Min Mihemd Ronahî çend sal berê, ez dibêjim 6 sal berê bû, cara
pêşî li Amedê dît û ev risim girt.
Piştî 30 sal sirgûn ez nuh vegeriyabûm welêt, nuh diçûm û dihatim. Cara pêşî di sala 2010a da vegeriyam. Ev cara min ya sisiya bû. Li Diyarbekrê li ba dêya xwe dimam.
Diyarbekir ne Wêrtanşar bû, ne min kes nas dikir û ne jî min zanîbû bigerim. Bi texsiyê diçûm her derê. Bajarê xerîb sebra meriv lê nayê, çend hevalên min nas dikirin hebûn, diçûm dîtina wan, bi wî hawî min rojên xwe derbas dikir.
Min û Emer Faruk Baran ji zû da hev nas dikir, hîn di wexta
ew li Stenbolê xwendevan bû xwendevanekî sadiq yê bloga min bû û carinan jî
şiroveyên pir bi aqil dikir.
Kêfa min jê ra dihat, li Diyarbekrêî dima, me yê hevdu nas bikira. Edresa Weşanxana Ronahîyê da min, wê demê li wir bi Mihemed Ronahî ra dixebitî.
Kêfa min jê ra dihat, li Diyarbekrêî dima, me yê hevdu nas bikira. Edresa Weşanxana Ronahîyê da min, wê demê li wir bi Mihemed Ronahî ra dixebitî.
Me li wir hevdu dît û piştî bîstek sohbet em çûn qahwê. Min wext dabû Funda Dalgali jî, ew jî hat wir û me bi wî hawî hev nas kir. Wê rojê berî em rabin Mihemed Ronahî du kitêbên xwe jî(Daristan û Bendewarên Adarê)dan min. Lê îmze nekirine.
Ez ji bîr nakim, wê rojê zêde pas nedibû min. Ne neheq bû, em xerîbê hev bûn.
Lê dîsa jî dilê min keliyabû ser ser. Ez vî rismê wê rojê diyarî biraziyê xwe Mihemed Ronahîyê yê kurd û bi namûs dikim.
Yaho ev înternet deryaye, bîreke bêbinî ye, her cara di
telefonê da bêhemdî destê min li derekê dikeve bi sedan tişt derdikvin hemberî
min. Heger ne bi milyonan be jî, bi sedhezaran fonksiyon û tişt hene meriv kane
bi kar bîne. Lê ez ji tirsa tavilê digrim.
Hinek oportunîstiyê dikin nabêjin, lê ez eşkere dibêjim, yên
bi tirkî dinivîsin alîkariya asîmîlasyonê dikin. ez qala cahil mahilan nakim,
kesên zana, alim, li gel ku zanin zirarê didin kurdan , bi nivîsîn xwe kurdan
dihewisînin tirkî, lê dîsa jî bi tirkî dinivîsin. Çimkî bi qasî ji tirkî hez
dikin ji kurdî hez nakin.
Kek Zinar ez şopînerekî nivîve Bloga te û twittera teme. Ev bû 3 sal min destpê xwandina nivîsê te kir. Te hanî zimanê min, min da hizkirin. Berê nasîna min hemû tirkî xeberdida û dinivîsî. Her roj min Rojnivîska xwe da 3 rûpel bi tirkî dinivîsî. Her roj min Twitter û Facebookê da dehan nivîs û şîrove ye tirkî Parve dikir. Anha ev 3 - 4 sale ez sedî/85 e nivîse xwe zimanê xwe yê zikmakî dinivîsînim û Parve dikim. Ku derê kurdekî bibînîm jêra Kurdî xeberdidim. Ev tişt saya nivîsê te û şîretê tê pêk hat. Mixabin ezê van roja têkevim Girtîgeha dagirkeran. Ezê birayê xwe ra bêjim bila nivîsê te yê nû bîne ji minra bişîne. Ji boy hertiştî spas. Twittera min e nû @KurdChinaski
SvaraRaderaDen här kommentaren har tagits bort av skribenten.
RaderaBirayê ezîz, vê şiroveya te him ez kêfxweş kirim û him jî xemgîn.
RaderaKêfxweş bûm, ji ber ku min bi nivîsên xwe tesîreke pozîtîf li te, li kurdekî kiriye.
Xemgîn bûm, ji ber ku tu, kurdekî din jî ewê têkeve zindana dagirkeran.
Mixabin heta em wek milet bindest bin halê me ewê tim ev halê perîşan be, dijmin kînga bixwaze ewê li husuyê me siwar bin û me bavêjin zindanan.
Hêvî dikim dema êsîriya te ne dirêj be û piştî demeke nêz ez dîsa şiroveyên te bixwînim...
Ez hevparê êşa te me...
Xemgîn nebe keke min. Cezayê min hatiye birîn 4sal 8 mehe. Wextê zû bê û here. Ez 24 salî me. Ji boy min tu qe netişteke. Ezê heta hebim ji boy gelê xwe bixebitim û ez qet carekî dest bi xeberdan û nivîsandina zimanê xwe yê zikmakî bernadim. Xwedê kêmasiya nivîskarê wek te nîşanê me nede. Her hebin û her bijîn. Carekedin ji boy her peyvê tê nivîsîye spas dikim.
RaderaMin nizanîbû tu hewqasî ciwan î xortê hêja, tu di temenê neviyê min da ye.
RaderaLê zulm zulm e, dixwaze bira meriv xort be, ya jî kal û pîr be ferq nake.
Bimre dakirkerî !
Bijî azadî û serxwebûn !