29 januari 2011

Derbarê zimanê dê da pêşniyara Churchill

Dibêjin Winston Churchill (1874 - 1965)ji bo kesên ku bi zimanê diya xwe nizanin gotiye:
”Ez li gel im tenê dema ku însan bi zimanê diya xwe nizanibin werin lêdan.”
Yanî Chuchill weke prensîb li dijî heqaret û lêdana însanan e, lê tenê di rewşekê da ”lêdana însanan qebûl dike, ew jî dema yek bi zimanê diya xwe nizanibe…
Churchill, siyasetmedarekî pir biaqil û jîr bû, di gelek waran da gelek aforîzmayên wî hene.
Lê ev cara pêşîye ku ez rastî vê gotina wî têm.
Bi dîtina min Churchill, li hember asîmîlasyonê gotineke pir girîng kiriye. Çimkî însan rastiyê hertim bi rehetî qebûl nakin, carnan zor pêwîst dibe…
Ma heger rastî ji ber ku rast e û bi rehetî bihata qebûlkirin dibê nuha kurd li Tirkiyê ne bindest bûna, ji zûda hêzên tirk ji Kurdistanê hatibûna qewirandin.
Lê ez dixwazim vê dîtina Churchil hinekî din jî bi pêş da bibim. Çimkî ev pîvana Churchill têra rastî û rewşa me kurdan nake, kêm e.
Bi dîtina min, ne tenê dema ku însan bi zimanê diya xwe nizanibin, dema zanibin bipeyivin, lê nizanibin bixwînin û binivîsînin jî dibê werin lêdan…
Helbet gotina lêdanê ”mecazî” ye, sembolîk e, qest xweşnedîtin û qebûlnekirina vê kêmasiyê ye…
Bi milyonan kurd tesadufî ji dê û babê xwe axaftina kurdî fêr bûne, lê nizanin bi kurdî bixwînin û binivîsîn û fêr jî nabin.
Meriv çiqasî dibêje jî guh nadin meriv û zimanê miletê xwe fêr nabin. A van celeb însanan bi rastî jî "lêdan" heq kirine...
Kesê zimanê diya xwe nizane kesê kordundeye, li pey xwe tu şopekê, tu mîratekê nahêle, bi mirina wî ra ew jî diqede.
Rola zimên ya di pêkanîna yekîtiya netewî da pir girîng e. Bi riya zimên milet hebûna xwe didomînin.
Bi yekîtiya zimên ferdên miletekî xwe nêzî hev his dikin û dibin xwediyê zargotin, çand, edebiyat û hestên hevpar.
Bi zimên em difikirin, fikir û ramanên xwe tîninin zimên û berhemên dîrokî û edebî û netewî diafirînin.
Zimanê me çi qasî pêşketî û dewlemend be, fikir û ramênên me jî hewqasî dewlemend dibe.
Ziman mîrateke netewî ye, loma jî her milet hewil dide ku zimanê xwe bi pêş da bibe û dewlemend bike.
Bi riya zimên em dîroka pêşiyên xwe, serpêhatiyên bav û kalên xwe fêr dibin û berhemên wan yên edebî û çandî dewir digirin û dewrî cîlên pêşerojê dikin.
Zimanekî feqîr, tevlihev û pêşneketî nikane bibe çavkaniya çand û hunereke dewlemend û fikrên mezin.
Ji xwe dema meriv li cîhanê dinêre meriv vê rastiyê bi hêsanî dibîne, miletên zimanê wan bi pêşketiye miletên herî berhemdar, xwediyê çand û henerên pir dewlemend in jî.
Ziman aqilê însan e, gava ziman bi pêş nekeve aqil jî bi pêş nakeve, însan kêmaqil dimîne, zanîn û ilim jî ji meriv sadir nabe.
Ji bo ku civatek di warê fikrî da bi pêş keve, dibê zimanê wê civatê jî pêşketî û dewlemend be, zimanê paşdemayî civata paşdamayî ye.
Loma jî hêzên kolonyalîst di serî da zimanên gelên bindest qedexe dikin, rê li ber pêşketin û geşbûna zimanê wan digirin.
Heger dewleta tirk ev 90 sal in zimanê kurdî qedexe nekira nuha nikanîbûn kurdan hewqasî rehet îdare bikin.
Li tirkiyê paşdemayina zimanê kurdî li ba kurdan bûye sebebê lawazî û paşdemayina şiûra netewî, qelsiya daxwazên azadî û serxwebûnê.

2 kommentarer:

  1. Ma 'ana dil' tê wateye 'zimanê dê' divê hinekî jî hûn li ser vê wergerê bifikirin Brêz Xamo.

    SvaraRadera
  2. Belê, "zimaê dê" tê maneya "anadîl, bi swêdî dibêjin "modersmål".
    Hinek kurd zimanê "zikmakî" jî bikar tînin lê bi dîtina min zimanê dê rasttir e.

    SvaraRadera

PARVE BIKE