjin ”birêz” tiştekî rast dikin. Divê kurd ne ji bo vê tenê, ji bo navê Kurdistanê jî eynî reaksiyonê nîşan bidin.

Divê bi hezaran kurd li her derê navê Kurdistanê bikar bînin. Bi vî hawî divê hemû tabuyên dewletê ji bo me çêkirine yek bi yek werin hulşandin.

Yanî divê em li hember gefên dewletê hustuyên xwe xwar nekin û wek dewlet dixwaze xwe sansor nekin.

"Berdûşên" kurdan jî îro heyfek girtineHeger ne derew be dibêjin xwedêgiravî grûba hackerên kurd Cold Hackers, îro 158 sîteyên tirkan rûxandine.

Yê min bi xwe karekî wiha ji min nayê, lê ji min bê jî ez nakim. Çimkî rast nabînim. Û dema hinek malpera min têk bidin jî ezê gelkî aciz bibim.

Lê min dîtiye ku tirkan heta nuha gelek caran malperên kurdan ”hackkirine” û bi vê jî nehatine serî, di ser da jî gelek heqaretên mezin li kurdan kirine.
Loma jî divê kurd jî li hember van zaliman ji bin da ne bêçare bin.

Li kurdistanê eşîra dizên wan tunebûya kesî jê şayiş nedikir, diz bêtirs û xof her şev dadiketin gom û kozên wan.

Yanî ez dixwzim bibêjim li hember ”berdûş û cahilên xelkê” bira ”berdûş û cahilên” me jî hebin.

Dema yên xelkê berdûşî û cahilî kirin, bira yên me jî bikin. Kurdan bela sebeb negotine, Xwedê kesî bê xwedî neke!

Îro jî dewleta tirk rexne kiriyeDo hinek kurdên me bi belavokekê li dijî beyana 1000 kurdî derketibûn û ew têra dilê xwe rexne kiribûn. Di nivîsa xwe ya do da min qala vê belavokê û rexneyên wan kiribû.

Îro jî îcar dewleta tirk daye ser pişta îmzekarên belavokê û bi tundî beyan rexne kiriye.

Wezareta Derva ya Tirkiyê, îro bi civîneke çapemeniyê beyana di rojnameyên Herald Tribune û Le Monde-ê da derketibû rexne kir û got, gelekên van terorîst in û ji alî Înterpolê ve li wan tên gerandin û gelek tiştên din.

Înterpol tu dibê qey çi ye?

Hûn navê kê bidin ewê li wî bigerin.
Ji xwe tu nemaye ku hûn navê hemû kurdên ku av jê sar û germ dibe, bidin Înterpolê.

Lê ecêba giran, him kurd û him jî tirk êrîşî beyanê dikin. Yanî ”dêr” jî û ”mizgeft” jî ji beyanê ne razî ye.

Xwedê bi xêrê bigerîne!

21 maj 2008

Kurd bêyî serxwebûnê tiştekî din qebûl nakin

Çendakî berî 1000 siyasetmedar, rewşenbîr û hunermendên kurd bi navê “Banga çareserîya pirsa kurd li Tirkiyeyê” belavokek belav kirin. Belavok di hin rojnameyên wek Le Monde û International Herald Tribunê da îro hate weşandin. Min jî xwe di nava hezar kesî ra kiribû û îmzeya xwe avêtibû binê belavokê.

Li hember vê belavoka 1000 kurdî, îro belavokeke din, belavokeke ku kevir û daran li ”me” dibarîne, daxwzên belevoka pêşî (ya 1000 kesî) rexne û red dike û şîara Kurdistaneke serbixwe dide pêş hate belavkirin.

Li gor belavoka pêşî, belavoka duyem gelkî radîkaltir e û çareseriya gelşa kurd di serxwebûna Kurdistanê da dibîne. Daxwaz maxwazên piço piço, yên wek “perwerdeya bi kurdî, telewîzyona kurdî” û tiştên wek van gelkî biçûk diîne û red dike.

Heger ez gotinên biraderên xwediyê belavokê hinekî kin û bi kurdî bibêjim, dibêjin ku tirkan welatê me dagîr kirine û bi darê zorê lê bicî bûne. Em wek kurd naxwazin hebûna tirkan li welatê xwe qebûl bikin û bi wan ra bijîn. Tenê çareseriyek gelşê heye, ew jî divê em dewleta tirk ji welatê xwe biqewirînin û serxwebûna xwe îlan bikin.

Bêyî serxwebûna Kurdistanê hemû alternatîvên din teslîmbûna îdeolojiya kemalîzmê ye û divê kurd vê yekê red bikin.

Helbet ev jî dîtineke û dîtineke biheq e jî. Bi rastî jî heger meriv bi tirkan kanibe wek zaza dibêjin, divê bi qiç û pîlên wan ve, bi leşker û pûlisên wan ve wan ji Kurdistanê derxe.

Bêguman ya herî rast û xweş ev e.

Lê gelo redkirina daxwzên ji serxwebûnê kêmtir rast e?

Mesele di vir da ye.

Her çiqas min belavoka pêşîn(ya 1000 kesî)îmze kiriye jî lê dîsa jî kêfa min gelkî ji vê belavokê û ji hebûna kesên wiha ra hat.

Bêguman divê kurd hemû wek hev nefikirin û eynî daxwza nekin, divê hin kes hebin ku doza federasyon û serxebûnê bikin û tenê vê yekê ji xwe ra bikin hedef.

Lê li alî din normal e ku hinek kes jî bi hin daxwazên kêmtir werin serî û wan bidin pêş.

Ma li Filîstînê daxwazên El Fetih û Hizbullahê yek in?

Bêguman na. El Fetih dewleta Îsraîlê nas dike û pê ra rûdine, lê Hamas dibêje dewleta Îsraîl ne meşrû ye, divê were rûxandin.

Esas di destpêkê da El Fetih û Erefat bixwe jî li pişt Hamasê bûn, Hamas nîşanî îsraîliyan didan ji bo ku bitirsin û bi daxwazên El Fetihê werin serî.

Yanî bi gotineke din, mirin nîşanî îsraîliyan didan ji bi ku bi tayê werin serî, lê dû ra rewş guherî.

Li Kurdistanê jî divê wiha be. Divê hin hêz û grûbên gelkî tûjtir, gelkî radîkaltir derkevin û bi rastî jî bêyî serxwebûna Kurdistanê tu alternatîvên din qebûl nekin. Loma jî ez vê belavokê gelkî pozîtîv dibînim û dixwzim ku ev dîtin li Kurdistanê şax berde, xurt bibe, bibe hêzeke maddî.

Di belavoka duyem da dibêjin ku 22 dewletê ereban û 7 dewletên tirkan hene.

Ma çima ewê dewleteke kurdan ya serbixwe tunebe?

Meriv nikane îtîrazî vê daxwazê bike, camêran rast gotine.

Kevir bibare, ji miletekî ra 22 dewlet bi rastî jî pir zêde ye. Heger mimkûn bûya divê meriv 21 yek ji wan bistenda û li miletên din, li xwediyên wan erd û avan belav bikira. Li dinyayê nimûneyeke din ya wiha tuneye.

Yên tirkan jî esas 7 pir in, divê rojekê meriv ji wan jî bistîne û bide xwediyên wan yên kevn.

Lê em feqîrên Xwedê, li gor hesabê belavokê 54 milyon kurd, hîn ne xwediyê yek dewletê ne jî. Loma jî ji bo 54 milyon kurd daxwaza dewleteke serbixwe hindik e, ne pir e, divê xwediyên belavokê yek milîmê jî ji vê daxwaza xwe danekevin û wesalam.

Kurd li hev nakinDo êvarê serokkomarê Îraqê Celal Talebanî berî ku here Bexdayê li balafixaneya Silêmaniyê civîneke çapemeniyê li dar xist û hin beyanên girîng da.

Talebanî di axftina xwe da li ser pêkanîna kabîneya hukûmeta Kurdistanê jî rawestiya û got:

“Ji bo pêkanîna kabîneya nû sebir divê, kabîne ewê were pêkanîn.”

Xwedê bike!

Kî naxwaze ji herdu çavan kor bibe!

Lê ev serê 5 mehan e ku ji bo danîna hukûmeta nuh PDK û YNK li ber hev didin. Li Xwedêgiravî li ser serokwezîr li hev kirine lê îcar li ser kabîneyê li hev nakin. Herdu alî jî dema devê xwe vedikin bi saetan pesnê hev didin, dibêjin di nabêna me da tu gelş û dijayetî tuneye, li ser her tiştî em mitefiq in û wek hev difikirin.

Lê li gel vê jî ev 5 meh in hukûmet çê nabe.

Ji bo çi?

Heger bi rastî jî di nabêna herdu partiyan da tu berberî û gelş tunene wê demê ev xiran û kaşan ji bo çi ye?

Kabîne çima çênabe?

Tiştê xuya ye heger gef û tehdîdên dewletên cîran hewqasî ne mezin û cîdî bûna, teşxeleya li ser parkirina kursiyan nuha ji zûda bûbû sebebê tevlihevî û teşxeleyeke mezintir.

Meriv hêvî dike ku ev nelihevkirin dirêjtir nebe, di demeke kin da çareser bibe. Lê tiştê meriv ji gotinên Mam Celal derdixe ev ne hêviyeke rast e. Diyar e ev hevîr ewê hîn gelek av hilkişîne.

Lê înşelah ewê bê qezza û bela derbas bibe.

20 maj 2008

Tirkiye şerê li hember kurdan bi perê eroînê didomîne

Hefteya borî(15/5)di hin malperên tirkan yên wek Internet Haber, Iyibilgî û di hin malperên din da li ser Tirkiyê xebereke pir cidî derket.

Di xeberê da midûrê emniyeta Stenbolê yê kevn e û parlamenterê MHP-ê yê Stenbolê Hasan Ozdemir digot, ”Tirkiye merkeza eroînê, extacy û heba captaonê ye.”
Min him wê rojê û him jä dû ra çavên xwe li gelek malperên kurdî yên mezin gerand, mixabin yek malperê jî qala van gotinên Hasan Ozdemîr nekir. Gotinên Ozdemîr gelkî girîng in, çimkî ew ne merivekî ji rêzê, ne dijminê dewletê ye. Ew, merivekî neteweperest, midûrê emniyeta Stenbolê yê kevn û nuha jî parlamenterê MHP-ê ye. Loma jî divê kurd gotinên wî di ser guhê xwe ra navêjin û li dinyayê belav bikin.

Divê dinya ji devê midûrê emniyeta Stenbolê bibihîze ku ”Tirkiye merkeza eroînê, extacy û captagonê ye.”Ji gotinên Hasan Ozdemir xuya dibe ku, Tirkiye wek dewlet vî karî dike, çimkî bi vî pereyî şerê li hember kurdan fînanse dike. Divê kurd vê çavkaniya dewleta tirk bibînin û bi li her derê belav bikin.

Hasan Ozdemîr, ji endamên Komisyona Meclîsa Tirk ya Micadeleya bi Narkotîkayê ra dibêje:
-Eroîn ne li der, li ba me, li Tirkiyê çê dibe. Merkeza eroînê, extacy û captagonê Tirkiye ye. Û narkotîka ku li Tirkiyê çêdibe bi çewalan diçe welatên ereb û welatên din.
Ozdemir, ji endamên komisyonê ra dibêje, ”wek fabrîqeyeke dermîn ruxsat girtiye lê bi çewalan heban çêdikin. Hûn dixwazin em herin Stenbolê ez wê fabrîqeyê nîşanî we bidim.”
Min hin beş ji axaftina Ozdemîr kir kurdî. Ozdemîr ji endamên komisyona Meclîsa Tirkiyê ra wiha dibêje:

”Ez wek merivekî meselê dizane dibêjim. Ne hewceye ku em her hertiştê xwe bi çapemeniyê ra bipeyivin. Yanî li vir divê em wek malbatekê bipeyivin, pişt ra bira bi riya hevalekî derkeve, ku me ”ev kiriye, ew kiriye.” Yanî divê em berfireh li ser vê meselê rawestin.”
”Bi qasî ku ez dibînim, ez bi xemgînî dibêjim, di derbarê narkotîkayê da, him eroîn û him jî captagon û extacy nuha li welatê me tên hilberîn/çêkirin. Divê carê em viya bizanibin, ev gelkî girîng e. Ez viya wek keskî ku vî karî dizane dibêjim.”
"Ez Mudûrê Emniyeta Stenbolê bûm. Ez ji we ra tiştekî bibêjim. Li Mudûriyeta Emniyeta Stenbolê me îstîxbaratek girt. Me li Gebzeyê operasyonek kir. Fabrîqeyeke derman ya mezin, wek dêwekê ji serî heta dawî captagon çêdikir. A ji we ra zanîn. Ger hûn bixwazin dema em herin Stenbolê em dikanin li wê fabrîqeyê bigerin, hemû risim li ba me hene. Fabrîqeyeke pir mezin e. Ev fabrîqeya dêwîn, birêz serok, hevalên birêz ên parlamenter, captagonê çêdike û ev captagon jî piştî ku li ba me çêdibe hinek jê li vir dimîne û ji vir jî diçe welatên ereb û li wan welatan jî rehet bikar tînin.”
Serokê komisyonê-Ruxsatê/lîsansê jî digrin?

Hasan Ozdemir:
”Na efendim. Belkî mêrik tiştek girtiye…Na, xwedêgiravî kîmyayê çêdike. Dema kîmyayê çêdike, ji ber ku nizanin…

Mûsa Sivacioglu(endamê komiyonê, Kastamonu)-Yanî hilberîneke qaçax e, yanî bi qaçaxî çêdike.

Hasan Ozdemir:
”Ez benî, di derbarê hilberîna qaçax da, yanî di derbarê hebên qaçax da, mêrik ruxsat/lîsans girtiye, dereke bi rûxsat e. Lê bi temamî qulubandiye çêkirina captagonê. Yanî em bi çewalan qamyonan dadigrin lê naqede. Wiha ne tiştê li kuçe miçan e…”
”Em tim dibêjin Ewrûpa, Emerîka, lê ez bi xemgînî dibêjim ku eroîn jî li ba me çêdibe. Di zanîna vê yekê da feyde heye.”
Hasan Kara(Kilîs)-Belkî ne madeya xam e, tiştê wê ye…

Hasan Ozdemîr:
”Ez îzah dikim…Madeya xam, tu bixwzî heye, li her derê tê çêkirin. Nuha bi riya em sûc têxin hustuyê hinekên din em nikanin ji vê yekê xelas bibin. Wer xuyaye ku ji me, hinek kesên ku pereyên mezin qezenc dikin viya jî çêdikin. Hûn dizanin çi çêdikin? Helbet navê Wanê, Hekariyê derketiye. Hekarî, Wan herêmeke çiqas e ku?
Li Stenbolê çêdibe, li Sîlîvrîyê çêdibe. Eynî ez ji we ra dibêjim, li Tekîrdaxê çêdibe û mezin e, di çarçeveyeke dêwîn da çêdibe, dêwîn! Nuha ez vana, wek şexsekî ku 5 salan Mudûrtiya Emniyeta Stenbolê kiriye dibêjim. Divê berê em van meseleyan bizanibin.”

Ji van gotinan vekirîtir çi heye? Mêrik pir vekirî dibêje, navê Wanê, Hekariyê derketiye, esas merkez Stenbol e, Sîlîvrî ye, Tekîrdax e.

Û ew jî bi dizî, ne li malan, ji bo vî karî fabrîqeyên dêwîn hatine çêkirin. Çimkî bazara wan ne tenê welatên ereb û Ewrûpa ya, îxracî hemû dinyayê dikin û bi vê riyê jî deleta tirk salê li dora 70-80 milyar dolarî qezenc dike. Û bi vî pereyê narkotîkayê jî sîlehên herî modern dikirin û li hember kurdan pê şerê xwe didomînin.

Dewlet û çapemeniya tirk her roj propaganda dikin, dibêjin ”PKK karê narkotîkayê dike” û bi vê propagandeya xwe jî li gelek derûdoran tesîrê jî dike. Lê li hember delîl û îspateke hewqas girîng ne çapemeniya PKK-ê û ne jî kurdên din dengê xwe nakin û van gotinên Ozdemîr wernagerînin îngilîzî û li cîhanê belav nakin.

Divê ev gotinên Ozdemîr, ji merkeza Înterpolê ra, ji hemû ajans û çapemeniya dinyayê ra bihata şandin.

Midûrê Emniyeta Stenbolê dibêje, ” li Stenbolê fabrîqeya hebên captagon heye, tirkiye merkeza eroîn û narkotîkayê ye” û em kurd van gotinan nakin xeber jî. Û xwedêgiravî em siyasetê dikin…

PARVE BIKE