28 april 2018

Ka werin vê nivîskara 7 salî nas bikin

Foto ji bloga Perxudresê hatiye girtin


Ez îro bi xêra rojnamevan û blogerê zîrek Emer Farûk Baran rastî hevpeyvîna nivîskareka kurd ya pir îstîsna û mezin hatim. Nivîskareka bi temenê xwe biçûk, lê belê bi aqil, bi gotin û karê xwe mezin.

Gelek tiştên xerîb û xweş di tûrikê Emer Farûk Baran da hene, min nizanîbû, carnan bi tesadufî wiha lê rast têm. 

Navê vê nivîskara kurd ya pir îstîsna/taybet, ez di cî da bûm heyranê wê, Hîva Yuce ye û tenê 7 salî ye. 

Navê kitêba wê ya pêşî,  ”Reqên Zeryayê û Çîroka Wan” e û di sala 2015a da ji alî Weşanxaneya Hîva ve hatiye weşandin. 

Kitêb bi kurmancî ye û 16 rûpel in.


Emer Farûk Baran hevpeyvîn 3 sal berê, di sala 2015a da pê ra kiriye. Yanî Hîva Yuce xanim nuha 10 salî ye.

Gelo heta nuha hin kitêbên din jî nivîsîne ya na ez nizanim. Lê pir meraq dikim. Hêvî dikim dev ji nivîsandinê bernedabe.


Qet nayê bîra min di jiyana min du tu nivîsekê, tu hevpeyvînekê tesîreke hewqasî mezin li min kiribe û bi xwendina nivîsekê ez hewqasî kêfxweş, kelecanî, peroş bûbim.

Hîva Yuce di hevpeyvînê da dibêje ew di 3 saliya xwe da fêrî xwendinê bûye û di 5 saliya xwe da jî dest bi nivîsandina çîrokan kiriye û kitêba xwe jî di hefteyekê da nivîsî ye.

Her çiqas Hîva Yuce zarokeka 7 salî ye, lê belê pir bi aqil û jîr e û meriv vê yekê di bersîvên wê da dibîne. 

Emer Farûk jê pirsiye:
”Ji nivîskaran her dipirsin,’’Tu çima dinivsînî?’’ Bersiveke te heye bo vê pirse?
”Hîva Yuce: Pirtûk xweş in, em di pirtûkan de tiştan hîn dibin. Ne wisa? Ji bo viya ez dinivîsim.”

Bersîveke ji viya xweştir nabe. Zarokeka 7 salî bersîveke hewqasî xweş û mikemel dide vê pirsa zor. Li hemberî vê bersîva fîlozofîk dibê meriv şewqê xwe derxe.

Di hevpeyvînê da gotineka Hîva Yuceyê  ya din jî tesîrek pir mezin li min kir û him jî wek mezinekî min ji civata xwe, ji nezaniya me şerm kir. 

Min dît em kurd miletekî pir paşdamayî ne û nizanin qedir bidin însên û karê kiriye. Hezkirina zarokan, humanîzm, hestên însanî, tefehum li ba me kêm e. Em bîra tiştên baş û muhîm nabin.
 
Hîva Yuce beşdarî Fûarên Mêrdînê û Diyarnbekrê bûye û di herdu fûaran da jî kitêba xwe îmze kiriye. Li ser Fûara Mêrdînê gotiye:

Pir kes nehatibû Fûara Mêrdînê, kesên hatibûn jî ji bo kêfê hatibûn, ne ji bo fuarê. Ji ber vê li Mêrdînê min tenê 2 heb pirtûk îmze kirin. Kes nehat yanî. Li Amedê min 25 heb pirtûk îmze kirin. Li Amedê pirr xweş bû, min pir hez kir, ji bo nivîskaran jî min pirtûk îmze kir.”


Ez ji van gotinên Hîvayê pir dilzîz û xemgîn bûm û wek mezinekî min ji ber civata xwe şerm kir.
Keçikeka 7 salî kitêbek nivîsî ye, ev bi serê xwe bûyereke pir mezin e. Dibê di medyaya rojane û ya sosyal da olan bida. Ji bo îmzekirina kitêba xwe rojekê li fûarê rûniştiye, tenê du(2)kitêban îmze kiriye.
Min him şerm kir û him jî pir hêrs bûm.

Heger ne bi hezaran be jî, bi sedan kurd di ber wê ra derbas bûne, lê du kesan tenê bîr biriye bi vê nivîskara mezin kitêbekê bidin îmzekirin.

Li ba me însaniyet, hestên însanî, kamilî, maqûlî, bîrbirin tuneye. Sirf ji bo xweşkirina dilê wê zaroka biçûk ba jî dibê bi dehan kitêb bihatana kirîn.

Heger li Swêd bûya, swêdiyan bêyî ku bi kurdî bizanibin ewê jê bi sedan kitêb bikiriyana, sirf ji bo ku wek xatira kitêbekê pê bidin îmzekirin. 

Bi sedan kesî ewê bi wê ra risimê xwe bigirtana. Heger meriv fêm bike ew tiştê ewê li ser kitêbê binivîsiya bi serê xwe xatireyeke mezin e.  

Hema sirf ji bo ku ji meriv ra kitêba xwe îmze bike û bi meriv ra rismekî bigre, meriv kitêbeke wê dikire.  

Lê diyar kurd bîra tiştên wiha nabin, yên bîr dibin û qedir û qîmetê didin tiştên wiha di nav civata me da pir kêm in.

Meriv bi NIVîSKAREKA 7 salî çawa kitêba wê nade îmzekirin aqilê min nagre. Ji bo min tiştekî ji Viya xweştir û bextewartir tuneye.

Keçek 7 salî bi kurdî kitêbek nivîsîye û li fûarê kitêba xwe îmze dike û bi sedan kurd di ber derbas bûne lê jê 10 kitêb nekirîne.

Ev bîrnebirin nezanî û cahiliya me nîşan dide, civatên pêşketî, medenî qedir û qîmetê didin zarokên xwe, ji bo zarokên xwe teşwîq û dilşa bikin tu fedekariya nekin tuneye. Lê li ba me kurdan ev yek tuneye. 

Civatên qedir nedin zarokên xwe nabin xwedî merivên baş, hêja û mezin. Bexçeyê tu baş lê nenêrî fêkî nade, kulîkên rengorengo venake…


Dibê ez dê û bavê Hîvayî pîroz bikim, ji bo ku ev perwerde û bixwebawerî dane keça xwe.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE