Weleh îro jî ez dixwazim hinekî reqlama xwe bikim.
Dema meriv bêxwedî û bêkes be, yanî hêzek û partiyek li pişt meriv tunebe ya jî meriv ne ”merivê” hinekan be tu rojname û melper qala meriv nake, yanî dibê meriv reqlama xwe bi xwe bike.
Û ez jî dixwazim îro wiya bikim.
Lawo ew kesên ev înternet, blog, facebook, twîtter û nizanim çi û çi îcad kirin ji erd heta bi asîman mala wan ava be, em kesên bêpişt nuha bi xêra wan dikanin fikrên xwe bibêjin û dema hewce be reqlama xwe jî bikin.
Berê heta meriv nebûya ”dost” û hevalê hin kes û hêzan kesî qala meriv nedikir, meriv weke kûsiyan wer di qalikê xwe da dime.
Lê nuha ne wiha ye, bi wext, bêwext kînga dilê min bixwaze derbasî hemberî kurkota kompîtora xwe dibim û ya dilê xwe dibêjim, dilê min berê xwe bi ku da ke ez didim dû…
Bala xwe bidê, xwedêgiravî min dikira reqlame xwe bikira lê min mesele bir ku û qala çi kir…
Neyse ez werim ser mijarê…
Mahmûd Lewendî piştî ez ji Kurdistanê hatim bi min ra hevpeyvînek kir. Program sibe êvarî saet di 19:00-an da(saeta Parîsê) di kanala Kurd 1ê, di bernameya Dîroka Me da tê weşandin…
Li gor saeta Diyarbekirê jî wiha ye:
Yekşem 20:00
Duşem 23:15
Pêncşem 15:00
Şemî 19:00
Min got ez we nas, dost û hevalan jê agahdar bikim, dû ra hûn nebêjin te çima ji me ra negot, me yê ji xwe ra lê temaşe bikira.
A va ye min haya we hemûyan gîhandê, êdî hûn temaşe dikin nakin, hûn bi kêfa xwe ne.
Biraderekî bi navê Baran Gelewêj mijara hevpeyvinê meraq kiriye, gotiye mijar çî ye?
Mijar bi kurtî jiyan, serpêhatî, hin bîranîn û xebata min e.
Piştî 30 sal jiyana li surgûnîyê vegera Kurdistanê dîtin û hestên min yên li ser vê vegerê.
Salên berî 1980î, xabata min ya di nava partiya Dr. Şivan û DDKDê da, hatina çûntayê, derketina min ya derve, xebatên min yên li Ewrûpayê, nivîskariya min û hin tiştmiştên din...
Yanî kesên bixwazin hinekî min nas bikin û herin salên 1980î bira li vê bernameyê temaşe bikin.
Û kesên ku nexwazin min bibînin û dengê min bibihîzin jî bira di wê saetê da Kurd 1ê venekin.
Yanî sohbeteke sade, ji dili û nostaljîk e, ez û Lewendî ji xwe ra bîstekê qala rojên borî dikin, xebat û havalên wan salan bibîr tînin û yad dikin.
Heger dost û haval piştî programê dîtin û rexneyên xwe bibiêjin ezê kêfxweş bibim.
Û yên nebîjin jî dîsa mala wan ava.
Xortekî bi navê Şevger Çeto, di şiroveya xwe ya li ser nivîsa min ya pêr(îşev jî me mîvan hebûn)da gotiye:
”Apê Zinar bixwedê em bûne bela serê we, hewqas pirtûk û rojname li ber destê min hene ez naxwînim, lê rojek tenê nivîsa hûn dinvisîn nexwînim ji xwe ra wek kêmasiyek dibînim..
ji ber ku nivîsên hûn dinvîsin him mîzahî ne û him jî ciddî tê nivîsandin, loma jî her tim nivîsê ku hûn dinvîsin dixwînim.
Silavên germ ji te û mêvanê te re û ji zarokên li metropalan dijîn.”
Birayê Şevger, heger min kanîbûye bi nivîsên xwe dilê kurdekî bi vî rengî qezenc bikim, weke şexs û nivîskarekî ev yek ji bo min ciyê şanaziyê û serbilindiyeke mezin e.
Heta ji destê min bê ezê hewil bidim ku layiqî vê hezkirinê bimînim.
Xwendevanekî din yê bi navê Eşref Erman jî ji ”zahmetiya” kurdî gazin kiriye û gotiye ”mi 3 rez xwendin ez betilim. zimane kurdi gelek zora.”
Ê de nuha ez feqîrê Xwedê çi bikim?
Yek, rojekê nivîsa min nexwîne sebra wî nayê, yê din jî malneketo nikane ”3 rêzan” bixwîne, piştî xwendina ”3 rêzan” dibetile û diêje weleh ”zimanê kurdî zor e….”
Eşref Ermanê hêja, weleh bi serê min û te kurdî ”qet ne zor e”, lê tu ya pir bêsebir î ya jî tu li kurdî hîn nebaniyî yanî tu hîn baş lê germ nebûyî.
Çi dibe bira bibe, ji bo fêrbûnê serê her tiştî meraq, hezkirin û îstîkrar e, bi dudilî meriv nikane tiştekî fêr bibe.
Meriv zimanekî ya ji mecbûrî ya jî ji hezkirinê fêr dibe.
Herçî kurdî ye îro kes ne mecbûrî fêrbûna wî ye, bazara zimanê kurdî îro kesad e, pere tê tuneye, loma jî mişteriyên wî tunene.
Dimîne hezkirin yanî daxwaza ji dil.
Bêguman dema ev hezkirin bi meriv ra tunebe piştî ”3 rêzan” meriv diweste û nikane bixwîne.
Dibê tu rojekê tenê rûnî û ji dilê xwe bipirsî, bibêjî ”dilo, malxirabo, tu ji bo çi ji xwendina kurdî wiha zû diwestî lê ji ya tirkî nawestî? Gelo esbabî mûcîbeya vê çi ye?”
Ez bawer dikim ewê ji te ra rastiya westan û dudiliya xwe bibêje…
Heta nuha çend caran min qala mîvanên xwe kir, lê îşev jî em û birayê min, em dibin mîvanên Abidê Diyarbekirî…
Hela ka em binêrin lawikê Diyarbekirî(esas dêrikî ye lê xwe dike diayrbekirî)û xanima wî ewê îşev kîjan tahman bidin me…
Xalê Zinar,
SvaraRaderaMin îro di înternetê da li Kurd1-ê temashe kir. Ya rast xalo, tu rasterast shêr î shêr. Di wêneyeke te ya kevn da te shepqe jî li serê xwe daniye. Welle xwedê dizane, kêfa min pir pê hat. Bi saya wêneyên we me dîsan xaltîka xwe jî dît. Shikir ji xwedê welle.
Xalo, bavê min dibêje ji xalê xwe ra bêje, heger xalê te chend kîloyan bide, ji bo saxiya wî bashtir dibe. Kîlo dijminê mirov u hevalê ezraîl u kushtinê ye dibêje.
Welle xalo ez bi dîtina te ya di televîzyonê da pir kêfxwesh bum. Wek din keda te ya ji bo zimanê kurdî ya li Swêd-ê dilê min rakir ezmana heftan.
Hêvîdar im ku dê xelkê Kurdistan-ê keda te tu carî ji bîr neke.
Her bijî xalê me!
Paytext-Erzingan
Not: Yaw xalo, te chima di wê programê da negot ku paytexta Kurdistan-ê Erzingan e? Ê tabî te sharedariya Erzingan-ê jî bixista destê min dê gelekî bash u xwesh biba ellawekîl :-).