30 november 2017

Li ser blog û blogeriyê çend gotin



Li ser blogê û blogeriyê hin fikrên cuda hene. Hin kes jê hez dikin, hin kes jê hez nakin.
Kî ji blogê hez neke û li dijî vê wasite û îmkana bêhempa be jî ez bi xwe ji hebûna blogê pir memnûn im.
Bi xêra blogê ev 10 sal in min li ser gelek tişt û mijarên cihê cihê 4595 nivîs nivîsîne.  Heger ne blog bûya ne mimkûn bû min hewqas nivîs binivîsandana.
Çimkî tiştê bûye sebebê ez her roj binivîsînim blog e, heger blog tunebûya minê tu carî hewqs nivîs nenivîsandana.
Ev ne ji bo min tenê, ji bo her blogerî wiha ye.
Hebûna blogê gelek kurd fêrî nivîsandinê û lêkolînê kir.
Bi xêra hebûna blogê bi hezaran, belkî jî sedhezaran nivîsên li ser kurd û Kurdistanê, li ser cî û wan, li ser şexsan hatin weşandin û bûn malê tarîxa kurdî.
Gelek nivîskar û blogerên kurd  ji hev haydar bûn, hev û du nas  kirin.
Ne bi qasî Facebookê û Twîtterê be jî, blogê jî  fikrên netewî di nava kurdên her çar perçên Kurdistanê da belav kiriye û di vî warî da feydeyeke baş gîhandiye yekîtiya kurdan û geşbûna îdeolojî û şiûrê netewî.
Bi kurtî ji bo meriv li ser mijarên cihê, tiştên cihê dîtinên xwe, bîr û baweriyên xwe bibêje û xelk jî kanibe bixwîne blog aleveke(aletekî)sosyal ya pir baş e.
Û bi taybetî jî ji bo me kurdên bindest û bêdwlet blog û medîayên din jî îmkaneke bêhempa ye.
Di tarîxê da ev cara pîşî ye hemû kurd wek miletên din, wek kesên xwedî dewlet dibin xwedîyên eynî îmkan û mafan.
Ev ne tiştekî hindik e.
Bêyî medyaya sosyal di tu warekî din da kurd bi qasî kesên xwedî dewlet ne xwedî îmkanan in.
Blog û bi tevayî jî medyaya sosyal ji rojname, radyo û telewîzyonê gelkî bi avantajtir e, meriv zanînên xwe bi hev ra par dike û bi rêya nivîsê dîrekt bi hev ra dikeve nava diyalogê.


Heger bloger fonksiyona şiroveyan ranekiribe her xwendevan kane li ser tiştê meriv nivîsîye fikrê xwe bibêje, nivîsê biecibîne ya jî rexne bike.
Û bloger jî kane bersîva xwendevan û şopînerên xwe bide.
Tiştekî din yê başiya blogê, çêkirina  blogê belaş e, tu pere û pûlê meriv lê naçe.
Ev 10 sal in ez xwedî blog im lê min hîn qurişek jî nedaye, mift û belaş nivîsên xwe belav dikim û li her dera dinyayê xwendevanên min hene.
Bêyî vê wasiteya têkiliyê ne mimkûn bû ez kanibim nivîsên xwe di qadeke hewqasî mezin da belav bikim.
Ma ji viya çêtir kane çi hebe?
Gelek blogên hazir yên belaş hene, bi rengekî pir rehet meriv kane ji xwe ra çêke û bibe xwedî blogg. Dibêjin meriv kane di nava 3 deqîqeyan da bloggekê çê bike.
Tabî dibê li vir ez  îtîraf bikim, nezanên wek min jî kanin wek îstîsna hebin. Çimkî blogga min xelkê ji min ra çêkir û hîn jî gava ez nuh dikim xelk bi min ra dibe alîkar.
Lê ez pir îstîsna me, dibê meriv min nehesibîne.
Meriv kane bloga xwe bi medîyên sosyal yên wek Twitterê û Facebookê ve jî girê bide. Belkî bi hin platformên din ve jî, ez baş nizanim.
Bi vî rengî meriv di prlatformên din da jî xuya dike.
Meriv kane bloga xwe her gav nuh bike.
Meriv kane şaşiyên rastnivîsê rast bike, nivîsa xwe kin û dirêj bike.
Yanî bi kurt û kurmancî blog ji bo me kurdan îmkaneke bêemsal e. Bi xêra blogê kurdên her çar perçên Kurdistanê kanin hev û du taqîp bikin û zarava û devokên hev fêr bibin.
Di têkiliyên dîrekt da rehetiya blogê ne bi qasî Facebookê be jî lê dîsa jî baş e, ji TV, radyo, rojname û kovarê pir pêşdatir e.
Heta vir min qala aliyên blogê yên baş kirin, bêguman hin aliyên wê ne yên ne baş, bi zirar jî hene.
Hin kes kanin nivîsê meriv bidizin û li ser navên xwe belav bikin. Ji ber ku ptenta meriv tuneye, meriv pê bihese jî îspat kirin zor e. Ez bi xwe di vî warî da ne şareza û xwedî zanîn im.
Ji ber ku belaş e meriv ne xwediyê blogê ye, piştî salan kane wenda bibe.  Ev deh sal in tiştekî wer nehatiye serê min, lê dibêjin ew îtîmal heye.
Ya din bloga belaş meriv nikane biguhere û şiklekî li gorî dilê xwe bidê. Dibe ku ez şaş bibim, lê ez bi xwe wer zanim.
Belkî hin dezavantajên din jî hebin ez nizanim.
Lê li gel van îhtîmalên nebaşî û dezavantajan jî ez ji blogê pir razî û memnûn im.

Masî ji serî genî dibe


Ne mimkûn e hemû ferdên miletekî bêexlaq, nezan û cahil bin, hindik bin jî hin kes ewê bêexlaqiyê qebûl nekin, jîr û zana bin.
Lê belê pir mimkûn e piraniya ferdên miletekî bêexlaq û cahil bin bibin hevalê dizan û bêexlaqan.
Tiştê îro meriv li Tirkiyê dibîne ev e, hukûmetê medya û civat mecbûrî parastina diziyê û bêexlaqiyê kiriye.
Civata tirk berê jî civateke kurmî, riziyayî, çirûk bû. Lê bi îktîdara AKPê ya îslamî ra însan bi carê da bêexlaq bûn. Wek numûneya masî ji serî da genî dibe, însan hinek ji tirsan û hinek jî ji bo berjewendiyên xwe bêexlaq bûn.
Gotinek heye, dibêjin “dema diz şer dikin tiştên dizîne li erdê belav dibi.”
Li Amerîkayê di mahkima New Yorkê da milyar dolarên bertîl û diziyê dirjin salona mahkimê.

XXX
Cîgirê serokwezîr Bekir Bozdag, ji îfşaatên Reza Zerrab ra, ji milyonan bertîlên li wezîran belav kiriye, ji sextekarî û rezîliyên hevalên wî kirine, dibêje "li Amerîkayê tiyatro tê lîstin."
Gava bi însên ra heya tunebe ji rûreşiyeke hewqasî mezin ra ewê bibêje tiyatro.
Ji xwe bi dizan ra heya hebe diziyê nakin.

XXX
Dizên biçûk bi dardekirinê ji ortê radikin. Dizên mezinên pir pêş da çûne, welat û qesrê îdare dikin.
///Goethe
Wer xuya dike di wext û zemanên berê da li Ewrûpayê hin welatên wek Tirkiyê hebûne.



XXX
Tirkiye dîsa xwe li Efrînê radikşîne, qala operasyonekê dike. Wer xuya ye dixwazin bi êrîşeke ser kurdan û Efrînê mijara Zerrab û milyarên çûne girava Manê biguherin. Reîs çi meqamî bixwaze medyaya tirk wê plaqê dide ser.
Ji xwe li Tirkiyê her cara sextekariyek, diziyek derdikve ortê, ji bo mijarê biguherin êrîşî kurdan dikin.
Lê ez ji we ra bibêjim, nikanin tu jahrê belav bikin. Ji bo êrîşî dibê Amerîka û Rûsyayê destûrê bigrin. Lê heger bêyî destûr êrîş bikin ewê poşman bibin. Efrîn ewê bibe Kobana duyem.

29 november 2017

Ban qul be binban şil e



Her kes zane dawiya her  derewê, her sextekariyê, her bêrêtiyê heye.
Rojekê tê derewa meriv êdî pere nake û rastî derdikve ortê.
Yanî tu dereweke bîdawî tuneye.
Lema pêşiyan gotiye çira virekan heta sibê vêketî namîne ya jî reva pisikê heta kadînê ye…
Lê dîsa jî însan dev ji derewan û sextekariyan bernadin, li gel ku zanin rojekê ew derewên wan derkevin û rûreş bibin…
Tu derew ne xweş e û nayê parastin.
Lê li gel vê jî derew heye, derew heye...
Derewên bêzirar, derewên biçûk û derewên pir rezîl, yê qet nayên efûkirin hene.
Hin însan carnan ji ”mecbûrî” ya jî ji tirsan derewan dikin.
Lê hin kes jî ji bo berjewendiyên xwe, ji bo pera, ji bo sextekariyên xwe, ji bo diziya xwe veşêrin derewan dikin. Bûne mîtomanên profesyonel, jiyana wan li ser derew û sextekariyê, li ser kalpazaniyê ava bûye.
Carnan meriv dibêje xwezî her cara yekî derewek bikira pozê wî/wê dirêj bibûya.
Lê çi heyf tiştekî wiha nabe û lema jî însan derewan dikin.
Serokê AKPê û berpirsiyarên hukûmeta AKPê  jî miheqeq zanîbûn rojekê ew derew û sextekariyên wan derkevin ortê  û her kesê rastiyê fêr bibe.
Lê ji bo timayiya malê dinyayê dîsa jî dev ji derewan û sextekariyên mezin bernedan.
Lê îro pir hindik bi doza Zerrab ya li Amerîkayê ra ewê gelek derew û sextekarî eşkere bibin û her kesê bibîne kê çi sûc û çi virên mezin kirine.
Helbet di vê dadgehê da ewê hemû sextekarî û derewên reîs û zilamên wî dernekevin, tenê qismê Amerîkayê û Îranê eleqedar dikin, ew jî qismek ewê eşkere bibin.
Lê belê derewên reîs pir in, bi sedan in, dîploma wî, jiyana wî li ser derewan ava bûye. Heta ew li ser hukim be ne mimkûn e hemû rastî eşkere bibin.
Piştî ji ser hukim da ket li ser jiyana wî ewê gelek tişt derkevin, werin nivîsîn û fîlm werin çêkirin. Dinya ewê bibe şahidê mîtomanekî bêemsal.
Vîktor Hugo gotiye:
“Derew karê zekayê, duristî, rastgoyî jî karê cesaretê ye. Heger zeka te têrê nake derewan neke, cesareta xwe bi kar bîne û duristiya xwe biceribîne.”
Reîs jî bi zeka xwe pir bawer bû, lema jî di derewkirinê da pir bêperwa û cesûr hereket kir.
Diyar e zeka wî têra hewqas derew nekir…

Zû dereng rojekê dawiya derewan tê

Bi Xwedê îşê reîs pir zor xuya dike. Reîsê mezin ji gelek aliyan da di bin êrîşê da ye. Bendava sûc, karên reş û derewan teqiya ye, bi xîç û xilik û çamûrê pêşî li pêlan nayê girtin.
Amerîka, girtina Zerrab, mahkime, filan û bîvan qet di hesêb da tunebû.
Lê bêbavê Zerrab îşê reîsê mezin xera kir. Di rojên pêş da em jî û dinya jî ewê gelek xeberên ecêb bibihîze.
Amerîka pir zalim e.
Tiştê edaleta Tirkiyê nikanîbû bikira Amerîka ewê bike û him jî pir mikemel...
Ev îş qet di hesêb da tunebû.
Lê zû dereng rojekê dawiya derewan û sextekariyê tê. Ya reîs jî heta vir bûye.
Bi kurtî halê reîs û zilamên wî ne tu hal e, Amerîka dinya li wan kiriye zindan e...
Erdogan û hukûmet dixwazin vê mesela sextekariyê, bêqanûnîyan û eşkerina perê reş bike komployeke li hemberî Tirkiyê, bikin meseleyeke milî.
Lê hewildaneke beyhûdeye, her kes zane li ortê şebekeye gelek sûc kirine heye, wezîran û kesên pir nêzî Erdogan bi milyaran dolar bertîl girtine û li hemberî van bertîlan bi îmkanên dewletê û bi destê bankayên dewletê gelek sûc kirine. Bi Îranê ra gelek dek û dolab gerandin e. Di bin navên sexte da, bi derwan ambagoya li ser Îranê qul kirine.
Yanî li gorî qanûnên Tiriyê jî û yên Amerîka û navnetewî jî hukûmetê û Zerrab û hin kesên din bi hev ra gelek sûc kirine û bi milyaran dolar qezenc kirin.
Nuha Amerîka van sextekariyên ”reîs” û hukûmeta AKPê ji devê Zerrab û kesên din yek bi yek îfşa dike.

XXX
ESerokê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Selahedîn Behadîn gotiye Tirkiye welatekî DOST e...
De ser xêrê be, hûn û dostê xwe li hev bimbarek bin.
Lê tenê problemeke heye, hûn çiqasî dibêjin Tirkiye welatekî "dost" e jî, Tirkiye we dijmin dibîne...



28 november 2017

Betlîsa 1838a û çavdêriyên keşeyekî emerîkî

Di 21ê çileya paşîn ya îsal da (21/1-17)  min nivîsek ji kovara BAR ra şand.
Min li dora mehekê pa bersîv nedan min.
Di 27ê sibatê da min ji BARê ra ev e-mail şand:
”Merheba gelî xortan!
Ma Bar ewê kînga derkeve. Mehek berê min nivîsek xwe ji we ra şandibû. Hûnê kînga çap bikin? Ji kerema xwe ra bersîvê bidin. Ev 5-6 car in ez ji we ra dinivîsim hûn bersîvê nadin. Wer xuya ye hûn hinekî ”tembel ” in…
Bi hêviya hn hinekî werin ser xwe…”
Di eynî rojê da BARê ev bersîv da min:
”Silav birêz, emê di demeke nêz de li te vegerin. Spas bo eleqeya we.”
Heta meha hezîranê min pa û çend caran jî pirsî, lê ne nivîsa min weşandin û ne jî kesî bersîva min da.
Li ser wê, min rabû nivîs ji Nûbiharê(ji Suleyman Çevîk)ra şand.
Suleyman Çevîk, di 5ê hezîranê da spasî min kir û got ”heger derfet hebe ewê biweşînin.”
Min heta 15ê tebaxê(axustosê)pa, Nûbihar derket lê nivîsa min nehatibû weşandin.

Di 15ê tebaxê da min careke din ji kekê Suleyman Çevîk ra mesajek şand, min got:
”Merheba kekê Silêman !
Nûbihar jimara 140î pîroz be, çavê we ronî be. We nivîsa min neweşandiye. Heger hûnê neweşînin ji kerema xwe ra ji min ra bibêje. Dibê ez bizanim hûnê biweşînin ya na. Bi silavên dostanî
Zinarê Xamo”
Suleyman Çevîk di 16ê tebaxê da ev bersîva jêr da min:
”Mamosteyê hêja merheba, tu gelek sax bî mala te ava be.
Du-sê not hene emê ji te re bibêjin, ew notana li ber çavan bêne derbaskirin baş dibe.
Piştî wê bi kêfxweşî emê bniweşînin. Emê di wextek musaîd de bi te re îrtîbatê deynin.
Gelek silav û hurmetên xwe dişînim.”

Di ser 16ê tebaxê ra  zêdeyî 3 mehan derbas bû, lê Nûbiharê hîn tu bersîv nedaye min.
Ji wê çaxê û vir da Nûbihar derketiye ya na ez nizanim. Lê axir heta nuha kes bi min r aneket têkliyê. Belkî jî ”wexteke musaîd” çê nebû.
Bêguman Nûbihar ne mecbûr e nivîsa min biweşîne, belkî jî ne li gorî konsepta wan ya weşanê ye. Ez viya fêm dikim. Lê meriv dibêje weleh em naweşînin, nivîseke ne li gorî kovara me ye. Meriv soza da nivîskar bi cî tîne.
Welhasilî kelam min biryara da ez nivîsa xwe di bloga xwe da diweşînim.

Not:
Çi tesaduf, min nuha dît Nûbihar jimara 141ê derketiye. Nivîsa xwe min do bi şev(28/11) belav kir û Nûbihar jî min nuh(29/11) dît.
Min li naveroka wê nêrî, nivîsa min nehatiye weşandin. 

XXX


Betlîsa 1838a û  mîvantiya mîsyonerekî emerîkî ya Şerîf Begê kurd

Baran Zeydanlioglu, ev demeke ji bîranîn û seyahetnameyên gerok û mîsyonerên ewrûpî  yên  li ser Betlîsê hin wergerên pir hêja dike.
Wergera wî ya dawî ji notên seyaheta mîsyonerekî emerîkî yê bi navê Horatio Southgate ya li ser Betlîsê ye.
Horatio Southgate, di notên xwe da li ser merivên rojhilatî tespîteke pir balkêş kiriye. Ev çavdêriya rahîb Horatio Southgate ya li ser mentalîteya  însanên rojhilat gelkî bala min kişand.
Di vê nivîsa xwe da ezê li ser wê tespîta, vê çavdêriya Horatio Southgate ya balkêş rawestim.
Lê berî wê ez dixwazim bi kurtî  hinekî qala nivîsê û çîroka gerra  vî rahîbê emerîkî û çûyina wî ya Betlîsê û tiştên li wir dîtine bikim.
Ji wergera Baran Zeydanlioglu em fêr dibin Rahib Horatio Southgate, di nabêna salên 1838-1839a da gava ji Betlîsê derbas bûye li ser Betlîsê û tiştên li wir dîtine hin not girtine û dû ra jî ev notên xwe yên rêwîtiyê li New Yorkê bi navê  ”Ermenîstan, Kurdistan, Welatê Farisan û Seyahata Mezopotamyayê”  wek kitêb weşandiye.

Baran Zeydanlioglu jî ji van notên rahîb Horatio Southgate qismê li ser Betlîsê û begê Betlîsê wergerandiye tirkî û di malpera ”bitlisname”da weşandiye.

Rahîb Horatio Southgate, nameyên Sultan Mahmûdê II (1785-1839) , ya konsulê Îngilistanê yê Erzeromê û ya paşayê osmanî yê Erzeromê di bêrîkê da diçe Betlîsê, ji bo ku Betlîsê bibîne, lê bigere û kurdan û kultura kurdî nas bike.
Ji ber ku nameya Sultan Mahmûd di pê ra ye, meriv fêm dike berê çûye  Stenbolê, name ji padîşê girtiye û ji wir jî çûye Betlîsê.

Konsulu Îngilistanê yê Erzeromê jî ji bo ku li Betlîsê bide tucarekî  ermenî, nameyek daye Horatio Southgate .
Netîce rahîb Horatio Southgate îşê xwe saxlem dike û dû ra jî bi rêberê xwe yê bi navê John ra diçe Betlîsê.
Bi rê da bi sedan kes bi dora rahîb Horatio Southgate û rêberê wî dikevin. Heta salên 1970ê jî  gava turîstekî ewrûpî dihat Kurdistanê zarok bi dorê diketin û digotin ”Helo, helo !”
Wê demê jî eynî tişt bûye.
Rahîb Horatio Southgate, ji milet navê tucarê ermenî yê ku konsulê Îngilstanê yê Erzeromê jê ra mektûb şandiye, dibpirse.   
Di vê nabênê da xwediyê mektûbê ji nava qelebalixê derdikeve û dibêje ez im... 
Lê ji tirsa milet naxwaze mektûbê bigre û mazûbantiyê ji rahîb ra bike.
Horatio Southgate matmayî dimîne.
Li ser vê, rahîb Horatio Southgate mektûbê paş da dixe bêrîka xwe û  dibêje wê demê ew dixwaze hukumdarê bajêr Begê Betlîsê bibîne.
Jê ra dibêjin Begê Betlîsê li xana hember di odeyekê da rûniştiye.
Ew û rêberê xwe diherin xanê û derdikevin huzûra Begê Betlîsê.

Kinc, girêdan, paqijî û kolozê Beg pir bala Horatio Southgate dikşîne. Wiha dibêje:
”Beg bi kincên kurdî yên bi hêlî û mêlî(pir xweş, bi şaşaa) li qoziyeke odeyê rûnistibû. Qiyafetê wî spî û kolozê serê wî rengorengo û pir xweş bû. Beg xoretkî paqij,  pir li ser xwe û xwediyê ruyekî pak bû. Beg, pêşwaziyeke pir germ li me kir û ji bo ku ez rûnim li kêleka xwe cî îşaretî min kir.”
Beg, dest pê dike pirsên klasîk, wek tu ji ku yî, ji kîjan welatî û ji kîjan bajarî yî, li vir çi digerî ji rahîb Horatio Southgate dike. 
Di vê nabênê da  xulamên Beg qahwe û qelûnê ji wan ra tînin.
Diyar e wê demê bi qahwê ra qelûn jî îkram dibû.
Beg ji bersîvên wî tatmîn nabe.
Horatio Southgate dibêje: 
“Beg, pirsên xwe hîn bi israr domandin, xwest armanca min a esasî ya hatina vir bizanibe. Min jê ra got, armanca gera min ya esasî, ez dixwazim der û welatên cihê, adetên cihê, kultur û însanên cichê û baweriyên cihê bibînim û nas bikim û tetkîk bikim… ”
Lê Begê Betlîslîsê ji rahîb Horatio Southgate bawer nake, nikane bawer bike ku ew ji welatekî hewqasî dûr, sirf ji bo gerrê, sirf ji bo dîtinê û meraqê hatibe Betlîsê. Ev yek qet nakeve serê Begê Betlîsê.
Rahîbê emerîkî dibêje:
”Min çi digot jî Beg ji gotinên min bawer nedikir, fêm nedikir. Ji ber ku merivê rojhilat tu carî  nikane bawer bike ku însan sirf(tenê)  ji bo fêrbûnê, sirf  ji bo kêfê û ji ber meraqê here diyarên din. Berê min ji tirkan jî bihîstibû ku îngilîz nîjada(qewmê) herî dîn e. Welhasil Beg ji bersîvên min bawer tetmîn nebû û careke din xwest bizanibe ez ji bo çi hatime Kurdistan xalî(tenha) û xerîb.”
Rahîb li ser vê dibêje:
”A lema ez hatime Kurdistanê, ji ber ku Kurdistan xalî(tenha) ye û welatekî xerîb e, lema ez hatim bibînim. Lê dîsa jî bawer nekir. Şika wî hîn jî zêde bû. Tiştekî min bikira nemabû.”
Li ser vê rahîb Horatio Southgate ji rêberê xwe John ra dibêje:
” Nameya Sultan îmze kiriye nîşanî wî bide. Û jê ra bibêje ez bi destûra Sultan vê seyahetê dikim.”
Xulamê Beg, nameyê ji dest John digre û ji Beg ra dixwîne û dû ra bi gotinekê tenê dibêje:
 ”Mahmûd.”!
Ji dêlî ku Beg nameyê ji destê xulamê xwe bigre û ew jî bixwîne, nameyê nagre,  destê xwe li nameya Sultan dixe, dibêje wê da ke…
Meriv fêm dike ku kurd ji Sultan Mahmûdê II hez nakin û qîmetê jî nadinê. Ji ber ku wê demê kurd wek nuha hewqasî ne bindest in, li Kurdistanê nîv serbixe ne. Xwediyê welatê xwe û hukumdarên bajarên xwe ne. Di vê nivîsê da jî meriv viya dibîne.
Piştî ku begê kurd qîmetê nade nameya  Sultan ”Mahmûd, Horatio Southgate îcar fermana paşayê Erzeromê ji bêrîka xwe derdixe û wê dirêjî Begê Betlîsê dike.
Gava Beg navê Paşayê Erzeromê dibihîze hinekî nerm dibe û ji xulamê xwe ra dibêje nameyê bixwîne.
Rahîb dibêje:
 ” Piştî xendina nameyê, Beg rabû ji xelkê li ber derê xanê kom bûbû ra bi kurdî hin tişt got. Min fêm nekir çi got, lê ji mirûz û awirê wî, min fêm kir ku hêrs bûye. Piştî kurdî, bi tirkî jî got ev mîvanê me ye û dibê em mîvanperweriyeke mezin nîşanî wî bidin.”
Tucarê ermenî yê ku konsulê îngilîz yê Erzeromê name jê ra şandibû jî di nava gel da ye. Beg çavê xwe digerîne û di nava girseya gel da ji wî  tucarê ermenî ra dibêje:
”Ma tu yê kanibî vî begefendî bikî mîvanê xwe û cî hewce be bikî?”
Tucarê ermenî jî destê xwe dide ser dilê xwe û serê xwe li ber Beg xwar dike û  dibêje ”ser serê min…”
Û bi vî hawî rahîbê emerîkî Horatio Southgate dide dû tucarê ermenî û berê xwe dide mala wî…
Di destpêka nivîsê da min gotibû Horatio Southgate li ser merivên rojhilat tespîteke pir balkêş kiriye û ezê di dawiya nêvîsê da li ser wê rawestim.
Nuha ez dixwazim çend gotinan li ser vê tespîta rahibê emerîkî ya li ser me kurdan û li ser merivên rojhilatî kiriye bibêjim.
Tespîta Horatio Southgate ya li ser merivên rojhilatî ev bû:
”Merivê rojhilatî tu carî nikane bawer bike ku însan sirf(tenê) ji bo fêrbûnê, kêfê û meraqê bigere û here welatan.”
Yanî bi  merivên rojhilatî ra meraq tuneye, merivên meraqdar jî fêm nakin.
Ev sedîsed rast e û hîn jî wisa ye.
Lema jî beg Betlîsê nikane ji rahîbê emerîkî bawer bike ku ew ji bo dîtina welatan û kulturan digere û hatiye Betlîsê.
Ji ber ku meraqeke wiha ji bo wî û  însanên rojhilat ne karê aqilan e, dînîtî ye. Meriv ji bo gerê û dîtinê ji Emerîka nayê Betlîsê, ji bo ku meriv were ya dibê meriv dîn be ya jî nêteke meriv ya xerab hebe.
Lê ”meraq” tu carî nakeve serê mirovê rojhilatî…
Halbû her tişt bi meraqê dest pê dike. Gava meraq tunebe meriv naçe li weletan, li çiya û baniyan nagere û tiştên nuh nabîne û fêr nabe û kişif nake.
Ji ber ku hemû keşif, îcad û ilim bi meraqê dest pê dike.
Rojavayî merivên xwedî meraq in, lema jî Horatio Southgate lêxistiye ji parzemîneke din, ji welatekî pir dûr û him jî di sala 1838a da hatiye li Îranê, li dewleta Osmanî û li Kurdistanê û miheqeq li gelek welatên din jî geriya ye.
Rojavayiyan ne tenê ruyê erdê meraq kirine, wan binê erdê jî, derya û asîman jî meraq kirine û lema jî ne merivên rojhilat, rojavayîyan mohra xwe li hemû keşif û îcadan xistine.
Lema ne mirovên rojhilat, merivên rojava çûne ezmanan, hîvê, stêrkan û binê deryayê.
Ji ber ku meraqeke mezin bi rojavayiyan ra heye, lema jî ji mûriyê(gêrikê)bigre, heta bi fîl û hûtên bahran, bi dû hemû heywanên, hemû benderuh û nebatên cîhanê ketine û ew nas kirine û nav li hemûyan kirine.
Ji berê û ber da ye bi hezaran gerok, alim, dîroknas û mîsyonerên rojavayî çûne Afrîkayê, Asyayê û Kurdistanê û li ser van welat û civatan bi hezaran lêkolînên hêja kirine, li ser kultur, ziman, mîmarî û folklora gelek miletan gelek tiştên nemir nivîsîne û berhev kirine. Xerîte û risim çêkirine, risim kişandine.
Carê bifikirin, Maurizio Garzoniyê îtalî, di sedsala 18a da bi salan li Kurdistanê maye û zimanê kurdî tetkîk kiriye û ji bo ku ji mîsyoner û gerokan ra bibe alîkar di sala 1787a da “Grammatica e Vocabolario Della Lingua Kurda” yanî ”Rêziman û ferhenga zimanê kurdî li Romayê çap kiriye.
Ne mimkûn e meriv nebe heyaranê merivên  wiha. Ji bo ku di salên 1780î da meriv here Kurdistanê û berhemeke wiha binivîse, meraqeke mezin û baweriyeke bêsînor lazim e.
Ev meraq bi merivên rojhilat û misilman ra tuneye, lema jî begê Betlîsê nikanîbûye bawer bike ku Horatio Southgate ji bo ku welatên nuh bibîne û tiştên nuh fêr bibe ji Emerîkayê hatiye Kurdistanê û Betlîsê.
Ji ber ku meraq bi merivên rojava û xirstiyan pir xurt e, lema jî digerin û tiştên nuh dibînin û keşif dikin.
Ev meraq bûye sebebê ku merivên rojavayî tim li bersîva çima em hene, çima dinya heye, çima her tişt wiha ye bigerin.
Lê yên me dibêjin her tişt Xwedê xuliqandiye û li mala xwe rûdinin û tiştekî jî fêr nabin.
Lema jî rojavayî û xiristiyan çûne asîmanan û em û ”alimên” me jî hîn minaqaşeya ”li gorî Îslamê dibê meriv bi kîjan destê xwe qûna xwe bişo” dikin.
Di nivîsê da li ser Betlîsa wê rojê, Betlîsa 180 sal berê gelek agahiyên hêja û balkêş hene.
Dema meriv Betlîsa 180 sal berê û ya nuha dide ber hev, meriv dibîne ku tirkan Betlîs wêran kirine, ji wê Betlîsa Horatio Southgate 180 sal berê dîtiye eser nemaye. Ne di warê mîmarî, civakî da  û ne jî di warê xweşikiya bajêr, kurdbûna bajrê da tiştek nemaye.
Betlîsa Horatio Southgate di sala 1838a da dîtiye û bi her hawî bûye heyranê wê, îro wêran e.
Mersele wê demê li Betlîsê îmaletxaneyên araqê(alkolê)hebûne. Ji bo hewcedariya bajêr rojê 68 lître araqî çêkirine. Tabî yên ermeniyan bûne. Lê dîsa jî pir balkêş e.
Malbateke ermenî Horatio Southgate vexwendiye şîvê, gelek kes hatine. Li gorî wî gotiye, berî şîvê araq îkram û şîranî kiram kirine û li Betlîsê ev adet bûye.
Li bajêr 32 aş û bi kêmanî hewqas jî pira hebûne.
Li nava Betlîsê dudu(2) ji bo tucaran, tam 7 xan hebûne.
Ji van xanan nuha çend heb mane ez nizanim.
Muzîsiyenên begê Betlîsê hebûne.  Ziyaefeteke muzîkê pêşkêşî wî kirine.
Dîsa li gorî Horatio Southgate nivîsîye, li Betlîsa wê rojê 32 mizgeft û 8 medrese hebûne.
Bi texmîna Horatio Southgate, gotiye wî ev yek  pirsiye, li Betlîsê 2000 malên musilmanan û 1000 malên ermeniyan hebûne.
Yanî nufûsa kurdan bi kêmanî du qatê ermeniyan bûye.

Rahibê emerîkî bi heyaniyeke mezin qala xwşikayî, bax û bexçeyên Betlîsê kiriye, gotiye ”piraniya malan bexçeyê xwe hene. Gava meriv ji hin aliyan va li van bexçeyan û bajêr dinêre, fena ku li ser çiyayên bilind manzarayeke cinetî xuya dike…”
 ”Li baxçeyên bajêr gelek şikil fêkî hebû. Sêv, hirmê, giryaz(gêlaz), tû, gelek babetên tirî, bîyok, mişmiş, şiftelî, hejîr, hinar, findiq, gûz û gelek fêkiyên min navên wan nebihîstiye…”
Li ser têkiliya kurdan û ermeniyan jî Horatio Southgate gotiye, ”Min li tu dereke din nedîtiye ermenî wek li Betlîsê bi îtîbar bin. Mustewa wan ya întellektuelî û hurmeta li vir nîşanî wan didin jî rastiyeke din e. 8 dêr (kilîseyên) û 4 keşeyên ermeniyên li vir hene.”
Ji van gotinên Horatio Southgate jî meriv fêr dibe ku kurdan neheqî li ermeniyan nekirine, belovacî wê qedir dane wan û hurmet nîşanî ermeniyan dane.
Li ser dîndarî û şerûdiya kurdan, li ser şerê wan xwe bi xwe jî hin çavdêriyên wî yên balkêş hene, gotiye:
”Ev kurdên koçer dema tên bajêr ji xwe ra dibêjin em musilman in. Lê belê gava vedigerin jiyana xwe ya normal, têkilya wan zêde bi dîn ra tuneye. Şer û teşxeleyên nabêna wan pir zêde ye. Di piraniya van şeran da jî xwîn dirje. Ji bo wan axaftin, li hevkirin tuneye. Ji ber ku ji hev ditirsin tim bi sîleh digerin…”

Li gorî berê him li Betlîsê û him jî li seranserê Kurdistanê kurd gelkî dîndartir bûne. Berê li herêma me Qerejdaxê jî kurd wek nuha ne dîndar bûn, li hemû gundên Qerejdaxa ser Wêrnşarê yek mizgeft jî tunebû. Lê nuha belkî li her gundî çêkirine û bi piranî jî ajanekî dewletê lê kirine mele.
Yanî li gorî 180-200 dal berê kurd pir dîndartir bûne. Meriv kane viya rehet bibeêje.

Lê şer û peçûnên kurdan yên xwe bi xwe, eynî wek Horatio Southgate qal kiriye, hîn berdewam e. Kurd hîn jî nizanin rindikî bi hev ra bipeyivin û li hev bikin.
Ev yek him di nava eşîran da hîn wiha ye û him jî qada siyasetê da.
Yanî 180 sal berê pêşiyên me çi bûn, em jî hîn ew in, me hîn xwe neguhertiye, em hîn medenî nebûne.
Horatio Southgate dibêje, begê Betlîsê xwe wek hukumdarê welatekî didît û wisa ji xwe bawer hereket dikir.
Wê demê navê Kurdistanê wek nuha ne yasax e, kurd, ermenî, biyanî, tirk herkes ji Kurdistanê ra dibêjin Kurdistan.
Ji xwe navê kitêba Horatio Southgate jî  ”Ermenîstan, Kurdistan, Welatê Farisan û Seyahata Mezopotamyayê” ye.
Sibehekê  gava rahîb kincên xwe li xwe dike, dibîne ku ji pişt perdê maliyên(jinên) malê li wî temaşe dikin. Dibêje, ”Min hemû cesaretê xwe top kir pirsî,  bê ew çi dikin?  Ji  min ra gotin, ”ma hûn li bende çi bûn ?, vira kurdistan e.”
Yanî wek nuha navê Betlîsê ne bajarekî Tirkiyê, bajarekî Kurdistnê ye, wira ne welatê Osmnî, Kurditan e.
Bes ji îktîdara Îttîhat û Terakkî şûn da, lê bi taybetî jî bi îktîdara kemalîstan ra tirkan Kurdistan gav bi gav kirin Tirkiye û kurd jî  asîmîle kirin. Êdî ne ewrûpî û ne jî kurd ji Kurdistanê ra nabêjin Kurdistan.
Lê berê her kesî digot ez ji Kurdistanê me, welatê min Kurdistan e ûmeriv vê yekê di vê seyahetnameya rahîb Horatio Southgate jî dibîne.
Rahîb dibêje pêşwazîkirin û şiklê mîvanperweriya beg nîşan dida ew pir ji xwe bawer bû û xwe gelkî azad his dikir. Fena ku ew ji alî hinekan ve nehatibe tayinkirin. Wek ku ew serokê civata xwe be. Eynî ruh û bawerî bi bi cemawerê Betlîsêra jî hebû.
Li gorî muşahadeyên rahîbê emerîkî, ne begê Betlîsê û ne jî gel ji Sultan û tirkan hez nedikir û kesî zêde guh nade Sultan.  Û ev yek li her dera Kurditanê jî wiha bûye.
Lê rewşa kurdan û Kurdistanê îro sedîsed eksê tiştên rahîb Horatio Southgate 180 sal berê dît û nivîsî ye…
Gava meriv nivîsên wiha dixwîne nuh meriv fêm dike ku tirkan em qedandine, nuh meriv fêm dike ku çi felaket hatiye serême…



Xizano bi raya xwe nizano

Li gorî Rûdaw dinivîse sekreterê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Selahedîn Behadîn ji bo beşdarî kongreya Partiya Saadetê bibe û her wisa di nabêna Kurdistanê û Tirkiyê da nabênkariyê bike.
Partiya Saadtê partiya Necmedîn Erbakan e û wek AKPê û MHPê, ew jî partiyeke îslamîst ya panturkîst e. Wek hemû partiyên tirk ew jî ew jî xwediyê îdeolojiyeke antî-kurd e
û xwe wek partiyeke  ”temînata Tirkiyê” dibîne.
Lê Selahedîn Behadîn dîsa jî Partiya Saadetê wek partiyeke dost û nêzî xwe dibîne.
Li ser mesela nabênakriyê di nabêna hukûmeta Kurdistanê û Tirkiyê da berpirsiyarekî Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistan Xazî Seîd gotiye:
“Yek ji armancên sereke yên serdana Sekreterê Gişît yê Yekgirtûyê, asayîkirina pêwendiyên navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Tirkiyê ye, bi taybetî rêxweşkirine bo serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û şanda hikûmetê bo Tirkiyê, ji bo bidawîkirina wan aloziyên ku piştî referandumê di navbera her du aliyan de çê bûn.”
Yanî Selahedîn Behadîn ewê li ber Erdogan û berpirsiyarên AKPê bigere ji bo ku kurdan efû bikin.
Ev ne teşebus û elçiyê pêşî ye Nêçîrvan Barzanî dişîne Tirkiyê, heta nuha çend teşebusên din jî kirin lê Erdogan tim red kir.
Heger hûnê hewqasî zû teslîm bibûna wek xelk bêminet nekira. We do Tirkiye bêminet kir û îro jî hûn diçin xwe davêjin dexlê Erdogan û dibêjin me efû bike...
Bi tiştê meriv dibîne û dixwîne  pê li ber xwe dikeve. Van siyasetmedarên bêçap û asoteng  him xwe û him jî gelê xwe biçûk xistin û perîşan kirin.
Xizano bi raya xwe nizano...

27 november 2017

Pentagonê balona Tirkiyê zû teqand

Pentagonê careke din Tirkiye derewîn derxist û got ewê alîkariya xwe ya bi HSDê/YPGê ra bidomînin.

Pentagonê bi beyanekê îdîayên Tirkiyê xwedêgiravî Trump "soza qutkirina alîkariya bi HSDê/YPGê ra daye Erdogan” pûç kir, vir derxist.
Pentagon di beyana xwe îro da daibêje "Emê hevkariya xwe ya bi HSDê ra ku YPGê jî di nava wê da ye berdewam bikin."
Wek tê zanîn wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu gotibû ”Trump di telefonê da soz da Erdogan, got êdî ewê çekan nadin YPGê.”

Bi vê beyana Pentagonê careke din derket ortê tirk rast nabêjin, bi xeberên vir xelkê dixapînin.
Ji xwe du roj berê gava Çavuşoglu ev îdîa avêt ortê û medyaya tirk bi helahop belav kir, qet neket serê min Trum sozeke wer dabe Erdogan. Û min ew nivîsî jî.
Neyartiya kurdan bi berpirsiyarên îktîdara AKPê ra bûye paranoyayeke mezin, dewlet bi hemû dem û dezgehên xwe ve 24 saet di eleyhê kurdan da dixeite. Hemû derdê wan li Sûriyê kurd nebin xwedî maf û statuyeke siyasî.
Û ji bo vê jî her fêbaziyê dikin. Lê hîn jî Amerîka û rûsya îqna nekirine. Hela ka em binêrin rojên pêş ewê çi nîşanî me bide.
Metîn Eser Apê Zinar, ya rast hinek gumana min ji hevkariya Amerîkayê û YPGê heye. Niha an jî di demek nêzik de nebe, Amerîka dikare alîkariya ku dide YPGê bibirre, qut bike. Bi ya min sebeba mezin û meseleyeke pirr giran e, hêzên Kurd li hev nakin. Mebesta min ji hêzên Kurd, hêzên li başûr û rojava ye.

Zinarê Xamo Bêguman Amerîka kane her tim alîkariyê ji ser HSD/YPGê qut bike.
Amerîkaya mitefikekî wek Tirkiyê girt hemberî xwe çima ewê dev ji PYDê bernede?
Ji bo dewletan mitefikê, dost û dijminê ebedî tuneye, dewlet her tim oportunîst û rasyonalîst hereket dikin.

Trajediya hat serê kurdên başûr û bi taybetî jî xefleta PDKê dibê ji bo hemû hêzên kurd bibe derseke tarîxî...

PAKê di sê salên jiyana xwe da îmtihaneke baş da

Hevalên PAKa Swêd roja şemiyê li Stockholmê bi endam û dostên xwe ra 3 saliya avabûna PAKê pîroz kirin.
Wek dost û dilxwazê PAKê ez jî beşdarî şahiya PAKê bûm. Şeveke pir xweş bû. Gelek dost û heval hatibûn.
Berpirsiyarên PAKê yên Swêd Nîhat Akar û Nîmet Aydin li ser kongra PAKê û xebatên wê agahdarî dan mîvanan û qala zor zahmetiyên şertên weltên kirin.
Di şertên îro da li Tirkiyê û li Kurdistana Bakur xebatên siyasî, xwedîderketina li kurdayetiyê gelkî zor û bi rîsk e. Însan bêsûc û bêsebeb her tim kanin werin girtin û zidankirin.
Endametiya PAKê, beşdariya civînekê kane bibe sebebê girtin û zindankirina însanan.
Lema jî hevalên di van şertên giran û bi rîsk da ji bo kurd û Kurdistanê dixebitin fedekariyeke mezin dikin. Lema jî dibê meriv wan him teqdîr bike û him jî bi tenê nehêle, alîkariya ji meriv tê bi wan ra bike.
Ji bo kurd û Kurdistanê, ji bo pêşdabirana micadelê her kes kane tiştekî bike.
Ev welat yê me hemûyan e, meriv endamê partiyekê be ya jî ne endam be ferq nake, dibê meriv li hemberî zulmê û bindestiya gelê xwe bêdeng nemîne û piştgiriyê bide partiyên siyasî.
Ez 3 saliya PAKê ji dol û can pîroz dikim û ji hemû endam û berpisiyarên wê ra serketinê dixwazim.
Ez pir kin bibêjim, PAKê di van 3 salên jiyana xwe da li gorî hêz û îmkanên xwe, bi felsefe, îdeolojî û siyaseta xwe ya netewî û kurd û Kurdistanî îmtihaneke baş da.
Meriv kane bi dilekî rehet bibêje di nava partiyên Kurdistana Bakur da PAK partiya herî bêtir yekîtiya kurdan dixwaze û ji bo wê jî dixebite. Û her wisa PAK bi fikir û siyaseta xwe, bi şîar û hedefên xwe partiya herî netewî ye jî...
Qewet bi yekîtiyê çê dibe, bi hev ra em xurttir in.
3 saliya PAKê pîroz be!


Merivê tirsonek ne azad e

Tirsonekî û wêrekîya/cesareta medenî
Kesên ji cesareta medenî(ji wêrekiya siwîl) bêpar fikrên wan li ser bûyerekê hebin jî newêrin bibêjin, xwe bêdeng dikin.
Rast, çewt dibê meriv biwêribe fikrê xwe, bîr û baweriya xwe bibêje û gava hewce bikanibe biparêze jî.
Lê gelek kes ji vê vêrekiya medenî, siwîl bêpar in, newêrin tiştê şaş dibînin rexne bikin.
Tenê fêr bûne ji tiştên bêzirar ra, ji serokan ra li çepikan xin û pesnê wan bidin û ji gel ra qala mezinahiya wan bikin.
Kêmasî, qusûr û şaşiya serok û partiya jê hez dikin bibînin jî tu carî rexne nakin. Karê wan tim pesindana serok e, carê fêr bûne tim bibêjin şaşbaş ji lokê hêc û bavê lalo ra !
Çimkî bi wan ra wêrekiya siwîl (cesareta medenî) tuneye, merivên tirsonek in.
Û merivên tirsonek jî ne azad in, azadiya wan ancax bi qasî wêrekiya(cesareta) wan ya medenî ye…
Civat ne bi merivên tirsonek, bi merivên wêrek, merivên xwedî cesareta medenî bi pêş dikeve….

XXX


Heta nuha Tirkiye ji bo kurdan welatekî ne ewle bû. Kurd her tim di devê topa dewletê da bûn.
Lê nuha qismekî tirkan jî bûne hevalên kurdan.
Faşîst, gurên boz û zilamên Erdogan ne tê da, Tirkiye êdî ji bo tirkan jî bûye cehnimeyeke rastîn.
Tirkên ne faşîst û ne zilamên Erdogan jî êdî hedefa Erdogan in, qefle bi qefle wan jî digrin.
Tirkiye bûye zindaneke servekirî.

26 november 2017

Gelo li kêleka van nivîskarên ereb, kurdan ewê li ser berga dîwana Selîm Berakat ya diduyan çi binivîsandana?

Selîm Berakat kurd e û wek gelek nivîskar, şair û hunermend ew jî  ji Amûdê ye, lê şair û edîbekî ereb e.
Selîm Berekat di nava ereban da şairekî bi nav û deng e, wek mîrê şiîra/helbesta erebî tê qebûl kirin. Ereb pir qedir didin Selîm Berakat û gelkî pesnê wî didin.
Bêguman mêrikan ne neheq in, çimkî Selîm Berakat ji ziman û nazima(şiîra)erebî ra xizmeteke bêhempa kiriye.
Selîm Berakat di van 40 salên borî da bi şiîr û romanên xwe, bi nivîsên xwe ziman û edebiyata erebî, şiîra erebî îhya kiriye. Ji ereban ra û ji zimanê û edebiyata erebî ra û bi taybetî jî ji şiîra erebî ra xezîneyeke(defîneyeke) pir zengîn li pey xwe hîştiye.
Lê wek kurdekî eynî tişt ji miletê xwe ra nekiriye.
Çima nekiriye, çima nake ez nizanim.
Belkî jî bersîva ”çima bi kurdî nanivîse ?” dabe.
Berhemeke Selîm Berakat ya nuh derketiye, navê wê ”Dîwan 2” ye.
Dîwan 2”, ji alî weşanxana el Meda ve hatiye çapkirin.
Li gorî xebera di Rûdawê da ”Dîwan 2” tam 1058 rûpel in. 9 berhemên xwe, şiîrên xwe yên di nabêna 2008-2017a da  di vê dîwanê da top kirine. Lema jî dîwan hewqasî bi hecm e.
Li gorî Besam Mistefa nivîsîye ”li ser bergê dîwana Selîm a nû, gotinên gelek kesayetiyên navdar ên Ereb hene.” 
Helbestvanê filistînî Mehmûd Derwêş li ser Selîm Berakat gotiye:
"Ji destpêka salên heftêyî ve, dema Selîm Berekat qada helbesta erebî dagîr kir, mizgîniya helbesteke nû û cuda bi xwe re anî. Ev ciwanê kurd yê şermîn  ji gelek helbestvanên Ereb re bû wek bavekî. Min kedeke mezin da ji bo ez nekevim bin bandora wî."
Adonîs jî ji bo Selîm Berakat wiha  gotiye: "Zimanê erebî di berîka vî helbestvanê kurd de ye!"
Şair û dîplomatê ereb Nîzar Qebanî ji bo Selîm Berakat dev ji erebî û xizmeta ji edebiyata erebî ra bernede ew bi asîmanan xistiye, gotiye:  "Ez benî, te tiştek ji me re nehîşt, destên xwe ji ser helbestê rake!"


Helbestvan û rexnegirê libnanî Pol Şawûl jî wiha gotiye: "Selîm Berekat ji xewnbînekî mezintir e, ew xewnçêker e; ew ne tenê zimanzan e, lê ew zimançêker e jî."
Çend şairên ereb li ser bergê/qapaxa  ”Dîwan 2”  bi van gotinên jor pesnê Selîm Berakat dane, jê ra têra xwe şalûzî kirine.
Lê heger ji dêlî ereban ve kurdan li ser Selîm Berakat dîtinên xwe gotibûna, gelo li ser berga ”Dîwan 2”ê  wan ê çi binivîsanda?
Ez dixwazim nivîskar, şair û edîbên kurd jî li ser Selîm Berakt dîtinên xwe bibêjin.
Ji bo Selîm Berakt bibîne  gelo kurd di heqê wî  û şiîra wî da çi difikirin û çi dibêjin?


Helim Yusiv Di baweriya min de pirsgirêka herî mezin ya Selîm Berekat ji nivîsandina bi zimanê erebî wêdetir, nivîsandina bi hişmendiyeke erebî û bi giyan û rihekî erebî ye. Nîşan û mînakên vê dîtinê jî di van salên dawiyê de pir zelal bûn. Min zêdeyî carekê li ser nivîsandiye, lê bi erebî https://www.facebook.com/images/emoji.php/v9/f4c/1/16/1f642.png:). Ji ber vê helwesta wî qoroçiyên nivîskariya Rojava xwe li ser perçe dikin û heta ji wan tê wî û helwest û nivîsên wî diparêzin.

Zinarê Xamo Helîm, ji ber bi erebî nizanim nikanim tiştê Selîm Berakat dinivîsine bixwînim.
Lê heger wek te gotibe, wê demê sûcê wî du caran girantir e. Yek, ji ber bi erebî dinivîse, didu ji ber wek erebekî difikre...
Nivîsandina bi erebî belkî were "efûkirin", lê belê fikirîna wek erebekî, nivîsîna bi hiş û çavê erebekî ne tarîx û ne jî miletê kurd efû nake...

Helim Yusiv Ez bi xwe nivîsandina wî ya bi erebî wekî "sûc" nabînim, ji ber ku di dema wî destpêkir de, dawiya salên şêstî, ti jêderên kurdî li ber destan tunebûn. Lê rexneya mina sereke li wê hişmendiya erebî ye ya ku pê dinîvisîne, ku kurd û jiyana kurdan ya rojane di piraniya berhemên xwe de weku "alaveke wêjeyê" bo xwe bikartîne. Wî edebiyata xwe li ser zimên avakiriye. Ziman bingeha edebiyata wî ye, ziman jî erebî ye. Ew aliyekî meselê ye. Aliyê dinê siyasî jî heye ku ji roja roj de di ber doza Fîlestîniyan de û ji capemeniya wan re kar kir û heta roja îro ji doza kurdan ya siyasî dûr maye. Yek ji pirtûkên wî yên ku carekê tenê hatiye capkirin "kenîsa yê şervane", ew pirtûk li ser Yasir Erefat e.



Zinarê Xamo Helîm, heger bi kurdî zanibe, yanî asîmîle nebûbe û bi kurdî nenivîsîne ez "sûc" û gunehkarî dibînim.
Gelek kesan gelkî berî Selîm Berakat û him jî di şertên gelkî xerabtir da ne bi osmanî, farisî, tirkî û erebî, bi kurdî nivîsîn û îro em bi xêra wan camêran miletekî xwedî edebiyat û nivîs in. Heger wan jî bi zimanên serdestan biniîsandana nuha di warê edebiyatê da em miletekî bê klasîk, bê şair û bê edîb bûn.
Yanî zahmetiya şertan ne sebebekî rast û bi heq e...

Êdî ji tu tiştî natirsim

Ez êdî ji tu tiştî, ji tu felaketê û ji tu îxantê natirsim.
bitirsim çi ye
netirsim çi ye?
bitirsim jî ewê bibe
netirsim jî ewê bibe
baştir e meriv serapê bi hêvî û bi cesaret be
teslîmî xiyanetê û bêhîvîtiyê nebe
belkî jî di van îxanetan da xêrek, hîkmetek hebe
em zanin dawiya şevê tim berbang e
dawiya zivistanê buhareke rengîn e
dibê meriv bêhêvî nebe
riya azadiyê dûr û dirêj e
meriv kane bilikume
carnan jî bikeve
lê ya muhîm dibê merv rabe
di vê rêyê da em gelek caran ketine û rabûne
kî zane
belkî ev îxanet
û ev trajedî bi xêrtir be
îro pir tarî xuya ye
lê sibe dewran kane biguhere
roj li me hilê
hêvî dîsa geş bibe
ev karwan carê ketiye rê
îro be ya jî sibe
miheqeq ewê bigihîje hedefê

XXX


Li hemberî sosireteke hewqasî mezin meriv nizane çi bibêje !
Partiya di kongreya xwe da ev bandrol bi darda kiriye ne layqî rayên miletê kurd e...
Di van her du rêzan da bêyî navê "Sêrtê" hemû gotin şaş in, yek gotin jî ne rast e.
Lê sosireta herî giran gotine "hûn bê xêr" yanî ne bi xêr hatine kongreyê.
Partiya di kongreya xwe da ev bandrol bi darde kiriye û hêza li pişt vê partiyê ne layiqî ray û piştgiriya gelê kurd e.
Hêzeke hewqasî ne cidî, kesên hewqasî cahil û bêmesûliyet dibê meriv neke berpirsiyar û nûnerên xwe û ji nava xwe biqewitîne.
Şermeke mezin e meriv here kongreya partiyeke nizanibe du gotinên kurdî rast binivîse.
Not: di risim da xuya nake. Min pirsî, kongreya HDPê ya Sêrtê ye.

Heta 16ê cotmehê di dewsa wan alan da ala Kurdistanê li ba dibû

Heta 16ê cotmehê li ser vê bedenê, di dewsa van her du alanda ala Kurdistanê hêl dibû…
Heta 16ê cotmehê(oktoberê)li ser bedena Kerkûkê, di dewsa van herdu alan(ala Îraqê û tirkmen)ala Kurdistanê daliqandîbû.
Lê di 16ê cotmehê da bi dagirkirina Kerkûkê ra ereb û tirkmenên nîjadpereset û neyarên miletê kurd ala Kurdistanê daxistine û alên xwe bi bedena Kerkûkê ve kirine.
Di 27ê îlonê da li ser wê bedenê, di dewsa van her du alan da ala kurd hêl dibû û min sûretê ala Kurdistanê girtibû û bi serbilindî di feysa xwe da belav kiribû.
Lê îro di dewsa ala kurd da du alên dagirker hatine daliqandin...
Li Kerkûkê sê milet, kurd, ereb û tirkmen hene. Kerkûk bajarekî Kurdistanê ye û nufûsa kurdan ya li Kerkûkê di her dema tarîxê da ji nufûsa ereb û tirkmenan li ser hev zêdetir e. Û îro jî nufûsa kurdan ji ya tirkmen û ereban zêdetir e.
Lê wek tê dîtin ereb û tirkmen dîsa jî ala kurd qebûl nakin û li her dera Kerkûkê hildana ala kurd yasax kirine.
Dema Kerkûk di destê kurdan da bû kurdan ala kesî yasax nekir, ala Îraqê jî û ya tirkmen jî li kêleka ala kurd li her derê hebû. Lê ew tehamulî ala kurd nakin.
Û ne tenê tehamulî ala kurd nakin, tehamulî kurdan jî nakin. Heger ji wan were ewê kurdan jî ji Kerkûkê derxin. Hedefa ereban jî û ya tirkmenan jî ev e, Kerkûkê ji kurdan paqij bikin.
Kurdên bi welatê xwe ra, bi Kerkûkê ra û b gelê xwe ra îxanet kirin û Kerkûk li ser sniyeke zîrîn dan ereb û tirkmenên faşîst bira baş li vî rismî binêrin û bibînin bê bi gelê xwe ra çi xiyaneteke mezin û çi bênamûsiyeke bêemsal kirine….



Kurd hev û du qebûl nakin lê bindestiya dijmin li dilê xwe dixin

Di hemû serîhildanên kurdan da, di Şerê Cîhanê yê Yekem û di Komara Kurdistana Rojhilat(Mahabadê)da ji ber ku serokeşîrên kurdan li hev nekirin kurd li tu beşekî Kurdistanê nebûn xwedî dewlet.
Helbet rola hin faktorên din jî hebûn, lê di azadnebûna kurdan da faktora esasî tunebûna yekîtiya eşîran bû. Hinekan serî hildan, hinek jî bûn hevalên dijmin û hinek jî bêdengman û gelekan jî di nîvê rê da xayintî kirin û hêzên, serokên serî hilda bûn ji pişt ve xencer kirin.
Îro yên serî hildane her çiqas navê wan partî bin jî, lê kultur û felsefeya wan, îdeolojî û siyaseta wan ya eşîrî ye, tu partî naxwaze serdestî, serokatî û pêşengiya partiyeke din, serokatiya serokekî din qebûl bike.
Bingehê, sebebê îxanet û trajediya Kurdistana Başûr ev e, kes kesî qebûl nake û naxwaze ne îktîdarê û ne jî zengîniya Kurdistanê(petrol û gazê) bi yekî din ra, bi partiyên din ra par ve bike.
Her partî dixwaze îktîdar jî û petrol jî ji wî tenê ra be û yên din jî di bin emrê wî da bin.
Yê din jî dibêjin madem wiha ye, mademe em ji her tiştî bêpar in, wê demê bira ew jî nexwe, bira dijmin bixwe…
Sebebê îxanetê jî û ya bêtifaqiyê jî ev e, şerê li ser îktîdarê û petrolê ye, li ser li hev nakin.
Li ba hemû serok û partiyan berjewendiyên şexsî, hizbî û malbatî di ser bejewendiyên netewî ra ye. Lema jî pir rehet kanin îxantê bikin.
Îcar ji bo dawî li vê trajediya salan were dibê dawî li rêberî û serokatiya van serok û partiyên xwedî vê îdeolojî û felsefeya eşîrî û hizbî were û kesên milî, kesên xwedî îdeolojî û felsefeyeke netewî bibin pêşengên miletê kurd.

XXX


Rûdawê do axaftina Bînalî Yildirim di sîta xwe ya feysê da zindî belav kir.
Îro jî axaftina Erdogan zindî dide.
Êdî şik tuneye Rûdaw TRT6 a duyem e, kanaleke Erdogan ya bi kurdî ye, Tirkiye fînanse dike.
Ya na meriv rezîlî û şelafiyeke wiha ji Erdogan û ji dewleta tirk ra nake. Yanî ev xulamî ne belaş e.
Çimkî tu têkiliya zindîweşandina axaftina Bînalî Yildirim û Erdogan bi rojnamevaniyê û nûçegîhanê tuneye. Ev tiştekî ji wiya wêdatir e.
Kîjan telewîzyona kurd tiştekî wiha bike rûreşî ye, dibê meriv rexne bike.

25 november 2017

Çira virekan dîsa zû vemirî

Qesra Spî vira Tirkiyê zû pûç kir
Wezîrê karên derve yê Tirkiyê Çavuşoglu û medyaya tirk do bi helahopeke mezin gotin di telefonê da Traump û Erdogan di mesela Sûriyê da li hev kirine û Traump gotiye êdî ji nuha û pê da ewê sîlehan nedin PYDê û gelek îdîayên din li dû hev rêz kirin.
Çira virekan heta sibê vêketî nema. Qesra Spî di nava çend saetan da bi beyanekê ev îdîayên Tirkiyê pûç kir.
Qesra Spî bala xwe dayê li ser navê Trump gelek tiştên ne rast dibêjin, lema jî tavilê bi zimanekî dîplomatîk hemû îdîayên Tirkiyê red kir. Di beyana Qesra Spî da tê gotin Trump û Erdogan li ser rewşa Sûriyê agahî dane hev û Trump gotiye Tirkiye mitefikê me û emê hevkariya xwe bi Tirkiyê ra bidomînin.
Lê belê beyana Qesra Spî îdîa Tirkiyê ya do, xwedêgiravî Trump gotiye ji nuha û pê da ewê alîkariyê ji ser PYDê/HSDê qut bikin, ewê êdî sîlehan nedin wan pûç dike.
Min zanîbû hemû vir in, di niväsa xwe ya do da min ev got.
Erê Erdogan bi Trump ra peyivîye, lê belê Trump ev sozên tirk li dû hev rêz dikin nedaye Erdogan, hemû vir in, milet dixapînin.
Sibe kanin bibêjin şaşiya tercuman bû, efendim filan gotin şaş wergerandiye.
Her tim wiha dikin. Di tarîxa dewleta kemalîst da ya faşîst da tu îktîdar wek ya AKPê ne pespaye bûye…

XXX
Li gorî wezîrê karên derve yê Tirkiyê Çavuşoglu dibêje û medyaya tirk dinivîse, serokê Tirkiyê Erdogan, bi telefonekê serokê Amerîkayê Trump di gelek waran da îqna kiriye.
Piştî gotinên Erdogan yên bi bandor, Trump ji Erdogan ra gotiye soz, ji nuha û pê da emê fîşekekê jî nedin PYDê.
Trump her wisa gotiye, ev alîkarî jî ji xwe hetanî nuha beradayî hatiye kirin, ewê tavilê bisekinîne.
Neyartiya kurdan Tirkiye kiriye welatekî qeşmer.
Erdogan bi telefonekê Trump îqna kiriye ...
Kenê meriv tê, lê tirk ji bêçaretîyê bawer dikin...
Bes ez bawer dikim sebebê telefona Erdogan mahkima Zerrab e. Dibêjin du şahidên din li dosyê zêde kirine. Û ev herdu şahid jî gelkî neyarên Erdogan û Îranê ne...
Ez dibêjim sebebê telefonê bi îhtîmaleke mezin ji bo azadekirina Erdogan ji dosya Zerrab e.
Erdogan zane di heqê wî da gelek belge û delîl ketine destê dozgerê Zerrab. Û him Zerrab û him jî cîgirê serokê Halk Bankê yê girtî ewê bibin îtîrafçî, yanî çi zanin ewê bibêjin.
Ev yek jî kane malikê li Erdogan bişewitîne.
Yanî pir mimkn e telefonkirina Erdogan ji bo vê meseleyê ye, yanî dixwaze xwe xelas bike.
Lê Amerîka zalim e, ewê xeraceke pir bixwaze....


2017-11-24

Hin kes Fasebookê wek malpera xwe dibînin

Hin dîndar û îslamîstên me dixwazin Facebookê bikin mektebeke îmam xetîbê û maleke Fetulah Gulen.
Li gorî van dîndar û îslamîstan di feysê da hin kes gelek tiştên ”bêedeb”, ”bêexlaq” û li dijî dîn îslamiyetê belav dikin.
Mimkûn e li gorî dîtin û pêvanên we wiha be.
Lê her kes wek we nafikire.
Her kes ne musilman, dîndar û îslamîst e…
Û dibê meriv bizane Fasebook ne ne mizgeft e, ne mekteba îmam xetîbê ye, platformeke azad ya ji bo her kesî û her fikrê ye.
Li tiştên, nivîsên, vîdeoyên nehat hesabê we, we jê hez nekir nenêrin, nexwînin. Ew jî ne bû wan kesan taqîb nekin.
Û heger ev jî dilê we rehet nake wan kesan ji hevaltiya xwe derxin.
Ne hewce ye hûn xwe aciz bikin û bixwazin her kes jî wek bwe bifikire û bi çavê we li dinyayê û bûyeran binêre.
Lê helbet hin kesên naxwazin tu tiştekî dînî bibînin jî hene, ew jî dixwazin ciyê dîndar û misilmanan li vir tunebe. Ev dîtin jî şaş e, dibê ew jî feysê wek platformeke ji bo fikir û zewqên xwe nebînin.¨

XXX
Rûdaw di malpera xwe ya Facebookê beşa tirkî da axaftina serokwezîrê xwe Bîanalî Yildirim dîsa zindî dide.
Zindîweşandina hemû axaftina serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim ne rojnamevanî ye, şelafî û xulamtiya tirkan û Tirkiyê ye.
Diyar Bînalî Yildirim bûye serokwezîrê Kurdistana Federe jî.
Bînalî Yildirim li Rûdawê û li xwediyên Rûdawê pîroz be !
Rûdaw êdî şelafî û namerdiya xwe venaşêre...
Lema jî hewqasî rehet û vekirî propagandeya neyarên kurdan dike...



XXX
Faşîst îslamîst îro li Misrê li bajarê Erîş bi bombe û sîlehan êrîş birine ser mizgeftekê û 235 kes kuştine û bi sedan kes jî birîndar kirine.
Ez vê qetlîama hovane şermezar dikim û naletê li van faşîst û zebaniyên îslamîst dibarînim…

PARVE BIKE