21 april 2022

Kurd çima hewqasî ji muzîka tirkî hez dikin?

Ez nizanim hin kurd, heta ez kanim bibêjim piraniya kurdan, çima hewqasî ji muzîka tirkî hez dikin?

Li Swêd tu diherî kîjan dikan, markêt û aşxaneyên kurdan dengê muzîka tirkî dikeve guhê te.

Li tu mekanekî kurdan dengê muzîka erebî û farisî nayê guhê meriv.
Li muzîka kurdî ji xwe kêm gudarî dikin.
Ev heyraniya kurdan a muzîka tirkî min merezarî û kezebreşî dike.


Ez çûme ku derê min tim ev gazina xwe ji xwediyê mekan kiriye û muzîka kurdî jê xwestiye.

Îro ez û xanimê ji bo ku ji malê ra çend orxanan(lihêfan) û balgîyan bikirin em çûn herêma Kungens Kurva.

Me bazara kir, tiştên xwe kirîn û dûra jî em çûn aşxaneya Amîda, me got em herin kibabek bi lezet bixwun.

Me li edresê pirsî, ji me ra tarîf kirin. Me bi rehetî edres dît. Em çer ketin hundur dengê muzîka tirkî ez veciniqandim.

Min silav da hostê me yê temiya xwe lê bikira, min got ma tu kurd î?
Got:
”Erê ez kurd im. Em kurdên Konyayê ne.

Min zanîbû kurdên Konyayê ne. Min got, em kurd çima ne ji muzîka xwe, lê ji muzîka tirkî hewqasî hez dikin?

Keniya, got ferq nake, muzîk enternasyonal e, filan û bîvan…
Min got bira, erê muzîk enternasyonal e, lê ne bênasname ye.

Her miletek muzîkek xwe heye. Dibê meriv ji xwe, ji welatê xwe, ji qewmê xwe, ji zimanê xwe û ji muzîka xwe hez bike.
Ne mumkûn e tirkek li aşxaneya xwe muzîka kurdî lêxe û wek te bibêje.

Lê ez diherim kîjan mekanê kurdan dengê muzîka tirkî dikeve guhê min.

Min got heta ez li vir im xêra xwe ji min ra sitranake kurdî bide ser, got baş e apo, emê bikin.

Me li ser niga hinekî sohbet kir. Em çûn rûniştin, tirkî rakirin, kasêteke kurdî ya evîndariyê ya pir xweş dan ser. Min sitranê ji bîr kir.

Dûra yekî din hat, me bi wî ra jî hinek sohbet kir, ew yekî bêtir ”enternasyonalîst” bû, digot ji bo min tirk, kurd, nizanim kî ferq nake, ji bo min ya muhîm însan e…

Got 300 salî em di nav tirkan da neheliyan, lê di van 29-30 salên dawî da êdî em qediya ne. Pir bêhêvî bû.

Ev eşqa muzîka tirkî ne mexsûsî xwediyê vê aşxanê ye, li gelek mekanên kurdan eynî tişt e.

Li taxa me aşxaneyek bi navê ”Sofra” (sifre)heye. Nuh vebûye. Aşxaneya kurdên Konyayê ye.

Çendakî berê hevalekî em vexwendin xwarinê. Min bala xwe dayê li wir jî tinge-ringa muzîka tirkî ye. Ez bi xwe nikanim, ez rabûm çûm ba hoste. Min got hûn kurd in, vir aşxaneya kurda ye çima hûn ne muzîka kurdî, lê ya tirkî lêdixin?

Wî jî bir û anî, got em tevlihev dikin, filan û bîvan û ji bo xatirê me kasêtek kurdî dan ser.

Li taxa me du dikanên mêwefiroş hene, herdu jî yên kurdan e.
Yek jê ya kurdekî ji Kurdistana rojava ye. Karkirên wî soran û ereb in.
Wê rojê em çûn hin mêwe û sebze bikirin. Li wir jî dengê muzîka tirkî olan dida. Xwedî ne li wir bû ez pê ra bipeyivim.

Yanî tu diherî kîjan dikan, market û aşxaneyên kurdan dengê arabeska tirkî dikeve guhê meriv.

Ne tenê kurdên bakur, kurdên başûr û rojava jî heyranê muzîka tirkî ne, ji muzîka xwe bêtir li ya tirkî gudarî dikin.

Tiştekî ecêb e, hetanî nuha li tu dikan û aşxaneyeka kurdan dengê muzîka erebî û farisî neketiye guhê min. Ez du caran çûme Kurdistana başûr. Li wir jî min li tu derê erebî û farisî nebihîst, lê li gelek deran dengê muzîka tirkî bilind dibû.

Halbû muzîka farisî gelkî nêzîkî muzîka me ye û gelkî jî xweş e, lê kurd lê gudarî nakin, muzîka wan tenê tirkî ye. Ev hezkirina kurdan a muzîka tirkî serê min pir meşxûl dike û min pir û pir nerehet dike.
Ez çi his bikim jî kurd ji Tirkiyê, ji zimanê tirkî û ji muzîa tirkî pir hez dikin, lema jî ji muzîka xwe bêtir lê gudarî dikin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE