- Bira, li van der û doran hingiv pir e, were em ji xwe ra têra xwe top bikin. Qenekê zivistanê ewê tiştekî me yê xwarinê hebe.
Rûvî pêşniyara hirçê di cî de dît û dest bi topkirina hingiv kirin. Di nav çend rojan da ji qewaran têra xwe hingiv top kirin.
Dûra jî çûn ji derekê ji xwe ra kûpek jî peyda kirin. Û rabûn hingivê xwe xistin kûp û devê wî jî baş sewax kirin û birin di qewara dareke mezin da baş veşartin.
Dûra jî çûn ji derekê ji xwe ra kûpek jî peyda kirin. Û rabûn hingivê xwe xistin kûp û devê wî jî baş sewax kirin û birin di qewara dareke mezin da baş veşartin.
Piştî demekê dilbijokiya rûvî dest pê kir, roj derbas dibûn lê zivistan nedihat û rûvî jî her ku diçû bêsebir dibû.
Rûvî bala xwe dayê ewê nikanibe heta zivistanê deyax bike. Rojekê, dema ew û hirç bi hev ra derketibûn nêçîrê, hema ji nişka ve, fena ku li dengekî guhdarî bike, guhên xwe mûç (bel) kirin û got:
Rûvî bala xwe dayê ewê nikanibe heta zivistanê deyax bike. Rojekê, dema ew û hirç bi hev ra derketibûn nêçîrê, hema ji nişka ve, fena ku li dengekî guhdarî bike, guhên xwe mûç (bel) kirin û got:
- Bala xwe bidê, wa ye dîsa ban min dikin.
Hirçê herçiqasî got weleh tu deng meng nayê min pere nekir, rûvî got:
- Qey guhên te giran bûye, ma tu nabînî wa ye ban min dikin, dibêjin zû were.
Hirçê got:
- Baş e, çi dixwazin, ji bo çi ban te dikin?
Rûvî got:
- Ji jina dostekî min ra gedeyek (zarokek) bûye, dibêjin zû were navekî lêke.
Gotinên rûvî neket serê hirçê, lê dîsa jî got:
- Baş e, zû here bira milet zêde li benda te nemîne.
Rûvî bi lez berê xwe da qewara koka darê. Devê kûpê xwe vekir û ket ser hingivê xwe û xwar û xwar, heta zikê xwe baş têr kir. Gava paş de vegeriya hirçê jê pirsî, got:
- Ma te çi nav li gede kir?
Rûvî got:
- Min navê wî kir, ”Seralasto.”
Li gor hirçê navekî pir ecêb bû, lê dîsa jî bi dû neket.
Çendak derbas bû, rojekê dîsa ew ji xwe ra li daristanê, li qismetekî, li nêçîrekê digeriyan. Ji nişka ve dîsa hingiv ket bîra rûvî. Di cî da vegeriya ser hirçê û got:
- Bala xwe bidê, wa ye dîsa ban min dikin, dibêjin zû were.
Hirçê got:
- Bira, ez tiştekî nabihîzim!
Rûvî got:
- Wer xuya ye bi rastî jî guhê te giran bûye û tu êdî baş nabihizî. Ma deng nayê te, wa ye dîsa dibêjin zû were, ji jina dostekî min yê din ra zarokek bûye. Dibêjin zû were navekî lêke.
Dîsa pir neket serê hirçê, lê ji mecbûrî got here.
Rûvî dîsa çû ket ser hingivê xwe û têr xwar. Hewqas xwar, hema hema bir gîhand nîvî.
Dema vegeriya mal, hirçê dîsa jê pirsî, got:
- Ma te îcar çi nav li lê kir?
Rûvî got:
- Gede lawik bû, min navê wî kir, ”Nîvalasto.”
Li hember van navên ecêb hirç şaş ma, got:
- Heyran navê gedên vî zemanî jî pir ecêb in ha. Kê bîra xwe û Seralasto û Nîvalasto biriye ? Berê ne wiha bû, nuha navên tore derketine.
Çend rojên din derbas bûn. Êdî derengiya payizê bû û hemû daran pelên xwe weşandibûn, lê belê zivistan hîn bi temamî nehatibû. Û tahma hingiv dabû boçika rûvî. Rojekê rûvî dîsa ji nişka ve ji hirçê ra got:
- Heyran, bi Xwedê ez bi xelkê re ketime belayê. Guhdar bike! Wa ye dîsa ban min dikin, dibêjin zû were, ji pîreka (jin) hevalekî te ra lawikek bûye, ev du roj in gede bênav e, dibêjin gerek tu werî navekî lêkî.
Wek her tim gotinên rûvî pir neket serê hirçê, lê dîsa jî dengê xwe nekir û got here.
Rûvî hema bi bayê bezê xatir ji hirçê xwest û berê xwe da ciyê hingiv. Dîsa çû ket ser hingivê xwe. Lê vê carê heta binê kûp alast, hebek jî ji hirçê ra nehîşt. Çaxa bi paş da vegeriya hirçê cardin jê pirsî, got:
Rûvî hema bi bayê bezê xatir ji hirçê xwest û berê xwe da ciyê hingiv. Dîsa çû ket ser hingivê xwe. Lê vê carê heta binê kûp alast, hebek jî ji hirçê ra nehîşt. Çaxa bi paş da vegeriya hirçê cardin jê pirsî, got:
- Îcar te çi nav li gede kir?
Rûvî got:
- Min navê wî kir, ”Binalasto” û hingivê dora devê xwe alast.
Dema rûvî dora devê xwe alast, hirçê nuh fêm kir ku mesele çi ye. Hema baz da ba dara hingivê xwe di qewara wê da veşartibûn. Bala xwe dayê dilopek hingiv jî di binê kûp da nemaye. Hirç ji hêrsan dîn bû. Tavilê bi paş da vegeriya ji bo ku îfada rûvî bigre.
Lê rûvî jî zanîbû heger hirç wî bigire ewê çi bîne serê wî, lema jî ji zû da xwe beta kiribû, ruhê xwe xilas kiribû û ji wan deran bi dûr ketibû.
Lê rûvî jî zanîbû heger hirç wî bigire ewê çi bîne serê wî, lema jî ji zû da xwe beta kiribû, ruhê xwe xilas kiribû û ji wan deran bi dûr ketibû.
Beytikekê li ser darê li hirçê temaşe dikir, deng lê kir, jê ra got:
- Heger tu li rûvî digerî, ew zû da çû. Lê ji min ra got, gelek silavên min li hirçê ke û jê ra bibêje rûvî gotiye:
- Di van rojên dawî da ez gelekî xebitîm, min gelek nav li zarokan kirin. Lema jî ez pir westiyam, dibê ez demekê, li dereke sakin westa xwe bigrim.
Hirçê dengê xwe nekir, serê xwe kir ber xwe û çû.
Dibêjin ew hîn jî li rûvî digere
Dibêjin ew hîn jî li rûvî digere
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar