04 augusti 2018

Destê pîrebokê di boyaxa min da ye...



Qey destê ”pîrebokê” di nava boyaxa me da ye, ev çend roj in boyax dikim û boyax dikim, dera mmin boyax nekir nema, lê boyaxa min naqede.

Her ku ez boyax dikim, tê dizê

Min lîtirik boyaxa spî, nîv lîtir boyaxa astar û nîv lîtir jî boyaxa reş kirî.

Ev du hefte ne cî nema min boyax nekir, lê naqde.

Îcar ji ber ku naqede xanim jî tim karekî nuh, dereke ez boyax bikim ji min ra dibîne.

Dema ez boyaxa wir diqedînim, dibêje:

-Boyax qediya ?


Ez jî dibêjim na, ”hîn hinek di binî da maye.”  

Li ser vê dibêje:

- Ê wê çaxê xêra xwe vira jî bike…

Ez ”wira” diqedînim”, dîsa dipirse. 

Dîsa dibêjim na, neqidya, hinek di binî da maye…

-Ê wê çaxê xêra xwe çend firça di vir jî  bide…

Bi vî hawî ev çend roj in ez çend firçan di vir didim û çend firçan di wir dim.

Lê ne boyaxa min diqede û ne jî karê min.

Ji bo karê min biqede, dibê boyax biqede… 

Ez hal de katim.

Îro piştî min çironek û perwazê  embara pêşî malê boyax kir, xanimê dîsa pirsî, got ma bû çi, ev boyax neqdiye?

Min got na weleh hîn hink maye. Got wê demê destê ”pîrebokê” di boyaxa me da ye…

Bi rastî jî boyaxa me tê za…

Ji pîrebokê”ra li hin herêmên din dibêjin “cadû, pîra sihêrbaz.” Di gelek xemîşokên/çîrokên zarokan da pîrebok heye û tim jî xerabiyê dike.

Li Wêranşarê gava pîrekan nan lê dixistin û hevîrê wan zû nediqediya, digotin weleh “destê pîrebokê” ketiye hevîrê me, bi hevîrê me bûye, lema bi bereket e, naqede.

Li gorî baweriya gel “pîrebok” him pîreke, cineke  xerabiyê bi zarokan dike, di şefên tarî da, li derên xewle însên, bi taybetî zarokan  û pîrekên çelîn ditirsîne. Yanî pîrebok li gorî baweriya gel semboleke, xeyaleteke xerabiyê ye û tim xerabiyê dike.

Lê di eynî wextê da destê wê(pîrebokê) bi çi bibe bereketa wê xwarinê, wî tiştî zêde dibe. 

Diyar e destê wê bi boyaxa me bûye, lema jî ev du hefte ne ez boyax dikim û boyax dikim naqde. Gelek spas pîra pîrebok…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE