14 mars 2018

Tesadufek û xwendina Daristana Mihemed Ronahî -2-



Di çîroka ”Sinc” da nivîskar qala evînek platonîk dike. Dilê dara sincê dikeve keçikeke bi navê Salîha.

Gundekî Kanîreşa qeza Çewligê bi navê Kevirsorê heye. Li gund tenê çend malên merivên hev dijîn. Ji malan yek jî mala Sofî Hemo ye. 

Bîstanekî Sofî Hemo heye. Bîstan nêzî çemekî biçûk e. Çem ji ber mala Sofî Hemo diherike.
Di nava bîstên da çend darên fêkî û dareke sincê(Sincdar)heye. 

Keça Sofî Hemo Salîha 16 salî, buhar û havînan rojên xweş diçe nava bîstên û pişta xwe dispêre dara sincê û nexşa çêdike. 

Ev yek gelkî kêfa Sincdarê tîne û bi demê ra dibe dildarê Salîhayê.
Lê helbet dar bibin evîndarên mirovan jî nikanin evîna xwe bidin der. Lema evîna Sincdarê jî platonîk e, yekalî ye, haya Salîhayê jê tuneye.

Lê rojek tê Salîha dizewice û berbû tên Salhayê dibin. Sincdar pir xemgîn dibe û
ji kerba evînê di orta havînê da hemû pelên xwe diweşîne û hişk dibe. 

Hemû darên dora Sincdarê û gundiyên Kevirsorê matmayî dimînin, lê ne dar û ne jî gunduyên Kevirsorê tu kes sebebê pelweşîna dara sincê fêm nake.

Di çîroka dara ”Çinarê” da jî nivîskar serpêhatiya trajîk ya jineke bi navê ”Pîra Gulbeyazê” dike.
Her cara Azadê biçûk xawarinê ji Pîra Gulbeyaz ra dibe, Pîra Gulbeyaz ji Azad ra dibêje, ”Ma te Kerîm û zarok bi rê da nedîin ?”

Pîra Gulbeyaz ji Soveyetê ye, azerî ye. Sala 1946a li Kurdistana Rojhilat piştî têkçûna Komara Kurdistanê Mele Mistefa Barzanî û 500 pêşmerge derbasî nava sînorên Sovyetê bûn û 12 salan li wir man. Pêşmergeyekî Barzanî bi Gulbeyaza sêwî ra, dê û bavê wê di şerê Almana û Soveyetê da hatine kuştin, dizewice. Û sala 1958a dema Barzanî vedigere, Gulbeyaz û du zarokên xwe jî bi mêrê xwe ra tê Kurdistnê û li herêma Barzan bi cî dibin. 

Gulbeyaz fêrî Kurdistanê dibe, du zarokên din jî tîne û dibe dayika 4 zarokan. Lê di sala 1983a da di enfala kurdan da dewlet mêrê Gulbeyazê Kerîm,  çar zarokên wê û du neviyên jî dibin qetil dikin. Wek tê zanîn di enfalê da rejîma Baas ya faşîst heyşt hezar xort û mêrên barzaniyan birin bi hovane qetil kirin. 

Gulbeyaz di zaroktiya xwe da dê û bavê xwe wenda kiriye û di Enfala Kurdan da jî mêrê xwe, çar zarokên xwe û du neviyên xwe wenda dike û li ser vê hiş ber dide û bi piranî di hundur qafikê dara çinara di hewşa xwe da jî.

Pîra Gulbeyaz tu carî qebûl nake mêrê wê û zarokên wê hemû hatine kuştin. Ew li hêviye ye ewê rojekê vegerin. Lema jî her êvar nivînê mêrê xwe û zarokên xwe datîne û sibehan jî dihere radike. Wekî din tim dihere dikeve nava dara çinarê.

Pîra Gulbeyaz wek ku dara çinarê dêya wê be pê ra dipeyive, dara çinarê wek dêya xwe dibîne û wer qebûl dike. Bi xêra wê çinarê Pîra Gulbeyaz li ser niga maye.

Ev çîroka Pîra Gulbeyaz ya trajîk rast e. Heger ez ne şaş bim kanaleke telewîzyonê carê hevpeyvînek jî pê ra kiribûn ya jî min nivîsek li ser wê xwend. Yanî min ev serpêhatiya Pîra Gulbeyazê bihîstiye.

Lê Mihemed Ronahî bi vê çîrokê ev serpêhatiya Pîra Gulbeyazê kiriye çîrokeke tarîxî û nemir.

Çîroka ”Behîv” li serpêhatiya keçek gerîlla Rûkenê ye. Rûken di şerkî da birîndar xelas dibe û bi şev dihere dikeve nava rezekî. Di nava rez da dengê girî dibihîze. Dû ra dibîne  yê digrî ne însan e, dareke. Dar tê zimên û bi Rûkenê ra dipeyive. Rûken sebebê giriyê darê dipirse.

Dara”Behîvê” dibêje salek sar û serma, berf û tozan bû, kurmekî ji min rica kir ez wî wê zivistanê bihewînim û ji mirinê xelas bikim. Dilê dara behîvê bi kurm dişewite û digre nava xwe.

Lê dû ra kurm dernakeve û bi hezaran kurm çê dike û ew jî bi hezaran kurmên din çê dikin û bi wî hawî kurm darê qewar dikin û tînin ber ketinê. Behîv ji Rûkenê ra dibêje ji derve xuya nake lê kurman hundurên min vala kirine, ji derve xuya nake, lê hundurê min vala ye. Berê tu ba û bahozan nikanîbûn bi min, lê nuha ji ber ku hundurê min vala ye, ez li ber ketinê me, bayekî pir were ”ezê ji qurmê xwe da rabim û bişikêm.”

Rûken dibêje ”tu çiqasî dişibî me.  Çîroka me çiqasî dişibe hev û du.”
Behîv, çîroka Rûkjenê meraq dike. Rûken qala cahşan û kurdên bûne hevalbendên dewletê û şerê ew bi qewmê xwe ra dikin dike û dibêje ew jî wek kurmên te ne, heger ne ev xayin bûna hêzên dagirker nikanîbûn ev zulm li me bikirana. 

Di diyaloga dara Behîvê û Rûkenê da em dibînin ”kurmê darê” xayin in, îxanet e. Nivîskar kurm wek metaforeke îxanetê bi kar anîye û gotiye ha kurmê te, ha xayinên me eynî tişt in.

H
eger ne ev kurm bûna ne hundurê dara Behîvê kof dibû û ne jî kurd li hemberî dijmin car bi car têk diçûn.

Darhejîrok jî çîrokek li ser Abdulah Ocalan û zinadana Îmralîyê ye. Du hundurê hewşa zindana Îmraliyê da li ser latekî, tahtekî darhejîrok hişin hatiyê. Dera dar lê hişin hatiye derke pir asê ye. Di nava gelek dar da Evdila ji ”Darhejîrokê” hez dike û lema jî tim li wê dinêre.

Netîce rojekê Darhejîrok sebebê vê hezkirinê ji Evdila dipirse û ew jî dibê ji ber ku tu dişibî gelê min, çiqasî te dibirin nabirin, tu wenda nabî, tu her car bêtir gurrtir hişin tê û şax û guliyên nuh û mezintir didî, lema ez ji te hez dikim. Gelê min jî eynî wek te di tarîxê da marûzî gelek êrîşan hatiye û gelek caran xwestine ji ortê rakin, lê ji ortê ranebûye, piştî her qetlîamê hîn bi hêztir rabûye ser xwe. 

Çîroka ”Darhejîrokê” çîrokeke xweş e, wek xemîşokeke gelêrî ye, qedera kurdan bi metafora "darhejîrokê" û bi hin sembolên sivik ku kanibin di hişê însên da bimîne hatiye hûnan.

Çîroka ”Guldar” li ser evîna xortekî bi navê Mîraz ye. Dilê Mîrza di Binefşê da heye lê haya Binefşê jê tuneye. Binefş, bi xortekî cîranê Mîrza re dizewice û ev yek tesîreke pir mezin li Mîrza dike. Dinya wî serobinî hev dibe. 

Li Kurdistanê serpêhatiyên wiha ne wek fantazîyên edebî, wek çîrokên rastî jî hene. Sebebê vê yekî jî struktura civata me ya feodal û eşîrî û kultura me ye. Gelek keç û xort ya ji ber tunebûnê ya jî ji ber dijayetiyên malbatî nagihîjin miradên xwe û ev yek di dilê gelek keç û xortan da birînên kûr vedikin.

Ronahî, bêyî zêde dirêj bike û xwendevan aciz bike, kin û bi zimanekî xweş trajediya Mîrza û Binefşê di Guldarê da xweş hûnaye. 

Binefş dikeve xewna wî. Bi şev û roj Binefşê xeyal dike û di dawiyê da şevekê piştî xewneke ne xweş berê xwe dide zinarê Pozê Dîkan întîxarê…

Çîroka dawî ”Darmasî, li ser serîhildan û qetlîama Gelîyê Zîlan e. Di komkujiya Gelîyê Zîlan da çemê Mûradê ji dêlî avê ve xwîn diherike. Masîyekî çemê Mûradê ji avê dipengize der û dibe darek, dibe ”Darmasî”. 

Piştî têkçûna serîhildanê panzde hear kurd bi kuştin û avêtin çemê Mûradê û gelîyan. Darmasî, di çemê Mûradê da dibe şahidê wê qetlîamê û wê gola xwînê û dibêje ”wê rojê ez wek masî mirim û bi darîtî jiyam.” 

Di çîroka ”Darmasî” da jî Mihemed Ronahî qetlîama Gelîyê Zîlan ji devê Darmasî radixe ber çavê me û dixwaze em vê qetlîamê ji bîr nekin, em tarîxa xwe, zulma li bav û kalên bûye nemir bikin, bikin malê tarîxê.

Mijhemed Ronahî ji gotinên zêde, ji taswîrên dirêj û bêmane û belaseb hez nake, kin dibire, lê xweş dibêje. Zimnê wî xweş e, gelêrî ye, gotinên naylon bi kar nayne. Lema jî çîrokên Daristanê her kes, gundî jî, akademîsyen jî û heta zarok jî kanin bixwînin û jê hez bikin. 

Min Daristan bi kêf û zewq xwend û ji ziman û stîla Mihemed Ronahî hez kir. Ji xwe edebiyat jî ev e, dibê kêfekê, zewqekekê bide meriv.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE