Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.
1986-09-06
Ez û malî em çûn mala Zîya Avcî. Ebûbekir Pamûkçu jî hat wir. Min nizanîbû ewê
jî were. Qey ban kiribûnê.
Îro li Stenbolê du kes ketine sînagogeke yahûdiyan, tevî xwe 23 kes kuştin û 6
kes jî birîndar kirin. Felaketeke mezin e.
Berî ez werim vir, min bûyer li ser berber ji Xelîlê berber bihîst. Ez dibêjim ewê
filistînî bin.
Lê tirk jî kanin bikin. Esas her tirkê dîndar û çep jî kane
qetlîameke wiha bike.
Dîndarên kurd jî kanin bikin. Di dilê misilmanan da kîna li hemberî yahûdiyan pir mezin e. Hêvî dikim ne qatil ne kurd bin.
XXX
1996-09-06
Min îro 1000 kron ji malê ra şand. Hindike, lê perê min tuneye, heger hebûya
minê zêde bişanda. Çavê tunebûnê kor be. Lê dîsa jî ji neşandinê çêtir e. Min
110 kron jî heqê şandinê da. Pir e, lê tu riyeke din jî li ber min tune.
XXX
2019-09-06
Kenanê Nado li ser çîrokên Antolojiya min çend pirs ji min kirine. Pirsên wî bi
kurtî ev in:
”Min ji xebata we ya "Hebû Tunebû" pir îstîfade kir li ser 13
çîrvanokên di xebata we de jî xebitîm. Bi rastî dixwazim ji we hîn bibim ka
dema ku we pirtûk amadekirî, we mudaxale li îskeleta çîrvanokan kir an na?
Herwiha we ev çîrvanok zêdetir ji kîjan herêmê guhdarî kiribûn. We berê ku hûn
bikin pirtûk we li derekî qeyd kiribûn an na? Carinan di dawîyê de weku
mudaxeleya ziman xuya dibe. Ev di çi astê de ye? Yanî bi kurt û kurmancî
dixwazim hîn bibim ka we çiqas mudaxaleyê çîrvanokan kiriye? Bimînin di xêr û
xweşîyê de. Bi hêvîya ku em careke din hevdu bibînin.
Kenanê Nado”
Ev jî bersîva min e:
Merheba Kenanê hêja!
Zimanê hemû çîrokan yê min e, ne zimanê çîrokbêjekî din e,
min ji devê kesî neqil nekiriye û zimanê wan neguhertiye.
Min di pêşgotinê da
jî gotiye hin çîrok min zanî bûn, hinek min ji devê diya xwe girtin, hinek bi
kasêtan ji min ra şandibûn, hinek min di kovar û rojnameyên kurdî da xwendibûn
û hinek jî min ji swêdî adepte kirin.
Lê ne tercume ne.
Min li çîrokê guhdarî
dikir, not digirt ya jî dixwend û dû ra bi zimanê xwe ew çîrok dinivîsand.
Wek
tu li çîrokekê guhdarî bikî û dû ra bi devoka xwe bibêje. Hemû çîrokên min top
kirine min bi vî hawî nivîsîne. Hin çîrok min di radyo û telewîzyona swêdî da
guhdarî kirin û dû ra kurdîya wan nivîsî. Ya jî min di kovar û kitêbeke zarokan
da xwend û adepteyî kurmancî kir.
Ji xwe çîroka destpêkirina nivîsîna van
xemîşokan balkêş e. Ji bo ku lawikê me yê biçûk Rojen kurmancî fêr bibe min her
şev berî raketinê jê ra xemîşokek, carna du xemîşok digot.
Ev yek bû sebebê ez
gelek xemîşoka(çîrokan)bixwînim. Dû ra min ew nivîsîn.
Çîroka ”Çûk û Fîl”
çîrokek rûsî ye û min ew bi tirkî di derekê da xwendibû û adapteyî kurmancî
kir. Hemû çîrok min ji ku girtine yek bi yek nayê bîra min.
Lê Çîroka ”Kevok û
Rûvî, Siwar û Mar, Destbiratiya Rûvî û Quling” yên min in, hinekên din jî hene
lê bi rastî nayê bîra min.
Bi kurtî ziman û devoka hemû çîrokan ya min e, min
ji devê kesî dîrekt neqil nekiriye, ya min lê guhdarî kiriye, ya jî di derekê
da xwendiye û dû ra ew bi rengekî serbet û bi devoka xwe nivîsîye. Hêvî dikim
min bersîva te da…
Bi silavên biratiyê. 2019-09-06 Stockholm Ez nizanim kîjan
çapa ”Antolojiyê” di destê da ye.
Çapa APECê sedî sed zimanê min e.
Lê di çapa Rûpelê
da midaxele kirine, hin tişt, wek ”ra û da” guhertine, kirine ”re, de”.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar