31 mars 2020

Lawkê min bi şev hato min nas ne kir


-Ava Şetê Cizîra Bota avek şîn e
Pêla navê har û dîn e
Were serê xwe deyne ser vê çokê,
ser vî ranî
Me mineta tirş û hinara xelkê nîne.


-Li serê bana nesekine
Kiras dirêj e, çakêt kin e
Ez çavê xwe digerînim, nagerînim
Mehbûbê gundan ez û tu ne.

-Lawkê mi bi şev hato mi nas nekir
Bi roj di ber mi ra bihurto mi poz pê nekir
Xwe bi ser darê çapiliyê da kul û mitale kir
Ji wî wetnê mi ji muhba dila hez nekir
Mi sozek dabûyê pere nekir.

-Li havînîkê negere bi şîranî
Ezê diakê bikim ji Pêxember, ji Rebê banî
Xwedê miradê miradxwaza bike,
gundî, cîran tev bêjin amîn.

-Dêrka Hemko agir pê bikevê bi mêrg û kanî
Lê diçêrine kihêl û cahnî
Mi kir û nekir, mi ji kopek û mirdarê mêrê pîs
çare nekir
Mi ser dilê xwe da kir fîncanek jahra silêmanî.


///Ji Zargotina Kurdên Sûriyê
Amadekar Celîlê Celîl

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE