05 mars 2012

Hebûna me bi jiyana zimanê me ve girêdayî ye

Îro li ciyê kar min nivîseke kin li ser parastina zimên nivîsî. Nivîske kin bû lê baş bû. Nuha bi şaşî min ew nivîsa xwe avêt û kopiya wî jî li ba min tuneye.
Ez gelkî li ber ketim. Esas ev ne cara pêşî ye ez keda xwe wiha bi erdê da berdim.
Ji mecbûrî dibê ez ji nuh ve binivîsînim. Di nivîsê da min çi gotibû baş nayê bîra min, lê dîsa jî ezê hewil bidim di vî warî da çend gotinan bibêjim.
Tiştek pir vekirîye, dewlet dixwaze me asîmîle bike û bi vê riyê bike tirk. Em hemû kurd viya dibînin û dizanin. Yanî nêta dewletê helandina me ye.
Ji dijmin gazin nabe, ew karê xwe dike. Lê li hemberî vê nêta dijmin em jî ji bin da ne bêçare ne, heger em bixwazin em kanin li hemberî vê asîmîlasyonê heta dereceyekê xwe biparêzin.
Em ji hukûmeta AKP-ê perwerdeya bi kurdî dixwazin lê hukûmet nade, dibêje na. Û ewê zû bi zû jî vî mafî nede me.
Bi baweriya min her kurd heger bixwaze kane bi xurtî li dijî asîmîmîlasyonê şerekî pir girîng û pir hêja bide û bi vê riyê ji bo kurd û Kurdistanê xizmeteke mezin bike.
Hema ne pir, heger her kurd bi zarokên xwe ra bi kurdî bipeyivin û navên kurdî li zarokên xwe kin, ev yek bi serê xwe li dijî asîmîlasyonê şerekî pir hêja û pir girîng e.
Dibistana herî girîng mal e, heger her kurd di mala xwe da bi zarokên xwe ra bi kurdî bipeyive kurdî ewê bijî. Zimanê ku ji nifşekî/cîlekî dewrî nifşekî din nebe mahkûmî mirinê ye. Gava em bi zarokên xwe ra bi kurdî nepeyivin temenê kurdî kin dibe.
Zarok ne tenê pêşeroja me, pêşeroja zimanê me ne jî, heger zarokên me bi kurdî mezin nebin edebiyat û muzîka kurdî jî namîne. Çimkî muzîk jî û edebiyat jî bi zimên çêdibe.
Heger zarok tunebe dibê bi malbat, dost û heval, yanî bi kurdan ra ne bi tirkî, bi kurdî bipeyive.
Kesê ku pê ra bi tirkî peyivî rexne bike û pê ra ebeden bi tirkî nepeyive.
Xwendin û nivîsandina kurdî fêr bibe û kesê dora xwe jî teşwîqî fêrbûnê bike.
Heger em kurdên Kurdistana bakur zimanê xwe wenda bikin emê bihelin û bibin tirk.
Ji ber ku tiştê me û tirkan ji hev digerîne ne reng e, ne dîn e û ne jî cografya ye, tenê ziman e û heta dereceyekê nav e jî.
Dema navê yekî/yekê ”Hakan, Alpaslan, Tolga û Furkan, Asena, Begum” be, meriv zane ew şexs tirk e, ya jî dê û bav tirkparêz bûne, lê gava navên wî/wê ”Çeko, Azad, Burûsk, Gernas, Hêlîn, Rûken” be, meriv zane ku ew kurd e.
Bêguman îstîsna kanin hebin, lê bi piranî ji navan jî diyar dibe ku meriv ji kîjan miletî ye.
Yanî ziman û navên kurdî ji bo me kurdan nasnameyeke netewî ye, bi zimanê xwe û bi navên xwe diyar dibe ku em kurd in.
Ji xwe ji bo vê yekê ye dewleta tirk heta nuha kurdî û navên kurdî qedexe kiriye, nehîştiye kurd ne bi zimanê xwe bixwînin û ne jî navê kurdî bi rehetî bidin zarokên xwe.
Mesela guhertina navên gund, bajar, kuçe û kolanan jî ji ber eynî tiştî ye; dewlet naxwaze li tu dereke Kurdistanê nav û şopa kurdan hebe û binîme.
Nav, weke mohrê ye, her navekî kurdî di eynî wextê da tê maneya mohra kurdan, ew cî, ew war yê kurda ye û kurd li wir jiyan e.
Dewlet, her nav û bermayiya kurdan bibîr tîne xera dike û diguherîne, ji bo ku di cagrafya Kurdistanê da şopa kurdan nehêle…
Loma jî ji bo me kurdan ziman û nav li gorî miletên din gelkî girîngtir in, ew îspata hebûn û nasnameya me ne.
Kurdê ku îro bi tirkî distirê, bi tirkî dinivîse, bi tirkî dipeyive, bi tirkî siyasetê dike dibê meriv xweş nebîne, rexne bike û doza axaftina bi kurdî û berhemên bi kurdî lê bike.
Miletê ku li zimanê xwe xwedî dernekeve û pêş da nebe, piştî demekê ji kok û kultura xwe qut dibe û dikeve bin bandora miletekî din, ziman û kultureke din û dû ra jî dihele û wenda dibe.
Heger heta îro em kurd li Kurdistana bakur neheliyan e û nebûne tirk xêra zimanê me ye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE