18 juli 2018

Li ser tarîxa kurdan kitêbeke pir hêja, "”Kurd di Tarîxa Ibn el-Esîr de”



Weşanxaneya Avestayê, bi weşandina kurdîya kitêba Ibnul Esîr  El-Kamil fî t-Tarîx, ”Kurd di Tarîxa Ibn el-Esîr de” ji tarîxa kurd û Kurdistanê ra xizmeteke bêhempa kiriye.

Weşanxaneya Avesta di jiyana xwe ya 22 salan da li ser kurd û Kurdistanê û li ser ziman, edebiyat û tarîxa kurdan gelek berhemên hêja li kitêbxaneya kurdî zêde kirin.


”Kurd di Tarîxa Ibn el-Esîr de” jî yek ji wan berhemên pir hêja ye. 

El-Kamil fî t-Tarîx”a Ibn Esîr yek ji berhemên tarîxa îslamê ya herî girîng e. Ibn el-Esîr kurd e û ji Cîzêrê ye û di nabêna salên 1160-1232a da jiya ye.
Yanî agahiyên Ibn el-Esîr li ser kurdan dide û qal dike 800 sal berî nuha ye. Lema jî ji bo tarîxa kurdan ev berhema Ibn el-Esîr pir muhîm e.


Emîn Narozê ji El-Kamil fî t-Tarîx hemû beşên li ser kurdan bi hostayî niqandiye û kiriye kurdî û
 di du cildan da pêşkêşî dîroknas û xwendevanên kurd kiriye.


Ji bo weşandina vê berhema pir nuhîm ya li ser tarîxa kurdan ez li ser navê xwe gelkî spasî Weşanxana Avesta û Emîn Narozî dikim.

Bi vê tercumeya(wergergera)Emîn Narozî ra derket ortê Rektorê Zanîngeha Mêrdînê Ahmet Agirakça di wergera  El-Kamil fî t-Tarîx ya tirkî da tahrîfat kiriye, hemû peyvên ”kurd û Kurdistanê” guhertine, kirine tirk, tirkî.

Heta nuha gelekê caran bi saya wergerên wiha ya jî hin lêkolînên kurdan sextekariyên tirkan yên wiha derketine ortê.

Yanî li ser kurd û Kurdistanê ev ne tahrîfata tirkan ya pêşî ye em kurd pê dihesin, berê jî numûneyên wiha pir in.

Xwediyê Avesta Abdulah Keskîn, ji kurdan gazin kiriye, gotiye kurd ji dêlî ku li ser berhemê binivîsin, wê bidin nasîn, li ser sextekariya Ahmet Agirakça disekinin, bêtir qala sextekariya wî dikin.

Bi baweriya min di medyaya sosyal da bira kurd qala vê sextekariya Ahmet Agirakça bikin, di vê da tu zirar tuneye. 

Lê belê gazina kurd li ser kitêbê bi xwe ranawestin, wê nadin nasîn, naveroka wê minaqaşe nakin gazineke di cî da ye.

Lê belê ev bêdengiya kurdan ne ji bo vê berhemê tenê ye, ji bo hemû berheman wiha ye, kurd kitêbên derdikevin krîtîk nakin, nadin nasîn, bîr û rayên xwe li ser nabêjin. Ev yek mistewa civata me, paşdamayina me nîşan dide.

Rexnegirên me, alim û nivîskarên me yên kanibin li ser behemên wiha binivîsin pir kêm in. Yên hene jî ya îhmal dikin ya jî nanivîsin. 

Sebeba vê jî kesekî profesyonel tuneye, her kes di ber karê xwe ra nivîskariyê û rexnegiriyê dike.

Nivîskarên xelkê bi rexnegiriya xwe, bi nivîsên xwe debara xwe dikin, gava li ser kitêbekê nivîsekê dinivîsin pera digrin, lê yê kurdan tiştekî wiha tuneye, dibê fedekariyê bike. 

Lê weşanxane bi xwe kane kitêbê bişîne ji hin kesan ra û ji wan li ser kitêbê dîtinên wan bixwaze.
Li Swêd gava kitêbek derdikve weşanxane kitêbê dişîne ji çend rojnameyên mezin ra û nivîskarên wan li ser wê berhemê dinivîsin.

Yê me kurdan rojnameyên me tunene.
Lê belê çend kovara hene, weşanxane kane bişîne ji wan kovaran ra ji bo ku li ser binivîsin.

Yanî dixwazim bibêjim dibê meriv ne li bende be kurd bi xwe bîr bibin û binivîsin, ev hinekî zahmet e. Weşanxane bi xwe jî kane di vî warî da hin tiştan bike û ev mimkûn e.

Ez careke din spasî Avesta û birayê Emîn Narozî dikim.

Emîn Narozî di van çend salên borî da gelek berhemên pir hêja wergerandin kurdî û bi yekê jî ji tarîx û edebiyata gelê xwe ra xizmeteke pir hêja kir…

Mala Abdulah Keskîn jî û ya Emîn Narozî jî ava be….


2 kommentarer:

  1. Xalo, ez ji bi riya bloga te spasiya wan dikim ku ev berhem gihandina ber deste me.

    SvaraRadera
    Svar
    1. Belê karekî pir baş kirine. Mala wan ava be. Bi taynetî karê Emîn Narozî kiriye karekî pir hêja ye.

      Radera

PARVE BIKE