31 augusti 2018

Li mala me şerê bi mêş û kelmêşan ra berdewam e

Mêşkuja xanimê


Îsal pê da ye li mala me şerê xanimê û mêş û kelmêşan berdewam e, herdu serî jî teslîm nabin, bi înad li ber xwed didin.

Ji ber ku hewşa me hişnayî ye û sê darên me yên fêkî û du darên kajê (çamê) hene û der û dora me jî hemû dar û hişnayî ye, tu bibêjî, nebêjî hinek mêş û kelmêş hene. Û dema em derî û pacan vedikin carnan tên hundur, ji xwe ra li nêçîra xwe digerin.


Mêşkujeke xanimê heye, li mitbaxê bi darda ye, dema mêşek, kelmêşek rêya xwe şaş dike û tê hundur, xanim di cî da radihîje sîleha(mêşkuja) xwe û di şerpîne; şîrp û bere şîrp. Ya dikuje ya jî birîndar dike, dike term û di erdê ra dike.



Derba wê hema hema tu carî li fûtê naçe. Heger ji ber nerevin û ruhê xelas nekin, sedîsed tên kuştin. Û êvaran jî bi serbilindî çend mêş û çend kelmêş kuştine dibêje.

Lê çend heban bikuje jî, roja din dîsa tên, ne ew diqedin û  ne jî xanim diweste. 

Herb bênabên berdewam e..

Ez dibêjim xanim, tu yê seqetiyekê çê kî, tu yê cam mamên me bişkînî. Dibêje ez zanim li ku dixim.


Diyar e nîşangiriya xwe pêş da biriye. Tu dibêjî belkî çûye qursa nîşangiriyê, tim ya li hedefê ya jî li der û dorê dixe. Lê tu carî seqetiyekê çê nake. Hêvî dikim ji nuha û pê da jî zirarekê nede me.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE