13 mars 2018

Tesadufek û xwendina Daristana Mihemed Ronahî -1-



Do derengê şevê ji nişkave interneta min qut bû.
Li Stockholmê berê qutbûna internetê îstîstana bû, lê ji sala çûnî da ye ev cara sisiyan e diqewime. Ji xwe saet ji donzdan dibuhurî, min kompîtera xwe girt û çûm raketim.

Vê sibehê wek her tim saet di 07.00 da rabûm, min bala xwe dayê hîn çênebûye, ne înternet heye û ne jî telewîzyon.
Min got ya baştir kitêbekê bixwînim.

Min romana Bextiyar Elî  ”Hinara Dawî ya Dinyayê” dixwend, heta nîvî hatime. Lê bi şerê Efrînê ra min dev ji xwendinê berda, dikim nakim nikanim bala xwe bidim ser xwendinê. Nikanim konsantreyî xwendibê bibim, hew bi xwe dihesim nizanim min çi xwendiye.

Yanî hiş û aqilê min li dereke din e.
Lema jî ev demeke min dev ji xwendinê berdaye.
Lê îro dibê min tiştek bixwenda. Bes ne ” ”Hinara Dawî ya Dinyayê”, min dixwest tiştekî din, tiştekî kin, ya şiîran ya jî çîrokan bixwînim. 

Min çavê xwe li nava kitêbên li ser masa xwe gerand. ”Daristana” Mihemed Ronahî bala min kişand.
Ne qalind bû, tam li gorî min bû. Min kanîbû di bîstekê da biqedanda. ”Bendewarên Adarê” dabû ber xwe, tim çavê min li wan e. 

Ji xwe min dixwest berhemeke Mihemd Ronahî bixwînim. Heta nuha min li ser hin berhemên Mihemd Ronahî, li ser ”Kûçikistan”ê hin nivîs xwendibûn, lê xwendina berhemeke wî wer nebûbû nesîbê min.

Min ji xwe ra got, Zinar, ji îro çêtir tuneye, hema dest pê bike û min rahîşt ”Daristanê” û çû xwe bera ser dîwanê da û dest bi xwendinê kir.

Ez gotina xwe dawî dixwazim di serî da bibêjim.
Ez pir kêfxweş bûm vêsê înterneta min tunebû. Heger înterneta min wek her sibe hebûya minê îro ev çîrokên xweş, ev berhema hêja nexwenda.  

Ji zûda ye min kitêbeke hewqasî xweş, dersdar û ne bi zimanekî ne naylon, bi zimanekî min jê tahm û lezetek nayê jibîrkirin nexwendibû.

Ji naveroka çîrokan meriv tarîxa xwe ya nêz û trajedîya miletê xwe bi teknîkeke mikemel fêr dibe û ji zimanê nivîskar jî lezetekê digre.

Daristan, di sala 2012a da ji alî Weşanxana Ronahî ve hatiye weşandin. Kitêb 68 rûpel in û 8 çîrok tê da hene.

Navê çîrokan bi rêz wiha ye: Spîndar, Mişmiş, Sinc, Çinar, Behîv, Darhejîrok, Guldar û Darmasî.

Çîroka ”Gulda” û  "Mişmiş" ne tê da, nivîskar di hemû çîrokên xwe da teknîka fabil, întakê bi kar anîye. Yanî di çîrokan da dar tên zimên û ew însan bi hev ra dipeyivin.  

Ev teknîk di xemîşokên/çîrokên zarokan da tê bikaranîn û bi xêra axaftina dar û ber û lawiran zarok bêtir bala wan dikşîne û bêtir dikevin nava cîhana çîrokê.

Mihemed Ronahî jî di çîrokên xwe da dar dane peyivandin, dar û însan bi hev ra ketine hesb û halê û derdên xwe ji hev ra gotine.

Navê çîroka pêşî ”Spîndar” e û li ser Serîhildana  Şêx Seîd û sebebê têkçûna wê û îxanata Qaso ye.
Nivîskar bi rêya teknîka întakê, bi alagorîya darê çîroka Şêx Seîd ji serî heta îdamê, wek pîreke çîrokbêj ji me ra ta bi derziyê ve kiriye. 

Şevekê ”Spîndara” hewşa mala kalikê Şêx Seîd, Şêx Seîd wê demê hîn zarok e, tê zimên û ji Seîdê zarok ra dibêje:

”Îşev şeva min a paşîn e. Dê sibe min bibirin.” Û ji bo ku piştî birrînê dawiya wê neyê û jiyaneke nuh li pey xwe bihêle, ji Seîdê zarok daxwzekê dike û di guhê wî da dibêje:

”Du heb guliyên/şitlên min ên ciwan jêke, bibe biçîne, mirina min ewê bibe destpêjka du jiyanên din.”

Û gava roja din bavê wî ”Spîndarê” dibire, Seîdê biçûk dixwaze ew du guliyên wê bibin Xinisê di hewşa xwe da biçînin. 

Bavê wî  her çiqas dibêje na jî, lê Seîdê biçûk, ji ber ku soz dabû Spîndarê, israr dike û du şitlên/çiqlên wê dibin diçînin.

Ji wan şitlan dû ra yek dibe dara jiyanê yanî ya li kurdayetiyê û berxwedanê û yek jî dibe dara mirinê û yanî ya îxanetê. 

Şêx Seîd ji Spîndara Jiyanê ji xwe ra gopalekî çê dike û ew gopal heta ber îdamê jî di destê wî da dimîne û dema wî dibin îdamê gopal tê zimên û bi jê ra dibêje:

Şêxê min, ji min ew qas hat, min ew qas kir…”
Şêx li gopal dinêre, lê tiştekî nabêje û wî dibin ber sêpiyê.

Şêx Seîd dibin îdamê.
Gava bala xwe dide sêpiyê wek xencerek li dilê wî keve, çimkî sêpiya wî ji Spîndara Mirinê bû, ew dara wî ji Paloyê biribû Xinisê çandibû, ew bi salan av da bû, mezin kiribû, nuha jê ra bûbû sêpiya îdama wî û heyfa xwe ji wî digirt.

Berî ku Şêx Seîd tiştekî bibêje, Spîndara Mirinê wek qahpikekê dikene û ji Şêx Seîd ra dibêje:
”Te Spîndara Jiyanê ji xwe ra kir gopal hi…de gazî bikê bira were te xelas bike ji mirinê.”

Şêx Seîdê heta wê demê bêdeng bû du dilop hêsir ji çavên wî xwe bera ser dêmên wî dide û ji Spîndara Mirinê ra dibêje:

 ”Weke ku diya te dua kir ji bo min, mirina min jî dê bibe sedema bi hezaran vejînan, ezê bi mirinê vejîm. Neviyên min dê min ji bîr nekin û tola min hildin. Lê tu û Qaso dê di jiyanê da mirî bin.”

Çîroka ”Mişmiş" ê li ser evîna Tajdîn û Zeryayê û namerdiya Hesen e. Hesen bi namerdiyeke nedîtî Tajdîn li çolekê dikuje û tevî dabançeya xwe vedişêre.

Tajdîn lawê pîreke feqîr e. Ji bo kanibe qelinê Zeyayê bide dixwaze here çend mehan li derekê bixebite. Lê perê wî tuneye, dihere ji Hesenê Mihemedê Nûro hinek pere deyn dike û dikeve rê û diçe.

Lê Hesen merivekî bêbext e û çavê xwe bera Zeryayê daye. Bi rê da rêya wî dibire û wî dikuje, ji bo ku bi Zeyayê ra bizewice. Û piştî du salan wer jî dike, bi Zeryayê ra dizewice.
Kes nizane çi bi serê Tajdîn hat. Pîra diyawî û gundî wer bawer dikin li xurbetê hineka Tajdîn kuştin, kes texmîn nake qatil Hesenê mêrê Zeryayê ye. 

Rojekê berî bi rêketinê Zeryayê hinek dendikên mişmişan dide Tajdîn û ew jî wan dendikan dike bêrîka xwe. Ji wan dendikan piştî 5 salan sê darên mişmişan di nava darên mazîyan da hişin tên. Û ev yekê rojekê bala Eliyê Remoyê li xezîneyan digere dikşîne û dora darên mişmişan dikole. Û ew û Sofî Şemdîn bi vê tesadufê rastî cenazê Tajdîn tên. Cenaze û  tabancê derdixin. Sofî Şemdîn dabança Hesen nas dike û hawarê dibin ji gund ra.
Bi vî hawî xwîna Tajdîn wenda nabe û pûştiya Hesen eşkere dibe. Çîrokeke hestên meriv radike pêdarê û meriv dihejîne.

Mot;
Dewama nivîsê jî ma sibe. Min neqedand.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE