Her miletek xwedî edebiyatekê ye. Miletê bê edebiyat tuneye.
Edebiyat jî bi zimên dibe. Huner, marîfet, zîrekî, mezinahî, şan, şeref, qabîlîyet,
gernasî, mîzah yanî her tiştê miletekî, hemû kultura wî di edebiyata wî da ye.
Û ew jî bi zimên dibe, zimanê miletekî çi be, edebiyata wî jî ya wî zimanî ye.
Edebiyata fransî, edebiyata almanî, ya rûsî û ya kurdî…
Ji bo wê jî hebûna miletekî girêdayî zimanê wî ye, gava asîmîle bibe û zimanê miletekî din bibe zimanê wî, wê demê ew jî dibe miletekî din û edebiyata wî jî dibe ya milet û zimanekî din.
Sed sal berê li Tiriyê li herêma Derya Reş çend gel-miletên din hebûn, lê îro hemû bûne tirk. Çimkî zimanê xwe wenda kirin. Û bi zimên ra edebiyata wan jî bû edebiyata tirkî.
Tirk dixwazin tiştê anîn sere lazan û miletên din, bînin sere me kurdna jî, yanî me jî wek gelek gelên din bihelînin û bikirn tirk.
Ji bo ku bigihîjin vê armanca xwe zimanê me yasax dikin û nahêlin zarokên me bi kurdî perwerde bibin.
Ew zanin gava ziman ji nifşekî, (ji cîlekî) dewrî nifşekî din nebe, piştî sê, çar nifşan ew milet bi tevayî asîmîle dibe û diqede.
Tirkan di nava 100 salî da ji nîvê me pirtir helandin û kirin tirk. Dîlok(Entab),Erzîngan, Sêwas,
Meraş, Semsûr, Çewlik, Erzerom, Dêrsim û çend bajarên din jî di nava vî
sed salê dawî da kirin wek bajarên tirkan, çimkî gelê wan bajaran asîmîle kirin.
Li wan bajaran û gelek bajarên fin yên Kurdistanê zimanê çarşî û bazarê êdî tirkî
ye û di viyda sûc û gunehê me kurdan jî pir e, me guh neda zimanê xwe û em bi
hev ra bi tirkî peyivin.
Dixwazin di nava çend salên din da çend bajar û qezayên ketine ber sekratê û
hîn li ber xwe didin, wan jî bihelînin. Heger em kurd, dê bavên kur, partiyên
kurd, ronakbîrln kurd li hemberî vê êrîşa dewleta tirk serî hilnedin yanî kurdî
nekin zimanê xwe yê male, rojane û bazarê çû ji me da, emê jî wek lazan û
miletên din bihelin.
Ji berk u gava ziman here, bibe tirkî, edebiyat jî dibe ya tirkî, stran, muzîk, roman, çîrok jî dibin tirkî.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar