11 juni 2009

Dar û bivir...

Ez dizwazim îşev berî raketinê ji kitêba xwe (Antolojiya çîrokên zarokan) ji we ra xemîşokekê/çîrokekê bibêjim.
Ji zûda ye hûn ji zaroktiya xwe dûr ketine û we li xemîşokan guhdarî nekiriye.
Xemîşoka ezê ji we ra bibêjim, weke min got ya zaroka ye, lê mezin jî dikanin gelek ibretan jê bigrin û gelek tiştan jê fêr bibin.
Jixwe xemîşok jî ji bo ku di pêşerojê da zarok li hember zorî, zahmetî û kemînên jiyanê şiyar û bi tedbîr bin, zû bi zû neyên xapandin hatine gotin.
Yanî derseke jiyanê ya destpêkê ye...
Xamîşokên me yên gelkî xweş û dersdar hene lê çi heyf ku pêşiyên me di “zaroktiya” xwe da ji wan dersên baş negirtine.
Belê ez nuh ez dikanim dest bi xemîşoka xwe bikim.

Dibêjin rojekê êzingvanek çû daristanê, ji bivirê xwe ra ji daran doxek xwest, xwest dar doxekê bidin bivirê wî.
Bi zimanekî şîrîn ji daran ra got:

-Gelî darên xweşik û comerd, wek hûn dibînin bivirê min bê dox e, ez rebenê Xwedê nikanim pê karekî bikim. Ez hatime ba we ji bo ku hûn dareke biçûk bidin min, ezê ji bivirê xwe ra bikim dox.

Dara çamê ji darên din ra got:

-Daxwazeke maqûl e. Tenê ji bo bivirê xwe doxeke biçûk ji me dixwaze. Bi baweriya min ji bo me şermeke mezin e em qedrê wî negrin û doxekê nedinê. Û jixwe camêr ji me tiştekî zêde jî naxwaze, here-were ji bo bivirirê xwe doxeke biçûk dixwaze.

Dara çinarê ya herî mezin got:

-Rast e, xwe li me girtiye hewqas rê hatiye, li me qesirîye, lema jî dibê em qedrê wî bigrin, doxekê bidinê. Bi dayina doxekê ne em zirarê dibînin, ne jî diqedin. Dibê em vê çêyê bi êzingvan bikin, camêr destvala venegerînin.

Çend dar li dij rabûn, gotin dibê em tu dox moxan nedinê, feqet gotina wan pere nekir. Piraniya daran li hev kirin, gotin dibê em doxekê bidinê, êzingvan destvala venegerînin, tiştekî wiha ji bo me şermeke mezin e.

Dûra jî destûr dan êzingvan ji bo ku ji doxa bivirê xwe ra dareke biyê ya biçûk bibire.

Lê piştî ku êzingvan ji bivrê xwe ra dox çêkir, raste rast berê xwe da dara herî mezin, dara çinarê û berî hemûyan bi biviran bi wê ket, ew wergerand erdê.

Dema daran dîtin ku nêta êzingvan çi ye, hemûyan keserek kûr kişandin û ji xwe ra gotin:

-Me çewtiyek pir mezin kir ku me dox da bivirê wî. Heger me aqil bikira, dox neda bivirê wî, wî yê jî nuha nikanîbûya yeko yeko em wergerandana erdê. Lê me bi destê xwe, xwe ji bivirê wî ra kir dox, ji bo ku dûra me bibire.

Weke darên vê xemîşokê, pêşiyên me jî bi destên xwe dijmin li welatê xwe bicî kirin û nuha jî dikin nakin nikanin derxin...

3 kommentarer:

  1. Xalê Zinar, ev chîrok pir rindik u xashik bu. Kurmanciya chîrokê jî pir kêfa min anî. Ez dixazim royekê weku te bi kurmancî rind xa îfade bikim. Ez niha royekê da dehe seetan kurmancî hî dibim. Heger xadê berde ezê heta mehekê pir pêshta herim. Teshekur seba kurmanciya te xalo!
    Paytext-Erzingan

    SvaraRadera
  2. Xalê Zinar, ev chîrok pir rindik u xashik bu. Kurmanciya chîrokê jî pir kêfa min anî. Ez dixazim royekê weku te bi kurmancî rind xa îfade bikim. Ez niha royekê da dehe seetan kurmancî hî dibim. Heger xadê berde ezê heta mehekê pir pêshta herim. Teshekur seba kurmanciya te xalo!
    Paytext-Erzingan

    SvaraRadera
  3. Xalocan,

    Te rast gotiye, heger me ev tirkên dolheram bernedaya welatê xwe, me yê bi sedan salan ev zilm u zordarî nekishanda.

    Lê em heman tishtî ji bo zimên jî dikarin bibêjin:

    Heger me zimanê xwînmijên me tirkan tirkî nexista devê xwe, dê îro kurdî li ber mirinê cankêshî nebuya.

    Yên ku zimanê tirkî xistin nav dev u mêjiyê miletê kurd jî, partî, siyasetmedar u ronakbîrokên rezîl u sextekar in.

    Derewkarî ji xwe ra kirine qibleya jiyanê u dibêjin: Ji bo ku milet ji me bash fam bike me bi tirkî kiriye. De were ji kerê meleyê gundê me wekî mînak nede!
    Kuro, lawo, yên ku di mektebên dagirkeran da mêjiyê xwe dane shushtin u bi kompleksa xwe ya shexsî u mîllî dixwazin bibin tirkê herî saxlem hun bixwe ne, ne miletê kurd. Miletê kurd ji vî zimanê bênamusan peyvek jî fam nedikir. We bi xwe wekî ajanên MITê miletê kurd asîmîle kir. Ango yê kurdî nedizaniya u nizane hun in, ne miletê kurd e!

    Hê îro jî qasî giramekê rewsh neguheriye. Di cejn u festîvalên kurdan da camêr terin bang li nîvanên bi tirkîbêj dikin u pênc qurush qîmetê jî nadin nivîskarên kurd yên ku bi shev u roj ji bo vî zimanî jiyanê li xwe diherimînin!

    Ez dibêjim, kesên ku li hemberî kurdîbêj u nivîskarên zimanê kurdî wilo tevdigerin, rasterast ajanên dewleta tirk in u dixwazin kurdî rojek zutir bikujin. Her weha yên ku pirtukên wan dikirin, qîmetê didin wan jî di heman kategoriyê da ne. Divêt di mirov da hinekî sherm u edeb hebe!

    Rêz u rêzdarî

    Tîrê Qersê

    SvaraRadera

PARVE BIKE