27 december 2019

Riya me dirêj kişand lê hindik ma




Hin rê dirêj in, hin rê kin kin. 

Rêwîtiya riya kin, zêde najo, zû diqede. Meriv hew dibîne rê qediya, meriv gihîştiye hênîya xwe.

Rêwîtiya riya(rêya) dirêj, pir dikşîne, meriv dihere û dihere rê naqede, meriv nagihîje hênîya xwe.

Lê belê riya neqede tuneye, rê çiqasî dirêj û asê be jî dawiyek wê heye, demek tê meriv digihîje hêniya xwe, hedefa xwe.

Riya me kurdan ji bo ku riyeke dûr û dirêj bû, pir dirêj kişand, rêwîtiya me bi rastî jî pir ajot. 

Em pir meşiyan, em pir ketin û rabûn. 

Em ji gelek çiya û baniyan, ji gelek gelî û newalan, ji best û çeman derbas bûn.

Em şil bûn. 

Em qefilîn. 

Em birîn bûn. 

Em nexweş ketin. 

Lê em nemirin.

Me dev ji rêwîtiya xwe berneda.

Me rêwîtiya xwe dom kir.

Çimkî rêwî bi biryar bûn, gotibûn rê çiqasî asê û dirêj be jî emê xwe gigihînin dawiya wê.

Lê em nêzî dawiya rê bûne, reşikayiya, sîlueta hêniya me, hedefa me êdî ji me ve xuya dike.

Dibê em hinekî din bimeşin, hinekî din xwe biwestînin. 

Me riya pir û asê li dû xwe hîşt…

Hevalên baş û xerab me di vê riyê da nas kirin.

Bi rê da hink westiyan. 

Hinek ji me veqetiyan û çûn malên xwe.

Hinek çûn bûn hevalên neyarên xwe.

Lê piranî bi bawerî, bi ezm û bi canfîdayiyeke mezin riya xwe didomîne.

Ev karwan ewê bigihîje hedef û hênîya xwe… 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE