10 januari 2010

Rexneyek li "psîkologekî" kurd

Ez bîstek berê di malpera Ceylanpinara.com da rastî nivîseke "psîkologekî" kurd hatim.
Navê wî û Lewendî(Mahmût Pakdemîr) eynî ye, yanî herdu jî Mahmût Pakdemîr in.
Bi îhtîmaleke mezin ewê merivê Lewînde be.
Lê diyar ji Lewendî qet tiştek negirtiye...
Lewendî, ji bo ku kurd bi kurdayetiya xwe bihesin bi şev û roj dixebite, dixwaze ji bo gelê xwe bibe çira û find û rê nîşanî wan bide, lê "psîkologê" me jî nasnameya kurdbûnê weke "qilêrê" dibîne, dixwaze kurd xwe ji vê "qilêrê" bişon."
Min ji Mahmût Pakdemirê "psîkolog" ra nameyek nivîsî û şand. Malperê nivîsa min biweşîne ya na, ez nizanim.
Ez nivîsa xwe li jêr pêşkêşî we xendevanan dikim.

Merheba xortê delal
Min nuha nivîsa te xwend.
Te di nivîsa xwe da gotiye,"Esas min tu carî ji gotnên weke nasname û statuyê hez nekiriye."
Maneya van gotinên te ew e ku tu, tu carî ji kurdbûna xwe ne razî yî, tu dixwazî kurdbûna xwe veşêrî û jê xelas bibî.
Loma jî tu kurdbûna xwe weke "qilêreke” ku dibê tu bişo û jê xelas bibî dibînî.
Heyf, tu bûye ”psîkolog” lê te ji psîkolojiyê tiştek fêm nekiriye. Kesên psîkolog ji ber ku bi însanan ra mijûl dibin dibê civatê baştir nas bikin, rastiyan baştir bibînin û qebûl bikin.
Lê tu zanîna xwe ji bo înkarkirina eslê xwe bikar tînî, tu tirsa xwe bi demagojiyê vedişêrî.
Tu dixwazî ji kurdbûna xwe xelas bibî.
Loma jî tu bênasnemebûnê weke sadebûnê diparêzî, tu dibêjî, ”meriv çuqasî sade be hewqasî ji qilêrê pak dibe.”
Ji bo ku tu reva xwe ya ji kurdbûnê bi heq nîşan bidî, tu demagojiyê dikî, tu li dijî nasnameyê derdikvî.
Însan bê nasname tuneye. Her însan weke ferdê miletekî tê cîhanê, ev nasnameyeke netewî ye.
Însan nikane vê nasnameya xwe înkar bike, ne rast e înkar bike, yê înkar bike bi gotina yên berê, ”heramzade”ye.
Meriv di rêzên te da wê tirsa te ya ya kurdbûnê dibîne. Bi îhtîmaleke mezin tu kurdayetiya xwe li hember qariyer û meqamê xwe weke kelem û astengekê dibînî.
Ji bo ku tu ji vê ”kelem û astengê” rizgar bibî, loma jî tu ji xwe ra teoriyên vala çêdikî û li dijî ”gotina nasnameyê” derdikvî.
Lê tu jî baş dizanî ku binîadem bê nasname nabe, her însan xedî gelek nasnameye û nasnameya netewî jî ji viya yek e.
Bi qasî ez texmîn dikim tu kurd î, ji eşîra Keja û ji Qerejdaxê yî.
Ez jî kurd im, ez jî ji Qerejdaxê me.
Lê tu bi kurdayetiya xwe nerehet î, ez rehet im, tu dixwazî kurd eslê xwe înkar bikin, ez dixwazim kurd li kurdiya xwe xwedî derkevin û pê şanaz bin.
Yekî weke te, xwedêgiravî tu bûye "psîkolog" jî dibê rastiyê bibêje, riya azadiyê nîşanî gelê xwe bide.
Lê tu riya "înkarê" diparêzî, tu nasnameya netewî, weke "qilêrê" dibînî û tu dixwazî hemû kurd xwe ji vê ”qilêrê” bişon.
Heyf, li ser kaxetê tu bûye "psîkolog" lê di rastiyê da te însaniyeta xwe wenda kiriye.

1 kommentar:

  1. Sıyın Zinarê Xamo kir dediğimde ve kimlik yada statü bunu kürtlük olarak algılamanız gerçekten çok enteresan.
    Eğer bana mahmut pakdemir dediyseniz ve bu isminde olan bir başka kişiyi da tanıyorsanız o size ne kadar gerçekse benimde o kadar gerçek olduğumu bilmenizi umardım ama malesef sadece umuyorum.

    Keni öyle kelimelerle ele almışsınız ki ve öyle belirlemelerle algılmaışsınız ki cidden hala şaşkınlığımı üzerimden atamadım.

    Kanımca siz bizim bölgede değilsiniz ve hatta yıllar olmuş bu bölgeden gideli. Şunu belirtmek isterim ve hiç bir zamanda bunu söylememiştim size bazı şeyleri algılatmak adına. Benim yaşımdaki bir çok kürt genci (ben bu arada 25 yaşındayım): okuyunca batıda yada ister bölgede her zaman kendi doğdukları orjinden uzaklaşmaya çalıştılar. Ama ben nedense yapamadım hatta nefret ettim. şimdi Van'dayım ve çalıştığım ilçe -22 derece eminim siz benden daha zorluk çekmişsinizdir. Buna eminim ama eğer bu kadar kelimeyi bir psikologa söylüyorsanız sizinde empati yeteneğinizin çok gelişkin olması gerekir. Ben kürtlüğümden utanmadım ve hiç bir zaman kir olarakta görmedim belki başka bir şey olsaydım bu olmazdım sadece benim algılatmaya çalıştığım psikologluk, yazarlık, erkeklik, kadınlık, askerlik, başbakanlık, vs. vs. bu gibi statü alanlarının insanın ön plana çıkarmaması gerekmesiydi. Bunu ben kirlilik olarak görüyorumalanlarının insanın ön plana çıkarmaması gerekmesiydi. Bunu ben kirlilik olarak görüyorum.


    Ve korktuğumu söylemişsiniz ankarada nelere maruz kaldığımı görseydiniz beni algılardınız. hem korkmak yada korku neden bu kadar aşağalık bir şey onuda anlamış değilim, insanız insan korkmak yada korkmamak bize özgüdür.


    Size nasıl bir cümleyle yaklaşacağımı şaşırdım umarım yaklaşımınız iyi niyetlidir.

    (şirove min ne bi Kurdî bû, min go tergî zimanê Kurdî bi psîkologik mina mın krej û tirsonek bila pis ne be)

    11 januari 2010 13.43

    SvaraRadera

PARVE BIKE