31 augusti 2011

Mihrî Bellî kemalîstekî li dijî azadiya kurdan bû

Di malpera ANF-ê da li ser Mîhrî Bellî bi Dûran Kalkan ra hevpeyvîneke pir dirêje û pir sosiret heye.


Min xwest hevpeyvînê bixwînim lê min nikanîbû biqedanda, min tehamul nekir.

Ne mimkûn e ku kurdek bikanibe sebra xwendina wê nîşan bide.

Dûran Kalkan weke kemalîstekî temam pesnê Bellî dide, Bellî bi asîmanan dixe, dike şoreşger û enternasyoyanlîstekî herî mezin û dostê kurdan.

Ez fêm nakim berpirsiyarekî tevgereke kurd çawa dikane hewqasî heyranê Bellî be, çawa diwêre weke miridîkî hewqasî pesnê merivekî nasyonalîst û kemalîstê tirk bide?

Kalkan ji serî heta dawiyê demagojiyê dike,  ji bo ku Belliyê kemalîst û berdevkê artêşê û generalan bi me kurdan şîrîn nîşan bide.

Piştî mirina Bellî, gelek kesan li ser Bellî nivîsandin, lê tu kesî bi qasî Kalkan pesnê Bellî neda.


Kalkan, ne bi çavê kurdekî û kadir û bepirsiyarê tevgereke kurd ya netewî, bi çavê tirkekî kemalîst û wek mirîdekî Bellî, li Bellî dinêre û bi demagojiyeke mezin Bellî weke dostê miletê kurd nîşan dide, ku ev îdîa ji kok da derew e.

Merivekî ku hewqasî ji Mîhrî Bellî hez bike, ne mimkûn e ku ruhekî netewî pê ra hebe û ji kurdan hez bike..


Bellî tu carî nebûye dostê miletê kurd û piştgirî nedeya têkoşîn, liberxwedan û serîhildanên kudan.


Bellî di jiyana xwe yek gotineke baş jî derbarê dîrok û serîhildanên kurdan da nekiriye, wî hemû serîhildanên kurdan paşverû û weke lîstikên hêzên der û empeyalîzmê ya li dijî Komara Tirkiyê dîtiye...


Bellî, herwisa li dijî hemû serokên kurdan bû jî. Wî, Şêx Seîd, Îhsan Nûrî Paşa, Seyid Riza, Qazî Mihemed, Mustefa Barzanî ne weke rêber û serokên mimletekî bindest û tevgereke netewî ya biheq, weke mirivên paşverû, zilamên hêzên der û li dijî demokrasî û pêşketinaTirkiyê didît.


Perînçek û Yalçin Kuçuk ji bo kurdan, dîrok û serîhildanên wan çi difikirî Bellî jî pir hindik eynî tişt digot.

Li gora Bellî, hemû serîhildanên kurdan(Îran û Îraq jî tê da)paşverû û lîstikên hêzên der û emperyalîzmê bûn. 


Çawa ku Perînçek û Yalçin Kuçuk ji bo rê li ber peçebûna Tirkiyê bigirn xwe nêzî Apo kirin û pesnê wî dan, Bellî jî ji bo eynî armancê xwe nêzî Apo kir.

Weke Perînçek û Kuçuk, Bellî jî xwest ”tamara/îdeolojiya kemalîzmê” di nava PKK-ê da xurt bike û loma jî ji Ocalan ra  got, ”Başkan” ya nî serok.


Yalçin Kuçuk jî ji bo eynî armancê digotin "Başkan"!


Bellî, derbarê PKK-ê daxwazên miletê kurd yên netewî da jî bêyî gotina ”Başkan” û hin demagojiyên vala, tu tiştekî pozîtîf negotiye.

Belî tu carî negotiye serxwebûn û veqetandin mafê miletê kurd e jî.

Belî tu carî piştgirî nedaye têkoşîn û liberxwedana kurdên Îranê û Îraqê.

Bira piştgirî li wir bimîne, Bellî, bi xurtî li dijî têkoşîna kurdan bû, wî ew weke hevalbendên emperyalîzmê didît.


Hemû tirsa Bellî ew bû ku PKK xeteke millî bajo.

Ji bo ku PKK-ê ji vê xeta millî dûr bixe û nêzî kemalîzmê bike Bellî bi zanetî ji Ocalan ra digot, ”Başkan” ya jî ”Başakanim”!


Merivekî ku li ser dîroka kurda yek gotineke baş neke, li dijî hemû serîhildanên kurdan be, li dijî hemû serok û mezinên kurdan be, ji wan ra bibêje  paşverû û ”îşbîrlikçî” yanî hevkarê emperyalîzmê, ez fêm nakim çawa dikane bibbe dostê kurdan?


Bellî, Mezûd Barzanî û Celal Talabanî weke ajanên Emeerîka û emperyalîzmê didît, ji wan ra tim "îşbîrlîkçîler" yanî zilamên emperyalîzmê.


Bellî, nasyonalîstî tirk bû, di dereceya mirîdekî da kemalîst bû, çîroka ergenekonê diparast, berdevkê artêşê bû serokerkanên artêşê weke şoreşgerên mitewazî didît.



Di quncikê xwe yê Tarafê da Yildiray Ogur, li ser Mîhrî Bellî nivîseke pir baş nivîsîye. Kesên meraq bikin dikanin nivîsa Yildiray Ogur bixwînin û di wir da bibînin ku Bellî çi meriv e, li ser kurdan, kemalîzmê, artêş da çi gotiye...
Nivîsa Yildiray Ogur  di malpera rizgariyê da jî heye.

29 augusti 2011

Çima em nikanin zora dijminê xwe bibin?

Xortekî bi navê Edalet Milan di facebookê da nivîseke min şiroveye kiriye, gotiye miletên din di çend salan da xelas dibin, ev 100 sal in em şer dikin ji bo çi em xelas nabin?


Û hin pirs û gazinên din yên wiha wiha ji min kiriye.


Ev nivîsa min bersîva pirsên wî xortî ye.


Edalet Milanê hêja, bîna xwe fireh bike….


Kêmasî ne ji me ye, sebeb ne em in, dijminên me pir in û ”dostên2 me ne hindik, ji binda tunene...


Li cîhanê yek milet jî bêyî piştgirî û alîkariya derve rizgar nebûye.


Lê ji bo rizgarî û serxwebûnê kes alîkariya me kurdan nake.


Ji ber ku kara wan di me da tuneye.


Em nikanin ji dijminên xwe bêtir bidin xwediyên cîhanê….


Ji ber ku ji bo dewletan hertiş pere ye, îmana wan jî û ûjdanê wan jî pere ye, kara wan li ku zêde be ûjdanê xwe difroşin wan…


Bêşansiya me ew e ku welatê me li herêmeke pir stratejîk e, pir mezin û pir jî dewlemend e.


Û ev jî bûye "bela" serê me...


Loma jî li welatê me tim zûre zûra gurên har e...


Loma jî barê me giran û karê me zortir bûye.


Dijminên me pir û xurt in.


Bêyî kurdan tu miletekî din nikanîbûye demeke hewqas dirêj, li hemberî hezên hewqas mezin û xurt raweste û liberxwe bide.


Kurd bi kêmanî ev 200 sal in ku ji bo azadî û serxwebûna xwe li hemberî 3 hûtên Rojhilata Navîn şer diikin.


Ev ne tiştekî hindik e, hêza me hew e, hew ji destê me tê.


Di dîroka nêz da li cîhanê tu hêzeke netewî û rizgarîxwaz bi qasî PKK-ê mezin û xurt nebûye.


Li cîhanê tu miletekî din, bi qasî kurdan hewqas fedekarî û qehremanî nekiriye...


Lê dîsa jî têr nake.


Em li hemberî sê dewletan şer dikin.


Hemû dewletên cîhanê, ji Emerîkayê, Rûsyayê, Cînê, Japonyayê bigre, heta bi 27 dewletên Yekîtiya Ewrûpayê, hemû jî li dijî serxwebûna me ne û ji bo ku em bindest bimînin piştgiriyê didin dijminên me.


Heger ne wiha bûya, yanî heger van dewlatan bi qasî ku alîkariya xirwatan, letan, boşnakan, arnawitan(Kosowa), makedoniyan û miletên din kirin, alîkariya me jî kiribûna nuh ji zûda em jî rizgar bûbûn.


Ma heger ne bi destûr û alîkariya Emerîkayê  be tirk dikanin vî hukmî bikin?


Bêguman na, ev quretî û çavsoriya wan ya li hemberî me bi saya piştgiriya Emerîkayê ye.


Ev 27 sal in ku sê çar hezar keç û xortên kurd li hemberî artêşeke, hêzeke çekdar ya yekmilyonî şer dikin û naşikên!


Ez Îranê jî te nahesibînim…


Ma ev edalet e?


Li cîhanê heq, huqûq, edalet tuneye, hertişt zor, çavbirîn û menfeet e….


Lê kurd miletekî bi xurûr, bi heysiyet, înad û girêdayî nasnameya xwe ye. Dibê tu baş bizanibî ku tu hêz, tu tang, top û balafir nikane îradeya miletê kurd bişkîne ya jî teslîm bigre.


Miletê kurd zû dereng ewê zora van zaliman û hevalbendên wan bibe û miheqeq ewê bigihîje azadî û serxwebûna xwe.


Meraq neke, bêhêvî nebe, heta ji te tê bixebite û ne weste, ew roj ewê were….



"Zilamek û Zimanek"

Mîr Celadet Alî Bedirxan, 60 sal berî nuha di 15-ê temûza 1951-ê da li Sûriyê di qezayeke trajîk da çû ser dilovaniya xwe.

Îsal 60 saliya wefata wî tê bibîranîn.

Celadet Bedirxan ji edebiyat, dîrok û bi taybetî jî ji zimanê kurdî ra xizmetên bêhempa kiriye. Berî hertiştî, ew danêrê elîfba û gramera kurdî ye. Bi saya serê wî, îro em kurd xwedî elîfbeya kurdî-latînî û rêzimanê kurdî ne.

28 augusti 2011

Dibê kurd ji ber xeyalên vala li hev nekevin şikê

Malpera Netkurdê bi Kemal Bûrkay ra hevpeyvîneke pir baş kiriye. Li gorî ku Mûrad Ciwan dinivîsîne, wî gelek pirs ji Kemal Bûrkay kirine, lê Bûrkay berîvên hemû pirsên wî nedaya, tenê bersîva çend pirsan daye.


Mûrad Ciwan dibêje ku wî hin pirsên wek, îddîaya ku dibêjin rojnameya Zamanê teklîf biriye ji Bûrkay ku ew bibe nivîskarên wan, mesela diyarîgirtina Quranê ji alî wezîr Bagiş ve û hebûna ala tirk û bustê Ataturk di hevdîtina wî û wezîr Ertugrul Gunay de û gotinên wî ku wan weke partî tu carî berê xwe nedaye şerê çekdarî jî ji Bûrkay kirine, lê Bûraky bersîva van pirsên hanê  nedaye.


Xwezî bersîva wan jî dabûya, lê diyar e nehatiye hesabê wî loma jî bersîvên wan nedaye.


Siyaset wiha ye, pirsên ku meriv nexwaze bersîva wan bide, meriv di se ra gav dike…


Murad Ciwan, di pirsên xwe da qala prosesa çûna Bûrkay û hin speklasyonên di vî warî da û elaqeya ku hukûmetê nîşanî wî da daye bi bîra wî dixe û dibêje:


”Ji van hemuyan ew netîce tê derxistin ku li ser banga hukumetê, bi projeyeka hukumetê hûn vegeriyan welêt. Gelo projeyeka hukumetê heye ku hûn li welêt tê de kar bikin û we di vî warî de we tu rol gitrtiye. Mesela behsa heyetekê tê kirin; Heyeta Merivên Rîsipî....”


Lê Bûrkay, van îdîayên di pirsê da hemûyan red dike û dibêje, ne ew li ser banga hukûmetê venegeriyaye û ne jî vegera wî projeyeke hukûmetê ye.
Bûrkay dibêje:


Lê ev hemû tişt nîşan nade ku ez li ser banga hukumetê vegerîm welat, yan jî vegera min projeya hukumetê ye. İddîayên han tu eleqeya xwe bi rastîyê tune. Vegera min a welat, him jî piştî 31 salan ne tiştekî ecêb e, ne gunekarî ye.


Me û hukumetê li ser tu projeyî qise ne kiriye. Kesekî rolek nedaye min wek beşdarîya “heyeta mirovên rûsipî” û hwd… Ez jî ne li benda tiştekî han im. Ger ez rolekê dilîzim yan jî bilîzim ji bo çareseriya pirsa Kurd, ew jî ji ber daxwaz û hêvîyên mirovên aştixwaz û azadîxwaz in, çi Kurd çi Tirk. Belê min dît daxwazeke usa xurt di nav gel da heye û ez jî hêz û morala xebatê ji wê distînim.”


Weke tê dîtin, Bûrkay dibêje ku wî û hukûmetê li ser tu projeyê li hev nekirine û hukûmetê jî tu rol û wezîfe nedaye wî. Piştî 31 sal surgûnî ew bi biryara xwe vegeriyaye welatê xwe. Tiştên din hemû îdîayên ne rast û bêbingeh in.


Bi baweriya min jî Bûrkay rast dibêje, ew di çarçeweya projeyeke hukûmetê da venegeriyaye û di nabêna wî û hukûmetê da jî ji boçareseriya mesela kurd tu axftin ya jî lihevkrin tuneye.


Tiştên tên gotin hemû speklasyonên kurdan yên vala ne. Him dewlet, lê bi taybetî jî hukûmet ji vê nuxteyê pir dûr e.


Murda Ciwan di pirseke xwe ya din da vê îdîaya ku Bûrkayli ser daxwaza hukûmetê û PKK-ê vegeriyaye ji bo ku di rojên pêş da di heyeteke çareseriyê da wek şexsietekî rîsipî cî bigre dubare dike û wiha dipirse:


”Ji van daxwiyaniyan medya gihîşt wê baweriyê ku hûn li ser daxwaza dewletê an em bêjin hukumetê û ya PKK-ê vegeriyan welat. Belkî jî mesela vegera we di mizakereya heyeta dewletê a Îmraliyê û Öcalan de hat xeberdan. Herdu aliyan belkî qebûl kir ku hûn rolekê di prosesa aştiyê de bilîzin. Ev çend rast in? Gelo we roleka wiha girtiye ser xwe. Eger heye nuha ev kar di çi merhelê de ye?”


Kemal Bûrkay van îdîayan hemûyan careke din jî red dike û pir kin û pir vekirî dibêje:


” Daxuyaniyên han ne li cî ne, ne rast in.”


Weke min li jor jî got, bi dîtina min jî Bûrkay piştî lihevkirineke bi hukûmetê ra venegeriyaye û di nabêna wî hukûmetê da tu soz û peyman ya jî lihevkirineke di vî warîda tuneye.


Xwezî hebûya, lê tuneye.


Ji ber ku dewlet, hukûmeta AKP-ê ji bo çareserkirina mesela kurd îro bi tu kesî û tu hêzê ra rûnane û napeyive.

Çimkî hukûmet ne li dijî şexsan û rêxistinan, lê dijî meselê bi xwe ye. Hukûmet hebûna meselê qebûl nake, Erdogan dibêje ”mesela kurd tuneye, teror heye.”


Hukûmet dibêje ku me hertişt daye kurdan û tiştekî ku em ji viya zêdetir bidin tuneye.

Loma jî hukûmet bi Bûrkay ra jî tiştên wiha cidî napeyive. Dibê em kurd viya bizanibin


Şiklê pêşwazîkirinê û hevdîtina du wezîran bi Bûrkay ra ji nêt û sinyala çareserkirina mesela kurd bêtir, hesabekî ku belkî Bûrkay û Hak-Parê û PKK-ê bînin hemberî hev û bera hev din.


Û bi taktîk û ”şovên” him cepheya li hemberî xwe teng bikin û him jî kurdan bi manawrayên wiha meşxûl bikin.


Dema mesele ji ”muhbetê” hat siyasetê û Bûrkay jî qala mafê kurdan kir, alaqeya hukûmetê û medyayê kêm bû.


Roja ku dewleta tirk were wê nuxteyê ku mafê kurdan qebûl bike û ji bo vê jî bi nûnerên kurdan ra rûne, PKK-ê û BDP-ê nade aliyekî û bi Bûrkay ra rûnane.


Rûnane, ji ber ku bi rûniştin û lihevkirina bi Bûrkay ra şer ranaweste, mesele hel nabe.


Lê ji bo ku PKK-ê û BDP-ê zeîf bixînin, wan û hin kurdan bera pêxîla hevûdu bidin, kurdan mijûl bikin, dikanin bi her kurdî ra rûnin, herin pêşiya her kurdî, sohbetê bi her kurdî ra bikin û wî bidin ser serê xwe.

Heta ku em ev kurd bin dîrok ewê tim tekerur bike

Ji sebebên têkçûnên serîhildanên kurdan yên do yek jî bêtifaqiya hêzên kurd yên netewî  bû...


Mîrekî, şêxekî kurd li hemberî Dewleta Osmanî û dû ra jî li hemberî Komara Tirk serî hildida, mîrekî û şêxekî din jî ya li dij derdiket ya jî bêteref dima.


Ji ber ku ya li dijî serokê serîhildanê bû û ya jî hin kirin û gavên serîhildanê nedieciband. Loma jî piştgirî nedida serîhildanê, hêz û zanî xwe jî tevê nedikir, tevger ew xurttir û berfirehtir nedikir.

Û vê yekê jî tim feyde dida dewletê û zirar dida kurdan.



Îro jî li Kurdistana bakur pir hindik eynî çîrok û eynî şaşî dubare dibe.


Hinekan li hemberî dewleta tirk serîhildane, hinek jî ji dêlî ku vê tevgerê xurttir, rasttir û baştir bikin û bi uslûb û kirinên xwe li riyên hevkariyê bigerin, ya li dij in ya jî lê temaşe dikin.


Yanî çîroka do dubare dibe…


Hinek kurd li hemberî kêmasî û şaşiyên pêşeng û rêxistinên vê serîhildanê tim çarçav in, kêmasî û şaşiyan baş dibînin û bi lez û bez rexne dikin.

Lê li hemberî rastî, başî û serkeftinan jî tim kor in ya jî baş nabînin.


Û dema bibînin jî xwe kerr û lal dikin, rastiyê ji gel ra nabêjin, pê kêfxweş nabin.


Helbet ev şêla ne adil û terefgîr jî zirarê dide tevgera kurd ya netewî..


Çawa ku em îro bêtifaqiya kurdan weke sebebekî têkçûnên serîhildanên kurdan yên do dibînin, sibe, dîroknas ewê eynî tiştî ji bo vê serîhildana kurd ya îro jî bibêjin.


Lê wê demê jî bêyî ax û ofê ewê tu tiştekî din ji destê me neyê.





Artêşa tirk dîsa mayinê xwe bi leşkerê xwe da teqand



Li gorî çapemeniya tirk dinivîsîne, îro li navçeya Şemêzînana Culemêrgê di dema derbasbûna konwoyeke leşkerî da teqînek pêk hat û di encamê da 3 leşker mirin û 3 leşker jî birîndar bûn.


Çapemeniya xulam weke hertim bêyî ku belgeyekê nîşan bide dîsa manşeta "Xayin saldiri/êrîşa xayin" avêt!


Hîn sê roj berê serekerkanê Tirkiyê yê berê Işik Koşaner îtîraf kir ku wan bi şiklekî bêdûzan herdera Kurdistanê mayinkirine û heta nuha ev mayin bûne sebebên gelek mirinan.


Bi îhtîmaleke mezin ev mayin jî dîsa ya artêşa tirk e. Ne xwe wisa ne hêsaye ku meriv bikanibe riyeke mezin mayin bike.



27 augusti 2011

Leyla Zanayê karekî pir baş kiriye

Parlamentera BDP-ê ya Amedê Leyla Zana, li ser êrîşên balafirên tirk ser Qendîlê û gerîlayên kurd ji serokkomarê Tirkiyê Abdullah Gul û Serokê Amerîkayê Barack Obama jî di nav da, ji gelek serokên dewletan re nameyek şandiye.


Leyla Zanayê di nameya xwe da gotiye:


"Ev erdnîgarîya ku li ber çavê hemû cîhanê ev dused sal in ku şer lê berdewam e, êdî aramiyê û aştiyê dixwaze. Dibê erdnîgariya Kurdistanê tu carî nebe Filîstîn. Tu carî nebe Sirî Lanka. Heke tiştekî wiha bibe, di nava gelan da ewê şerekî etnîkî derkeve. Ev yek jî ewê aştiya cîhanê û mîrovahîyê têxe nava bobelatekê. Hêvî û daxwaza min ew e ku hûn pêwîstîya xwe ya wijdanî bi cîh bînîn."


Teşebuseke pir baş e.


Lê esas dibê ne Leyla Zanayê tenê, hemû partî, komele û rêxistên kurdan yên meslekî û sivîl, hemû ronakbîr û serokên kurdan yên naskirî nameyeke wiha ji Obama, ji serokê Neteweyên Yekbûyî, Yji ekîtiya Ewrûpayê û ji hemû serok û rêxistinên cîhanê ra bişînin.


Bi dîtina min ji bo însiyatîveke wiha ne dereng e, dibê kurd di demeke kurt da dest bi xebateke wiha bikin.

Xebateke wiha îro ji şerê çekdarî gelkî bi tesîrtir e, dibê em yekê bibînin. Gerîlla şerê xwe dike, dibê ronakbîr û siaysetmedar jî karê xwe baş bikin.






Kurd ji zimanê xwe heznakin
Malpera Aknewsê, bi Serokê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê Samî Tan ra li ser asîmîlasyonê û şêla kurdan ya di vî warî da hevpeyvîneke pir hêja kiriye.


Samî Tan, derbarê civata kurd, ronakbîr û siyasetmedarên kurd da tiştên pir rast dbêje. Samî Tan di hevpeyînê da dibêje kurd, zimanê kurdî ji bo zarokên xwe him weke xeter û him jî bêqîmet dibînin û loma jî fêrî zarokên xwe nakin., naxwazin bi zanîna kurdî pêşeroja zarokên xwe zahmetir bikin û belayê bînin serê zarokên xwe.

Tan dibêje, siyasetmedarên kurd herçiqasî bi devkî dibêjin ku, ew welatekî ku herkes bi zimanê xwe mezin bibe û bi zimanê xwe perwerdê bibîne dixwazin jî, lê di kûrahiya dilê xwe da bi vê yekê ne bawer e.

Tan rast dibêje.


Bi rastî jî kurd û bi taybetî jî ronakbîr û siyasetmedarên kurd ji kurdî hez nakin û loma jî ne bi kurdî fêr dibin û ne jî fêrî zarokên xwe dikin.


Û bi vê şêla xwe jî dibin alîkarê asîmîlasyonê.


Hevpeyvîneke pir baş e, hêjayî xwendinê ye.



Îradeya gelê Kurdistanê ji balafirên neyaran gelkî xurttir e.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, ji bo serxweşiya malbata şehîdên ku di erîşa balafirên tirk da hatin kuştin pêr çû bajarên Ranya û Qeladizê.

Mesûd Barzanî, berê çû serxweşiya malbata şehîd bûne û dû ra çû jî serdana penaberên Qendîlê.
Barzanî li wir axiftinek kir û got: “Bi me ne xweş e ku gundiyên me yên herêma Kurdistanê rojane ji ber şer aware dibin.”

Barzanî dû ra jî axaftina xwe wiha domand:
“Eger ev gelş bi vî rengî berdewam bike, em jî amade ne ku werin Binarê, Qendîlê, bila em jî wek we bi firoke û toppbaranan bibin qurbanî. Balafirên me nînin, lê îradeya xelkê Kurdistanê li hemberî wan gelekî xurttir e.”

Ev gotinên serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, gotinên serokekî mezin e û dîrokî ne û ji bo Tirkiyê û Îranê jî bersîveke wek şîrmaqekê ye...

Ji bo vê şêla netewî û mêrane ez birêz Mesûd Barzanî ji dil û can pîroz dikim. Bersîveke dîrokî daye neyarên miletê kurd.

Bi rastî jî îradeya gelê kurd ji hemû tanq, top û balafirên neyaran pir û pir mezintir e. Gava siyasetmedar û serokên kurdan biryardar bin, tu êrîş û balafir nikane vê îradeya miletê kurd bişkîne.
Ji xwe dîrok jî şahidê vê rastiyê ye...

Li alî din, ev gotinên seokê Herêma Kurdistana Federe, gelek derew û speklasyonên ku ji alî hin fêsad û xêrnexwazên kurdên başûr û Hukûmeta Herêma Kurdistanê va tên kirin jî pûç kir.

Loma jî vê şêla birêz Mesûd Barzanî, weke kurdekî ez pir û pir kêfxweş kirim...
Ev îrade zû dereng ewê biserkeve...

Hukûmet dixwaze hemî kurdên bi xîret ji ber xwe da bixîne

Serdozgerê Cumhûriyetê yê Diyarbekirê derbarê parlamenterê BDP-ê yê Diyarbekirê Altan Tan da îdianameyek amade kiriye.


Di îdîanameyê da bi tuhmeta ji ber ku Altan Tan beşdarî sê çalakî û meşên cuda bûye û di wan meşan da “propagandaya rêxistinê kiriye, li dijî qanûna meşê derketiye û bi navê rêxistinê sûc kiriye” jê ra 23 sal û 6 meh cezayê girtîgehê tê xwestin.


Bala xwe bidin vê zulma nedîtî, him zarokên me dikujin û him jî ji bo ku em beşdarî cenazeyên wan dibin me ceza dikin!


Ji bo ku beşdarî cenazeyên zarokên nas, dost û hevalên xwe bûye û di van merasim û meşan da çend gotin kiriye, xwestina 23 sal û 6 meh ceza, ancax bi şan û şerefa dewleta tirk û edaleta vê rejima zorba dikeve.


Ev huqûq, ev edalet tam bi tirkan û bi dewleta wan dikeve. Bêyî dozgerekî tirk li cihânê tu dozgerekî din ji bo tevlêbûna merasimên cenazeyan û kirina du sê peyvên serxweşiyê cezayekî hewqas mezin, 23 sal û 6 meh hefs ji kesî ra naxwaze.


Bêedaletî, dînî, xavî û rekeorên wiha mezin tenê mexsûsî tirkan û edaleta dewleta wan e.


Çima cezayekî hewqas mezin?


Ma Altan mêr kuştiye, banqe şêlandiye, ji bo xistina hukûmetê rêxistin ava kiriye ku hûn jê ra 23 sal û 6 meh cezê dixwazin?


Esas tirk herî zêde êrîşê kîjan kurdî bikin, bizanibin ku ew merivekî baş e û kurdekî temam e....


Yanî heger dewletê, hukûmetê û heta tirkan jî ji kurdekî hez kir, dibê hûn bizanibin ku ew merivekî ne saxlem e.


Lê gava eksê wê bû, yanî tu tirkekî jê hez nekir, a wê demê bizanibin ku cewherê wî merivî paqij e û ew dîwarekî saxlem e.


AKP û bi taybetî Edogan li hemberî Altan Tan pir kîn û nefret e, dixwzin heyfa heyfa xwe jê bigrin.


Çimkî di hilbijartinan da Altan Tan, tam derba Erdogan û AKP-ê dayê, bû kelemê di çavê wan da.


Yek merivekî AKP-ê jî newêrîbû derketa hember Altan Tan, dizanîbûn ku Tan pariyekî ne li gorî devê wan e.


Tan û Erdogan hevalên hev yên kev in, hevûdu baş nas dikin.


Loma jî Tan, bi zimanê wan bi wan  ra dipeyivî û hemû vir û sextekariyên wan eşkere dikir.


Loma jî dixwazin bi gef û tehdîdên wiha çavên wî bitirsînin û heger vê jî netîce neda, bi cezayekî giran ji ber xwe da bixînin.


Dewleta tirk ev e, dema tu kurd bî û doza kurdayetiyê bikî û weke hinekan nebî meriv û dostê wan, tavilê li meriv tên xezebê û hewil didin ku meriv ji ber xwe da bixînin.


Û di vî warî da jî li hemberî kurdan dadgeh, sîleha wan ya herî mezin e…



Tirk him neheq û him jî zorba ne

Wezîrê derve yê Tirkiyê Ahmet Davutoğlu, li ser notaya ku hukûmeta Îraqê daye Tirkiyê gotiye:


”Dema hûn erdê xwe ji terorîstan paqij nekin emê operasyonan bikin.!


Mêrik wek berdevkê Hulagu peyivîye, sînoran, peymanên navnetewî nas nake, ji bo wî tu qîmeta peymanên navnetewî û sînorên welatan tuneye.


Davutoglu dibêje, dibê Îraqê weke me bike û dema neke jî ewê bi zor têkevin axa Kurdistana Federe û Îraqê.


Yanî ya wan zorbatî û çavbirîn e.


Kes ji Davutoglu ra nabêje, berî ku tu viya ji kurdan û ji Îraqê bixwazî, dibê tu erdê xwe ji ”terorîstan” paqij bikî û nehêlî sînorên welatekî din îhlal bikin.


PKK rêxistineke Kurdistana bakur e, serokên PKK-ê Karayilan, Bayik, Kalkan, Kaytan û gerîla ne ji Îraqê, ji Tirkiyê ne.


Yanî hemû jî hemwelatiyên Tirkiyê ne.


Loma jî sûcdar ne Îraq e, Tirkiyeye, ew nikanin sînorên xwe biparêzin û rê li ber çûn û hatina hemwelatiyên xwe bigrin.


Ne hemwelatiyên Îraqê, hemwelatiyên Tirkiyê diçin û tên welatekî din.


Ji ber vê yekê jî, ne Îraq, dibê Tirkiye rê li ber van çûn û hatinan bigre.


Tirkiye li gel vê neheqiya xwe jî sûc dixe husutê hukûmeta Kurdistana Federe û Îraqê, ku ev jî neheqiyeke mezin e..


Dewletek dibê bi xwe sînorên xwe biparêze, dibê vî karî û vê wezîfeyê ji dewleteke din nexwaze.


Lê Tirkiye wisa nake, him nikane sînorên xwe biparêze û him jî welatekî din ji vê yekê berpirsiyar dibîne.


Yanî argumentên Tirkiyê mahneyên(hincetên) vala ne û kêla mahneyan jî tu carî tije nabe…



25 augusti 2011

Civata dinyanedîtî

Alîkariya ku li Tirkiyeyê ji bo Somaliyayê hate komkirin vegeriya reqlam û propaganda AKP-ê û şowa Erdogan.


Ev serê du heftan e ku berdevkên hukûmetê û çapemeniya nêzî AKP-ê qiyamet rakirine, gav û saetê qala vê mezinayî û xêrxwaziya Edrogan û dewleta tirk dikin.


Tu dibêjî belkî li vê cîhanê ew tenê alîkariya Somaliyayê dikin. Feqêran nizanin ku di vî warî da ew dewleta herî dawî ne, welatên Ewrûpayê ev serê salan e ku bi sedmilyaran alîkariya Somaliyayê û welatên weke wê kirine û dikin.


Bi sedan, belkî jî bi hezaran ewrûpî ev serê salan e ku li van welatan e û di her warî da alîkariya milet dikin.


Mesele dewleta Swêd ji bo alîkariya welatên paşdamayî saziyeke bi navê SÎDA-yê(organa dewleta Swêdê ya ji bo alîkarîya welatên cîhana sêyem) avakiriye.

Swêd,  bi destê SÎDA û hin riyên din salê 35, 2 milyar kronê swêdî yanî li dora 6 milyar dolar alîkariyê dide welatên feqîr û paşdamayî.


Û ev jî dike ji sedî 1-ê Hatina Neteweyî ya Nesafî,(HNN)bi tirkî jê ra dibêjin Gayrî Safî Mîllî Hasila.


Û him jî hersal…


Lê ev tenê alîkariya dewletê ye. Ji vê reqemî zêdetir alîkariya gel jî heye, ku ew jî bi riya hin rêxistinên siwîl tên topkirin.


Yanî alîkariyên bi vî rengî salê donzde meh li Swêd tê topkirin û ji welatên muhtacî alîkariyê ra tê şandin.


Îcar tirkên feqîr çend quriş alîkariya Somaliyayê kirin dikin dîn bibin, dikin bifrin, tu dibêjî qey ew tenê dikin.


Ez reqema alîkariya wan nizanim, lê ez wisa texmîn dikim ku li hemberî alîkariya Swêd, ewê reqemeke pir biçûk be.


Ya Swêd û ew jî ya dewletê wek min salê teqrîben 6 milyar dolarê emerîkî ye.


Ji Swêd û ji welatên din yên Ewrûpayê nuha bi hezaran xêrxwaz û personalên xizmetê li wir in û alîkariyê didin gel.


Lê tu kes weke tirkan reqlama vê yekê nake, nake şof.


Ji bo ku Swêd salê 6 milyar dolar alîkariyê dide welatên feqîr û paşdamayî serokwezîr her roj dernakeve telewîzyonan û reqlama vê alîkariyê nake, çapemenî qiyametê ranake.


Lê yê tirkan derî dinyayê ye, çimkî dinya nedîtine, çimkî tiştên wiha tu carî nekirine.


Loma jî alîkariyeke wiha biçûk jî pir mezin dikin.


Li Îzmîrê meleyekî tirk, Erdgoan şiband ”Pêxmberan” û got; “Li dîrokê binêrin û bibînin. Hemû kesên ku alîkarî didin mirovan pêximber in. Serokwezîr jî alîkariyê dide mirovan.”


Yanî mêrik Erdogan jî ji ber vê alîkariyê dike ”pêxember”!


Mixabin, tirk merivên cahil, dinyanedîtî û nemedenî ne. Ji pesindana xwe, ji quretiyê, ji forsê û fîyaqyê pir hez dikin, ji helahelayê pir hez dikin.


Kêçê dikin deve, li gel ku weke milet tu îcadeke wan, tu keşfeke wan tuneye, lê dîsa jî xwe weke biaqilên cîhanê dibînin, pir pesnê xwe didin.


Cehalet pir pîs e, haya meriv ji rebeniya meriv tuneye…

24 augusti 2011

Li hemberî êrîşên Tirkiyê û Îranê kurd bi hev ra dengê xwe bilind dikin

Gelek partiyên kurd, rêxistinên sivîl û meselekî yên wek, Kongerya Civaka Demokratîk (KCD), BDP, Hak-Par, KADEK, Komeleya Nûbiharê, IHD, MAZLUM-DER, Odeya Doktorên Diyarbekirê, Komeleya Nivîskarên Kurd, Komeleya Suryaniyan, Komeleya Ermeniyan, Oda Bazirganiyê ya Diyarbekirê, GUNSIAD, TZP-Kurdî, ÖSP,TDŞK, TEVKURD, MEYA-DER, KOMELEYA MEHALMİYAN û DAYIKÊN AŞTIYÊ do li Amedê li Sumer Parkê hatin ba hev û ji bo rawestandina şer daxwiyaniyeke mişterek dan.


Daxwiyanya çapemeniyê ji bal serokê KADEP-ê û parlamenterê Diyarbekirê Şerafettin Elçî ve hat xwendin.


Di daxuyaniyê da hat diyar kirin ku Tirkiye û Îran bi van êrişên xwe yên ser Başûrê Kurdistanê dixwazin destkeftiyên kurdan tune bikin û “kurdan  careke din bê statû bihêlin.”


Elçî di axaftina xwe da got, ji bo pêkanîna aştiyeke mayinde dibê artêşa tirk operasyonan rawestîne û PKK jî çekan bêdeng bike.

Hevseroka KCD-ê û parlementera Wanê Aysel Tûglûk, serokê Koma BDP-ê û parlementerê Colemêrgê Selahattin Demirtaş, serokê HAK-PAR-ê Bayram Bozyel, parlementerê BDP-ê yê Mûşê Demîr Çelîk jî beşdarî civînê bûn û bersîvên rojnamevanan da.


Piştî êrîşa Tirkiyê ev cara pêşîye ku hemû partiyên siyasî û rêxistinên siwîl û meslekî tên ba hev û li dijî şer û êrîşên Artêşa Tirkiyê helwesteke mişterek nîşan didin.


Ji bo ku kurdan bipilçiqînin, bindest bihêlin û li Kurdistana başûr jî statuya hatiye bidesxistin têk bibin, hemû dijminên kurdan hatine ba hev û bi hev ra êrîşê dibin ser tevgera kurd ya netwî.


Di demeke wiha da dibê hemû partî û hêzên kurd yên neyewî jî destên xwe bidin hev û li hemberî êrîşên yekîtiyeke xurt ava bikin.


Loma jî civîna do ya li Diyarbekrê pir girîng e, moaral û manewiyata miletê kurd bilind dike.


Beyana serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ya do ya li hemberî êrişên Tirkiyeyê û Îranê yên ser axa başûrê Kurdistanê  jî gelkî girîng û baş bû. Barzanî di beyana xwe ya nivîskî da got, ” li hemberî van êrişan emê bêdeng namînin.”


Serokkomarê Îraqê Celal Talabanî jî îro li dijî êrîşên Îran û Tirkiyê gotiye, weke serokkomarê Îraqê ew mecbûre e li dijî van êrîşan derkeve.


Talabanî gotiye, ew bi Tirkiyê û Îranê ra di nava têkiliyan da ye û ew hêvî dike ku êrîş rfawestin.


Li hemberî êrîşeke wiha berfireh dibê hukûmeta herêma Kurdistanê û serokkomarê Îraqê Talabanî helbet bêdeng nemînin.


Ji ber ku hedefa Îran û Tirkiyê ne PKK tenê ye, armanca wan bêîstîkrarkirina Kurdistana Federeye jî.


Ji ber ku Tirkiye û Îran naxwazin li tu beşekî Kurdistanê kurd bibin xwedî mafekî herî biçûk jî.


Ew dibînin ku hebûna Kurdistana Federe baş xerab ji bo hemû pişt û stareke pir mezin e. Loma jî ew dixwazin berî hertiştî vê “piştê û vê starê” têk bibin.












23 augusti 2011

Serekerkanê Tirkiyê yê berê gelek derewên artêşê îtîraf dike

Kaseteke axaftina sereokerkanê artêşa tirk (Işik Koşaner) yê ku berî nuha bi mehekê îstîfa kir îro hat weşandin û di çapemeniyê da olaneke pir mezin da.

Koşaner di civînekê da li ser şerê artêşê û PKK-ê bi zabitan ra dipeyive û qala "nezanî, xeşîmî, zaaf,  kepazatî û tirsonekiya" artêşê dike.

KLi alî din Koşaner dibêje, ”ew tu carî guh nadin agirbestan û ewê şerê xwe her bidomînin.”


Koşaner ji tirsonekî û neşerkariya zabit û leşkeran, lê bi taybetî jî ji ya zabitan pir gazinan dike û dibêje, ew “neperwerdekirîne”, xeşîm in û nizanin teknîka di destên xwe da bikar bînin.

Koşaner dibêje, teknîka herî modern di destê wan da heye lê ew nikanin bikar bînin, qumandar ne jîr û jêhatî ne, di şer da çekên xwe davêjin û ji kozikên xwe direvin.”


Koşanar, dû ra jî bi hêrs dibêje, ” yaho, 2 terorîst 30 leşkerên me dirivînin. Em diherin rezalet Ma tiştekî wiha qet dibe?.”


Koşaner dibêje, ”wan bi şiklekî bêkontrol herder mayin kirin, nuha jî nizanin kuder mayinkirîye û kuder jî nemayinkirîye.”


Koşaner, di axaftian xwe da tiştekî din ê girîng jî îfşa dike, dibêje,  ”gelek caran merivên me bi mayinên me tên kuştin” û bi texmîna ku ”terorîst e, bera leşkerên xwe da ne û kuştine.”


Welhasil Koşaner artêşê pir rexne dike û dibêje ku leşkerên wan nikanin li hemberî PKK-ê şer bikin. Ji bo ku ew li hemberî PKK-ê şer bikin dibê ew baştir perwerde bibin, sewq û îdarê baştir bikin û teknîka di destê wan da jî baştir bikar bînin.


Gotineke heye, dibêjin ”dengê defê ji dûr ve xweş tê”, eynî ya artêşa tirk jî ev mesele ye.


Gava meriv li axaftina Koşaner guhdarî dike ya jî dixwîne, meriv dibîne, li gel hemû cîhaz û techîzatên modern dîsa jî di şerê li hemberî gerîlda da ne serkeftîne.


Axaftina Koşaner hinekî dirêj e û gelek tiştên girîng dibêje.  Axaftin di gelek malperan da heye, dibê miheqeq were xwendin.


lê di axaftina Koşaner da tişrê herî girîng, ew tu carî guh nadin agirbestan û her şerê xwe didomînin.


Gelek herêmên Kurdistanê mayin kirine û xerîteya erdên mayinkirî di destê wan da tuneye û loma jî hemû erdên mayinkirî nas ankin. Û ji ber vê yekê jî gelek leşker bi matinên wan hatine kuştin.


Lê wek tê zanîn, heta nuha yek carî jî negotinku mayin ya wan e, tim avêtine hustuyê PKK-ê.


Ya din, hin caran ji tirsa, ”belkî gerîla” ye bera hevûdu dane û hevûdu kuştine…


Û dû ra jî gotine ”di şer da hat kuştin” û xistine hustuyê PKK-ê.


Yanî dema meriv li axaftinê guhdarî dike bi rastî jî halê wan rezaleteke mezin e, pir perşîşan in.


Tiştê wan li ser niga digre çek û teknîka modern ya şer û piraniya wan e. Bi xêra van sîlehên modern û vê teknînak herî dawî heta nuha kanîbûna şer bidomînin.

Ne xwe di warê jîrî, profesyonelî, fedekarê, bawerî û moral da sifir in. Di axaftina Koşaner da meriv vê yekê baş dibîne.


Ya din, gelo kê, ji bo çi û çima nuha ev kasêta Koşaner weşand?


Bi weşandina vê kasêtê kî dixwaze çi bike û çi bidest xe?


Di rojên pêş da ev yek jî ewê hinekî zelal bibe…



PARVE BIKE