31 december 2016

Me salake pir bêyom li pey xwe hîşt, bi hêviya sala 2017a bibe sala azadiyê

Sala we ya nû pîroz be!
Sala 2016a ji bo kurdên herçar perçên Kurdistanê bû saleke bêyom, mişt komkujî û êş û jan.
Bi taybetî jî dewleta tirk her her salê li me kurdan dike hefs û zindan, nahêlin kurd carekê jî bimizicin, bikenin û bi kêf û şadî têkevin sala nû.
Lê li gel vê jî em mecbûr in bawerî û hêviya bi serketinê, bi azadî û serxwebûnê wenda nekin.
Dawiya tarîtiyê ronahî ye, ez bawer dikim zû dereng li Tikriyê jî û li beşên din yên Kurdistanê jî zafer ewê ya me be. Çimkî em bi heq in, em li ser axa xwe ne û em ji her dem û wextê bêtir bi hêz in. Lema jî emê van rojên mişt êş û komkujî li pey xwe bihêlin û bi Kurdistaneke serbixwe şa bibin.
Bi hêviya dîtina rojên azad û bextewar û Kurdistaneke azad!
Bêyî cahş, xayin û hevalbendên neyaran ez sala nû ya hemû dost, heval û her kurdê bi xîret pîroz dikim.
Bi hêviya sala 2017a ji bo me û gelê me sala serketinê û azadiyê…

XXX
Sersal" ya jî "Sala nû" ?
Xelk û alem bi hemû zimanan "sala nû" li hev pîroz dikin, lê gelek kurdên ne "sala nû", "sersalê" yanî serê salê, yanî şeva serê salê li hev pîroz dikin.
"Sersal" û "sala nû" ne eynî tişt e, lê şaşiyê carê cî girtiye, kes niane rast bike.
Wek gotina "em jiyan dikin"!
Ji dêlî ku bibêjin em li xerîbiyê dijîn, dibêjin em li xerîbiyê jiyan dikin.
Ez di bextê we da me, meriv "jiyan nake", meriv dijî ya jî najî...




XXX
Ser xêrê, Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê jî bi fermana Erdogan û hukûmeta AKPê hat girtin.
Erdogan û hukûmeta wî û kurdên xulamên tirkan girtina Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê wek diyariyeke sala nû dan kurdan...
Emdstîtuya Kurdî ya Stenbolê 24 sal berê sala 1992a da li Stenbolê ji alî apê Mûsa Anter, Feqî Husên Sagniç û Cemşîd Bender ve hatibû vekirin.
Demokrasiya Tirkiyê ji bo kurdan tim wiha ye, gavek pêş da, du gav paş da ye.
Li Tirkiyê rejîm çi be jî ji bo kurdan kane tim faşîzim be. Nuha faşîzimeke tirk-îslamî li ser hukim e…

XXX
10 sal berê di rojeke wiha da Seddam Husên hat îdamkirin
10 sal berê di 30ê çileya pêşîn(30/12-2006)da Seddam Husênê dîktator û qatilê bi hezaran kurdî li Bexdayê hat îdamkirin.
Ez hêvî dikim taliya hemû neyarên me yên mayne jî wek ya Seddam Husên be û ew jî bêceza nemînin.
Em kurd dîroka xwe zû ji bîr dikin. Bin bala xwe da çend malperên kurdî yên herî mezin û nas yekê jî li ser roja îdama Seddam tiştek nenivîsîbû.



30 december 2016

Kurd bi xwe ji tirkan ra xizmeteke bêhempa dikin


Tiştên tirk û kurdên hevalên tirkan li ser kurd û Kurdistanê dinivîsin hezar qatî ji tiştên bi kurdî tên nivîsîn zêdetir in.
Hemû minaqaşe û nivîsên muhîm yên li ser kurdan bi tirkî ne. Lê haya kurdên tirkînizan ji van nivîsan çênabe.
Nivîsên li ser kurdan û li dijî kurdan berê tenê rojname û medyaya tirkan belav dikirin.
Lê nuha hin sîte û malperên kurdan jî, wek Rûdaw, BasNews û gelek sîteyên din jî li ser navê rojnamevaniyê nivîsên tirkan û kurdên hevalên tirkan belav dikin.
Û bi vî hawî ew jî ji alîkî da him xizmetê ji tirkî ra û ji asîmîlasyona kurdan ra dikin û him jî fikir û dîtinên li dijî kurd û Kurdistanê belav dikin.
Yek rojname û sîteyeke tirkî, yek ajanseke tirkan nivîsên bi kurdî, nivîsên Kurdistanparêzan belav nake.
Lê bi dehan(belkî jî bi sedan) sîteyên kurd, ajansên kurdan nivîsên tirkên panturkîst û antî.kurd belav dikin. Û vê xizmeta ji tirkî û ji dewleta tirk ra jî wek rojnamevniyê, wek xizmetekê difroşin kurdan. Û kurdên belengaz û bêşiûr jî vê xizmeta ji dewleta tirk ra bi memnûnîyet qebûl dikin.
Yanî medyaya tirk ne bes e, hin kurdên me jî di bin xêliya rojnamevaniyê da ji tirkan û dewleta tirk ra xizmeteke baş dikin. Dibê meriv heqê wan nexwe.
Lê kurdên tirkînizan vê xizmata wan nabîne. Çimkî bi tirkî nizanin….

Kurd dev ji zimanê xwe berdidin û tirkî dikin zimanê xwe yê netewî

Ji radyoya Swêd beşê kurdî Beşîr Kavak, li ser taliya kurdî bi Profesor Salih Akin ra hevpeyvîneke xweş kiriye. Heger wexta we hebe miheqeq lê guhdarî bikin.
Salih Akin, li Fransa li zanîngeha Rouenê berpirsiyarê beşê zimanê kurdî ye.
Prof. Salih Akin, di hevpeyvîna xwe da gotiye:
”Kurmancî îro bûye xwedî standartek nivîskî, lê di jiyana rojane da weke zimanê devkî êdî ew kêm tê bi kar anîn û ev xetereke mezin bi xwe re tîne”.
Rast e, heger di demeke kin da li Kurdistana bakur(Tirkiyê)kurd mafê perwerdeya bi zimanê kurdî bi dest nexin, bi baweriya min jî pêşeroja kurdî tuneye, yanî taliya kurdî pir xerab e, kurdî ewê bibe zimanekî mirî yê miletek pê napeyive.
Yanî tiştê hat serê zimanê latînî ewê were serê kurdî jî.
Çawa ku bi perçebûn û dû ra jî bi belavbûna Împaratoriya Romayê ra zimanê latînî jî di praktîkê da mir, ma wek zimanekî antîk. Tenê hin zimanzan fêr dibin.
Heger kurd li Tirkiyê di demek pir nêzîk da li Kurdistanê nebin xwedî maf û desthilat û zarokên kurd bi kurdî nexwînin, wek latînî kurdî jî mahkûmê mirinê ye. Wek zimanekî mirî ji bo fîlolog û lînguîstan ewê bibe qada lêkolînê.
Ji salên 1980î da ye ez dibêjim heger kurd bi rengekî cidî li zimanê xwe xwedî dernekevin(ew jî axaftin e, bikaranîn e)kurdî mahkûmê mirinê ye.
Berê, heta salên 1980 û 1990î kurdî hêdî hêdî dimir, lê pêştî belavbûna telewîzyonê, înternetê û medyaya sosyal, êdî bi çargaviyê berbî mirinê dihere…

Belovacîkirina rastiyê nediristî ye

Malpera IMPNEWSê, li ser makezagona (qanûna esasî) ya nuha li Tirkiyê AKP û MHP bi hev ra hazirkirine û şêla HDPê ya li hemberî vê makezagona nuh bi mamosteyê zanîngehê Vahap Coşkun ra hevpeyvînek kiriye. Faysal Dagli ev hevpevîn di facebookê da parve kiribû. Ev nivîsa min şiroveya li ser wê nivîsa Vahap Coşkun e.


Vahap Coşkun hevalekî AKPê yê biaqil e, zêde xwe deşîfre nake. Lê bi hostayî tim HDPê û PKKê neheq û AKPê jî tim bi heq nîşan dide.
Coşkun  di derke nivîsa xwe da wiha  gotiye:
”Tirkiyê li hemberî Tehdîdên FETO û PKKê ku ji bo xwe wek mesela hebûn û nebûnê dibîne, ji mutefikên xwe alîkariya hêvî dikir negirt, hêza wan li pişt xwe his nekir.”
”Türkiye varoluşsal bir anlam atfettiği FETÖ ve PKK tehditlerine karşı geleneksel müttefiklerinden beklediği desteği alamadı, onların gücünü arkasında hissetmedi.”

Yanî ji ber ku Emerîka bi Tirkiyê ra şerê PKKê nekiriye, di vî warî da têra xwe desteg nedaye Tirkiyê, Coşkun jî wek tirkekî ji Emerîka gazinan dike. Dibêje Tirkiye xeyalşikestî bûye.
Ev jî nîşan dide ku Vahap Coşkun hevalê kê ye û dilê wî bi kê ra ye.
Ya din jî îdîeya efendim HDP li dijî sîsteme serokatiyê derneketa ewê wiha nebûya, tesîra MHPê ewê hewqasî çênebûya, îdîayeke ne rast e û demagojî ye.
Bi dîtina min jî dibê HDP li dijî sîstema serokatiyê derneketa, dijminatiya Erdogan û AKPê nekire. Ji dêlî wê ve daxwazên kurdan bida pêş, bi AKPê ra têketa bazariyê baştir bû. Bi dîtina min jî wiha bikira ewê maskeya AKPê bixista.
Lê HDPê sedîsed piştgirî bida sîstema serokatiyê jî, ji hemû daxwazê AKPê ra bigota erê jî, AKPê ewê herçar madeyên qanûna esasî yên pêşî neguherta, ewê hebûna kurdan nexista qanûna esasî, ewê perwerdeya bi zimanê kurdî qebûl nekira. Yanî HDPê çi bikira jî AKPê daxwazên wê qebûl nedikir û ewê dîsa bi MHPê ra ev taslax amade bikira.
Çimkî AKP bi tu hawî naxwaze hebûna kurdan qebûl bike, statuyeke netewî bide kurdan û viya jî bi qanûnan tescîl bike.
AKP, Erdogan îro pir û pir dûrî vê nuxtê ne.
Lê HDP wek nuha ewê neheq neba, kesî ewê nikanîba bigota çima we piştgirî neda AKPê, çima we şerê Erdogan kir.
Wek min got, AKP naxwaze mafekî herî biçûk yê qanûnî bide kurdan, ew jî bi qasî MHPê li dijî hebûna miletê kurd û perwerdeya bi zimnê  kurdî ye.
Ma Erdogan her roj nabêje ”yek dewlet, yek al, yek welat, yek milet û yek ziman” ?
Kesê gav û saetê bibêje ”yek milet” ewê çawa hebûna kurdan têxe qanûna esasî û perwerdeya bi zimanê kurdî qebûl bike?
Ev ne tiştekî girêdayî şêla HDPê ye.
HDPê çi bikira jî AKPê dev ji siyaseta dewletê ya resmî bernedida û bernade.
Yanî tiştê Vahap Coşkun li ser HDPê gotiye di esasê xwe da demagojî ye û şîrînkirina AKPê û reşkirina HDPê ye.
Mexsed aliyê PKKê û HDPê tim neheq û yê AKPê jî bi heq nîşan bide.
Û Vahap Coşkun viya jî tim dike, lê pir bi hostayî dike…

Ava her kes dîn kir



Di wext û zemanekî pir kevn da li welatekî paş çiyayê Qaf padîşahek hebû. Her îş û karê xwe bi kahîn û rimildaran dişêwirî.
Rojekê kahîn û rimildarên paşê jê ra gotin:
”Di rojên pêş da ewê baraneke zêde û pir bi zirp bibare. Kanî, bîr û sarînc ewê tije av bibin. Lê belê  her kesê ji wê avê vexwe ewê hiş berde û dîn bibe. Temî û wesiya me ev e: Dibê hûn ji wê avê venexwin. Ji nuha da hemû sarîncên qesrê, fera û folên malê  tije av bikin. Û vê meselê jî ji kesî ra nebêjin.”
Padîşê gurra kahîn û rimaldarên xwe kir. Û emir da xulaman, hemû sarîncên qesrê, satil û fera û folên malê tije av kirin.
Wextek derbas bû bi rastî jî baraneke zêde û pir bi zirp barî  û her der di bin avê da ma. Û her kesê ji kaniyê av vexwar dîn bû.
Tenê paşa û malbata xwe dîn nebûn. Çimkî wan ava barana her kes dîn dikir venexwarin.
Lê her ku çû li der û dora paşê kesê biaqil nema. Bêyî paşê û malbata wî her kes dîn bû. Destpêkê vê yekê gelkî kêfa paşê anî. Çimkî her kes dîn bû, yê biaqil tenê ew bû.
Lê piştî demekê paşa poşman bû. Yên dora wî hemû dîn bûn, di nava koma dînan da nizanîbû çi bike.
Ji ber ku yên dora wî hemû dîn bûn, nikanîbû gotinê têxe serê kesî, nikanîbû emir û fermana xwe bi kesî bide qebûl kirin.
Ji ber ku her kes dîn bû kesî guh nedida gotin û fermanên wî, wî çi bigota jî di ser guhê xwe ra diavêtin. Paşa maşa êdî ne xema kesî bû…
Lê ne tenê kesî guh nedida gotin û fermanên wî, di ser da jî jê ra digotin, ”dînooo, dînooo”  û henekên xwe pê dikirin…
Di nava hewqas merivên dîn da jiyan li paşê bûbû zindan, nizanîbû çi bikira. Dawiya dawî hew kanîbû tehamul bike, rabû berê xwe da ser kaniya nêzî qesrê û jê têr vexwar.
Û bi vî  hawî wek her kesî ew jî dîn bû…
Rewşa kurdan jî nuha ev e, gava  yekî zane û biaqil gotineke xêrê dike ji her alî da mirîd êrîşê dibin ser û dibêjin ”dîno, dîno” û henekên pê dikin, dixwazin her kes wek wan bibe merivê aliyekî û êrîşî aliyê din bike…



29 december 2016

Çîroka gurê boz û xayinên me



Gurê boz ji ser qotê zinarekî bilind çêlikê xwe yê nuh bi ser nigan ketibû fêrî nêçîrê dikir, jê ra qala xeterî û tahlûkeyên der û dorê û jiyanê dikir.
Li deşta jêr ya bin quntarê çiyê da keriyek pezê diçêriya bala gurê biçûk kişand. Cara heywanên wiha nedîtibû. Bi meraq ji bavê xwe pirsî:
-Errrik, ewên han çi ne ?
Gurê boz got:
-Ew heywanên tu dibînî pez e ez bi qurban, hemû mîhî ne. Goştê wan pir lezîz e. Gava fersend çê bû vêkeve û bixwe. Ew nesîbê te ne. Tu yê ji goştê wan pir hez bikî. Ilim jî goştê berxikê wan pir nerm û xweş e…
Gurê biçûk îcar şivan nîşan da û got:
-Le ewê kulav lê û çoyek di ber ra ye û li wir sekinîye kî ye? Ew çi teba ye?
Gurê boz bi awirekî cidî îcar dest bi nasandina şivên kir, got:
-Ew li ber pez e, pez diparêze. Navê wî şivan e. Aman aman tu carî xwe nêzî wî nekî. Gava te ew dît tavilê ji wir baz de û here li derekê xwe veşêre.
Bîstek derbas bû, gurê biçûk îcar kûçikê li dora kerî digeriya meraq kir û got:
-Le ewê dişibe me kî ye, ew çima li wir e?
-Gurê boz kesereke kûr kişand û got:
-Axxx, axxx! Erê ew dişibe me lê ne ji me ye. Û yê malik li me viritandiye jî ew xayin e. Ew berê ji me bû, lê nuha kûçikê kerî ye. Pir tehlûke ye. Neyarê me û qewmê xwe ye. Hevza ji xwe wî bike…!
Ev mesela me kurda ye, halê xayinên me ketinê baş teswîr dike, eynî tişt hatiye serê me jî.
Mixabin bi hezaran kurd jî wek kûçikên vê çîrokê bûne zilam û parêzvanên dijminên me. Wek kûçikên dijmin êrîşî qewmê xwe, xwişk û birayên xwe dikin..
Wek seyên gurêx ji dijmin bêtir zirarê didin gelê xwe û tevgera kurd ya netewî. Bi kurtêlan, bi hestiyan ji alî dijmin ve hatine kedîkirin û bûne kûçikên keriyê neyarê xwe.
Gerek meriv kurdên destik û hevalên neyar tu carî ne ji bîr bike û ne jî efû bike.
Dibê meriv hevalbendiya bi dijmin ra, hevkariya bi dewleta tirk ra tu carî xweş nebîne.
Gava meriv hevalbendiya bi dijmin ra xweş bibîne, hinekên din jî ewê cerasteê bigrin û ewê jî bidin ser şopa wan, ewê jî bibin cahş û xayinên qewmê xwe.
Hevalbendiya bi dewletê ra dibê tim wek karekî qirêj, wek rûreşiyekê were dîtin.



Ev aqil têra me nake


Serokên kurdan, gelek siyasetmedar xwe pir biaqil dihesibînin, li gorî wan ew pir biaqilin û serok û siyasetmedarên din ya kêmaqil in, ya jî bi qasî wan ne bi aqil û jîr in.
Mimkûn e, ez nizanim kîjan serok û siyasetmedar super zeka ye, biaqil û jîr e û kîjan jî korfahm e, di serê wî da aqilê çûkekê jî tuneye…
Çimkî tu mîtroyek û mêzîneke meriv aqil û jîrîtiya însanan pê bipîve û biwezîne tuneye.
Xwezî hebûya, wê demê karê me pir rehet dibû…
Lê ev jî heye, Descartes gotiye, ”Biaqilbûn ne tiştek e, ya muhîm dibê meriv wî aqilî di cî da bikar bîne.
Yanî aqilê di cî û wextê da neyê bikaranîn bi kêrî tiştekî nayê, ya muhîm di cî da û rast were bikaranîn.
Lema jî gava em bala xwe didin netîcê û sifreya hazir, em dibînin ku aqilê jîr û biaqilên me jî têrê nake.
Heger têrê bikira nuha kurd li her çar perçên Kurdistanê neketibûn gewriya hev, nuha ji tirs û xofa şerê birakujiyê em neketibûn hev, ji kêfa yekîtiyê û serketinê me dîlan digirt.
Ez dibêjim serok û siyasetmedarê me yê herî biaqil û jîr û mezin jî dibê hinekî din jî zorê bide sînorên aqilê xwe, kêmasiya xwe bibîne û qebûl bike.
Çimkî heger aqilê heyî têra çareserkirina gelşên me bikira nuha destê me ne di gewriya hev da, milê me di hev da bû û em li diyarekî din bûn, di halekî baştir da bûn.
Bi vî aqilê xwe em ne ji dîroka xwe û ne jî ji dijminên xwe dersê û îbretê digrin.
Hewcedariya me bi aqilekî din û siyasetmedarên biaqiltir heye. Bi vî aqilî bi navê Xwedê em nagihîjin tu derê

28 december 2016

Di 700 sal da me 654 kitêbên bi kurdî weşandine


Li gorî lêkolîna M. Malmîsanij, dewra Osmaniyan jî tê de, heta sala 2006a hejmara kitêbên li Tirkiyê  bi zimanê kurdî çap bûne  li ser hev 654 heb in."
Ji van 654 kitêban 580 heb bi kurmancî ne û 74 heb jî bi zazakî(kirmanckî)ne.
Û ji van kitêban 579ê wan di nabêna salên 1990 û 2006a da çap bûne. 103 hebên van kitêban li derveyî Tirkiyê û Kurdistanê û bi piranî jî li Swêd çap bûne.
Kitêbên di dema Osmaniyan da çap bûne herewere 30 heb in. Yanî di nava 600 salên hukmê dewleta Osmanî da tenê 30 berhemên bi kurdî çap bûne.
Hemû berhemên di dema Osmaniyan da çap bûne bi elîfebeya erebî ne û hemû jî şiîrên bi destnivîs in. Hin werger jî hene. Încîl yek ji wan wergeran e.
Li gorî tespîta Malmîsanij, kitêba bi kurdî cara pêşî li Stenbolê di sala 1844a da çap bûye.
Di nava kitêb û wergeran da yên herî zêde şiîr in, 174 heb in. Roman 69 û çîrok jî 65 heb in.
Kitêbên li ser folklorê, ferheng, kitêbên dînî, kitêbên zarokan û kitêb û materylên perwerdeyê jî di nav vê hejmarê da ne.
Lêkolîn heta sala 2006a ye. Bêguman di van 10 salên borî da jî him li Tirkiyê û li Kurdistana bakur û him jî li Ewrûpayê gelek kitbên bi kurmancî û zazakî hatin weşandin. Lê ew ne di vê lokêlînê da tunene.
Gava min jimara 654 dît ez matmayî mam. Çimkî li gorî lêkolînê di nava 700 salan da tenê 580 kitibên kurmancî hatine çapkirin. Meriv naxwaze bawer bike.
Nufûsa Swêd 10 milyon e, par(2015)li Swêd 15.294 kitêbên cûr be hatin weşandin.
Lê me kurdan ne di salekê da, tam di 700 salî da herewere 580 kitêbên kurmancî û 74 kitêbên zazakî weşandine.
Ferqa me û tirkan jî bi qasî ya Swêdiyan mezin e. Li Tirkiyê jî par 49 hezar û 149 kirêb(her babet kitêb di nava vê jimarê da ne. Yên mekteban jî)hatine weşandin.
De îcar hesab li ba we ye. Gava meriv fê ferqa di nabêna xwe û xelkê da dibîne, meriv baştir fêm dike çima em hewqasî paşdamayî û reben in.
Mala Malmîsanij eva be, camêr bi vê lêkolîna xwe jî wek hemû berhemên xwe yên din ji miletê kurd ra xizmeteke pir mezin û bêhempa kiriye.


Emerîka bersîveke pir giran da Erdogan

Berdevkê wezareta karên derve yê Emerîka Toner, bersîveke pir giran da Erdogan…
Erdogan îro dîsa xwe berdaye, gotiye:
”Emerîka û hêzên kolalîsyonê destegê didin Daîşê, PYDê û YPGê. Di destê me da hemû bi tescîl in, bi risman, bi qeydên vîdeoyan hemû di destê me da ne.”
Alîkariya Emerîka ya bi PYDê û YPGê ra ne hewceyî risim û vîdeoyê ye, Emerîka eşkere dibêje ew destegê dide PYDê. Emerîka ev alîkarî tu carî înkar nekiriye.
Lê ya bi Daîşê ra helbet vireke bi boçik e.
Erdogan vê buhtanê li Emerîka û hêzên koalîsyonê dike ji ber ku wek wî nakin, ji ber ku piştgiriyê nadin şer û siyaseta Erdogan ya li Sûriyê dimeşîne.
Û sebebekî din jî alîkariya Emerîka ya bi YPGê ra ye. Erdogan dixwaze Emerîka destegê nede YPGê, lê emerîkî guh nadinê. Ev yek Erdogan Erdogan har û dîn dike.
Ji bo van gotinên Erdogan, berdevkê kar û barên derve yê Emerîkayê Toner, bi gotinekê tenê bersîv daye Erdogan, gotiye bi van gotinan ”Kenê meriv tê”!
Erdogan merivekî pir qebe û sivik e, xwe pir zû berdide, gotinên xwe qet napîve û nawezine, pir rehet tiştê bêbingeh dibêje.
Çimkî gava nikanibe îdîayên xwe îspat bike şerm nake, li ber xwe nakeve.
Lema jî rast, ne rast, çi tê devê dibêje. Ne bi mesûliyet û sergiraniya serokkomarê welatekî, wek simîtfiroşekî kuçeyên Qasimpaşê çi tê devê wî dibêje.
Heger fedî bike bersîva Toner pir giran e. Lê fedî nake, qet ne xema wî ye, kane deh carên din jî eynî tiştî bibêje.

XXX


Di ser qetlîama Roboskî ra 5 sal derbas bûn, lê hîn hî berpirsiyarekî vê qetlîamê nehetiye girtin.
Çimkî yên hatin kuştin kurd in.
Roboskî di dilê her kurdê xwedî ûjdan û her kurdê bi namûs û şeref da birîneke 

27 december 2016

Carnan dibê meriv devê xwe bigre


Teşxeleyên nabêna hin partiyên kurd pir gurr bûye. Heval û dostên vê partiyê û wê partiyê xwe li hev serqot kirine û bi hêrseke mezin dibezin hev. Gotên nemayî ji hev ra dibêjin, her yek hev û du bi zilamtiya dewletekê îtaham dikin.
Bi kurtî nuha di nava kurdan da atmosfera siyasî gelkî ne xweş e, însan zû gotinên ne xweş ji hev ra dibêjin, zû dilê hev dihêlin.
Bi min wiha tê van rojan meriv çiqasî xwe tevî vê teşxelê neke hewqasî baş e. Serê meriv ewê vehesiyayî be.
Tu çi dibêjî miheqeq hinek êrîşî te dikin, te bi hevaltiya vê partiyê û wê pariyê îtham dikin. Dixwazin ya tu yê bi Apocî bî, ya jî Barzanîcî. Wekî din tu rê û tu rastî tuneye.
Rastî şûrkîşiya aliyekî û êrîşî aliyê din e.
Gava meriv şûrê partiyekê, aliyekî nekşîne û êrîşî partiya din, aliyê din neke meriv dibe yê nêtxerab û zilamê aliyekî.
Lema jî ji nuha û pê da heta ji min were ezê xwe tevî teşxeleyên partiyan, tevî teşxeleyên PKKê û PDKê nekim û li ser wan, ne bi başî û ne jî bi xerabî tiştekî nenivîsim.
Ji xwe di warê siyasî da tu rol û giraniyeke nivîsên min tuneye, tenê ”dijminan” ji min ra çê dike…
Min çi nivîsî ye, çi gotiye tu tesîrê li serok û birêvebirên herdu aliyan nake. Emerîka nikane wan li hev bîne îcar ewê guh bidin nivîsên kesên we min…
Lema jî kî çi dike, kî ji kê ra çi dibêje û bi çi îtham dike, kî şerê kê dike ew ji xwe ra zanin.
Bira demek jî wiha derbas be. Hela binêrim çawa dibe. Belkî di deqîqeya dawî da li  xwe varqilin û dijminan bi xwe nekenînin. Gelşên xwe bi diyalogê, bi riyeke aştiyane hel bikin.
Carnan dibê meriv xwe bide aliyekî, devê xwe bigre û li bûyeran temaşe bike.
Çimkî gotin û nivîs bêtesîr e…
Hêvî dikim serokên kurdan riya aqil bibînin û trajediyeke din, birakujiyeke din bi gelê xwe nedin jiyandin.
Rewş krîtîk e, meriv hêvî dike hinek têkevin nabênê û avekê li vî agirî kin, rê li ber şerekî nabêna PKKê û PDKê bigrin. Şerekî nabêna PKKê û PDKê ji bo kurdan ewê bibe sebebê felaketeke mezin. Bi başûr nasekine, ewê pir berfireh bibe. Hêvî dikim tiştekî wiha nebe.
Lê fêsad û gelacên herdu aliyan jî pir in, di medyaya sosyal da ew jî benzînê li êgir dikin.
Ya xerab bêyî xemgînbûnê meriv nikane tiştekî bike…

26 december 2016

Tirkiye dixwaze bi terorîstên ji Helebê xelas kirin cepheya Mertalê Ferêt teqwîye bike


Li gorî medyaya tirk dinivîse, terorîst û çeteyên Tirkiyê ji Helebê ji kuştinê xelas kirin û birin li Idlîbê, di nava çend rojan da ewê malbatên wan bibin Tirkiyê û dû ra jî çeteyan bişînin Kurdistana başûr cepheya şer.
Yanî bi çete û terorîstên ji Helebê hatin xelas kirin cepheya Mertalê Ferêt xurt bikin.
Wek tê zanîn ji bo ku çete û terorîstên xwe ji Helebê ji îmhayê xelas bikin, Erdogan û berpirsiyarên hukûmeta AKPê pir dikirn qîjewîj, ji bo xelaskirina wan xwe diçirandin. Çimkî ji wan ra çeteyên li hemberî kurdan şer bikin lazim in.


Wê demê min di nivîseke xwe da got, Tirkiye dixwaze terorîstên xwe ji Helebê ji îmhayê xelas bike ji bo ku di rojên pêş da wan li hemberî kurdan bajo şer.
Waye ev texmîna min rast derket.
Çete û terorîstên ji Helebê bi silametî xelas kirin, ewê bibin li Cerablûsê, li El Babê û li hin cepheyên din li hemberî kurdan û belkî jî li dijî Daîşê bajon şer.
Malbatên çete û terorîstan jî bi îhtîmaleke pir mezin ewê li Ruhayê û li hin derên din yên Kurdistanê bi cî bikin.
Ji xwe berê 500 hezar ereb li Ruhayê bi cî kirine û demografiya Ruhayê ji kok da guhertine, ereb xistin piraniyê. Ji bo pêşeroja kurdan ev yek felaket e, wendakirina Kurdistanê ye…
Plan û hesabê hukûmeta AKPê ya guhertina demografiya Kurdistanê ne nuh e, ev çend sal in di bin ra, bi dizî hazirî  û plane vê yekê dikin.
Belkî ji ji bo vê yekê hemû bajarên Kurdistanê bi şerê ”xendekan”, bi alîkariya PKKê dan wêrankirin.
Di vê nabênê da bajar û herêmên ewê ereban lê bi cî bikin bi dizî amade kirin.
Yanî pir ne dûr e ku 12, 13 bajarên xera kirin, yanî Şirnex, Nisêbîn, Cizîr, Gever, Farqîn, Diyarbekir, Licê, bi kurtî her dera kurdperwerî lê xurt e ji bo vê yekê wêran kirin û bi sedhezaran kurd ji wan bajaran derxistin.
Xera kirin, ji bo ku dû ra ereban lê bi cî bikin.
Yanî ev lîstik û plana dewletê ji texmîn û speklasyonekê wêdatir, kane rast be.
Li Tirkiyê qala hebûna 3 milyon erebên Sûriyê dikin. Ev nufûseke pir mezin e.
Vegera van koçberan di demeke nêz da ne mimkûn e. Û her ku sal derbas dibin û dem dirêj dibe îhtîmala vegera wan jî zeîf dibe û heta namîne.
Bi baweriya min piraniya erebên Sûriyê, belkî ji sedî 70-80ê wê, heger hîn jî ne zêde, ewê venegere û daxwaza Tirkiyê jî ji xwe ev e.
Hesabê wan ew e ku piraniya vê nufûsa ereb bi zor li Kurdistanê belav bikin û bi vî hawî bi demogarafiya Kurdistanê bilîzin.
Dibê kurd, hemû partiyên kurdan ji nuha da li ser vê plana dewleta tirk û hukûmeta AKPê rawestin û gaveke wiha ji nuha da wek jenosîdê bi nav bikin.

Dibê şerê birakujiyê em ji serê xwe derxin


Ji partiyên kurd kî êrîşî kê bike, kî şer derxe, kî bixwaze gelşên nabêna xwe û hêzeke din bi zorê û bi şer hel bike, ji erd heta bi ezmên neheq e û hatiye lîstika dijmin.
Bêyî xêrnexwaz û dijminên kurdan îro kes naxwaze li başûr û rojava hêzên kurd gelşên nabêna xwe bi şer hel bikin.
Kî şerê nabêna kurdan, problem çi dibe bira bibe, rast û bi heq bibîne ew ne dost e, ne xêrxwazê kurda ye, di bin ra bi dijmin ra hin planan digerîne.
Hevalekî li ser van gotinên min yên jorgotiye, ”Birastî tu tişt bi qasî şerê navxweyî xerab tuneye lê ku rěxistinek xwe li ser herkesî ferz bike û mafê jīyanê ji kesî re nehêle wê çawa be?”
Ev jî bersîva min ya vî hevalî:
Birayê ezîz, ez zanim gelş ne hêsa ye. Lê dîsa jî em mecbûr in bêyî şer riyeke din, çareyeke din bibînin.
Çimkî kurdan gelek caran şer, wek riyeke çareseriyê ceribandin, lê tim û tim hemû alî li zirarê derketin, netîce ji bo wan jî û ji bo miletê kurd jî bû felaket.
Şerê PDKê û YNKê, şerê PKKê û PDKê, şerê PDKê û PDKa Îranê hîn do bû, em giş bûn şahidên wan şeran. Em hîn dijîn.
Ma bêyî zirarê, malwêraniyê û kuştina bi hezaran kurdî kesî feyde jê girt?
Belovacî wê her kes poşman bû, her kesî got şerê birakujiyê şaş bû û dibê careke din kurd şerê hev nekin. Meclîsa Kurdistanê biryar girt, serokên kurdan sos dan miletê kurd.
Yanî dibê meriv ji bo çareseriya gelşên nabêna partiyan tu carî şer rast û bi heq nebîne.
Ez bi xwe nabînim û viya eşkere dibêjim. Û piştgiriya tu alî jî nakim. Tenê dibêjim gerek hûn li hev werin.
Bi baweriya min sebeb û koka berberî û teşxeleyên nabêna PKKê, PDKê, YNKê û Goranê yên îro şerê nabêna salên 1970-2000î ye.
Ji ber şerê salên borî dilê hêzan hîn jî rindikî li hev rûnene, baweriya wan hîn jî bi hev nayê, hîn jî neyartiya hev dikin.
Yanî di ser wan şeran ra 40 sal serbas bûne lê dîsa jî dilê kurdan li hev spî nebûye.
Çimkî yên di qada siyasî da îro siyasetê dikin, serok û kadirên partiyan in hîn eynî meriv in. Tarîx têra xwe hîn kevn nebû, lema jî birîn hîn nekewiyan e, hafiza hîn teze ye.
Lema jî bi baweriya min ji dêlî ku em li yê bi heq û neheq bigerin û şêleke li gorî wê bigrin, em ji hemû partî û aliyan sakîniyê, diyalogê û yekîtiyê bixwzin rasttir û baştir e.
Çimkî piştgiriya me ya bi aliyekî ra meselê çareser nake, dibê em zorê bidin herdu aliyan.
Şer do gelekê caran çawa ku mesele hel nekir, belovacî wê girantir û xerabtir kir, îro jî ewê eynî netîceyê bi xwe ra bîne…
Wek min got, me şer wek metodekî çareseriyê gelek cara ceriband, lê me tu carî jê feyde û netîceyeke cihê negirt û ez bawer nakim îro jî em jê bigrin.



Têkiliya di nabêna fikir û zimên da



Li gorî Eflatûn,(Platon, 428 b.Î. Mirin, 348 b.Î) fikir ji zimên, ziman ji fikir dixuliqe, peyda dibe, sadir û zuhur dibe.
Yanî di nabêna zimên û fikir da têkliyeke pir xurt heye, meriv nikane zimên û fikir ji hev cuda bike.
Rast e, meriv bi zimên fikrê xwe sîstematîze û belav dike. Û bi fikir jî zimanê xwe diguhere û bi pêş dixe.
Îcar gava zimanê meriv seqet, zeîf û ne baş be, meriv ne hakimê zimanê xwe be, fikrê meriv jî seqet û bêserûber dibe.
Gava meriv li kurdan guhdarî dike, di medyaya sosyal da nivîsên wan dixwîne, bixwaze, nexwaze meriv heq dide vê tespîta rahmetiyê Eflatûn.
Kesê hakimê zimanê xwe, edebiyata wî xurt, xwediyê fikrên zelal e û tekûz e…
Romana herî mezin jî, ilim û îrfan jî, teknîk  û îcad jî bi zimên dibe, gava tu ne hakimê zimanê xwe bî di warê fikir û ilim da jî tu nikanî bi pêş kevî..
Em dibînin miletên bi pêş ketine, çûne stêrkan û asîmanan berê zimanê xwe bi pêş xistine, bûne xwediyê zimanekî bi ser û ber û tekûz. Edîbê wan jî, alimên wan jî bi xêra zimanê xwe û ji ber ku zimanê xwe baş fêr bûne, bûne edîb û alimên mezin û berhemê mezin xuliqandine û îcadên mezin kirine.
Bi kurtî bêyî ku meriv zimanê xwe baş fêr bibe û bi pêş bixe, meriv ne kane bibe xwedî edebiyat û ne jî tiştekî bixuliqîne.


Em kurdên bakur qet guh nadin zimanê xwe, dixwazin tim miqlaciyê, cokêrê tirkan bin. Ji ziman û edebiyata tirka ra xizmetê bikin, bibin nivîskar,  edîb, şair û dîroknasên tirkan.
Ji kurdan ji sedî 4-5 kes nikane fikrê xwe ne bi kurdî û ne jî bi tirkî xweşik, bi ser û ber bibêje.
Tu devê kîjan kurdî vekî nikane çar galgalên tekûz li dû hev rûz bike, dibe inte zirta wan û xwe wenda dikin…
Hema li TRT6a dewletê binêrin, ji spîkeran bigre, heta bi moderator û mîvanên programan, hemû wek lalûte ne, wek etarên rişmilî, wek turîstên nuh fêrî kurdî bûbin dipeyivin…
Kîjan kurdê tirkîaxêv devê xwe veke, sebê ew bi kurdî nizane û bi zarok û hevalên xwe ra bi kurdî napeyive dixe hustuyê dewletê, dibêje weleh sûc yê dewletê ye.
Bêguman sûcê herî mezin yê dewletê ye, çimkî perwerdeya bi kurdî nade zarokên kurd. Ji bo ku zimanê kurdî bihele, bimre her dek û dolabê digerîne.
Ev hemû rast in.
Lê li alî din wek însan, wek dê û bav tişt û berpirsiyariyên em bikin jî hene. Em wan wezîfe û wacibên xwe naynin cî.
Dewletê di mala me da kurdî li me yasax nekiriye, nabêje bi zarokên xwe ra, bi nas û dostên xwe ra bi kurdî nepeyivin. Di vê nuxtê da wek însan em bêxîretiyê dikin, em qîmetê nadin zimanê xwe, em tirkî hildibijêrin.
Em nikanin bi dewletê, lê em kanin bi xwe. Bira her kes tiştê kane, tiştê jê tê yanî di mala xwe da, bi der û dora xwe bi kurdî bipeyive ev jî baş e, ev jî şerekî li dijî asîmîlasyonê ye.
Yê vê wezîfeya xwe neyne cî, yê li mala xwe bi kurdî nepeyive û tenê dewletê sûcdar bike durûtiyê dike.

Dijminatiya bi kurdan ra tirk kirine miletekî bêbext û virek

Ji bo ku PKKê neheq nîşan bidin, ji bo ku mafê kurdan nedin siyasetmedar, akademîsyen û elîtên tirk bûne mitoman Yek kes jî rastiyê nabêje
Djminatiya kurdan civata tirk, siyasetmedarên tirk, akademîsyen û elîtên tirk pir bêexlaq, bêûjdan û zalim kiriye.
Welatek bûye welatê virekan, bêbextan, telaqreşan, zaliman, bêûjdan û bêexlaqan.
Bi dehn telewîzyon her roj programên li ser kurdan çêdikin, hemû beşdar ji serî heta dawî bêbextiyê û derewan li PKKê dikin. Spî reş nîşan didin, reş spî. Tu dêbîjî belkî hewqas siyasetmedar, profesor, akademîsyen, lêkolîner filan û fîşmekan hemû ji bo bêbextiyê, buhtanan li PKKê û kudna bikin hatine dinyayê. Meriv mtmayî dimîne, ji nava miletekî çawa kane hewqas siyasetmedar û akademîsyenên virek û kezebreş derkevin?
Meriv nikane li yek programê jî 5 deqîqeyan temaşe bike.
Hedefek her tirkî ya mşterek heye: PKK neheq e û ”terorîst” e û dewlet jî bi heq e.
Û ji bo viya jî derewa nekin, bêbextiya nekin tuneye.

XXX


Kiliçdaroglu gotiye, MHP çiqasî faşîst û neyarê kurda be, ew jî hewqasî faşîst û neyarên kurdan e
Serokê CHPê Kemal Kiliçdarogluyê ”tirkê Xorasanê” gotiye:
”MHP(partiya faşîst)çiqasî nasyonalîst be em jî hewqasî nasyonalîst in, MHP çiqasî ulkucî, yanî xwediyê îdeolojiyeke tirk-îslamê be, çiqasî pan-turkîst be, em jî hewqasî ulkucî ne.”
Eşhedûbîlah, gotina rast rast e…
Bi kurtî Kiliçdaroglu gotiye, MHP çiqasî partiyeke antî-kurd be, çiqasî neyarê kurdan be, CHP û serokê wê Kiliçdaroglu jî hewqasî pan-turkîst e û dijminê kurda ye.
Bi baweriya min Kiliçdaroglu rast gotiye, heqîqeta xwe û partiya xwe eşkere kiriye.
Erê di nava CHPê da çend kesên demokrat hene, lê piraniya CHPê wek Kiliçdaroglu difikirin.
Piştî ku CHPya xwedêgiravî sosyaldemokrat ev e, dibê kurdên HDPê dev ji xeyala hevkriya bi tirkan ra berdin û vegerin ser koka xwe, partiya xwe ya kurd ava bikin û ji bo xwe bixebitin.

25 december 2016

Tirkiye dewleteke qebîh û bêyom e…


 Cemal Ozçelîk, li ser ketina babafira Rûsyayê gotiye:
”Ji roja ku Rûsya bi dewleta Tirk re ketiye nav pêwendiyên dostane, tu musîbet nemaye ku nehatiye serê wan. Sûîqast û mêrkujî ne bes bû, ícar jî balafira wan ket. Em Pûtîn hişyar dikin, heger hûn nigê xwe li gor xwe neavêjin, wê romana Dostoyewskî bi ya navê "Ecune" li we xíne ha. Bira hûn viya bizanibin!”
Bi navê îlahî Cemal pir rast gotiye, Tirkiye welatekî bêyom û qebîh e, cergî bûne dostê rûsan, rûsan ber xwe nedîtiye, felaket li ser felaketê tê serê wan..
Tirkiye dibe dostê kê bela ji ber deriyê wan xalî nabe, taliya wan dibe felaket. Çimkî ji dilê tirkan xerabî û ji ruyê wan jî xwîn dibare.
Wecê Erdogan û Yildirim yên qebîh ket ser rûsan, feqîra yekê wan nabe dudu, piştî qetilkirina sefîrê wan Karlov, nuha jî ev trajediya mezin hat serê wan.
Îro saet li dora 0.6ê sibê balafireke Rûsyayê ya leşkerî di dema ji Soçî diçû Sûriyê bajarê Lazqiyê bingeha(basa, şargeha)leşkerî, ji bo ku konserekê bide leşkerên rûs û bi wan ra Noela xwe pîroz bikin, li ser Derya Reş ket û ji 92 kesan, kes xelas nebû.
Li gorî ku tê gotin di balafirê da 64 endamên Koroya Artêşa Sor, 9 rojnamevan, 8 leşker, hin siwîl hebûne û yek kes jî ji vê trajediya mezin xelas nebûye.
Gelo qesa ye ya jî hatiye xistin hîn ne diyar e. Nuha dibêjin qeza ye....
Hemû Rûsya û dinya medenî ji bo endamên Koroya Artêşa Sor hêsiran dibarîne.
Koroya Artêşa Sor, ji bo moral bide leşkerên di cengê da di sala 1928a da hat avakirin û heta nuha li der û li hundur bi hezaran konser daye. Koroya Artêşa Sor, li dinyayê koroya leşkerî ya herî mezin e û gelkî bi nav û denge e.
Mirina hemû endamên vê koroya meşhûr, bi qasî ku ji bo dewleta Rûsyayê û miletê rûs trajediyeke mezin e, her wisa ji bo hemû dinyayê jî wendabûneke ku ciyê wê nayê dagirtin.
Pir heyf bû, ez pir û pir li ber vê trajediya miletê rûs ketim.
Bi navê îlahî te pir rast gotiye, Tirkiye welatekî bêyom û qebîh e, bibin dostê kê taliya wan felaket e.
Ez werim ser qebîhî û bêyomiya tirkan û dewleta tirk.
Wek Cemal Ozçelîk jî gotiye, Tirkiye bi rastî jî dewleteke pir bêyom û bêoxir e.
Tirkiye bû dostê kê, ruyê wê ket ser kê, felaket jê ra anî. Bû dostê Qedafî, Seddam, Esad taliya wan li ber çava ye.
Tirkiye welatekî pir bêoxir û bêyom e, bi şev têkeve xewna meriv, çer meriv bi xwe hesiya dibê meriv here avdesxanê bû bibêje ciyê Tirkiye lê mîza kerê lê û ji bo wan bimîze.
Bi vî hawî belkî meriv ji qeza û belayê xelas bibe…
Li Wêranşarê gava yekî bêyom diket xewna me, me digot ciyê filan kes lê mîza kerê lê û destava xwe ya biçûk dikir. Ji bo ku qeza û bela ji me dûr biketa.
Dibê meriv eynî tiştî ji bo dewleta tirk jî bike…
Dûro bi nûro, kî ji tirkan û ji dewleta wan dûr be, pê ra hevaltiyê, şirîktiyê, tîcaretê, siyasetê, dîplomasiyê neke ewê rehet be.
Çimkî dewleta tirk dewleteke irqçî, faşîst e, dewleteke teşxele ye.
Esas irk jî iha ne, miletekî pir qebe, cahil, zirzop, ji irqçî û faşîstên her miletî bêtir irqçî û faşîst in.
Tirkiyê heta nuha bi kê ra dostî îş kiriye, deng ji xwe aniye, teşxele derxistiye.
Destpêkê Ermenîstan ne tê da, bi hemû welatên Kafkakan ra têkiliyên wan pir baş bû. Lê dû ra ji Azaerbeycanê bigre, heta Kirgîzostanê, Turkmenîstanê, Ozbekîstanê û Tacîkîstanê, nabêna tikan bi hemû van welatan ra xera bû. Çimkî teşxele derxistin.
Bi yekîtiya Ewrûpayê ra berê nabêna wan baş bû, nuha kes hevza xwe ji Tirkiyê dike.
Emerîka hewitinê, ew jî bi tirkan r aketiye belayê…
Yanî Tirkiye bi rastî jî welatekî bêyom e, kî pê  ra dikeve têkiliyê bela jê ra çê dibe….
Xwedê hevza meriv ji tirkan bike, Xwedê Tirkiyê neke dostê tu dewletê, tu miletî…



XXX
Civat jî wek însanan diguherin, kanin baş ya jî xerab bibin, kanin berbîç başiyê ya jî xerabiyê ve herin.
Tirkiye berê jî welatekî ne baş û paşdamayî bû. Welatê miletekî cahil û nîjadperest bû.
Lê bi îktîdara AKPê ra bûye cehnimeyeke rastîn; him jî di her warî da...
Îro li Tirkiyê însanê bextewar û ji jiyana xwe ewle tuneye. Kes nizane sibe ewê çi were serê wî.
Li her welatê faşîzim û dîktatorî lê hebe însan ji pêşeroja xwe bêhêvî ne…
Lê helbet halê kurdan ji yê her kesî xerabtir e.

Erdogan dibêje hedefa wan ya din Minbiç e !

Xwediyê Tirkiyê yê nuh û bavê tirkan Recep Tayyip Erdogan, li ser îşxala El Babê gotiye:
”Minbiç di dorê da ye. Piştî temambûna operasyona El Babê, hedefa din Minbiç û Reqa ye…”
Ev jî tê maneya di rojên pêş da leşkerên tirk ewê êrîşî YPGê û kurdan bikin, plan û haziriyeke Tirkiyê ya ji bo vê yekê heye.
Tiştê meriv ji van gotinên Erdogan fêm dike, di plan û programa wan da êrîşa ser YPGê û kurdan heye û biryara vê êrîşê girtine.
Yanî di rojên pêş da ewê li Minbicê li hemberî YPGê û kurdan dest bi êrîşeke pir mezin bikin. Tiştên li hemberî PKKê dikin ewê li hemberî YPGê û PYDê jî bikin. Nêta wan ev e.
Li gorî texmîna min, heger êrîş bikin, ewê berî hatina serokê Emerîka yê nuh Trump bikin.
Yanî di vê valahiyê da, berî ku Trump were ser hukim ewê êrîş bikin. Ji bo ku Emerîka tiştekî neke. Plana wan ev e.
Yanî li gorî xwe dixwazin keysperestiyekê bikin. Plana wan ev e.Lê ewê biwêribin têxin praktîkê ya na, ew tiştekî din e.
Dibe ku “şerê” wan yê li El Babê û hin pêşketinên derve vê plana wan texîr bike…
Em kurd rastî belayeke pir mezin hatine, emê çawa ji vê belayê xelasbibin ez nizanim.
Lê ji bo her îhtîmalê dibê PYD van beyanên Erdogan pir cidî bigre û ji nuha da tedbîrên xwe bigrin.
Tiştê kanibe tirkan rawestîne tenê xurtiya me ye, tenê tirs û zor e.
Gava Erdogan tişekî dibêje, biryar hatiye girtin. Ew ji kîsê xwe napeyive.
Gava êrîş bikin kurd helbet ewê li ber xwebidin, lê ya muhîm ewê şêla Rûsyayê û Emrtîkayê çi be?
Gelo Rûsya û Emerîka ewê bihêlin Tirkiye kurdan qetil bike, gelo ewê li êrîşên Tirkiyê temaşe bikin?
Ez ne kanim bibêjim erê û ne jî na…
2016-12-24

24 december 2016

Dibê Nêçîrvan Barzanî berî PKKê dewleta tirk bi vî rengî tehdîd bike !



Nêçîrvan Barzanî li ser hebûna hêzên PKKê li Şingalê gotiye, “Ji bo derxistina wan ji Şingalê eger pêwîst be ewê zor(hêz) were bikaranîn.”

Ev gefeke şer e û dibê meriv bi şîdet li dij derkeve. Nakokiyên nabêna hêzan çiqasî mezin û cidî bin jî zor û şer ne rast e, di demeke wiha krîtîk da ji bo miletê kurd felaketeke mezin e.

Û di ser da ev beyana Nêçîrvan li dijî soz û beyayên Mesûd Barzanî yên li ser şerê birakujiyê jî...
Ev 21 sal in bi hezaran komando û tîmên tirk li 10 herêmên Kurdistanê hene.

Lê ev jimar jî ya medyaya tirk dibêje. Bi diristî kes nizane çend hezar leşkerên tirk, li çend herêmên Kuridistana başûr in.

Nêçîrvan Barzanî heta nuha tu carî ji bo hebûna leşkerên tirk yên li Kurdistanê gotineke wiha nekiriye û gefeke wiha li dewleta tirk nexwariye.

Erdogan hîn do got, "ewê nehêlin li bakurê Sûriyê dewleteke kurd ava bibe ."
Heger Nêçîrvan pir jêhatî ye bira bersîva Erdogan bde, bira ji Erdogan ra bibêje çima tu yê nehêlî "li Sûriyê dewleta kurd ava bibe? Çima tu bela xwe ji kurdan venakî?"
Em kurd xurtên hev in, heger tu pir xurt î vê gotinê berî PKKê ji tirkan ra bibêje…
Ji dewleta tirk ra jî bibêje heger hûn leşkerên xwe ji welatê min dernexin emê ”zorê” bi kar bînin.
Bira hukûmeta Kurdistanê(ne Nêçîrvan Barzanî û PDK) vekişîna ji Şingalê ji PKKê bixwaze, lê ne bi vî hawî û ne bi tehdîda şer û zorê.

Dibê ev yek bi diyalogê û bi îqnayê bibe.
Dibê PKK jî hurmetê nîşanî biryara hukûmeta Kurdistanê û hêzên kurd bide û bi hawakî li hev bikin.
Lê bi dîtina min dibê Nêçîrvan Barzanî berî PKKê, dewleta tirk tehdîd bike û leşkerên wan ji Kurdistanê derxe.

Bi kêmanî dibê nuha eynî tiştî ji Tirkiyê jî bixwaze, bixwaze Tirkiye jî hemû leşkerên xwe ji Kurdistanê derxin.

Bêdengmayina li hemberî îşxala leşkerên tirk û tehdîtkirina PKKê ne şêleke rast û netewî ye.
Di vî warî da dibê partî û hêzên din jî bêdeng nemînin û şêla xwe diyar bikin.

Çimkî ev mesele ne ya PDKê û Nêçîrvan Barzanî tenê ye, mesela hukûmet aKurdistanê ye.

Kumê bênamûsiyê...


Pispor, siyasetmedar û robakbîrên tirk, ji bo çi li Crablûsê û li El Babê ne, ji bo çi ew der îşxal kirine her roj li ber xerîteyên Kurdistana rojava di telewîzyonan da minaqaşe dikin.
Mêrika vekirî dibêjin dibê em nehêlin Efrîn û Kobanê bigihîjin hev, dibê em nehêlin li Kurdistana rojava yekîtiya axa Kurdistanê çê bibe û ew şerîd ji Dêrika Hemo heta bi Efrînê têkeve destê kurdan.
Ji bo ku kanibin rê li ber çêbûna Kurdistaneke mezin û yekbûyî bigrin ji nuha da tedbîrên xwe digrin.
Yanî vekirî û eşkere dibêjin ji bo ku li Sûriyê kurd nebin xwedî maf, ji bo hemû erdê Kurdistanê nekeve dstê kurdan, wan Cerablûs û li El Bab îşxal kiriye.
Lê kurdên dewletê yên li wan guhdarî dikin, kurdên çahş û xwefiroş li hemberî van gotin û planên tirkan yên vekirî xwe li nezaniyê, heta xwe li kerîtiyê datînin.
Fena ku ji van gotinên tirkan, ji vê neyartiya tirkan ya bi kurdn ra qet tiştek fêm nekiribin hereket dikin.
Yanî ji ber bêxîretî û cahşîtiyên xwe, xwe li kerîtiyê datînin û ji faşîstên tirk ra, ji tedbîrên wan yên li hemberî kurdan ra li çepikan dixin.
Kurdê carê bûye şelaf û koleyê tirkan, tirk çi bikin û çi bibêjin jî tamara namûsê tê hilnayê.
Çimkî carê kumê bênamûsiyê da ye serê xwe…

Erdogan jî îro dîsa got, ewê nehêlin li bakurê Sûriyê dewleteke kurd ava bibe !!!
Serokê Tirkiyê Erdogan, dijminatiya xwe ya bi kurdan ra careke din eşkere kiriye û gotiye ewê tu carî nehêlin li Sûriyê kurd bibin xwedî dewlet.
Erdogan wiha gotiye:
”Derdê wan çi ye? Li bakurê Sûriyê dewleteke nuh ava bikin. Emê destûrê nedin avabûna dewleteke wiha. Dibê ev wisa were zanîn. Dibê ev wisa were zanîn…”
Serokkomar Recep Tayyip Ahmet Erdogan
2016-12-24
A Daîşê Erdogan li Sûriyê li hember şer dike ev e, a sebebê îşxala Cerablûsê û El Babê ev e.
û kurdiyê viya nebîne û fam neke jî ker e.
Heta ji keran jî kertir e...
Ez van gotinên Erdogan diyarî hemû perlamenter û wezîrên AKPê yên kurd, diyarî hemû endam û hevalbendên AKPê, diyarî hemû cahşan û xwefiroşên û tajiyên li ber deriyên Erdogan dikim..
Kurdê hîn jî di nava AKPê da bimîne, hîn jî ji Erdogan ra li çepikan xe XAYIN e, xwefiroş e, cahş e û bi qasî Erdogan neyarê miletê kurd e…



23 december 2016

Îslam û demokrasî li dijî hev in

Ne rast e meriv rakirina zorbatiyê ji kesê zorba, demokrasiyê ji yê dîktator bixwaze.
Li Tirkiyê dîktatorekî pir zorba û pir xav, pir cahil û zirzop li ser hukim e. Wek hemû zorba û dîktatoran ewê jî tu carî îktîdara xwe bi rehetî û bi riyeke demokratîk dewrî kesî neke.
Ji bo ku ji ser hukim da nekeve ewê hezar û yek dek û dolaban bigerîne, ewê hemû qanûnên dewleta tirk laçqa bike û li gorî berjewendiya şexsê xwe biguherîne.
Ewê geh bibe dostê Esed, geh bibe dijminê wî.
Ewê geh bibe hevalê Daîşê û Nûsra ye, geh bibe dijminê wan.
Ewê geh bibe dijminê Rûsyayê û Êranê, geh jî bibe mitefikê wan.
Ewê geh bi bibe dostê PYDê û YPGê, geh bibe neyarê wan.
Ewê geh bibe neyarê kemalîstan û ergenekonciyan, geh bibe dostê wan.
Geh ewê bibêje mesela kurd mesela min e, geh bibêje li Tirkiyê mesela kurd tuneye.
Ewê geh bi PKKê ra bi salan hevdîtinan bike, protokolan îmze bike, geh bibê je heta yek ”terorîst” bimîne emê nesekinin.
Ewê geh bibe dost û hamiyê cimata Gulen ya pan-turkîst û antî kurd, geh wê terorîst îlan bike.
Çimkî Erdogan merivekî dekbaz, sextekar, mizawir, irqçî û faşîstekî har e, lema jî tim bi çavê hacetekî bikaranînê li her tiştî û li her têkiliyê dinêre, heta hewce be bi kar tîne û gava îşê wî pê diqede davêje bin kulînê ya jî ser sergo û ji xwe ra hacetekî nuh dibîne…
Îcar milet û der û dora xwe bi wê mijûl dike…
Ev îş ewê wiha dom bike heta ku wek hemû zorba û dîktatoran ew jî li bela xwe rast tê.



Ha meriv li bende be qantir bizê, ha jî ji Erdogan û îslamîstan demokratbûnê bipê, di nabênê da tu ferq tuneye. Îslam antîteza demokrasiyê ye.

Erdogan Gorra xwe bi destê xwe kola

Li Sûriyê hemû derdê Tirkiyê neyartiya PYDê bû yanî dibê li Sûriyê kurd nebin xwedî maf.
Bi gotineke din, Tirkiye ji ber neyartiya bi kurdan ra bû hevalê Daîşê, El Nusrayê û hezar û yek terorîstên cîhatçî.
Û nuha jî ji ber eynî siyaseta xwe ya antî-kurd, îcar jî dibe hevalê Rûsyayê û Îranê. Tiştê bi riya Daîşê, Nusrayê û terorîstên din bi dest nexist, hêvî dike ku bi hevalbendiya Rûsyayê û Îranê bi dest xin.
Dev ji mitefiqên xwe yên berê, Daîşê û Nusrayê ber dide û bi Rûsyayê û Îranê ra cepheyeke li dijî Daîşê û Nûsrayê ava dike.
Lê belê ev çerxkirina siyasî ewê li ser Tirkiyê û Erdogan pir buha rûne, bi îhtîmaleke mezin ewê dawîya Erdogan û îktîdara wî bîne.
Çimkî bi Peymana Moskowayê Tirkiye him berdewamiya rejîma Esed û him jî şerê li dijî Daîşê û Nusrayê qebûl dike.
Tirkiyê heta nuha çûyina(ketina) Esed û bi kêmanî koalîsyoneke bi îslamîstan ra wek şert dida pêş. Lê bi Peymana Moskowayê dev ji vê îdîa xwe berdaye û îktîdara Esed qebûl kiriye.
Di Peymana Moskowayê da nuxteyeke pir muhîm ya din jî PYD û YPG wek rêxistinin terorîst derbas nabe.
Wek tê zanîn Tirkiyê heta nuha digot PYD û YPG ji Daîşê jî xerabtir in û dibê ew jî wek Daîşê û Nusrayê terorîst werin qebûlkirin.
Lê di Peymana Moskowa yê da tiştekî wiha tuneye. Yanî di mesela PYDê û YPGê d jî Tirkiye teslîm bûye û sed û heyştê derece çerx kiriye.
Netîceyên van çerxkirinên Tirkiyê ewê pir giran bin...
Lema jî ez dibêjim piştî Peymana Moskowayê rojên Erdogan û AKPê bi jimar in…
Welhasilîkelam neyartiya Tirkiyê ya bi kurdan ra, siyaseta ”bira kurd diya xwe nebîne”  bi hevaltiya bi terorîstên îslamî ra heta nuha çawa ziraeke mezin da Tirkiyê, hevaltiya bi Rûsyayê û Îranê ra jî ewê zirareke pir mezin bide Tirkiyê.
Berî her tiştî Daîş, Nusra û hemû terorîstên îslamî yên heta îro ji Tirkiyê alîkarî digirtin, piştî vê teqleya Tirkiyê ewê berê tivingên xwe bidin wê û  vê vegera ”û” ya Tirkiyê ewê wek îxanetekê qebûl bikin û hesab ji Tirkiyê bipirsin.




XXX
Heger şewitandina du leşkerên tirk ji alî Daîşê ve rast be, Tirkiyê û Erdogan bela xwe dît. Daîş ewê hemû alîkariyên tirkiyê bi wan ra kiriye jî eşkere bike.
Ji rûvî konetir tuneye
lê li mazatê herî zêde postê wî heye.

XXX


Tirkiye û Daîş, El Baxdadî û Erdogan heta nuha wek goşt û nenûkê bûn. Lê ji nuha û pê da, piştî tifaqa bi Îran û Rûsyayê ra ewê bibin kêr û penêr..
Daîş, Nusra ewê vê îxanetê ji Tirkiyê ra nehêlin.
Yanî ev îhtîmal heye.

22 december 2016

Çîroka etarên zindana Şamê û rewşa kurdan



Çendakî berê di malpera kurdekî  ji Efrînê bi navê Mihemed Hemkoçer, min bîranîneke pir xweş û manîdar xwend.
Reşîd Hemo ji Mihemd Hemkoçer ra  qala vê serpêhatiya xwe ya girtîgeha(hefsa) Şamê kiriye.
Di destpêka salên 1960î da Apê Osman Sebrî û Reşîd Hemo li Şamê di hefsa Elqelee da bûne.
Rojekê Reşîd Hemo û apê Osman Sebrî  li hewşa hefsê piyase û sohbet dikin. Li kêleka wan du hefsiyên din jî ji xwe ra sohbet dikin. Herdu jî kurd in.
Yek ji hevalê xwe ra dibêje:
” Xwezî ez nuha li Şiyê(navê gundekî Efrînê ye) bûma. Ezê daketama nava bexçe. Minê bala xwe bida bahcanên me yên bûne. Minê fîrtek(têrek, xurcek) dagirta...
Hevalê wî jî tim dibêje ”ê, paşê”?
-Minê fîrtê xwe li kerê xwe kira û berê xwe bida gundê jor. Minê fîrtê xwe dayna ser delûbê(cercerê) û minê bi dengê hêlî ban bikira û bogata, werin bahcana, ha werin bahcana…werin bahcanên teze, werin bahcanên bexça…
Hevalê wî yê tim digot, ”ê le paşê…” dibêje:
-Lê gava tu bihata, min berî te bahcanên xwe danîba wir û min ban bikira, te yê çi bikira?
Ew jî dibêje:
-Minê jî dayna kêleka te û ban kira.
Hevalê wî dibêje.
-Minê nehîşta tu ban bikî û bahcanên xwe bifroşî…
Yê din dibêje:
-Çawa te yê nehîşta?
Apê Osman Sebrî ji Reşîd Hemo ra dibêje, vana nuha ewê rabin hev…
-Te dihîşt, min nedihîşt…
Dawiya dawî yek ji yê din ra dibêje:
-Hema va ye ez hatim û hesab bike tu jî li wir î. Hela ka tu yê  ça nehêlî ez ban kim û bahcanên xwe bifroşim!  A ez hatim, ço, ço, hûşşş, hûşşşş, ( kerê xwe disekinîne), min firît(xurc, têr) danî… Hela ka nehêle !
Hevalê wî lê dinêre û dibêje:
-Firîtê(xurcê) xwe ji wir rake, ezê berê bifroşim!
Rakdikim, ranakim, radikim, ranakim û terp û rep radibin hev…
Apê Osman û Reşîd Hemo dikevin nabêna wan, wan ji hev diqetînin. Piştî ku hinekî aş dibin herduyan li hev tînin…
Apê Osman Sebrî ji wan ra dibêje, ”lawo we ji hev xêr e, hûn çi ji hev dixwazin?”
Dibêjin, ”weleh em ji canê xwe aciz in. Me li ser tiştekî tune li hev xist…”
Reşîd Hemo dikene.
Apê Osman Sebrî  jê ra dibêje, ”Ezbenî, bira kenê te pir bi wan neyê, ma ne em jî ji bo tiştekî tune şerê hev dikin…”
Ez dibêjim îro jî aqilê me kurdan hîn aqilê van herdu etarên(çerçiyên) zindana Şamê ye.
Partiyên kurd jî eynî wek van herdu etarên zindana Şamê li ciyê rehetiyê ketine gewriya hev….
Lê ya herî xerab kesê kanibe wan ji hev biqetîne  li hev bîne jî tuneye…




Dawiya dawî Tirkiye ewê di gorra ji xelkê ra kola wer be

Li gorî îdîaya medyaya tirk li Sûriyê li nêzî bajarê El Babê 14 Daîşê 14 leşkerên tirk kuştine.
Ji ber ku medyaya tirk(dewleta tirk jî) kûreya derewan e, lema jî meriv nikane bawer bike. Ez dibêjim vir e, propagande ye. Dibe ku Daîşê El Bab teslîmî wan kiribe û ew jî bi vê derewê payeyekê didin xwe.
Lê îdîa kuştina 14 leşkeran rast be jî meriv nizane mesele çi ye, kê êrîş kiriye û ji bo çi ev teqîn çê bûye...
Lê bi kuştina sefîrê Rûsyayê yê Tirkiyê Karlov, meriv fêm dike ku Daîş, El- Nusra û terorîstên din ji têkiliya Tirkiyê û Rûsyayê ne razî ne. Bi kuştina Karlov jî mesajek dan Tirkiyê.
Yanî mimkûn e Daîşê mesajake din jî dabe Tirkiyê.
Bi qasî meriv dibîne Tirkiye dixwaze hêdî hêdî dest ji ber Daîşê, El Nusra û hemû terorîstên din bikşîne. Bi kêmanî alîkariya xwe weka berê di her warî da nedomîne, kêm bike.
Bêguman ev teqle û çerxkirina Tirkiyê ewê Daîşê û hemû hêzên terorîst gelkî aciz bike û ji ber wê jî ewê bixwzin zirarê bidin Tirkiyê.
Xebera kuştina 14 leşkeran rast e ya na ez nizanim, lê ne rast be jî, bi baweriya min di rojên pêş da ewê êrîşên rastî bikin.
Erdogan gava hemû deriyên Tikriyê ji Daîşê, El Nusrayê û terorîstên din ra vekir, bi hezaran terorîst li Tirkiyê bêslî kirin, gotin emê îşê xwe bi wan biqedînin û dû ra bibêjin ”xerc qediya, emele paydos” !
Lê ev mesele ne lîstika zaokan e, roja Tirkiye alîkariyê ji ser terorîstên îslamî qut bike û bixwaze wan biqewitîne, Daîşê û yên yin ewê berê xwe bidin Tirkiyê û hesab ji Erdogan bipirsin.
Yanî hesabê Erdogan bi hevaltiya Daîşê û terorîstên îslamî ra hesabekî pir şaş û pir tahlûke bû û ez bawer dikim di rojên pêş da Tirkiye ewê bedelekî mezin bide. Heger bixwazin têkiliyên xwe qut bikin û şerê wan bikin.

21 december 2016

Bersîva kurdperwerekî bawermend


Birayê hêja, helbet bawermendên wek terorîstan nafikirin hene, helbet musilmanên li dijî terorîstan hene.
Lê ev netîceyê naguherîne. Heger di nava 57 dewletên îslamê da dewleteke pêşketî, modern û demokratîk tunebe, 1,5 miljar musulman di nava feqîrî û binê zulma dîktaroran da bijîn, heger ji nava 52 welatên îslamê tim însan ji ber feqîriyê, zulmê û tunebûna azadiyê birevin Xerbê û nava alema xirstiyan, dibê meriv qebûl bike problem ji me ye.
Û dibê meriv di nava mala xwe da li sebebê vê yekê bigere. Li kêmasî, şaşî û qusûrên xwe bigre.
Ne mimkûn e têkilî û tesîra dînê îslamê, baweriya me, îdeolojiya îslamê li ser vê rewşa merivên musilman û cîhana îslamê tunebe.
Dema ji nava musilmanan tevger û rêxistinên wek Daîşê, El Qaîdê û bi sedan yên wek wan derkevin,
dema ji nava musilmanan bi milyonan terorîst û qatilên serê însanan wek mirîşkan bi ”Alahu ekber” jêkin derkevin,
meriv nikane bibêje tesîra dîn û îdeolojiya îslamê li ser van kesan tuneye. Sûc tenê yê însanan e.
Ne wisa ye, di kirinên însanan da rol û tesîra baweriyê û îdeolojiyan pir e. Dibê meriv viya bibîne.
Alimên ”kafiran” hesabê roja bicîbûna li ezmanan dikin, yê musilmanan hîn minaqaşeya dibê meriv bi kîjan destî qûna xwe bişo dikin.
Kesê mehekê di telewîzyonan da li waaz û şîret û nesîhetên alimên îslamê guhdarî bike, ewê hiş berde û bi çolan keve.
Tiştê alimên îslamê îro pê mujûl in mijarên serdema kevir û pêşîn bû…
Yên van tiştan bi însanan dide kirin dîn e, îdeolojiya îslamê ye.
Çavkaniya vê fikrê, ilmê van alimên îslamê xwe dispêrinê dîn e, hesîs in, îslamîyet e.
Xelkê di dînê xwe da reform kiriye, dîn û dewlet, dîn û karê dinyayê ji hev qetandine, lê yên me hîn di sedsala 7a dijîn, hîn civateke, jiyaneke li gorî Quranê dixwazin.
Netîce, ne rast e meriv sebebê vê perîşaniya xwe, vê paşdamayinê ne li hundur, tim li derve bigere, tim têxe hustuyê Emerîka, Xerbê û Îsraîl.
Bi sedhezaran musilman li Ewrûpa bê kar û bê îş him bi alîkariya dewletan dijîn û him jî bi çavê neyaran li van dewletan û miletên wan dinêrin. Miletên xiristiyan ”kafir” dibînin, heywanê bi destê wan tên şerjêkirin heram dibînin. Perê ”kafir” didin wan ne heram e, lê xwarina wan, destê wan heram e.
Yên zarokên musilman dikin terorîst û pê xelkê swîl û zarokan didin kuştin alimên îslamî ne, mele ne, di mizgeftan da serê zarokan dişon û dikin dijminên van milet û welatan.
Bi pere û alîkariya dewletên Ewrûpî, mamoste di desrsên dînî da ne agahiyên li ser dînan, kîn û nefreta li hemberî van welatan û xiristiyanan belav dikin. Lema jî zarok dibin dijminên civatên ew tê da dijîn.
Ez me kurdan numûne bidim.
Bêguman dijminên me zalim in û xêra me naxwazin û dixwazin em tim bindest bimînin.
Lê belê sebebê bindestiya me, sebebê tunebûna dewleteke me ya serbixwe ne dijmin tenê ye. Sebebê mezin ji me da ye, em bêkêr, nezan, xeşîm bûne û tim hatine xapandin.
Em tim bêtifaq û şeq şeqî bûne. Ji bo ku em bibin xwedî dewlet me hêza xwe nekiriye yek.
Tiştê mezin, rîsipî, mîr û begên xelkê bîr birine, yên me kurdan bîr nebirine.
Yekî bîr biriye, sed heb li dij derketine û lema jî hemû cîranên me bûne xwedî dewlet û em jî man bindest û kole.
Bi serokên wek Erdogan, bi alimên wek Gulen û bi îdeolojî û normên dînê îslamê hezar û yek sal here jî alema îslamê bi pêş nakeve û nagihê welatên Xerbê.
Heta ku musilman xwediyê van fikiran û vê îdeolojiya îslamî be, hêviya musilmanan ya zikekî têr û jiyaneke azad ewê tim koçberiya welatên Xerbê be…

PARVE BIKE