30 november 2020

Sews îro gihîşt Stockholmê

 


Îro dîyarîyeke li ber dilê min pir bi qîmet ji min ra hat. Nivîskar, abûqat û şairê hêja Necat Zivingî kitêba xwe SEWS îmze kiriye û ji min ra şandiye.

Him ji bo ku kitêbeke wiha li kitêbxaneya min zêde bû û him jî Necatê hêja tiştên ji bo min gotine, ez gelkî kêfxweş û dilşa kirim.

Gelek sipas ji bo wan gotinên wî yên wefadar û qedirşînas. Ez pê serbilind bûm.


Necat Zivingî, merivekî xwedî gelek huner, marîfet e û mezîyet e; edîb e, sosyolog e, abûqat e û şairekî dilzîz e. Xwedî qelemeke pir xurt e. Li Zanîngeha Mêrdînê lînsansa bilind kiriye. Xortekî 38 salî ye, lê hewqas zanîngeh qedandine û hewqas huner û mezîyet e.


Necat Zivingî merivekî ji edebiyatê, ji felsefê, ji şiîrê, ji peyva xweş hez dike û ew bi xwe jî çi bibêje, li ser çi binivîse jî pir xweş dibêje û dinivîse.

Ev qabîlîyet û mezîyet nabe nesîbê her kesî.

Qelama wî pir xurt e, bi gelek beşên edebîyatê ve mijûl e, dinivîse.

Zivingî him şair e û him jî şiîrê pir xweş dixwîne. Bi taybetî jî dema şiîrên kilasîk, yên Melayê Cizîrê dixwîne, meriv mest û sermest dike. Dengê wî jî bi qasî qelema wî xurt û bi bandor e.

Şairekî îdolê xorta ye. Meriv ji dengê wî têr nabe. Di şevbêrkên şiîrê da cimata wî tim şên e.

Li gel van qabîlîyet û hunerên wî, alîyekî wî yên din jî heye pir kêfa min jê ra tê, ez pir jê hez dikim; ew jî rastgoyiya wî ye, hîle, xurde, çiv li balê tuneye.

Ez şairê hêja ji nêz va nas nakim, heta nuha koça me rastî hev nehat, mer û bi rû hev nas nekir. Lê ev çend sal in di medyaya sosyal da bi qasî min nas kiriye camêrekî rastgo ye û ji merivên rast û rastiyê hez dike. Tu carî ji gotina rastiyê natirse. Rastiyê, heqîqetê tu carî nake qurbana hevaltiyê, dostiyê.
  
Rastiyê, heqîqetê û berjewendiyên kurd û Kurdistanê tim di ser îdeolojî û siyasetê ra digre. Di mesela biheqbûna şerê azadî û serxwebûna kurdan da tu carî oportunîstiyê û durîtiyê nake, ji rastiyê ra dibêje rast û ji şaşiyê ra jî dibêje şaş.

Li hemberî hêzên dagirker bêtawîz e, dil darekî azadî û serxwebûna miletê kurd e. Li gorî îmkan û şertên xwe vê yekê tim dibêje, di cepheya serxwebûnxwazan da ye, bi tu dagirkerê walatê xwe ra çav qurç nake.

Kesên wiha rastgo, ne oportunîst, kesên çavên xwe ji şaşiyên hevalên xwe ra nagirin kêm in.

Lema jî bi dostî û hevaltiya şair û edîbekî wiha hêja, şexsekî xwedî van mezîyetên baş û exlaqekî paqij pir kêfxweş im.




Stêrka erdê

li kêleka wê deryayê
serê wî girî
te bised hezaran stêrkên li asîmanan nîşanî min dida
lê min a erdê
bi asîmanî neda
dema min serê xwe bilind kir jî
Ji tilîyekê wêdetir
tiştekî din nedît.

Dilê penaber

keştiyek nema ku min ne sota
piştî berê xwe da rojavayê
min agir bi hemî welatan xist
xweliya wan jî da ber bayê
ji derve firehtir hundirek hebû
ku bi tu herf û gotinan nayê
dilê min teyrek bû tim bask lê dida
min digot di ti welatan hilnayê
hat li dilê te ew bû penaber
kir hêlina xwe û jê dernayê

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE