Wek tê zanîn di nabêna 15 û 16ê mehê da(15,16/12-16)li
Zanîngeha Emerîka ya Duhokê li ser serxwebûna Kurdistanê, astengî û avantajên
li pêş serxwebûnê konferanseke gelkî mezin û muhîm çê bû.
Ji kurdan û biyaniyan gelek siyasetmedar, dîplomat û şexsiyetên bi nav û deng
beşdarî konferansê bûn û li ser pêşeroja kurdan û serxwebûna başûrê Kurdistanê
dîtin û fikirên xwe gotin.
Heta ji min hat, min li vîdeoyên axaftinan temaşe kir û xeberên li ser konferansê xwendin.
Min li Mele Bextiyar, Berhem Salih, Mesrûr Barzanî, sekreterê PDK- Îran Mustefa Hicrî guhdarî kir.
Dema meriv li siyasetmedarên Kurdistana rojhilat û başûr guhdarî dike, meriv ferqeke mezin di nabêna wan û siyasetmedarên Kurdistana bakur da dibîne.
Siyasetmedarên Kurdistana rojava(bêyî Salih Muslim)ji xwe dema dipeyvin meriv nizane çi dibêjin. Meriv ne ji axaftina wan û ne jî ji nivêsên wan fêm dike.
Çimkî erebî kurdiya wan bi carê da seqet kiriye, xistiye derceya nayê fêm kirin.
Gava meriv li siyasetmedarên Kurdistana rojhilat û başûr
guhdarî dike, meriv dibîne siyasetmedarên Kurdistana rojhilat û başûr him bi
zimanê xwe ûhim jî bi fikrên xwe kurd in, xwedî zanîneke dîrokî û şiûrekî
netewî ne.
Meriv dibîne haya wan ji dîroka wan, ji serpêhatiyên pêşiyên
wan, ji têkçûnên serîhildanên kurdan û ji dek û dolabên dijminên wan heye,
zanin di dîrokê da çi hatiye serê wan û kê çi kiriye.
Lê gava meriv li siyasetmedarên Kurdisana bakur guhdarî
dike, meriv nizane kurd in, tirk in ya jî ji miletekî din in.
Di axaftinên siyasetmedarên kurdên bakur da perspektîv,
palpişt û şiûra netewî û Kurdistanî pir zeîf e, lema jî meriv nizane yê
dipeyive ji çi miletî ye û çi dixwaze…
Siyasetmedarên Kurdistana bakur bi piranî û berî her tiştî
bi kurdî nizanin, dîroka xwe, serpêhatiyên pêşiyên xwe nizanin û lema jî
nikanin ji wan numûneyan bidin.
Lema jî axaftinên siyasetmedarên Kurdistana bakur, li gorî
yên rojhilat û başûr zanîneke dîrokî nade kesê guhdar, hest û şiûra netewî bi
înanan ra gur û geş nake, fena ku meriv li xatibekî meriv ji zimanê wî fêm neke
guhdarî bike.
Meriv fê ferqê di nabêna meleyên bakur û rojhilat û başûr da
jî dibîne. Meleyên rojhilat û bajûr bêtir netewî ne, xwediyê şiûr û asoyeke
milî ne.
Ez van tiştan ne di netîceya lêkolînekê da, li gorî muşahade
û tecrûbeyên xwe dibêjim.
XXX
Gelek kurd ji nuha da bûne xulam, cahş û heta kûçikên tirkan û bi vê yekê jî pir serbilind in.
Û lema jî li bajarên Kurdistanê bi allên tirk xulamtî û cahşîtiya xwe bi îftîxar nîşanî me didin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar