29 maj 2011

Gur û ker

Dibêjin carekê li perê gundekî gurek rastî kerekê hat. Gur dema çav li kerê ket, tama devê xwe xweş kir û ji kerê re got.


- Ezê te bixwim.


Kerê tirsa xwe neda der û bi dengekî sakin got:


- Tu rast dibêjî?


Gur got:


- Helbet ez rast dibêjim. Ma heta nuha te dîtiye ku min henek kiriye?


Kerê got:


- Wê çaxê rica min ji te, min li vê rastê nexwe. Li vir her kes dikane me bibîne. Jixwe berê navê te li dinyayê bi harî belav bûye, îcar dema li vê rastê jî tu min bixwî ji te ra ewê qet ne baş be.Ya çêtir ew e ku em herin nav daristanê, li wir min bixwe. Lê bira tu carî neyê bîra te ku ez dixwazim te bixapînim. Û ji bo ku tu ji min baş bawer bikî a ji te ra vî hefsarê min baş li dora hustiyê xwe bipiçikîne û dû ra jî bi kurtanê min ve girê bide. Ezê te bibim dereke xalî û sakin. Li wir tu dikanî bi kêfa dilê xwe min bixwî.


Pêşniyara kerê ket serê gur. Rabû hefsarê kerê baş li dora hustiyê xwe gerand û dû ra jî bi kurtanê wê ve girê da. Dema kerê bala xwe dayê ku gur baş bi kurtanê wê ve hat girêdan ji gur ra got:


- Nuha tu dikanî bi dilekî rehet bidî dû min.


Gur bi hêrs û bi dengekî jixwbawer got:


- Zû min bibe wê dera xalî û sakin! Ji birçîna dilê min dixerbile.


Kerê got:


- Ser serê min, hema tu emir bikî!


Û kerê dû ra jî rasterast berê xwe da gund, mala xwediyê xwe. Dema ew nêzî gund bûn, gur li kerê ket şikê û bi hêrs jê re got.


- Ev rê ne riya daristanê ye, riya gund e. Tu min dibî gund.


Û dû ra jî xwest bi diranên xwe yên wek şûran hefsêr biqetîne û xwe xelas bike.


Lê kerê bi zimanekî şîrîn jê ra got:


- Tu şaş î mamê gur, ez te di vê xaçeriyê ra dibim ji bo ku em zû bigihîjin nava daristanê.


Gur hîn dixebitî ku hefsêr biqetîne, kerê hema da çargaviyan û gur li dû xwe kişand, heta ew bir nava gund. Gur hew carê mêze kir ku wa ye li ber deriyê xwediyê kerê ye. Gurê me kir nekir, nikanîbû xwe xelas bikira. Xwediyê kerê, jina wî û hemû zarokên wan ji bo ku kera xwe xelas bikin bi hev re êrîş birin ser gur. Ji zarokên wan yekî, kêrek mezin avêt jê de. Şansê gur hebû kêr lê neket, çû li hefsarê hustiyê wî ket û hefsar qetiya. Bi qetandina hefsêr ra gur baz da û ji mirinê xelas bû…



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE