Profesorê tirk Ahmet Agirakça, di wergera kitêba Ibnu´l Esir ya bi navê Tarîxa Îslamê da sextekarî kiriye, kurd kirine tirk. Li her dera
navê kurdan derbas dibe, guhertiye, kiriye tirk.
Ibnu´l Esir(1160-1233)kurd e, dîroknasekî bi nav û deng e, ji Cizîrê ye.
Helbet ev ne sextekariya wan a cara pêşî ye, bi sedan numûneyên wiha hene.
Di wergerên kitêbên edebî, ansîklopediyên dinyayê yên herî mezin da jî sextekariyên
wiha kirine, kurd kirine tirk, navê Kurdistanê ya jê derxistne ya jî guhertine.
Wergerê Weşanxana Baharê(Bahar Yayinlari) M. Beşir Eryarsoy
jî di wergerera kitêba Ibnul Esîr ya bi navê "al- kamil fi't-Tarih", Tarîxa Îslamê
da navê kurd kiriye ”gur”.
Di nameya Qiralê Partê ji Qiralê Sasanî Erdeşîr ra şandiye gotina xîtaba "Ey
Kürt” di tirkî da kiriye "ey kurt".
Qiralê Sasanî Erdeşîr di nameya xwe da ji Qiralê Part Erdewan
ra gotiye:
”Ey kurd!
Te heddê xwe derbas kir û te bi destê xwe mirina xwe xwest. Kê destûr da te tu
tacê bidî serê xwe û van welatan dagir bikî?
Kê emirê avakirina vî bajarî da te?”
Werger M. Beşir Eryarsoy xîtaba "Ey Kürt” di tirkî da kiriye "ey kurt".
Mesela di wergera romana Paulo Coelho ya bi navê ”Yanzde
deqîqe” da jî navê Kurdistanê rakirine, ji dêlî Kurdistanê Rojhilata Navîn
nivîsîne.
Weşanxaneya Canê di
kitêba Salman Ruşdî ”Sihêrbazê Florensê” da jî navê Kurdistanê sansor kiribû,
kurdan ev yek îfşa kirin.
Radyo Dêrsim bi twîttekê Salman Ruşdî bi vê
sansora Weşanxaneya Canê hesand.
Salman Ruştî ji vê sansora weşanxaneyê pir aciz bû û weşanxane rexne kir.
Li ser vê, weşanxaneyê uzrê xwe ji Selam Ruşdî xwest û soza
çapeke nuh dayê.
Selman Ruştî di twîtta xwe da gotiye:
”Weşanxangerê tirk(canyayinlari)ji min uzrê xwe xwest. Ewê kopyeyên mewcûd
gişan top bikin û çapeke nuh ya tekûz bikin.”
Van salên dawî werger, nivîskar û lêkolînerên kurd bi gelek
sextekariyên nivîskar, werger û weşanxaneyên tirkan yên wiha îfşa kirin.
Îslamîstên tirk, kemalîstên tirk, nasyonalîstên tirk ev sextekarî ji xwe ra
kirine karekî netewî, bi van sextekariyên xwe dixwazin kurdan înkar bikin, şopa
wan, navê wan ji tarîxê paqij bikin.
Heger navê kurdan di Quranê da jî derbas bibe, ewê ji wir jî
derxînin. Ji bo înkara kurdan derew, sextekarî û tahrîfata nekin tuneye, ji bo
înkarkirina kurdan her sextekariyê mubah dibînin.
Lê şikir êdî dîrokzan, werger û lêkolînerên kurd van salên dawî sextekariyên
wan yek bi yek derdixin ortê û wan rezîl û riswa dikin. Lê li ber xwe nakevin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar