07 juni 2018

Em tim birîn bûn



Ev şiîr ya Alî(Elî)Alptekîn e. Kêfa min gelkî jê ra hat û min wergerand kurmancî. Hêvî dikim bi dilê we be û kêfa we jî jê ra were.

Em tim birîn bûn


Em tim birîn bûn
Hertim yê xwîn dibûn
Çimkî me birîndar nekir, em birîndar bûn
Em pelixîn, surgûn bûn, qir bûn
Lê belê me serî netewand, em xwar nebûn
Em birîndar bûn, em birîn bûn, em hêsirên çavan û xwîn bûn
Feqet em ne serê kunêrê û ne jî kunêr bûn
Me ne nêm herikand, ne jî nêm alast
Dîtina me ya li jiyanê şehla ye
Sirên/nepeniyên me naçin êşan
Em qet neketin cengên pûlperestiyê
Şerê me şerê hebûn û tunebûnê ye
Ji bo jiyanê di şer da,
me helal kir xwîna xwe
Ji ber wê ye me avêt agiran canê xwe
Bi şeref bûn mirinên me
Ji ber wê ye di stranên berbangan da giriyê me
û birînên me pak in
Pur û pak in wek şîrê dayikê spî
Carê vegere û li xwe binêre
Bêrû, mexrûr û pîse şerê te
Di nava pîsiyê da ye ser û pîyê te
Ne aqilê te û ne jî umrê te têrî fêmkirina heqîqetê dike
Tu nikanî naleta xwedayî ya li ser xwe bibînî
Biteqize here bi rêya xwe da
Bira tu carî ronahiyê te tunebe

///Alî Alptekîn

Werger: Zinarê Xamo
2018-06-07
Stockholm


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE