Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.
1986-09-19
Armanc jimara 64a îro danê êvarî ji çapê derket. Dîsa perê me tunebû em heqê
mêrik bidin. Min di telefonê da jê rica kir hetanî roja duşemiyê(îro înîye)xwe
li me ragire. Qebûl kir. Got ezê nuha bişînim.
Ez û xwediyê çapxanê Mîlonas bûne dostên hev. Ji ber ku tim ez diherim û têm, gava perê me tunebe ez jê rica dikim, dibêjim hinekî xwe li me ragire. Wî jî tu carî negotiye na.
Yê Armanc anîbû bi şaşî biribû danîbû ber deriyê dibistaneke nêzî ciyê komelê, ciyekî şaş. Ez û Mûrad Ciwan li komelê li bende Armancê bûn.
Dema min dî nehat, min telefonî xwediyê çapxanê kir. Ji min ra tarîf kir li ku danîye. Li ber deriyê dibistana nêzikî komela me danîbû.
Me çend hevalan çû anî komelê. Heger bi şev li der ve bima ewê şil û pil bima.
Ji komelê em çûn mala Mûrad. Bi rê da min Mûrad ra got, ”kes nizane em Armancê bi çi halê xerab derdixin. Ne perê me heye, ne jî cîyekî me yê xebatê heye."
XXX
1999-09-19
Ev çend roj in ez wer diherim nexweşxanê ba Yilmaz(Selîm
Bakac) û têm, lema jî min pê ra negîhand ne tiştekî bixwînim û ne jî
binivîsînim.
Lawikê me Azad îro ji gerra xwe hat. Gere do hatiba, lê li Londonê negihîştibû ser
tiyarê, ji ber wê jî do bi şev li wir ma, îro seet li dora pênca hat.
Li
gor qal dike ji gerra xwe gelkî memnûn
e. Çûye Qanada jî dîtiye. Baş kir, çû ji xwe ra dunya dît. Di vî umrî da(23
salî ye)here Amerîkayê, kar bibîne, pera qeznc bike û here pê bigere wer ne
rehet e.
Zimanê îngilîzî bûye kilîta herî derî, meriv îngilîzî bizanibe kane here her
derê. Ez ji wê îmkanê bêpar im. Herdu zimanên ez zanim jî li derekê pere nakin.
XXX
2011-09-13
Dem baş mamoste!
Hûn çawa ne ,baş in.Gelo ku em werine Ewrupayê em dikarin
bi we re hevpeyvinekê çêbikin...
Bi Silav û rêz..
Nevzat Keskin
XXX
2011-09-14
Merheba!
Birayê Nevzat, gelek sipas ji bo vexwendina we, mala we ava.
Birêz newzat, weke prensîp ez ne li dijî hevpeyvînê me. Lê dibê ez
bizanibim hevpeyvîn li ser çi ye, zindî ye ya pakêt e û "sansor" heye
ya tuneye?
Heger sansor hebe û hûn bibêjin "mamoste, viya bibêje, viya
nebêje" ya jî tiştên min gotin hûn dû ra biguherînin, ya jî
meqes bikin ez qebûl nakim.
Heger hûn di vî varî da min hinekî agahdar bikin ezê kêfxweş bibim.
Û helbet wextl jiî dibê ez bizanibim.
Gelek silavên dostaniyê
Zinarê Xamo
XXX
2011-09-13
Ji Nezad Keskîn ra
Merheba!
Nevzat, deng ji we derneket, we bersîvek neda min. we bersîvek bida
ewê baş bûya. Ez li bende bersîva we
me...
Bimînin di xweşiyê da
Zinarê Xamo
XXX
2011-09-19
Merheba Nevzat!
Bas e, me li hev kir. Lê dibê berî hatina xwe bi çend rojan tu haya min
bigihînê...
Gelek silavên dostaniyê.
Zinarê Xamo
XXX
2011-09-19
Dem baş mamoste! ji bo ku min dereng xeber da we min biborînin.Bi
rastî ez ne mûsaît bûm.Ez ji bo karekî çûbûme herêmê.Mamoste ji bo
bernamê bi rastî hin wext heye.Niha em li ser bingehîna wê lêkolînan
dikin.Em li kesên ku emê bi wan re bernamê çêbikin diaxivin û biryara
wan distînin.Ji bo sansurê jî bi rastî
mamoste em di naverokê de ne li
ser sîyasetê disekinin.Di bernamê de 10 serpehatîya jîyana we,30
daqîqa jî le ser berhem,xebat,berpirsîyarîya we eme bipirsin.
bi silav û rêz...
Nevzat Keskin
xxx
2011-10-29
Newzat merheba!
Xortê hêja, ji bo hevpeyvînekê min soz dabû û gotibû temam.
Min dizanîbû Dunya TV ya kesên nêzî Gulen e. Û min dizanîbû ku Gulen bi xwe jî
di warê îdeolojîk û siyasî da li dijî azadbûna miletê kurd e. Lê tu rastiyê
dixwazî ne bi vê derecê, min nizanîbû ku Gulen li hemberî kurdan merivekî
hewqasî zalim, bêûjdan, dilreş û faşîst e.
Ji ber ku min pir kêm guh daye axaftinên wî loma jî min ew zêde nas
nedikir.
Min nuha di facebookê da li axaftineke Gulen ya derbarê gerîlayên kurd
da temaşe kir. Gotin û nifirên Gulen di vê axaftina xwe da li gerîla
dike derî însaniyetê ye, hestên merivekî zalim û faşîst e.
Loma jî li qusûra min nenêre, xîret û ûjdanê min qebûl nake
derkevim telewîzyona merivekî hewqasî neyarê kurdan, zalim û bêrahm.
Bimîne di nava xweşiyê da
Zinarê Xamo
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar