Îro, 15-ê gulanê 78-mîn salvegera derketina kovara HAWAR-ê û Cejna Zimanê Kurdî ye.
Gorrbuhuştê Mîr Celadet Alî Bedirxan, di 15-ê meha gulana 1932-an da li Şamê dest bi weşandina kovara Hawarê kir.
Hawar, berê bi tîpên erebî û latînî derdiket. Û heta hejmara 23-an bi vî hawî dom kir, lê ji hejmara 23-an û pê va tenê bi tîpên latînî derket.
Hawarê, ji 15-ê gulana 1932-an heta 15-ê tebaxa 1943-an bi hin navbir jiyana xwe domand û li ser hev tam 57 hejmar derket.
Di dîroka her miletî da hin rojên girîng û dîrokî hene ku ferdên wî miletî wan rojan tu carî ji bîr nakin.
15-ê gulana 1932-an jî ji bo miletê kurd rojeke wiha bixêr û dîrokî ye, dibê kurd vê rojê tim bibîr bînin û bidin jiyandin.
Di 15-ê gulana 1932-an da Celadet Bedirxan, bi derxistana Hawarê û bikaranîna tîpên latînî ji bo pêşketin û geşbûna ziman û edebiyata miletê xwe gaveke dîrokî avêt, ji bo ziman û edebiyata kurdî asasekî pir saxlem danî.
Û li ser vî bingehê Celadet bedirxan danî, ziman, çand û wêjeya kurdî ji mirinê xelas bû, gîhaşt van rojan.
Ev gava Celedat Bedirxan avêt, bû destpêk û gava pêşî ya ziman û edebiyata kurdî ya nivîsîkî ya bi tîpên letînî.
Di dema Împaratoriya Osmanî da kurd di medreseyan da fêrî kurdî dibûn û bi tîpên erebî dixwendin û dinivîsîn û loma baş xerab dikanîbûn klasîkên kurdî bixwînin.
Lê bi têkçûna Îmaratoriya Osmanî û avabûna Komara Tirkiyê ra kemalîstan di sala 1928-an da elîfba û tîpên erebî rakirin û tîpên latînî qebûl kirin.
Vê yekê derbeyek mezin li ziman û edebiyata kurdî xist û zimanê kurdî kir zimanekî bê elîfba, di dibistanan da elîfbeya erebî rabû û ya latînî jî kurdan adebteyî zimanê xwe nekiribûn.
A Celadet Bedirxan, di demeke wiha girîng da ku miletê kurd ji wasiteya xwendin û nivîsandinê bêpar mabû, kovara Hawarê û elîfbeya kurdî ya tîpên latînê diyarî gelê xwe kir.
Erê berî Hawarê bi derketina rojnameya Kurdistanê hestên netewî di nava kurdan da geş bûbû û çend kovar û rojnameyên din jî(Rojî Kurd, Hetawî Kurd, Jîn)ev hestên netewî geştir û xurttir kiribûn.
Lê ew kovar û rojname hemû jî bi tîpên erebî bûn, kurdan ne dikanîbûn wan bixwînin û ne jî dikanîbûn binivîsin.
Celadet Bedirxan, ev valayî dît û ji bo dagirtina vê valahiyê ket nava xebatê. Piştî xebateke dûr û dirêj elîbeya kurdî bi tîpên latînî û kovara Hawarê diyarî gelê xwe kir.
Bi alfabeya nû ya bi tîpên latînî ji bo miletê kurd, ziman û edebiyata kurdî serdemeke nû dest pê kir, deriyekî nuh vebû.
Hawarê ji bo pêşketin û geşbûna ziman û edebiyat akurdî roleke pir girîng lîst, bû weke şoreşeke mezin û hemû bend û astengên li pêş ziman û edebiyata kurdî têk bir.
Celadet Bedirxan, ne tenê kovara Hawarê û elîfbeya bi tîpên latînî diayrî gelê xwe kir, wî her wisa bingehê rêzimanê kurmancî jî avêt, bi van berhemên xwe gelê xwe kir xwedî elîba û gramer.
Vana xebatên pir û pir hêja û mezin in, heger ev berhem tunebûna nuha rewşa miletê kurd gelkî aloztir bû.
Loma jî kurd çuqasî sipasdarê Celadet Bedirxan bin jî hindik e, ew hêjayî her babet hurmetê ye.
Celadet Bedirxan, di pêşgotina Hawarê da dibêje:
”Hawar dengê zanînê ye. Zanîn xwe nasîn e, xwenasîn ji me re rêya felat û xweşiyê vedike. Her kesê ko xwe nas dike, dikare xwe bide naskirin.
Hawara me berî her tiştî heyîna zimanê me dê bide naskirin. Lewma ko ziman şertê heyînê ê pêşîn e.”
Gelek sipas ji bo van gotinên giranbuha.
Lê ev tiştê ku Celedat Bedirxan 78 sal berê fêm kiriye û loma jî girîngiyeke pir mezin daye zimên û berhemên bi kurdî, gelek serok û ronakbîrên kurd îro jî ev yek hîn fêm nekirine.
Ew hîn jî weke siyasetmedar û ronakbîrên tirkan ji ziman û edebiyatê tirkî ra bi dil û can û şewqeke mezin xizmetê dikin.
Gelek sipas û mala Celadet Bedirxan ava ji bo ku wî girîngiya zimên û kêmasiya miletê kurd di wextê da dît û deriyê zanîn û ilim li ber gelê xwe vekir.
Gorra wî buhuşt be...
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar