Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.
XXX
1986-09-05
Çûm komelê, min ji Uzeyîr Al ra nivîsên Armancê xwendin, wî jî nivîsî. Dûra ez û Nafî Çilgin
çûn ciyê tiştên kevn difroşin. Min ji komeleyê ra dîwanek kirî. Ji wir jî em çûn
mala Mûrad Ciwan.
Di xeberên telewîzyonê da gotin li Pakîstanê, li bajarê
Karaçiyê 4 kesan xwestine tiyareyeke Amerîkayê birevînin. Lê ji ber ku pîlot
revîyaye nikanîbûne tiyareyê rakin.
Pûlis ketine hundur tiyarê, şer derketiye,
bi kêmasî 18 kes hatine kuştin û gelek birîndar hene.
Ecêb e, carnan mirin tê di tiyarê da bi gewriya meriv digre.
XXX
1996-09-05
*Li gorî xeberên radyo û telewîzyonê şerê nabêna PDKê û YNKê îro jî dom kiriye.
Dibêjin Tirkiye haziriyê dike 15-20 km têkeve Kurdistana Başûr. Heger Tirkiye
têkeve Kurdistana Başûr hew jê derdikve. Heta heger mimkûn be piştî dagirkirinê
ewê bixwaze erdê dagirkirî mayin bike. Mimkûn e îşev yanî di van saetan da(nuha
saet 22.45 e)êrîş û dagirkirinê dest pê kiribe jî.
Wer xuya dike Amerîkayê jî ev daxwaza Tirkiyê qebûl kiriye. Heta bi îhtîmaleke
mezin Hêza Çakûç jî ewê ji bo vê yekê ji Zaxoyê rakiribe.
Heger Tirkiye wek
dibêje vê gavê bavêje, yanî beşekî Kurdistana Başûr dagir bike, kurdê başûr ewê
çi bikin?
Bi îhtîmala herî mezin Celal Talabanî ewê bêtir têkeve bin emrê Îranê, Mesûd
Barzanî jî ewê têkeve bin emrê Seddam. Û bi vî hawî herdu jî ewê kortika
hustuyê xwe buxrînin, hew dewleteke kurdî bibînin.
Yanî me vê carê jî wenda
kir.
Apociyan do 18 leşkerên tirk kuştine. Helbet viya dewletê dîn dike. 18 leşker
jimareke pir e. Xeber do di rojnameya Mîllîyetê d ahebû. Qey şer pêr çûbûye.
*Min îro mektûbek ji birayê xwe Faîq girt. Halê wan pir xerab e, perîşan in. Ji bêçaretiyê ez
li ser goştê xwe hûr dibim, lê bêyî xemgîniyê tiştekî din ji destê min nayê.
Alîkariya ez kanibim bi wan ra bikim pir hindik e. Mala feqîriyê xera bibe.
Xwezî nuha ez zengîn bûma…
XXX
2008-09-05
Merheba birayê Bedirxan Badillî!
Birayê delal, min rexneya te bi matmayiyeke mezin xwend.
Te rexne li bersîva ku min dabû Kayhan Kirac girtiye û ez
"ji dil û can jî şermezar kirime." Tu bi vê jî nehatiye serî,
te gotiye "di Dîwanxaneyê da kes weke gotina min tiştekî beradayî
naxwaze."
Birayê delal, ez fêm nakim tu ji bi çi "ji dil û can" min
"şermezar" dikî?
Û kîjan gotina min beradayî ye?
Berî hertiştî te ya nivîsa min nexwendiye ya jî te xwendiye lê tiştek jê fêm
nekiriye.
Ez îzah bikim.
Ev çand car in biraderekî bi navê Kayhan Kirac ji min ra meylan dişîne û dibêje
mesajên xwe bi tirkî jî binivîsin. Min digot belkî ew çepên tirk in.
Ez ji kompîtorê zêde tiştekî fêm nakim, min got belkî ew ji
hemû endamên Dîwanxaneyê ra dişînin. Yanî dixwaze endamên Dîwanxaneyê mesajên
xwe bi tirkî îzah bikin, yanî kurtiya wan binivîsin.
Vê daxwaza wan ez gelkî aciz kirim û min jî rabû bersîvek da
wan, min bersîv nedaye Dîwanxanê, ji Dîwan xaneyê ra tiştek negotiye.
Min gotiye ”ev çend cara in hûn ji endamên Dîwanxaneyê dixwazin ku ew tirkî jî
li bin mesajên xwe binivîsînin, ji bo kesên kurdî nezan fêm bikin.” Ji ber ku
di rexneya xwa da gotibû hin endamên me bi kurdî nizanin.
Li ser vê rexneya wî, min jî gotiye heger emê li bin her
mesaja xwe tirkî jî binivîsin, berî hertiştî divê hûn(yanîkomun-inisiyatifi@googlegroups.com)dest
pê bikin. Yanî divê hûn berê li bin mesajên xwe kurdî binivîsînin, dû ra emê jî
li we binêrin û bersîva we bidin.
Min gotiye di nava endamên Dîwanxaneyê da jî kesên bi tirkî
nizanin hene, lê me tu carî netgotiye kurtiya nivîsên xwe bi kurdî jî
binivîsin, çima hûn wek ”komun-însîyatîfî” vê daxwazê ji me dikin?
Min hinekî bi ”kibarî” henekê xwe bi wan kiriye û gotiye ,
ma hûn ji bo nivîsên bi îngilîzî, fransizî û almanî jî eynî tiştî dibêjin?
Yanî ji wan jî dixwazin ku ew jî bi tirkî binivîsin?
Heger hûn ji kesên din tiştekî wiha naxwazin
ji bo çi hûn ji kurdan vê daxwazê dikin?
Yanî minaqaşeya min bi ”komun.însîyatîfî” ra ye û min gotiye
belkî ew vê daxwazê ji endamên Dîwanxaneyê dikin. Lomajî min rexne l iwan
girtiye.
Ji ber ku min digot belkî ew çepên tirk in loma jî min bi
tirkî bersîva wan daye. Min ji Dîwanxaneyê ra bi tirkî nenivîsandiye. Min
bersîva yekî tirk bi tirkî daye.
Ji kereme xwe ra nivîsa min careke din bixwîne, baş fêm bike
û dû ra ”ji dil û can” rexne li min bigre û min ”şermezar” bike.
Diyar e tirkiya te jî wek ya min pir ne temam e, tu jî baş
fêm nakî.
Belkî tu nizane lê gelek kesên din dizanin, tirkiya min tenê
ji bo tirkan heye, bi çend gotinên xwe ez yekcarnan dilê xwe li wan rehet
dikim. Yanî ez tirkiya xwe li hember dijmin wek sîlehê bikar tînim, dema lazim
be ez li hember dijmin bikar tînim.
Tiştê herî bêtir ez pê êşiyam, te gotiye ” Di Diwanxanê
de kes wekî gotina te tiştekî weha bereday nexwaze.”
Te bi vê gotina xwe gelkî eyb kiriye. Diyar e tu li min û
maneyan digerî.
Dîsa te gotiye, ”Ew çi hal e mamoste? Te hê berê
çend hefteyê ji Latîf Epozdemîrê re hêrs nedibû? Tu bo çi wî sûcdar
dikir, nayê bîra te?”
Birayê hêja, tu hin tiştan tevhev dikî. Min ew rexne li
kurdekî ku bi kurdî dizane lê di platformeke kurdan da bi tirkî dinivîse kir,
min got divê em kurd bi hev ra bi tirkî nepeyivin û nenivîsin. Min tu carî
negotiye emê bi tirkekî ra bi tirkî nepeyivin, ya jî di rojname û platformeke
tirkan da bi nenivîsin.
Ma yekî tirk bi tirkî ji min ra xeberan bide qey ezê bersîva
wî nedim?
Erê ez te fêm dikim, tu dixwazî ”tepekê” li min xî lê ne bi
vî hawî. Te li ciyê rehetiyê û bêseb gotinên nexweş ji min ra kirine.
Lê tişt nabe. Heta nuha dijmin gelek neheqî li min kiriye,
bira ev neheqî jî ya kurdekî be. Tiştek ji min kêm nabe.
Bi silavên biratiyê
Zinarê Xamo
XXX
2023-09-05
Saît Aydogmuş pîrozbahiyên tirkan yên 30 Tebaxê rexne kiriye, gotiye ew li perava bajarekî peravên Derya Egeyê ye. Tirk bi hawakî irqçî, dinya netî "Zafera 30 Tebaxê2 pîroz dikin, her der alên tirk in, bîna wî teng dibe, serê wî gêj dibe. Axirê pîrozbahiyên tirkan rexne kiriye. Min jî do ev şirove xist binê nivîsê.
"Saît, bi baweriya min yê ji 30ê Agustosê, ji derya alên sor, ji wê tîmarxaneyê, ji irqçîtiya tirkan aciz bibe naçe li wir havîngehê nakire, tahtîla xwe li wir derbas nake.
Piştî meriv li wir havîngeh kirî, li wir çû tahtîlê dibê meriv gazinan neke.
Tu û bi hezaran kurdên siyasî yên wek te ne mecbûr in di wê cahnimê da bijîn. Hûn kanin havîngehên xwe li welatê xwe bikirin, tahtîlên xwe li welatê xwe derbas bikin. Dibê gotin û kirinên meriv hevdu bigire."
Seîd îro besîva vê nivîsa min daye. Xwedêgiravî bersîv daye min lê li ser tiştê min gotiye tiştek negotiye, ji wê bêtir demagojî kiriye, qala tiştên têkliya wan bi nivîsê tuneye kiriye. Gotiye pir xemgîn bûye, nexwestiye xanima xwe pê bihesîne...
Ezê bersîvê nedimê.
Gelek kes heq didin min, bi nivîsa min kêfxweş bûne, lê newêrin bibêjin tu rast dibêjî.
2023-09-05
Kekê dembaş,
Hêvîdar im tu baş bî. Xweşiya canê te dixwazim.
Ez Selîm Temo me.
Min jimara te ji Bawer Berşev wergirt.
Min xwest ez bipirsim gelo haya te ji çalakiyên Kitêbxaneya Kurdî li Stockholmê heye yan na? Meriv bi xwe xwe bide vexwendin nabe, lê bi salan e meraqa min ew kitêbxane ye û hem çalakiyên li wir bala min dikişînin.
Bi xwe li Parîsê me. Pirtûka min a nû (112 Hesp û Xezelek) çû çapê. Heke hevalên li wir vexwînin dikarim werim.
Bernameya min Payîzê ya diyarbûyî weha ye:
14-15 Cotmeh (Bern-Basel)
18-26 Mijdar (Amed-Mûş-Dersîm-Batman)
Bi hêviya dîtinê.
XXX
Ez nuha di tiréné da me, évarì dema vegerìyam malé ezé bersìvé bidim te.
Pir kéfxweş bùm bi pira te.
Oxira xêrê be kekê.
Bi hêviya axaftinê
XXX
Merheba birayê ezîz!
Ez bi serokê Yekîtiya Nivîskarên Kurd Mihemed Elî Kut ra peyivîm. Ew jî bi Kitêbxaneya Kurdî ra peyivîye. Herduyan jî gotin pir baş e, bira bi xêr û xweşî were.
Tarîxên misaid ev in:
-2023-11-04
2023-11-11
-2023-11-18
Heger ev tarîx ji te ra dibin ya telefonî min bike ya jî bi nivîsekê xeberê bide min, ji bo ku em cî veqetînin.
Na heger di van tarîxan da tu nikanî werî, tu tarîxekê ji bo meha 12a û pêşdatir bibêje, emê lê binêrin û xeberê bidin te.
Kitêbxane û Yekîtiya Nivîskaran nikanin heqê bilêta te bidin û xwe bidin ber mesrefên te. Dibê tu bilêta xwe bikirî.
Li vir heger tu bixwazî tu kanî bibî mîvanê min. Bi mazûbaniya te ezê kêfxweş bibim.
Gelek silavên biratiyê
Zinarê Xamo
Stockholm
2023-09-05
Silav kekêcan,
Niha li derve me, te mijul nekim lê êvaran çi wext musaîd bî em dikarin biaxivin.
Mala te û mala saziyan ava be. Ez ê bi kêfxweşî werim û semînerek bidim. Tişta min dîtî ev bû, mêvan gotarek pêşkêş dike û dîdar û hevdîtin diçe serî.
4ê meha 11an baş e bo min. Dikarim Înê (3 Mijdar) werim û Yekşemê (5 Mijdar) vegerim. Gava biryar hat dayîn ez ê bilêtê bikrim û li wir bidim hevalan.
Bo mazûvaniyê, mal ava be kekê. Camêr î.
Hevalên berpirsiyar dikarin telefun bikin ku em organîze bikin û çend pirtûkên xwe bidim şandin bo îmzeyê.
Spasî te dikim kekê, te zehmet kêşa. Bi hêviya axaftin û dîtinê
Hetanì saet 23.00 tu kanì telefon bikì.
Baş e kekê, ez ê telefun bikim.
Me wext veqetand.
2023- 11-04
Saet 14.00
Fermo:
Serokê Yekîtiya Nivîskarên Kurd, Mihemed Elî Kut: 0046707799808
Sidqî Hirorî: 0046 739922112
Spas kekê,
Şeva te bimîne xweş
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar