18 juli 2018

Kurd êdî ji gîtarê jî hez dikin



Ev 38 sal in ji Kurdistanê dûr ketime, li xerîbîyê dijîm. Di van 38 salan da li welatê min gelek tişt guherîne haya min jê tuneye, carnan vê guherînê ferq dikim.

Dema ez li Kurdistanê bûm amûrên muzîka kurdî keman, ûd, cumbûş, tembûr, kemençe, mey, erbane, bilûr bû, gîtar di muzîka kurdî da tunebû. Qet nayê bîra min kesî gîtar lêdixist...


Lê nuha di destê xortan da amûra herî zêde tê lêxistin gîtar e. Gîtarê ji zû da ye zora tembûrê/sazê biriye, ûdê, cumbûşê û kemanê biriye. 

Do bi şev gîtarîstekî ji Dêrika Çiyayê Mazî(Mistefa Bîlge),di ser da lawê hevalê in derket, him bi dengê xwe û him jî bi gîtara xwe em îhya kirin.

Ev demeke bala min dikşîne, li Kurdistana Bakur gîtar êdî bûye amûra herî bêtir xort bi kar tînin.
Dema ez li Kurdistanê bûm di muzîka kurdî da gîtar tunebû.

Li beşên din yên Kurdistanê rewş çi ye ez nizanim, lê belê li Kurdistana Bakur gîtar êdî amûra(înstrumenta, aleta)herî serdest e, herî zêde tê bikaranîn. Di muzîka kurdî da ev fenomeneke nuh e. Bi vî hawî înstrumenteka nuh li muzîka kurdî zêde bû. 

Bi qasî ez dibînim gîtarîstan ji zû da ye text û kursiyên tembûrvanan û sazbendan ji wan stendine. Kurd êdî fêrî dengê gîtarê jî bûne û gelkî jî jê hez dikin..


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE